ANALÎZ

Bîranînên Ramyarî. Li Tirkîyê Rikberî Li Hemberî AKP’ê. Nirxandina nameyan – Suner Çaxaptay û Raylî Barî Berfanbara

Di van salên dawî de asta parçebûyîna kilasîk a di navbera rastgir û çepgiran di sîyaseta Tirkîyê de zêde bûye, hemû partî ji her du alîyên sîyasî li hemberî AKP’ê ku Receb Teyib Erdogan serokê wê ye, bûne yek. Her wiha hin serkirdeyên AKP’ê yên berê di dawîya sala 2019’an de du partîyên nû damezrandin. Ev yek destnîşan dike ku rikberîya li hemberî Erdogan mezin dibe. Bi vî rengî niha şeş partîyên sereke ji bo xwegihandina desthilatê hene û di nava pêşbazîyê de ne ku serokê Tirkîyê  ji ser desthilatê rakin. Lewre pirsên sereke ev in; dê çawa ev alî xwe bidin nasîn û çawa di dema desthilata AKP’ê ya bi serokatîya Erdogan û hevalbendîya MHP’ê de cihê xwe bigirin.

Şensên Erdogan ên paşdeçûyî

Piranîya kursîyên di desthilata zagonsaz a Tirkîyê de di destên AKP’ê û MHP’ê de ne. Lê belê li gorî rapirsîneke ku di dema dawî de çêbû, hat dîyarkirin ku alîgirên Erdogan û partîya wî kêm bûye. Ev paşdeçûn di sala 2018’an de, dema ku aborîya Tirkîyê  cara yekem ji dema desthilata AKP’ê di 2002’an de lewaz bûye, dest pê kir.

Li gorî vê jî, partîya Erdogan bajarên mezin ên Tirkîyê  mîna Istanbol, Enqere û hwd, di hilbijartinên encumenên xwecihî yên sala 2019’an de, li hemberî partîya rikber CHP”ê ji dest dan. Her wiha di dawîya sala 2020’an de ji ber nexweşîya Koronayê dîsa aborîya Tirkîyê  lewaz bû. Li gorî rapirsînên ku dîyar dikin ku Erdogan gelek alîgirên xwe widakirine; em dibînin ku rikberî li ser hesabê AKP’ê xurt dibe. Bi rastî jî, serokê karê derve û serokwezîrê berê Ehmed Dawûd Oglu û wezîrê aborî yê berê Elî Babacan ku her du jî hevalbendên Erdogan bûn, “Partîya Siberojê” û “DEVA” dan avakirin; êdî ew jî tevlî nava herçar partîyên sereke yên rikberîya Tirkîyê li dijî Erdogan bûn, ew jî ev in: CHP, HDP, Partîya Baş(İyi Party) û HAK-PAR in. (Ji bo kurteagahîyên li ser partîyên li Tirkîyê, li pêvekê binêre).

Partîyên Di Parlementoyê De

Koma Erdogan a desthilatdar di hilbijartinên dawî de yên ku li Tirkîyê  di sala 2018’an de çêbûn, piranîya dengan bi dest xistin. Ji ber ku “Partîya Siberojê” û “DEVA” berî sala bûrî hîn nehatibûn avakirin, lewre di hilbijartinan sala 2018’an beşdar nebûn. Niha partîya Erdogan di parlementoyê de xwedî 289 endam in, her wiha partîya hevalbendê wî xwedî 48 endam in, li gorî vê jî di parlementoyê de koma alîgirên Erdogan dibe xwedî 337 endam ku bi giştî ji 600 endaman pêk tê. Ji bo kursîyên mayî jî, hersê partîyên rikberîyê yên mezin piranîya wan girtine: 138 kursî  CHP, 56 kursî HDP ne, 36 kursî Partîya Baş, ji bo partîyên mayî bi yên serbixwe re jî 17 kursî ne, her wiha 9 kursîyên vala hene, ew jî ji ber merceke li ser endamên parlementoyê heye ku dema bibin wezîr an jî serokê şaredarîyan, dest ji kar berdin, jixwe 3 kursî vala man, ew jî ji ber rewşên mirinê, her wiha dadgeha Tirkîyê  4 endam tewanbar kirin û dan alî û di encamê de cihê wan vala man.

Niha li Tirkîyê  pêşbazî di navbera du koman de ye, “Koma Gel” ku girêdayî Erdogan e (ji AKP û MHP’ê pêk tê) û “Kom Neteweyî” ya rikberîyê ye (ji CHP û Partîa Baş pêk tê), jixwe emadekarîyên vê rêzbûnê berîya hilbijartinan tên kirin. HDP’ê ku ew bi xwe alîgirê Kurdan e, dev ji vê rêzbûnê berda û derket derveyî hevbendîya fermî, lê belê ew bi awayekî ne fermî piştgirîya “Hevbendîya Neteweyî” dike.

Bi avakirina partîyên nû ku hêvîya wan hilbijêrên Erdogan dûr bixin, her wiha pêşketina rikberîyê piştî binkeftina koma Erdogan di hilbijartinên 2019’an de; pirsa ku xwe dide pêş ev e: Gelo hevbendîya Erdogan dikare di hilbijartinên parlementoyê yên sala 2023’an li kêleka hilbijartinên serokatîyê piradengîya xwe biparêze? Hin raporên xwecihî destnîşan dikin ku gengaz e ku Erdogan piştî ku aborîya Tirkîyê ji lewazîya ji ber nexweşîya Koronayê baş bibe, berê xwe bide hilbijartinên pêşdem. Jixwe aborîyên ku ji ber bobelatên xwezayî lewaz bibûn ber bi geşbûnê ve diçin, dê ev geşbûn alîkarîya Erdogan bike ku dîsa piranîya dengan di hilbijartinên parlementoyê de vegerîne û pêşketina rikberîyê rawestîne.

Eger hilbijartinên pêşdem hebin an na; gelo komên rikber dê karibin hilbijêrên Erdogan dûr bixin ? Ev yek xwe disipêre: (1)- Lihemberderketina partîyan beramberî koma Erdogan a desthilatdar. (2)- Helwestên wê li hemberî dozên niştimanî û cîhanî.

