ANALÎZ

Nêzîkatiya Rûsî-Tirkî Li Sûriyeyê Kurdên Sûriyeyê Dixe Rewşeke Metirsîdar

Bi salan, analîzvanan pêşbînî dikirin ku ji ber helwestên dijber ên Tirkiye û Rûsyayê, dê her du welat di hundirê Sûriyeyê de tûşî pevçûneke leşkerî ya rasterast werin. Tevî rojevên wan ên nakok, her du hêzan ji bo pêkanîna  berjewendiyên hevpar ku serweriya xwe li herêmê fireh kirin; dikarîbûn bigihêjin rêkeftinên serkeftî.

Ev ji bo Kurdên Sûriyeyê nîşana metirsiyê ye ku gelek caran bi her du welat û hevalbendên wan re li herêmê rûbirûyî  şer û nakoiyan tên. Ji ber vê yekê, dema ku rêveberiya Baydin siyaseta xwe li Sûriyeyê damade dike, hevalbendên Kurd ên Amerîka  hêvî dikin ku ev rêveberî rê nede Tirkiyeyê û Rûsyayê ku mercên çareseriya siyasî li Sûriyeyê kontrol bikin .

Ji ber rol û armancên Rûsiya  û Tirkiyeyê di şerê Sûriyeyê  de gerekî nakokdar in, nêzîkatî û rêkeftinên her du welan li Sûriyeyê tiştekî seyr bû. Dema ku Rûsya piştgiriya rejîma Esed dike; Tirkiye piştgiriyê dide hêzên rikberiya Islamî yên Sûrî. Bi rastî jî di mijdara 2015`an de têkiliyên Tirkî-Rûsî gihiştin asteke nebaş, ew jî dema ku Tirkiyeyê balefireke şerker a Rûsiyayê  nêzî sînorê Tirkî û Sûriyeyê dan Erdê. Lê piştî hewildana lêdana leşkerî di 2016`an de, Erdogan pir giranî da  nêzîkatiya bi Rûsyayê re, her wiha metisiyên navxweyî jî hişt ku hin rageşiyê di qadên din ên siyaseta Tirkiyê sist bike.

Ji wê demê de, Rûsya û Tirkiyeyê xwe dûrî nakokî û dijatiyê xistin. Jixwe  mînaka herî baş a ku nîşan dide bê çawa lihevnekirin di navbera Rusya û Tirkiyê de çêdibe; Idlib e ya bingeha cîhadiyan e û gelek sivîl jî tê de hene.

Di destpêka sala 2020`an de; bi alîkariya Rûsyayê hêzên rêjîmê ber bi Idlibê ve  pêş ketin, balafirên şerker ên Rûsî û rêjîmê êrîşî hêzên Tirkî li wê herêmê kirin, di encamê de 33 lêşkerên Tirk hatin kuştin. Tevî wilo, piştî wê bi mehekê lihevkirinek ji bo rawstandina şer di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de encam da, ji wê demê û pêve Pûtin û Erdogan li Idlibê rageşî dûrxistin, ev yek jî berjewendiya hevpar a danûstandina bi Îranê re li ser bingeha peymanên Astana û Soçî dide nîşan.

Ev hewildana ku ji bo berjewendiyên hevpar  dibe, bê guman Rûsya dê ji nakokiya di navbera Tirkiyeyê û hêzên din ên “Natoyê” yên ku Moskova wan weke dijberên xwe yên rasterast dibîne, sûdê werbigire. Her weha Rûsiya ji danûstandinên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re sûdê werdigire; di nav de firotina alavên leşkerî û boriyên gazê, her wiha girêbesteke ya çêkirina vejengeheke (reaktora) navokî li dar xist.

Hêza azwerên hevseng:

Xwesteka Moskovayê û Enqere ya parastina hevkariya di nabera wan de li Sûriyeyê, heya asteke mezin xwe dispêre nepejrandina wan a hevbeş ji hêzdariya Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevkariya wê bi komên kurdî yên Sûrî re.

Ev hevkariya di navbera Moskova û Enqerê de, nerehetiyekê li ba Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike. Çimkî ne Pûtin û ne jî Erdogan naxwazin herêmeke kurdî ya serbixwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were damezirandin ku ji hêla Amerîka û dewletên Rojavayî ve were piştgirtin; nemaze dema ev yek bibe sedema hebûna leşkerî û diplomasî ya domdar ya Amerîkî li herêmê.

Ya ji vê zêdetir, gelek kurên Sûriyeyê dibînin ku armanca van her du dewletan ew e ku bi rêbazê empratoriyên dîrokî hêza xwe li herêmê bisepînin. Pûtin jî  kesayeta Erdogan a ku dixwaze nasnameya Osmanî vejîne û xwe li herêmê berfereh bike xweş nas dike. Her çiqasî hin nakokiyên herêmî û navdewletî di navbera wan de hebin jî, lê  Pûtin dibîne ku Erdogan kesayeteke bihêz e û ew dikare hevkariyê li Sûriyeyê pê re bike.

