ANALÎZ

Aştiya zehmet di navbera Enqere û Şamê de

 

Pêşgotin:

Dibe ku bisûd be dema em destpêkê puxteya (kurtasiya) encamên sereke yên civîna dawî ya ku li Moskoyê hat lidarxistin, û tê de wezîrên berevaniya Sûriyê, Tirkiyê û Rûsyayê li hev civiyan, binasin. (jixwe ev encam ji hêla hin jêderên nûçeyan û ajansan hatine bidestxistin.

Mirov dikare wan encaman bi van xalên li jêr puxte (kurtasî) bike:

  1. Her sê wezîran li hev kirin ku komeke komîteyên hevbeş ava bikin, ku tê de berpirsiyarên berevanî û saloxgerîyê hebin, da ku dest bi karê xwe li Moskoyê bikin, û civînên xwe li Enqere û Şamê berdewam bikin.
  2. Her sê wezîran li ser mekanîzmeyeke kar a hevbeş li hev kirin, da ku vegera penaberên sûrî ji Tirkiyê ber bi Sûriyeyê ve bi awayekî hêsan pêk were.
  3. Her sê wezîran li hev kirin ku ew sêwireke ( pilaneke) hevbeş ji bo têkbirina HSDê deynin.
  4. Tirkiye pabendî rêzgirtina serweriya sînorê Sûriyeyê bibe, û li ser vekişîna hêdî hêdî ji xaka Sûriyeyê, erê bike

Hêjayî gotinê ye ku ev rêya levkirinê di navbera Enqere û Şamê de ji zêdeyî şeş salan ve dest pê kiriye. Ew jî piştî dîdara di navbera serokê tirkî û yê rûsî de, ku li Sant Bitrispirg pêk hat. Hin encamên wê jî ev bûn: dagirkirina Cerablusê û valakirina Helebê di sala 2016an de, dagîrkirina Babê di 2017an de, dagîrkirina Efrînê 2018, valakirina Xûta û gundewarên Şamê ji çekdaran, û dawî jî dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî sala 2019an.

Rûsiya û rola wê di serpereştiya vê babetê de:

Rûsiya, piştî dûrxistina çareseriya leşkerî û binkeftina pêvajoya leşkerî ya nû bi ser bakurê Sûriyeyê de, dixwaze piştgiriyekê di hilbijartinan de bi rêya serkeftineke siyasî bide Erdogan. Tirkiye rêya herî baş û bihêz e ji bo Rûsiya da ku li dor cezayên ewropî bizivire, ku ev ceza piştî şerê Ukraynayê li serê hatin sepandin. Ji ber wê jî ew dixwaze AKPê li ser desthelatê bimîne, û piştgiriya pêwîst pêşkêşî wê dike. Ew jî bi rêya serpereştiya levhatina Enqere bi Şamê re. nexasim piştî ku Tirkiye bûye dergehekî sereke û girîng ji bo hinartina dexlûdanan ji Rûsiya ber bi cîhanê ve, û Tirkiye bûye navendek ji bo parzûnkirina petrolê û hinartina xaza rûsî bo cîhanê.

Vêca bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkî re, Rûsiya li hemberî ezmûneke rastîn e. Rûsiya dixebite piştgiriya serokê Tirkiyeyê bike, li hemberî opozisyona Tirkî ya ku dixwaze têkiliyên Tirkiyê bi NATO û Emerîkayê re cardin xurt bike.

 

Babeta demê û girîngiya wê:

Helbet, girêdaneke xurt di navbera dema nêzîkbûna hilbijartinên serokatiyê li Tirkiyê û vê pêvajoyê de heye. Erdogan dixwaze razîbûna hundirê Tirkiyeyê bi dest bixe, da ku bi her awayî di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Tişta ku Erdogan pilana wê dike –bi nêzîkbûna dema hilbijartinan- ew e ku ji hundirê Tirkî re bide diyarkirin ku ew dixwaze çareseriyên mayînde ji bo kêşeyên Tirkî bibîne. Hin ji wan babetan jî ev in; babeta penaberên sûrî, başkirina têkiliyan bi dewletên cîran re (di nav de Sûriye) û parastina ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê. Ew jî bi rêya hevrêziya bi rêjîma Sûriyê re, da ku metirsiya li ser Tirkiyê têk bibin, ku ew jî hebûna kurdî ya li ser sînorê wê ye.

Îro, bi nêzîkbûna hilbijartinan re, hin babetên aloz hene ku bi giranî xwe diavêjin ser dîmenê siyasî yê tirkî. Di serê wan babetan de, siyaseta derveyîn û têkiliya wê ya bi Sûriyê re ye. Ji ber wê jî em dibînin ku ragihandina Tirkî bi her awayî propegendayê ji wê ramanê re çêdike, ku Erdogan parêzvanê ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê ye. Ji ber wê jî eger ew di hilbijartinan de bi ser nekeve, dê ev yek binkeftinek ji bo Tirkiyeyê be, û dê careke din teror û tevlîhevî belav bibe. Ji ber wê jî Erdogan bi awayekî pêşwext hewil dide bi bûyereke mezin derbasî qada hilbijartinan bibe. Jixwe ew ê tu rêbazî ji bo serkeftina di hilbijartinan de bernede.