Bibîranînên raborî:

Ev lêkolîn hewl dide ku nasnameyên şeş partîyên rikberîyê (CHP, HDP, Partîya Baş, HAK-PAR, Partîya Siberojê û DEVA) li hember AKP’ê ya bi serokatîya Erdogan û hevalbenda wê MHP lêkolîn bike, ew jî bi rêya şirovekirina tevlîbûna hilbijêrên van her heşt partîyan di tora “twitterê”re. Hejmarên texmînkirî dîyar dikin ku hemwelatîyên Tirk ên ku tora “twitter”ê bi kar tînin, ji mezintirîn hejmarên bikaranînerên “twitter”ê di seranserî cîhanê de ne, hejmara wan digihêje 12.7 milyon kesî. Li gorî vê jî rêjeya wê ya şeşem e piştî Emerîka, Japonya, Hindistan, Brazîl û Brîtanîyayê ye. “Twitter” piranî li Tirkîyê  ji bo gotûbêjên sîyasî û civakî tê bikaranîn. Li gorî vê jî ew warekî baş e ku di rêya wê re kûrahîya sîyaseta Tirkîyê  tê naskirin, di nava de jî naskirina  çawanîya xwedanasîna partîyan ji bo cemawerên hilbijê.

Di hefteya dawî ya gulana 2020’an de çar şahîyên salvegera boneyên bingehîn ên Tirkîyê  çêbûn: Lêdana 27’ê gulana 1960’î. Destpêka kombûnên li “Seyrangeha Cîzî” ya li dijî Erdogan di 28’ê gulana 2013’an de. Fetiha Osmanî ji Qestentînayê re di 29’ê gulana 1453’an de û bûyera keştîya “Mafî Mermera” bi Israîlê re di 31’ê gulana 2010’an de. Lewre, ev çarçoveya demê mîna pencereyeke analîzkirinê ye ku helwestên her heşt partîyên sîyasî yên li Tirkîyê  bên fêmkirin. Bi taybetî ji ber ku bi hinek mijaran ve girêdayî ye, mîna desthilatî, rikberîya desthilatê, cîhangerî, netewetî, cihê Tirkîyê  di cîhanê de û karîna hemwelatîyan ji bo pêkanîna guhartinê.

Lêdana 1960’î (27’ê gulanê): Di sedsala bîstan de li Tirkîyê  gelek lêdan çêbûn, ji lêdana leşkerî ya 1960’î dest pê dike ku li dijî serokwezîrê wê demê Ednan Mendirês û Partîya Demokrat serokatîya wê bû çêbû, di encamê de Mendirês hat bidarvekirin. Di lêdana de CHP`a ku Mistefa Kemal Ataturk yek ji endamê wê bû; vegerîya ser desthilatê. Şopandina bîranînê di vê salê de bi rêya torên medyaya civakî; derfet da partîyên sîyasî ku balê bavêjin ser hin mijaran de, di nava çîroka qurbanîyê ya ku lêdana dîrokî bi lêdana dawî ya sala 2016’an ve girêda ku Erdogan weke qurbanîya vê lêdanê dîyar kir û pêwîstî bi destekdayînê wî heye.

Komên  “Seyrangeha Cîzî” (28’ê gulanê): Di van salên dawî de hat dîyarkirin ku Komên“Seyrangeha Cîzî” mîna xaleke veguharînê ya berxwedana gelêrî li dijî Erdogan û partîya wî AKP’ê bû. Komên mezin li dijî pilanên ferwerîyê yên avakirina komelgeheke bazirganîyê li ser rûbereke şînatî di meydana Teqsîm a di nava Istanbulê de, bûn yek. Arîş hîn geştir bûn gava ku polîsan gaza rondikrêj û cureyên din ên zordarîyê li dijî xwepêşanderên jîngehhez yên li seyrangehê, bi kar anîn. Destpêkê weke xwepêşandaneke jîngehî dest pê kir û dûvre veguherî enîyeke yekbûyî li dijî êrîşên li ser desthilata zagona zanistperwerî ya kilasîk li Tirkîyê  û hin nirxên din mîna azadîya derbirînê û wekhevîya di navbera her du zayendan de.

Ji 28’ê gulanê xwepêşandan dest pê kirin û gav bi gav ji qada Teqsîm belavî 70 bajarên sereke yên Tirkîyê  bûn û heyanî meha pûşberê berdewam kirin. Di pêngava çewisandinê ya ku polîsan dest pê kirî de, heft xwepêşanderan jîyana xwe ji dest dan, her wiha di salên piştî van bûyeran de tu polîsek ji bo tewanên kuştinê nehat darizandin.

Bi rêya Komên “seyrangeha Cîzî”, ji partîyên sîyasî li Tirkîyê  li ser Tiwîterê,  derfet çêbû ku bangeşeyê li pêşberî cemawerên niştimanî bikin yan jî xwe mîna qurbanîyekê dîyar bikin an jî bi awayekî serbixwe bikaribin çarekirinê bikin. Jixwe dema ku li ser rêbazên yekkirina guherînan bal were kişandi, tê wateya ku karîna çareserîyê ye. Lê belê tenê gazinkirina ji ber têçûynan – bê ku tu kar an jî bîranîn jê re were kirin – dibe ku ew bibe piştgirîyeke ji çîroka qurbanîyê re.

Rizgarkirina Qestentînîyê (29’ê gulanê): Di dawîya buhara sala 1453’an de, sultanê Osmanî Mihemedê duyem Qestentînîya (Istanbol) ji destê imperatorî Romê dererxist û xist bin destê xwe. Şahîya êrîşê ango “fetiha” Qestentînîyayê li Tirkîya nû bi awayekî berfireh di nîva sedsala bîstan de tê kirin. Lê belê bîranîna 567’em a vê salê ew bû ku partîyên sîyasî nasnameya xwe dîyar kirin, ew jî bi rêya destnîşankirina çawanîya girêdanê bi paşeroja Tirkîyê ya Imperatorî ve. Hejmara mezin a bangeşeyên li ser “Fetiha Qestentînîyê”, hestên wiha pêş dixe ku bangê li mirovan dike ku xwedî li “Vegerandina mezinbûna Tirkîyê ” derkevin, ango vê ramanê dibêje; pêwîst e ku Tirkîya nû paşeroja xwe ya mezin û ya bi rengê Islamî xemilandî ji bîr neke, heyanî asta ku wê vegerîne (Bi pêkanîna sîyaseteke derve a emperyalîst a mezin). Her wiha di şahîyên “Fetih”ê de pêkanîna çîroka qurbanî tên dîyarkirin ku li derdora bîranîna parçebûyînên emperyalîst ji Tirkîyê re di dema ku Imperatorîya Osmanî li ber ketinê bû, dihatin gotin.