Ji ber ziyanên ku gihaştin bajarên kurdî li Sûriyeyê ku ew ziyan di encama hevrêziya Rûsî-Tirkî de bûn; kurdên Sûriyeyê ji pilanên van her du dewletan ên berferehkirinê ditirsin. Vekişandina Rûsiyayê ji hêzên xwe re û pejirandina wê ji pêngava bi navê “Şaxê Zeytûnê” re ya ku Tirkiye di 2018`an de pêk anî, li ba kurdan nerehetiyekê çêdike ku çiqasî her du dewletan dikarin hevkariyê bi hev re bikin ku her du alî sûdê werbigirin. Tê gotin ku piştî xwegirtina rêveberên kurdî li hemberî fişarên Rûsî yên ku dixwestin hevpeymanekê di navbera kurd û rêjîmê de çêkin û hin xakên kurdî radestî artêşa Sûriyeyê bikin, Rûsiyayê hêzên xwe ji herêmê vekişandin û rê li ber Tirkiye û girûpên çekdar vekir da ku bajarê kurdî yê sereke  ” Efrînê” dagir bikin.

Di heman salê de, Tirkiyayê milîsên bi navê “Ceyşûlislam” ku ji aliyê wê ve dihatin destekirin, neçar kirin ku hin xakên ne di bin serweriya Şamê de bûn; radestî rêjîma Esed û Rûsiyayê bikin. Her wiha di heman salê de Tirkiyayê dest ji Helebê berda û da rêjîma Esed û Rûsiyayê, bi vê yekê re hişt ku %70 ji xaka Sûriyeyê bikeve bin serweriya wan.

Xuya ye ku ev siyaset hîn jî berdewam in. Di roja îro de, hêzên Rûsî hewl didin ku êrîşî milîsên rikberiyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekirin neke; ew jî  dema ku bajarên Kurdan di bin destên wan de bin, ev yek dihêle ku Tirkiya û hevalbendên wê bê tirs serweriya xwe li ser xakên Kurdan berdewam bikin. Tişta herî ku rêveberên Kurdan bihêrs dike, hevpeymana Tirkî – Rûsî ya ji bo derketina gerrekên hevbeş a di adara 2020’an de bû, bersiva Kurdan jî avêtina keviran li leşkerên gerrekê bû.

Bandora hevkariya Tirkî – Rûsî li ser alozîya Sûriyeyê

Li Idlibê, parêzgeha dawî ya ku Tirkiya bi rêya komên Islamî yên Sûrî kontrol dike, alozî li ber çavan diyar dibe û bi hêsanî dikare bibe pevçûneke tund çi fişarek pêk were. Lê belê pevçûneke ne li gorî berjewendîyên Erdogan û ne jî yên Pûtîn e. Di şûna wê de, her du serok Idlibê mîna kaxeza fişarê li dijî Ewropa û Amerîkayê dibînin.

Li gorî wê jî, tê texmînkirin ku Rûsiya û Tirkiya dê hevkariyê bikin ku ev rewşa Idlibê weke xwe bimîne. Li gorî metirsîyên Erdogan ên herêmî û aloziyên aborî yên hundirîn, gengaz e ku hevpeymanek di navbera Rûsiya û Tirkiyayê de çêbibe ku li gorî Rûsiyayê be; derkeve holê. Di hevpeymaneke bi vî rengî de, dê Rûsiya Idlibê kontrol bike, her wiha lihevkirineke wiha dê destê Rûsiya û Tirkiyayê di gotûbêjên ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserîya Sûriyeyê pêk bîne de, xurt bike. Eger hevpeymaneke wiha ji bo Idlibê pêk were, dê Pûtin û Erdogan şîrokeke wiha pêş bixin ku ew her du şerê li Sûriyeyê bi rê ve dibin;  tevî ku gotina dawî ya Rûsiyayê be jî.

Civîna sêalî ya ku di 11`ê adara 2021`ê de di navbera Rûsya, Tirkîye û Qeterê (hevbenda Enqereyê) de li dar ket, nîşan bi debetiya dîyarbûna karekî bi vî awayî dike. Tevî ku danûstandinan tekezî li ser pabendiya beşdaran bi “hevdîtina Astanayê” kir, jixwe ev hevdîtin Rûsya, Tirkîye û Îranê di gulana 2017`an de damezrand, lê danûstandinan komeke nû ji berjewendiyên hevbeş; bi taybet di çarçoveya têkiliya Rûsî-Tirkî de rûnand. Ev hevdîtina Rûsî-Tirkî ya nû bêhtir giraniyê dide alîkariyên mirovî û amadekirina destûreke  nû ku “çareserîyeke sîyasî” ji Sûrîyeyê re misoger bike. Ev hemû jî li gor rêkeftinekê ku Esed li ser desthilatê bimîne. Her wiha ev hevdîtin dê bi rengekî neyekser û bi dîtineke sîyasî-leşkerî li dij kurdan hevalbendên Washingtonê be û rewşa heyî li rêveberiya Biden û sîyaseta wê li Sûrîyeyê bisepîne.

