ANALÎZ

Sizayên welatên rojavayî yên li ser Rûsyayê

Yekîtîya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Brîtanyayê, ji ber ku dest bi operasyoneke berfireh li dijî Ukraynayê dest pê kiriye, sizayên mezin avêtin li ser Rûsyayê. Bi demê re ev siza hin bi hin xurtir bûn heyanî gihişt astekê ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî texmîn nedikir ku ew qasî dê siza li ser Rûsyayê giran bibin. Ev siza gihiştin banka navendî ya Rûsyayê û sendoqa gencîneya serwerî. Hin bankên Rûsyayê ji pergala “Swîft” a veguherandina diravên cîhanî jî hatin derxistin. Her wiha di nava van sizayan de jî samanên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, wezîrê karê derveyîn Sergy Lavrov û wezîrê bergirîyê Sergy Şuwêgo hatin cemidandin. Yekîtîya Ewropayê biryar da ku komira Rûsyayî ya ku nirxê wê digihêje milyarên dolaran, nema bikire. Her wiha Amerîka jî tev li Brîtanya, Yekîyîya Ewropayê û Kenedayê bû ku hemû cûnûhatinên hewayî yên Rûsyayê qedexe kirin û esmanên xwe li ber wê girtin û benderên xwe li ser keştîyên Rûyayê girtin. Amerîka û Brîtanyayê biryar dan ku petrol û gaza Rûsî, mîna bersivekê li hember êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, qedexe kirin û Yekîtîya Ewropayê jî soz da ku dê ji 2030’î û pê ve nema xwe bispêre hinarteyên gaza Rûsî. Her wiha gelek sizayên din jî hene ku heyanî bi werzişê jî jê xelas nebû. Li beramberî wê jî, Rûsyayê esmanê xwe li hember çûnûhatinên hewayî yên 36 dewletan girt ku berîya niha jî gaveke mîna vê dabû. Her wiha gef li welatên rojavayî xwar; ku di nava wan gefên wê de kêmkirin an jî tunekirina dayîna gazê ji Ewropayê re heye.

Bi tevî ku ev şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye, lê belê di rastîya xwe de şerê di navbera Amerîka û Rûsyayê de ye. Di navbera dewletekê ku dixwaze bibe alîyekî din ê cîhanê yan jî herî kêm bibe hevkarek di pergala cîhanî de û dewleteke ku nahêle ti dewlet pê re hevkarîyê di herêmên desthilatê yên pergala cîhanî de bike, ye. Heyanî ku Amerîka Rûsyayê mîna pêşbazekê di pergala cîhanî de ji pêşîya xwe rake, diviyabû ku siyaseta sepandina sizayan bide meşandin. Bêguman Amerîkayê rê ji Rûsyayê re vekir ku şer li dijî Ukraynayê dest pê bike ku Rûsyayê ew ji xwe re mîna metirsîyekê didît; ji ber wê doza tevlêbûna NATO’yê dikir. Her çi qasî Rûsyayê bi salan e xwe ji vî şerî û ji hemû senaryoyên wî re amade kiribû, lê belê wê texmîn nedikir ku ew qasî siza ji alîyê dewletên rojavayî ve li serê werin sepandin. Amerîka hewl dide bi rêya sizayan aborîya Rûsyayê qels bike û Ukraynayê veguherîne gola ku tê de hemû şiyanên Rûsyayê yên leşkerî û aborî vala bike û di encamê de wê ji ser rêya xwe ku mîna pêşbazekê û alîyekî din ê cîhanê ye, di qada cîhanî de dûr bixe.

Lê belê heya niha Amerîkayê nikariye bi awayekî yekser bandorê li aborîya Rûsyayê yan jî rûbilê Rûsî bike; çi ku ev siza demek jê re divê heyanî ku bandora wan li ser aborîya Rûsyayê xuya bike. Her wiha hinek dewlet jî, her çi qasî ne bi awayekî yekser be jî lê li kêleka Rûsyayê sekinîn. Rûsyayê bi saya cihê xwe cîhanî ku jêdera gaz û pterolê ye, aborîya xwe ji hilweşînê parast û nirxê rûbilê Rûsî ji berê baştir kir. Wê gaz û petrol li şûna dolar bi rûbil ve girê da û rûbil jî bi zêr ve girê da; vê siyasetê naveroka sizayên Amerîkayî heyanî astekê vala kir. Lewre jî dewletên rojavayî li alternatîvekê ji gaza Rûsî re digerin, çi ji bakurê Afrîqayê “Cezayir ku sêyemîn hinartîyê gazê ji Ewropayê re” û çi jî ji alîyê rojava ve “Nîcîrîya” werbigire. Lê belê ev dewlet nikarin pêdivîya Ewropayê ya ji gazê re temam bikin, lewre jî pêdivîya wê bi gaza Rojhilata Navîn heye heyanî ku pêdivîya xwe pêk bîne. Her wiha divê ku hinek dewletên din jî tev li sizayên rojavayî bibin, mîna dewleta Tirk a dagirker  ku dê roleke mezin di zêdekirina bandora sizayan li ser Rûsyayê de bilîze, her wiha dibe ku Tirkiya veguhere herêmeke kişandina gaza Rojhilata Navîn bo Ewropayê li şûna gaza Rûsyayê.

Di vê çarçoveyê de Amerîka hewl dide di warê cîhanî de Rûsyayê bi tenê bihêle; di warê siyasî de bi rêya qewitandina diplomatan û kêmkirina hejmara karmendên di balyozxaneyê de, mîna ku Brîtanya, Almanya û hin dewletên din kirin. Her wiha di warê aborî de jî ku dewletên Ewropî nema xwe bispêrin dahatên gaz û pterola Rûsî û qedexekirina berhemên Rûsî û fişarkirina li ser hevkarên Rûsyayê û sepandina sizayan li ser wan gava ku sizayên li ser Rûsyayê bin pê bikin. Eger Amerîka di vê siyaseta xwe ya li hember Rûsyayê de bi ser ket, dê Rûsya dorpêç bibe û ber bi aborîyeke nîvgirtî ve biçe; ev yek dê bi awayekî neyînî bandorê li cîhanê bike û dibe ku alozîyeke xwarinî ya cîhanî çêbibe. Her wiha banka Ewropî ya jinûveavakirin û geşedanê texmîn kir ku di vê salê de aborîya Rûsyayê %10 lewaz bibe. Di her warî de dê Rûsya ji ber sizayên dewletên rojavayî rastî alozîyên aborî were ku dê bandorê li rewşa leşkerî ya li Ukraynayê bike û dibe ku xurtir bibe, êdî dê cîhan li beramberî alozîyeke aborî ya mezin be.

زر الذهاب إلى الأعلى