Pevçûna keştîya “Mafî Mermera” bi Îsraîlê re (31’ê gulanê): Berîya deh salan, di roja dawî ji meha gulanê de, endamine ji hêzên deryayî yên Îsraîlê li ser keştîyekê ku ji Istanbolê dihat û tê de alîkarî ji bo şikandina ambargoya ku Îsraîl û Misirê li ser Xezayê danîn, hebûn. Tê de deh hemwelatîyên Tirk û di nava wan de jî kesekî xwedî nasnameya Emerîkî bû, kuştin. Di encamê de têkilîyên Tirkî – Israîlî gihiştin asta herî nizim. Bîranîna keştîya “Mafî Mermera” ne tenê derfetê ji partîyên sîyasî re vedike ku xwe pê mezin bikin û bêjin ku li dijî Israîlê bi ser ketine, lê belê ramana qurbanîyê jî derdixe pêş ku wiha dîyar dikin; kesin ne misilman êrîşî misilman û Tirkan kirin.

Rêbazîtî

Nirxandina liv û tevgerên sîyaseta Tirkîyê di vê lêkolînê de li gorî van rêbazan pêk hatîye:

Du Tewaer:

Ji bo şirovekirina mijarên bingehîn ên di vê lêkolînê de, ango rikberîya li dijî ferwerîyê, rola cîhangerîyê, netewe, pileya Tirkîyê di cîhanê de û têkilîya wê bi paşerojê re û karîna Tirkîyê û hemwelatîyên Tirk di pêkanîna guhartinê de, bi armanca dîyarkirina nasnameya sîyasî ya partîyên Tirkî; em dikarin xwe bisipêrin du tewareyan:

Tewareya yekem: Taybetmendîyên qurbanbûnê li hemberî karîna çarekirinê: Di dîrokê de li Tirkîyê  bangeşeya ku li derdora gotara qurbanbûnê berfireh e, ew jî li ser tewereya stûnî tê pîvan. Nemaze dema ku mijar dibe girêdayî têkilîya welêt bi Ewropayê re ku di her demê de mijara gengeşê ye.

Tewrîyên komplogerîyê di Tirkîyê  de pir in, digihêjin asta ku karîna hemwelatîyên Tirk di sîyaseta cîhanî de û carinan jî di sîyaseta niştimanî de, tê mandelekirin. Li gorî vê nêrînê, destên veşartî hene ku welat û gelê wî mîna lîstokan dibin û tînin. Erdogan bi xwe jî dikeve nava van bangeşeyan ku Tirkîyê mîna qurbanîyê di qada cîhanî de dibîne. Tevî  ku bandora wê ne weke ya dema lewazbûna aborî niha be jî, li gorî berjewendîyên xwe yên xwecihî ev yek bi kar anîye. Di nexşeka vê lêkolînê de, her komek wiha hatiye diyarkirin: Pênc pile ji bo her bûyerekê ku asta herî bilind ya rewşa qurbanbûnê di nameyan de; tê zelalkirin, her wiha pênc pile (Di nexşekê de bi nîşaneya neyînîyê tê nîşandan) tê wateya rêjeya herî bilind a zelalkirina rewşa karîna çarekirinê di nameyan de. Li gorî komeka her çar bûyeran li ser tewereya stûnî, her partîyek dê bîst xalan werbigire ku rewşa qurbanbûnê li hemberî karîna çarekirinê zelal dike.

Tewereya duyem: “Vegerandina mezinbûna Tirkîyê ” li beramberî “Başkirina Tirkîyê ”. Serokê Tirkîyê, li gel serokên cîhanî yên din mîna serokwezîrê Meceristanê Victor Urban, bi geldostîya xwe ya ku di sedsala bîst û yekê de hatibû belavkirin; mîna rêzanekî hatibû naskirin. Jixwedi hundir de, ev geldostî tenê di dema serokatîya Erdogan de belav bû.

Tewereya asoyî pileyên bangeşeya neteweperestî-gelperestî ya ku banga vegerandina Tirkîyê li paşeroja Osmanî ya pîroz, dipîve. Partîyên ku herî nêzî “Başkirina Tirkîyê ” ne, ev in: (1) Zimanê ku bêrîya mezinbûna Osmanî dike, bi kar nayînin. Ev yek wiha tê şîrovekirin ku serdema Kemalîst ji serdema Osmanî “mezintir’ e. (2) ji paşerojê bêhtir balê davêje ser siberojê. Mîna tewereya stûnî, ji her bûyerekê re pênc pile hene, ew jî li gor axaftina li ser vegerandina mezinbûna Osmanî li hemberî pejirandina welat li gorî rewşa niha ango li siberojê nihêrtina. Di encamê de, her partîyek di pîvana bangeşeya xwe ya li ser “vegerandina mezinbûna Tirkîyê ” li beramberî “Başkirina Tirkîyê ” dikare 10 pileyan werbigire. (10 pile di şûna 20 pileyan de; çimkî tenê du bûyer di şûna çar bûyeran de tên pîvan, ew jî “Fetih” û keştîya “Mavî Mermera” ye – Li nexşekê binihêre -).

 

Dahûrandin

Di encama pergala dahûrandinê de ya ku ji bo vê lêkolînê hatîye bikarnîn, nexşek bi heşt xalan derdikeve pêş ku partîyên sîyasî yên tirkî dinimîne, ew jî ji “AKP” û “Partîya Tevgera Neteweyî” li çaryeka rastê ya jor dest pê dike, ew jî hêza lihevrasthatine her du xetên ” Başkirina Tirkîyê” û taybetmendîya qurbanîyê heta asta herî bilind, gur dibe; ta alîyê çepê ya jêr ku tenê partîyekê dihêwirîne, ew jî HDP ye ku xwedî gotareke neneteweyî ye û karîna wî ya çarekirinê heye ku astengîyên sîyasî û aborî çare bike.

[Li gor dahûramdina tiwîtan di vejîna bîrhatinên gulana 2020`an ya lêdana 1960`î (27`ê gulanê); destpêkirina kombûnên “Seyrangeha Cîzî” (28`ê gulanê); “Fetiha Istenbolê” (29`ê gulanê) û pevçûna “Mavî Mermera” (31`ê gulanê).]