 

Nihtên Tirkiye û heya çi astê bawerî pê tê:

Helbet em dikarin bibêjin ku bêyî hebûna Tirkiyê û rola wê, dê tu çareserî ji bo Sûriyeyê ne tekûz be; çimkî ew yek ji faktorên astengiyê yên herî aloz e. lê heya niha hemû  xebat û hewildanên Tirkiyê ne ji bo pêkanîna çareseriyê ye. Tişta herî zêde ya ku Tirkiye wê dixwaze, ew e ku bi rêya levkirinên ewlekarî bigihêje dirûvekî siyasî ji bo bidawîkirina pirsgirêkan. Ew rêbaz û tektîkên xwe diguhere da ku dawiyê bigihêje heman armancên berê. Ew her tim doza jinûve dariştina rêkeftina Edene 1998an û doza rêyeke çareseriya ewlehî dike, ku di çarçoveya ewlehiya wê ya neteweyî de dizivire.

Dibe ku ev be ya ku civandina her du rêjîman hêsan kirbe. Çimkî her du alî xwe dispêrin vê sêwirandina ku girêdayî çareseriya ewlekariyê ye. Dibe ku ev yek were çareserkirin bi rêya hevalbendiyeke ku (HSDê) bixeniqîne, û bazar derbarê deverên dagirkirî û opozisyona siyasî û leşkerî de pêk were.

Di çarçoveya vê sêwirandina çareseriyê de, gelek doz vekirî dimînin bêyî ku em derbasî hûrguliyên wan ên aloz bibin. Hin ji wan ev in: çarenûsa opozisyon û Îtîlafê (levkirinên der barê milîsên çekdar) û vekişîna Tirkiye ji herêmên dagirkirî.

Her wiha herjmarek zehemtî û astengî li pêşberî pêkanîna çareseriyeke cidî hene. Hin ji wan ev in: Rêjîma Sûriyê ji Tirkiyê dixwaze ku rêberên girûpên çekdar radestî şamê bike, jixwe pêkanîna vê daxwazê niha li ser Tirkiye zehmet e. her wiha Şam ji Enqereyê dixwaze ku ew ji herêmên dagirkirî vekişe. Ji aliyekî din ve û ji ber hebûna hêzên (NATO)yê û baregehên Emerîkî li herêmê, zehmete ku her du hevpeymanekê ji bo şerê (HSD)ê pêk bînin.

Sûriye û bijarteyên dahatî:

Rêjîma Sûriyê bi hukmê tecrubeya wê ya dîrokî bi Tirkiyê re, dizane ku Enqere dixwaze bi awayekî bilez çend gavan ji bo hilbijartinên bên, pêk bîne. Her wiha ew dizane ku eger AKPê di hilbijartinan de bi ser ket, dê vegere wek berê û dev ji levikirinê berde. Di vê derbarê de mirov dikare du bijarteyan pêşbînî bike: ya yekem ew e ku rêjîma sûrî, dê tu gavên erênî di vê derbarê de nede heya ku nas neke ka dê kî di hilbijartinan de bi ser bikeve. Jixwe tê zanîn ku ew di dilê xwe de dixwaze ku partiyên rikberiyê bi ser bikevin.  Bijarteya duyem jî ew e ku ew li ser tişta levkirî lezê bike, da ku berî hilbijartinan hin serkeftiyan li ser erdê biçesipîne. Ew dixwaze hin destkeftiyên sembolîk bi dest bixe, her wekî vegerandina kontrola xwe li ser hin herêmên ku dibe Tirkiye ji wan vekişe, û hildana ala sûrî li ser hin deverên sînorî. Ev yek ji bo wê serkeftineke dublomasî ye. Her wiha rêjîm dixwaze serkeftineke leşkerî li ser hesabê milîsên opozisyonê pêk bîne. Ji ber wê jî, ne dûr e ku di van mehên bên de hevrêzî di navbera her du aliyan de der barê derverên belavbûnê de  zêdetir bibe.

 

Dawî jî,

Em dikarin dîdarên dawî di navbera her du rêjîman de bi navê levkirinên ewlehî tenê bi nav bikin. Em di wê baweriyê de ne ku levkirin di navbera her du aliyan de (weke ku hin kesên analîzvan û şopîner dibêjin) bi awayekî hêsan pêk nayê. Çimkî xalên nakokiyê ji yên hevbeş zêdetir in, û pirsgirêk û dozên ku ev deh salan bi ser hev de kom bûne, bi avakirina komîteyan û lidarxistina civînên belawela, dê çareser nebin.

Xwesteka rastîn û cidî ya pêkanîna çareseriyên rastîn ji bo pirsgirêkên Sûriyê, pêwîstiya wan bi gelek xebatên siyasî, aborî û civakî heye; ne tenê bi rêya lihevkirinên ewlehî yên demkî.

زر الذهاب إلى الأعلى