Çareserî û pêşniyarên ketwarî

Hevkariya di navbera Tirkîye û Rûsyayê de li Sûrîyeyê, hevbendên Amerîkayê yên kurd, li Bakur û Rojhilatê welêt ditirsîne û zîyanê digihîne berjewendîyên Amerîkayê yên stratejîk; çi ku li Sûrîyeyê çi li çarçoveyeke mezintir. Jixwe di heman dema ku Erdogan sûcankariyên şer li ser kurdan li bakurê Sûrîyeyê pêk tîne; çekan ji Rûsiyayê dikire û piştgiriya komikên sawkar yên çekdar berdewam dike. Jixwe serokê Tirkîyeyê – bi lihevkirina bi Potin û Xamineî re-amade ye  ku şerê Sûrîyeyê ji bo pêkanîna berjewendîyên xwe li herêmê pêk bîne. Bi vê hizirê, Erdogan hewl dide ku sûdê ji danûstandinan werbigire, da ku bigihêjin çareserîyeke sîyasî li Sûrîyeyê, ew jî ji bo ku nekeve bin hevpêwendîyên nevdewletî yên ji bo misogerkirina desthilateke demokratîk li Sûriyeyê.

Ev karîber, rêveberiya Biden dixin rewşeke asteng; ew jî di dema ku siyasereke nû li ser Sûriyeyê amade dike. Tevî helwesta rêveberiya Biden ya hişk li hember Erdogan (li gor a Tramp), dibe ku hevkariya zêde ya Tirkiye bi Rûsyayê re li Sûrîyeyê; têkiliyên Amerîkî-Tirkî bixe metirsîyê. Êdî kiryarên berê yên Erdogan, çi li Sûrîyeyê yan jî li Tirkîyeyê, piştrast dikin ku Erdogan ji  xwesteka xwe ya stemkariyê vegere û têkilîya wî bi hevalbendê wî yê Natoyê sererast bike.

Li gor vê yekê, hevalbendên Amerîkayê yên kurd ji şaryara derve dixwazin ku helwesteke zelal û jidil li beramber alîkariya Tirkiyeyê bi Rûsiya û Îranê de li Sûriyeyê bistîne û Tirkiyeyê bixe neçariyê ku yan Natoyê yan jî berjewendiyên xwe bi her du rêjîman bibijêre.  Dibe ku ev helwest bi bandor be, dema ku dîplomasiyên Amrîkî bihêlin dewletên Ereban bi alîkariya hevpeymana navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî erê bikin ku hêzeke hevbeş bişînin Idlibê û herêmên sênorî yên bi Tirkiye û Iraqê re, ji bo aramî bidome û tu pevçûn rû nedin; ta ku hevdîtinên Cinêvê li ser Sûriyeyê bi dawî bibin.

Her wiha gelê Sûrî hêviya wî heya ku Amerîka gaveke dîplomasî bavêje ku binpêkirinên mafnasî yên ku Rûsiya, Tirkiye, Îran û çeteyên rikberiya Sûrî li welêt pêk tînin, çareser bike. Jixwe rêveberiya Baydin ji nû ve bal kişandibû ser binpêkirinên mafnasiyê, lê ew dikare hin gavên din li Sûriyeyê bavêje. Yek ji van gavan ew e ku bi hevkariya hevalbendiyê û NY re; komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî amade bike, ew jî ji bo van binpêkirin û sûckariyên şer ên din ên ku di şerê Sûrî de pêk hatin, lêkolîn bike.  Êdî ev komîte dê fişarên dîplomasî li ser hemû aliyên şerên Sûriyeyê bike.

Ji aliyekî din ve, divê Amerîka komên Sûrî yên rikber ên aştiyane û demokrat ji nû ve birêxistin bike, ew jî bi armanca ku rikberiya Sûrî amade bike ku gotûbêjê bi rêjîma Esed re li gor hevdîtinên Cinêvê bike. Êdî ji bo pêkanîna vê armacê, divê Amerîka û serkêşên Kurdan komikên çekdar û islamiyî ên ku sûckriyên şer pêk anîne, ji nav hêzên rikberiyê yên ku Amerêka piştgiriya wan dike, bavêjin, ji ber ku ev komik bi kiryarên xwe yên tûnd, tenê rojevên Tirkiyeyê pêk tînin.

Lê ya ji wilo giringtir ew e ku divê hewildana Amerîka li herêmê, hebûneke leşkerî ya bibabdortir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçespîne, ji ber ku ev hebûna Amerîkî dê hêzên Tirkî neçar bike ku ji herêmên serweriya Kurdan vekişe, her wiha dê baweriyê bi hevalbendên kurd re ava bike, nahêle ku Daiş careke din vegere û dê derfetê bide ku sivîlên Kurd, xirsyan û mislmanên Ereb vegerin malên xwe.

Lê piştî ku ev gav hatin pêkanîn û Tirkiyeyê ji helwestên xwe yên li dij berjewendiyên Amerîkayê venegere, dê divê Amerîka jidil ji nû ve li têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re binêre.

Con Salih

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/mkhawf-akrad-swrya-mn-tswyt-rwsyt-trkyt-fy-swrya

زر الذهاب إلى الأعلى