Sîfeta qurbanîyê li hember karîna çarekirinê

AKP MHP Partîa Baş CHP  HDP Partîya Sibrojê  DEVA HAK-PAR
Lêdana 1960`î 5 -1 2 -2 1 3 -1 -1
“Cîzî” 0 0 0 4 5 0 0 0
“Fetih” 1 4 -1 -5 -3 4 1 -1
Mafî Mermera” 0 0 0 0 0 -5 0 0

Kilîl: 5= Mezinkirina Tirkîyê, 0= tu tiwît tune ne, -5= Tirkîye weke xwe baş e/ li sibrojê nihêrtin

“Vegerandina Mezinkirina Tirkîyê ” li hember “Başkirina Tirkîyê “

 AKP  MHP Partîya Baş  CHP  HDP Gelecek Partisi  DEVA HAK-PAR
“Fetih” 2 5 1 3 0 3 3 2
Mavî Mermera” 0 0 0 0 0 1 0 0

Kilîl: 5= zelalbûna wêneyê qurbanîyê heta asta herî dawîn, 0= tu tiwît nîne, -5= rêjeya herî mezin ya karîna çarekirinê

Her du hevbendên neteweperst- gelperest

Du partî li çaryeka rastê ya jor di nexşekê de derdikevin pêş: “Partîya Dad û geşepêdanê AKP” bi serokatîya Erdogan û hevbenda wê “Partîya Tevgera Netewparêz MHP” yên ku bi hev re “Hevbendîya Gel” li Perlemana Tirkîyê saz dikin. Piranîya caran di gotara neteweperst, gelperst û paşverûtîyê digihine hev.

“Partîya Dad û geşepêdanê AKP”. Tevî ku tevahîya partîyan lêdana 27`ê Gulana 1960`î şermezar kir; “AKP” di salvegera şêstem ya lêdanêde gotarek bi kar anî ku li gor partîyên din, reşa qurbanîyê xweş tê de zelal e. Çimkî îmêla “AKP” li ser malpara “Twitterê”, lêdana  sala 1960`î heta radeyeke bilind bi hewldana lêdana sala 2016`an ve girê da. Ev gav li gor gotara Erdogan e û dide xuyakirin ku her dem partîya wî rastî geflêxwarinê tê. Lê ev partî di salvegera kombûnên “Seyrangeha Cîzî” de ya sala 2013`an; bê deng ma. Lê ev helwest ne seyr bû, ji ber ku fermandarîya Erdogan ji xwepêşanderan re armanceke bingehîn bû.

Di salvegera êrîşa li dij Qistentînîyeyê de – yan jî “Fetiha wê”- “AKP” hin pirojeyên avakirinê yên mezin belav kirin ku Erdogan niha serperiştîya wan dike, lewre pile li ser asta “vegerandina mezinkirina Tirkîyê ” bi dest xwe ve anîn. Ya ji vê girîngtir, bihêzkirina vê partîyê ji xwesteka Erdogan ya di dawîya meha gulanê de, ew jî ku “Ayasofya” bibe mizgeft ; piştî ku Ataturk di sala 1934`an de ew kiribû muzexane. Biryar di 10`ê tîrmeha 2020`an de hat girtin, bi rêya haştaga (#AyasofyadaFetih) hat belavkirin. Pêngava veguherandinê, şahîya “Fetihê” ya ku “AKP” li dar xist û pirojeyên avakirina wê bi salvegera êrîşa li dij Qistentînîyeyê ve bêhtir girê da, her weke ku di nameyên Erdogan de xuya dike, der barê bikaranîna “Ayasofya”yê wekî muzexaneyekê: “Çawa diwêrin, ev zanistgir(sekûler) [alîgirên Kemal], me mislmanên pak, ji azadîya nimêjkirina li Ayasovyayê bêpar bihêlin?”. Bi giştî, hejmara “Twitter”ê ya “AKP” vegotina qurbanîyê vedide, ew jî tiştên ku niha li ser rûpelên xwe belav dike; çi arîşeya lêkolînê borî be çi jî niha be.

“Partîya Tevgera Neteweyî MHP”. Ji bo “AKP”, dibe ku Tirkîyê di bin serwerîya wê de mezinbûnê bimîne, bê ku bi temamî vegere berê ya Osmanî. Lê ji bo “MHP”, pirê caran zivirîna li borîya osmanî, mercekî bingehîn e ji bo pêkanîna mizinkirina Tirkîyê . Ev partîya neteweperest ya tundrew, ya ku Dewlet Behcelî serperiştîya wê dike, li çaryeka jor ya rastê di nexşekê de cih digire. Lê helwesta wî ya tundrew der barê “vegerandina mezinkirina Tirkîyê ” de aşkere ye, tevî ku bi helwesta “AKP” re were hevrûkirin.

Di heman demê de, wekî ku nexşek dide xuyakirin, “MHP” dixwaze xwe weke qurbanîyekê bide nîşan, ji kesên ku dixwazin fetiha Qistentînîyeyê bi “çewisandinê” bi nav dikin. Êdî ev partî pêngava “fetihê” ya di dawîya sedsalên navîn de weke biserkeftineke ku nabe were mandelekirin li hember dewletên Rojavayî; bibîr tîne. Bi rêya hejmara mezin ya tiwîtên ên tenê girêdayî fetihê, “MHP” ji “AKP” bi gelekî zêdetir mijûlî mijara zivirîna li borîya Tirkîyê ya zilhêz dibe.

Alîyên Nerm Ji Xwe Re li Cihekî Li Ser Maseyê Digerin  

Li nîvê nexşekê, hema hema çar partî bi hev re kom dibin, her wekî: “Partîya Seadetê” (HAK-PAR), “Partîya Sibrojê” (Gelecek Partisi), “Partîya Baş” (İyi Party) û “Partîya Demokarti û Pêşveçûnê” (DEVA).

“Partîya Seadetê” (HAK-PAR). Tiwîtên ” HAK-PAR” pir kêm bûn, der barê her çar bûyerên ku hatin gotûbêjkirin de, bi piranî tiwîtên xwe bi zimanekî netundrew li ser asta niştimanî belav dikirin, weke mînak; ji dêvla ku mijara fetiha Qistentînîyeyê bi zimanekî tundrew bihûne, her weke serokê “MHP” Behcelî kirî, hejmara “Twitter”ê ya fermî ya “HAK-PAR”, bi tenê weha got: “Biserkeftin; gîyan, wate, hezkirin û berdewamî ye”. Êdî “HAK-PAR”, ji ber rêbaza wî ya nerm ku eşkere li ser van bûyeran diaxive û xwe dûrî diyarkirina hestên tundrew û netewperist dike; cihê xwe di nîvê nexşekê digire. Her wiha partîyê salvegera lêdana 1960`î bibîr anî, ew jî bi rêya diyarkirina hêvîyên xwe ku Tirkî li gor serwerîya zagonê bitevahî bigere û sîyastvanên ku piştî lêdanê hatin bidarvekirin bi bîr anîn. Ev gotar gelekî ji gotar “AKP” û gotara “MHP” der barê lêdanyê de dûr e.

Cihê “HAK-PAR” ji nav encamên herî nû û girîng yên ku ev lêkolîn gihiştîyê. Partî bi fermî girêdayî dibistana islama sîyasî ya tundrew e ku dijberî dewletên Rojavayî ye, ew jî weke ku di tora “Nerîna Niştimanî ya Islamî” ya ku di sedsala 20`an de  di hêla sîyasî de çalalk bû, diyar dibû. Dema ku Erdogan bi fermî di sala 2001`ê ji vê komelê veqetîya da ku “AKP” damezrîne; gelekan texmîn dikir ku dê koma wî ber bi nermbûnê ve biçe û ji felsefeya “nerîna niştimanî” dûr bikeve. Lê tişta seyr ew e ku piştî zêdeyî 20 salî, xuya kir ku “HAK-PAR” ya resen, ne “AKP`ê ya ku ber bi nermbûnê ve diçe”; bi xwe dev ji gelek hêmanên tundrew di “nerîna niştimanî” de berda.

“Partîya Sibrojê” (Gelecek Partisi). “Partîya Sibrojê” di sala 2019`an de hat damezrandin û “Partîya Baş” (Îyi Partisi) û “Partîya Demokartîyê û Pêşveçûnê” (DEVA) di sala 2017 û 2020`î de hatin damezrandin. Ji ber ku ev rêkxistin li ser qada Tirkî nû ne, neçar man xwe cuda bikin û stratejîyên hevpeywendîyê yên nû bi rêya navgînên hevpêwendîya civakî, ji bo ku hibijêran ber bi xwe ve bikêşe; bi kar anîn.

Di vê der barê de, serokwezîrê berî Dawûd Oglo yê ku alîgirê “AKP” bû “Partîya Sibrojê” ava kir, dema ku “Fetih” anî ser ziman; rêbazeke nû meşand. Ji ber wilo  nameyên wî der barê êrîşa li dij Qistentinîyê de, ber bi xeteke neteweyî ve çû û alîyên desthilata Osmanî ji cemaweran ronî kirin. Ev rêbaz nîşana wê yekê ye ku pêdivîya Dawûd Oglo bi kêşana endam û berbijêrên “AKP” heye.

“Partîya Paşerojê” şêwaz û zimanekî taybet jî li ser malperên torên civakî bi kar anî, da ku “fetih” û “dagirkirinê” ji hev cuda bike. Weke nimûne, navnîşana “Twitter” ya fermî ya partîyê (@GelecekPartiTR) di 29`ê gulana 2020`î de ev gotin belav kirin: ” Salvegera 576`em ya #fetiha Qistentînîyeyê boneyeke pîroz e û ji kesên ku nizanin yan jibîr dikin: Ka fetih çi ye? Û dagirkirin çi ye?”. Yazdeh tiwît li pey hev weşandin, di wan de netêgihiştina cudahîyên di navbera her du têgehan de ronî kirin; weke ku di vê nameyê de şîrove kirin: “Fetih çi ye: Tevî cudahîya bawerîyan, birêkxistin û parastina zagona olî ji gel re. Dagirkirin çi ye: Darizandine, guhartina olê bi darê zorê û kuştina kesên ku şiyar nabin”. Her wiha ev gotin jî bi ser ve zêde kirin:”fetih, pejrandina bajarê ku di her warî de tu serwerîyê lê dikî. Dagirkirin, rûxandina hemû perstgeh û avahîyên bajêr e”.

“Patîya Paşrojê” hin xalên girêdayî “Vegerandina mezinkirina Tirkîyê ” kom kirin, ji ber ku girîngîya fetiha Qistentînîyeyê ronî kir. Her wiha partîyê hin xalên girêdayî taybetmendîya qurbanîyê jî kom kirin, ji ber ku diyar kir ku pêşmaya fetihê bi awayê rast neyê bibîranîn ji hêla kesên ku “hewl didin bibîrhatina wê reş bikin û wê bi dagikerîyê bi nav bikin”.

“Partîya Baş(İyi Party) ûDEVA“. Ev her du partî  li kêleka “HAK-PAR”; xwe nêzî hev dikin, rastî jî daxuyanîyên van partîyan der barê bûyerên dîrokî de mîna hev bûn. Çimkî hemûyan lêdana 1960`î şermezar kir û salvegera fetiha Qistentînîyeyê bi bîr anîn. Lê guh nedane komeleyên “Parka Cîzî” û “Mafî Mermera”. Bo nimûne, DEVA tiwîta damerzrîner û serokê xwe Babacan dubar kir yê ku amaje bi “rêveberîya lêborîner, rêzdar û jîr” ya Mihemedê Duyem kir. “Partîya Baş” jêbireke nebinakomk ji hin xwendinên siltan Mihemedê Duyem weşand: “Yan ez ê Istanbol bibim yan jî Istanbol dê min bibe”, bêyî ku tiştekî din li ser mijarê bibêje.

Her du partîyên tundrew ji alîyê rikberîyê ve:  Xwe dûrî borîya osmanî didin alî

Her du partîyên tundrew li her du çaryekên rastê ya li jêr û çepê ya li jêr ji nexşekê, ev in: “Partîya Komara Gel” (CHP) – Yekem partîya sîyasî li Tirkîyê ye û koma zanistgir ya çepgir û rikber ya serke li welêt e û “Partîya Demokratîk a Gelan” (HDP), hevbendîya kurdî-neteweyî ya lîberalî ye. Tevî ku her du partî di heman asta tundrewbûnê de ne, lê şêwazê wan di vejînkirina bibîrhatinên rûdanên dîrokî yên Tirkîyê  de cudan e.

“Partîya Komara Gel” (CHP). CHP karîna çarekirinê û gotar “vegerandina Mezinkirina Tirkîyê” bi hev re dibêje, lewre li çaryeka rastê ya li jêr di nexşekê de cih digire. Partîyê pêngava fetiha Qistentînîyeyê bi nerîna xwe ya taybet girê dide û tiwîta serokê xwe Qilcdar Oglo dubar kir: “Ez bibîranîna Mihemed Fatih bigermî silav dikin. Yê ku ev bajarê kevin ji me re hişt û Mistefa kemal Ataturk yê ku Istanbol ji dagirkerîyê parast”. Bi rêya vê girêdanê, partî karîna çareserîyê bi xwe digire, ne bi rêya girêdana serwerîya Tirkîyê  bi “fetihê” yan bi Osmanîyan ve yên ku bajar ji destê Roman derxistin, lê bi Ataturk ve girêda, ji ber ku ew damezrînerê “Partîya Komara Gel” bû, Ataturk piştî hilweşandina Imperatorîya Osmanî serwerîya tirkî piştî şerê cîhanê yê yekem parast. Girêdana pêngava fetihê ya ku Siltan pêk anî bi pêşmaya Ataturk ve; kir ku xwîner guh bide nimûneyeke Tirkîyê ya berê zanistperestir di sedsala bîstîde; li şûna ku guh bide fetiha imbiryalî ya mislman ya berî 600 salî. Tevî xalên ku CHP der barê  “Vegerandina mezinkirina Tirkîyê” bi dest xistin, lê helwesta wî ji ya “AKP” û “MHP”, der barê çawanîya pêkanîna vê mezinkirinê de cuda ye.

“Partîya Demokratîk a Gelan” (HDP). HDP ya ku li çaryeka çepê ya li jêr cih digire, xwe wek parizvanê pêşerojeke baştir dibîne. Li şûna ku girîngîyê bide mezinkirina biserkeftinên berê; rêgezên ku li kombûnên “seyrangeha Cîzî” hatine belavkirin dubare dike. Bi rastî, CHP partîya bi tenê ye ku di salvegera fetiha Qistentînînîyeyê de tiwît belav nekirine. Ev jî nîşaneya helwesta lîberal e ku bêhtir guh dide dema niha û paşerojê û xwe ji her gotara ku banga “vegerandina mezinkirina Tirkîyê ” dike, dide alî. Bi rastî jî CHP amajeyê bi kombûnên “seyrangeha Cîzî” dike, ew jî ji bo ku civaka tirk bi tevahî li hember sîyseta nebaş, gendelîya dadî û rêjîma kor bi yek bike. Bi vî awayî ev partî hin xalan di milê karîna çareserîyê qazanc dike, ew jî  bi rêya pêşnîyazkirina sîyasetan ji bo guhartinê. Ev helwest bi temamî li dij helwesta “AKP” û MHP`ê ye ku ji bo mirovan ber bi xwe bikêşin, bi kar tînin.

Dawî:

Partîyên ku di vê lêkolînê hatin ser ziman û li gor têkilîyên wan bi borîya Tirkîyê re; her yek ji wan di bikaranîna peyv û têgihan de çend rêbazan dimeşîne, nemaze di malperên civakî de. Eger em careke din li lîsteya şîrovekirinê vegerin, em ê bibînin ku partîyên li çaryeka rastê ya jor dikevin rêza partîyên herî zêde oldar li Tirkîyê. Serkirdeyên van partîyan dîrokê weke destên veşartî ku li dijî Tirkîyê û misilmanan dixebitin, şîrove dikin. Li hemberî wê yekser, ango partîya li alîyê çepê ku ew jî HDP e,  bêtir karînên xwe ya çarekirinê di pêwendîya bi gel re veberhênan dike..

Di hilbijartinên giştî yên ku dê di 2023`yan de werin çêkirin, nifşê “Z” ku li Tirkîyê koma herî biçûk e(di sala 1996`an de hatîye damezirandin), li rex nifşeyê”Y” yê ku di navbera 1981-1996`an de hatîye damezirandin, dê xwedî hêzeke pir mezin bin di dîyarkirina encamên van hilbijartinan de; heger ev hilbijartin azad û dadmend bin. Welatîyên ku temenê wan di navbera 15-30 salî de ku di bin sîwana desthilata Erdogan a olperest de mezin bûne, niha nêzî çaryekeke hejmara niştecihên Tirkîyê  pêk tînin. Hejmara van welatîyan di hilbijartinên 2018`an de gihaştibû 20 melyon hilbijêr. Lêkolînên kûr didin dîyarkirin ku ev kom heya asteke bilind pabendî  nirxên demoqrasî yên lîbralî dibe. Dibe ku ev pabendî, weke bertek be li hemberî rêbazê ferwerîyê yê ku serokkomar xwe dispêrê. Ji bo kişandina van hibijêran bi alîyê xwe ve, partîyên rikber dê stratejîya malperên civakî yên ku pirojeya wan dinimînin, bi awayekî berfereh ku li dij Erdogan bixebitin, bi kar bînin. Ev keda dibe xwedî wateyeke mezintir û her ku diçe aloztir dibe, nemaze ji ber kiryarên çewsîner yên nû yên ku serok rê li ber wan vekirîye, ew jî weke zagona bisînorkirinê ya girêdayî malperên civakî ye ku di 1. 11. 2020`an de kete meryetê de.

Çalakîya partîyên sîyasî yên Tirkîyê ya li ser Twitterê eşkere dike ku çawa her yek ji van partîyan wêneyê xwe diguherin, dema ku bîranîna salborîyên Tirkîya nûjen û ya Osmanî tê bibîranîn-. Her wiha dide dîyarkirin bê çawa partîyên nû teşeya xwe ava dikin. Di encamê de em dikarin bibêjin ku bûyerên dîrokî pîvaneke bisûd e, bi rêya wan tê dîyarkirin ku çawa partîyên Tirkîyê li hin pirsgirêkan dinihêrin, her weke dijberîya cîhangêrî, netewetî, cihê Tirkîye di cîhanê de, têkilîya Tirkîye bi salborîyên wê re û karîna Tirkîye û welatîyên wê ya pêkanîna guhertinê. Dahûrandina  hevrûkirî ya çawanîya girêdana her heşt partîyên sîyasî yên sereke li Tirkîyê  bi hilbijêran re ku peyamên twitterê jî di ber çavan re werin girtin; derfet da ku stratejîyên wan ên di hilbijartinên pêşwext ên ku tên pêşbînîkirin de dide dîyarkirin, her wiha derfetê dide ku mirov qasîya girêdana wan bi gel re binirxîne.

Di vê qonaxê de, ji bilî MHP`ê, hemû komên tirkîyê yên sereke cihê xwe li alîyê çepê yê AKP`ê ya bi serkêşîya Erdogan e, digirin. Ev jî amaje bi wê yekê dike ku heweseke navîn di sîyaseta Tirkîyê  de heye. Ji sala 2002`yan de Erdogan ji bo ku xwe li hemberî rûbirûyên hundirîn û derveyî bigire, kete çend hevpeymanan bi hilbijêrên cûr bi cûr re; ji Lîbiralyan dest pê bike û heya tu bigihêjî netewperestên kurd û yên tirk ên rastgir. Her yek ji van hevpeymanan teşeya sîyaseta xwecihî û ya derveyî a Tirkîyê dîyar kir. Niha jî piştî ku hezkirina gel ji Erdogan re kêm bû, bi taybet piştî qeyrana aborî û biserketina Baydin, pirsa ku xwe dide pêş ev e: Gelo Erdogan dê sîyaseta xwe careke din biguhere û dê rêbazekî kar ên bêtir piralî bi pêş bixe da ku desthilata xwe biparêze û gelên cîhanê bi alîyê xwe ve bikşîne yan jî dê heman sîyaseta xwe ya netewperest û olperest bimeşîne? Li gorî encamên vê lêkolînê û ji ber ku tu guhertineke sîyasî ya mezin ji hêla Erdogan ve çênebûye,  tê pêşbînîkirin ku Erdogan dê sîyaseta xwe ya netewperest û olperest bidomîne.

Pêvek: Partîyên sîyasî yên tirkîyê di çend xêzan de

Niha em ê kurtenivîsekê li ser partîyên tirkîyê yên sereke de binivîsin.(li gor abeya Ingilîzî hatine rêzkirin)

Partîya demokrasî û pêşketinê(DEVA):

Elî Baba Can yê ku di salên 2002 – 2007`an de,  serokwezîrê aborîyê bû û peyrewê Erdogan bû; her wiha ku ew kesê zana bû ku ew sedema pêşketina aborî ya Tirkîyê  ya wê serdemê bû, ev partîya herî pêşketî di adara 2020`an de ava kir. Baba Can pirojeyeke kar a lîbralî ku weke pirojeya AKP`ê ya salên damezrandina wî meşand. Di perlemana tirkî de nûnerekî tenê yê vê partîyê heye; ew jî ji AKP`ê veqetîya.

Partîya Seadet(HAK-PAR):

Ev partî, di nav rêzekomên islamî yên sîyasî yên tirkîyê de; partîya ya dawî ye. Armanca vê partî û partîyên ku jê hatine der yên ku bawerî bi  ramana “Milli goruş”(Nerîna Niştimanî) esas girtîye, ew e ku dîwarên kemalîst ên ku olê ji sîyaset û sîstema perwerdeyê dûr dixe, hilweşîne.

Di sedsala bîstan de, partîyên berî vê partîyê tûşî tewanbarîyê ji hêla dadgeha destûrî ya tirkî ve hatin. Partîya Seadetê ji Partîya Milli goruş hatîye der ku ew jî di sala 1970`î de hat damezirandin, lê ji ber binpêkirina wê ji peymana zanistgirîyê ve, dadgeha destûrî ev partî rawestandin. Paşê li şûna vê partîyê “Partîya Saxlemîya Niştimanî”(Millî Selamet Partisi) di 1972`yan de hat damezirandin. Lê piştî lêdana xwîndar ya ku di 1980`yî de li Tirkîyê  rû da, Rêveberîya Leşkerî ya Bilind ew rawstand. Paşê di sala 1983`yan de ev partî careke din di bin navê Partîya “Refah” de xwe ava kir. Ev partî di 1996`an de weke rêvebera ferwerîya hevpeyman derket pêş. Lê piştî agahdarkirina hêzên leşkerî yên zanistgir li Tirkîyê  di sala 1997`an de ji vê partîyê, desthilatî jê hat kişandin û paşê di sala 1998`an de ji hêla dadgeha destûrî ve hat qedexekirin. Di sala 1997`an de careke din ev partî bi navê Partîya Fedîle derket, lê careke din ji hêla dadgehê ve hat rawestandin. Paşê careke din ev partî bi navê Partîya “Seadet” xwe komî ser hev kir.

Erdogan jî pêşengtîya tevgereke nerm kir. Ev tevger ji partîya Fedîle û (Milli goruş) veqetîyabû. Dawî jî di sala 2001`ê de AKP`ê damezirand. Vê jî hişt ku Partîya Seadetê weke hêzeke sînordar di sîyaseta Tirkîyê de bimîne. Niha jî tenê kursîyekî wê di peremanê de heye. Ev partî  bi awayekî ne rasterast piştgirîya Hevpeymana gel “Millet İttifakı” dike.

Partîya Sibrojê (Gelecek Partisi):

Ehmed Dawûd Oglo ku di navbera salên 2009-2014`an de bû wezîrê derve û di salên 2014-2016`an de bû serokwezîr. Ev partî di berfanbara 2019`an de hate damezirandin. Ev partî weke duyem partîya nûjen di Tirkîyê  de tê naskirin. Heya niha ev partî beşdarî hilbijartinan nebûye, loma nûnerên wê di berleanê de nînin.

Partîya Baş (İyi Party):

Ev partî li Tirkîyê yek ji partîyên nûjen e, di 2017`an de ji MHP`ê veqetîya. Sedema cudabûnê jî ew bû ku dijberîya navxweyî ya di navbera rêveberê MHP`ê Dewlet Behcelî û endama bi navê Mîral Akşînar de bû. Partîya Baş hewil da ku hilbijêrên partîya MHP`ê yên dijberê Erdogan ên ku li ser hevkarîya partîya wan bi AKP`ê re ne razî ne, bikşîne alîyê xwe û hewil da ku di 2018`an de  hevpeymanekê bi Partîya CHP`ê re çêke. Ev partî û sikirtêra wê Akşînar bi awayekî eşkere Erdogan û sîstema serokatîyê ya nû rexne dike. Di hilbijartinên dawî de vê partîyê tenê %10 ji dengan wergirt, loma 38 kursî bi dest xistin û bû koma pêncem a herî mezin di Desthilata Zagonsaz de.

Partîya Dad û Geşepêdanê”AKPê”:

Ev partî di sala 2001`ê de  ji dibistana “Milli goruş” ya tirk veqetîya. Erdogan ev partî weke tevgereke ku islama sîyasî red dike, ava kir, ew jî piştî ku dadgehê partîya Fezîlet darizand. AKP`ê weke hevpeymanîyeke berfereh ku hêzên rastgir û nerm dihewandin dest pê kir. Ji ber wê jî hejmareke mezin ji hilbijêran wergirt ku ji ya partîya Refah gelekî bêtir bû. Vê partîyê serkeftineke mezin di hilbijartinên perlemanî yên sala 2002`yan de pêk anî û %34 ji dengan wergirt û dusêyek kursîyên perlemanê bi dest xistin.  Piştî wê û bi saya pêşketina aborî, koma Erdogan di sala 2007`an de rêjeya xwe ya dengan gihiand %46 û  di sala 2011`an de gihand %49.

Bi domana demê re Erdogan dev ji hêzên nerm berda ku ev hêz di damezirandina partîya wî de hêzeke sereke bû. Di sala 2015`an de, dema rêjeya dengan vegerîya %41, Erdogan komeke hilbijartinê bi MHP`ê re çêkir. Ev hevgirtin bi navê Hevpeymana Gel bû.

Di sala 2017`an de van her du partîyan banga gelpirsînekê li ser guhertina sîstema ferwerîya perlemanî bi sîstema serokatî re kirin. Di encamê de û di sala 2018`an de ev guhertin bi cudahîyeke biçûk a dengan pêk hat (%51 – %48) û AKPê %42 deng bi dest xistin û ji ber wê jî 291 kursî di desteya cîbicîkar de wergirtin. Ji dawîya sala 2020`an hê ev partî bi MHP`ê re di hevpeymanê de ye û her duyan bi hev re 337 kursî ji 600 kursî ya perlemana tirkîyê wergirtîye.

Partîya Tevgera Neteweyî “MHP”

Ev partî  di sala 1965`an de hat avakirin û heya salên heftêyî tenê weke komeke rastgir a nateweyî ya tirk ya biçûk bû. Ji ber dijminatîya wê ji komînîstê re di şerê sar de, weke hêzkeke pişgira Emerîka di nav tevgerên siyasî yên Tirkîyê  cihê xwe girt. Piştî şerê sar vê partîyê dev ji piştgirîya xwe ya ji Emerîka re berda û sîstemeke dijberî tevahî bîyanîyan meşand. Di sala 2018`an de ev partî bi AKP`ê re (Hevpeymana Gel) tev li hilbijartinan bû û vê hevpeymanê %53 ji dengan bi dest xist; ji wan % 11 yên vê partîyên bûn. Ev partîya ku xwedî 48 kursî ye di perlemanê de, çarem mezintirîn kom e di perlemana tirkîyê de.

Partîya Demokratik a Gelan- HDP

Piştî ku Dadgeha Destûrî hejmarek partîyên kurdî yên berî vê girtin, ev partî ma ya tenê ya neteweya kurdî. Jixwe wan partîyan di bin navên cuda de ji nû ve xwe ava kir. Li ser vê bingehê bi Partîya Xebata Gelêrî (Halkin emek partisi) di sala 1990`î de dest pê kir. Nêzî 12 partîyên kurdî li dijî ramana tirikkirinê rabûn, jixwe Tirkî ji hêla xwe ve danpêdanê bi kurdan weke regezeke cuda nake. Van partîyan bi awayekî gelemperî, % 4 – 7 deng bi dest dixistin. Ji ber ku %10 bi dest nedixist, nikarîbû beşdarî perlemanê bibe.

Selahidîn Demîrtaş ku bû serokê vê partîyê di sala 2014`an de karîbû vê pirsgirêkê derbas bike. Ew jî bi rêya çêkirina hevpeymanekê bi hilbijêrên çep ên lîbralî yên têkildarî jîngehê, hevzayendan û mafê mirovan re. Vê stratejîkê hişt ku ev partî di sala 2011`an de duqat li dengên hilbijartinên  2011`an bi dest bixe.  Di sala 2015`an de jî  vê partîyê %13 deng bi dest xistin û 80`ê kursî bi dest xistin. Bi vî awayî bû sêyem mezintirîn kom li Tirkîyê .

Di sala 2016an de Demirtaş yê ku bernameyek ji bo rawestandina armancên Erdogan ên serokatîyê bi rêve dibir û yê  ku bi çêkirina probogendayê ji bo PKKê hat tewanbarkirin, hat zîndankirin. Di sala 2018an de piştî ku serokê wê yê ku ji hêla milet ve dihat hezkirin hat girtin, hinekî piştgirîya xwe ji dest da. Ji ber wê jî 11 dengên perlemanî bi dest xistin. Îro jî ev partî xwedî 56 kursî ye di perlemanê de. Ev jî dihêle ku bibe sêyem mezintirîn kom di Desteya Zagonsaz de li Tirkîyê .

Partîya Gel a Komarî (CHP):

Ev partîya ku ji hêla Mistefa Kemal Ataturk ve di sala 1923`yan de hat damezirandin, weke partîyeke tekane heta sala 1950`î desthilatdarîya Tirkîyê  kir. Piştre Partîya Demoqrasî di hilbijartinên azad û dadmend de zora vê partîyê bir. Lê careke din di sala 1960`î de û piştî lêdana leşkerî ya li dijî Partîya Demoqrasî, vegerîya desthilatê. Paşê careke din di salên heftêyî de ev partî bi serkêşîya Bolind Ecawîd vegerîya desthilatê.

Ev partî partîya zanistgir a kilasîkî li Tirkîyê  ye û pêşmaya Ataturk a ku olê ji sîyaset û sîstema xwendinê vediqetîne, diparêze. Di hilbijartinên zagonsaz ên sala 2018`an de, vê partîyê Hevpeymana Gel bi Partîya Baş re çêkir da ku derbasî pêngava hilbijartinan li dijî AKP û MHP`ê bibe. Vê hevpeymanê %34 deng wergirtin û Partîya Gel a Komarî ji ber dengê wê yê wergirtî ku 23 deng bûn, hişt ku di desteya zagonsaz a Tirkîyê de 138 kursîyan bi dest bixe. Bi vî awayî bû koma duyem a herî mezin li Tirkîyê .

Soner Çaxaptay:

Ev hemkarê Bayîr Famîlî ye û birêveberê bernameya lêkolînên Tirkîyê di Peymangeha Waşonton de ye.

Rayîlî Barî alîkara lêkolînên vê bernameyê ye û ji bo wergirtina Lîsansê di lêkolînên Rojhilata Navîn de li Zanîngeha Harfardê,  hatîye hilbijartin.

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/almardt-mqabl-hzb-aldalt-waltnmyt-fy-trkya-tqyym-alrsayl

زر الذهاب إلى الأعلى