ANALÎZ

Seredana Esed ji bo Mîrnişîna Umanê, Sedem û Encam

Di nava bobelatên ku Sûrî rastî wan tê, mîna fişarên Tirkîyê û Rûsîyê ku hewl didin lihevhatin û asayîkirinê di navbera rêjîma tirkî û rêjîma sûrî de çêbikin, her wiha alozîya giran ya penaberên sûrî, û alozîya buhabûnê û têkçûna lîreya sûrî li hemberî dolarê amerîkî, û bandora neyênî ya firehbûna hêzdarîya Îranê, û êrîşên Israîlê yên berdewam yên ku ya herî dawîyê li ser devera Kefersûsê bû, û bobelata herî mezin ev erdhej bû, ku li rojavayê Firatê, bakur û rojava xist, vê erdhejê bandor li piranîya  bajarên sûrî kir, mîna Heleb, Efrîn, Cindirês, Idlib, Laziqiyê, Ceblê û hine din.

      vê bobelatê pir ziyan li miletê Sûrîyê kir. Di nava van bobelatan de jî serokê rêjîma Sûrîyê Beşar Elesed seredana Mîrnişîna Umanê kir, jixwe dibe ku ji sedemên seredana Esed ji bo Umanê, ew siyaseta Umanê ya cuda be, ku ew siyaset li ser bingiha hevsengî u bêalîtîyê ava dibe, bi taybetî li herêma kendavê bi hemî welatên Encûmena hevkarîya kendavê re, her wiha bi hemî welatên Erebî re. Mîrnişîna Umanê heman siyasetê di têkilîyên xwe yên navneteweyî de li gel Amerîka, Rûsya, Çîn û Yekîtîya Awrupayê, bikar tine.

     piranîya welatên Erebî têkilîyên xwe li gel Sûrîyê birîn, lê Umanê balyozxaneya xwe li Şamê negirt, her wiha têkilîyên Umanê li gel Îranê pir başin, û Uman dikare baştirîn nameyên sûrî bigihîne Encûmena Hevkarîya Kendavê, her wiha ji bo ku rêjîma sûrî li ser asta erebî, herêmî û navneteweyî vegere wekî berê Uman dikare roleke baş bilîze. nemaze ev erdheja li Sûrîyê çêbû ku bû derfetek ji bo têkilîyên hawarçûnê û yên mirovî, ev yek jî ji bo rêjîma sûrî bû mîna derfeteke biçûk da ku xwe ji têkçûnê rizgar bike.

        Seredana Esed ji bo Umanê roja duşemê de çêbû, ew seredana ku Esed û şanda li gel wî pê rabûn, wekî seredaneke kar hat danasîn, şah Heysem bin Tariq li balafirgeha mîrnişînî di pêşwazîya Esed de bû, her wiha li koçka El-Bereka El-Amir li Mesqetê  paytexta Umanê rûniştineke fermi ya danûstandinan di navbera  şandên her du alîyan de hat lidar xistin, şah Heysem bixêrhatin şanda mêvan kir û sersaxî ji Esed û gelê sûrî re pêşkêş kir, her wiha hevdilîya xwe bi welat û gelê sûrîyê re aşkere kir, ev yek jî li gel danûstandinên nepenî ji bo berdewamkirina rêkeftinekê ji bo vekirina dergehên tirkî yên bi sûrîyê re, ev vekirin jî beramberî rawestandina sizayên ku ji alîyê Amerîkayê ve li ser Sûrîyê hatine danîn bû.

     Şahê Umanê piştgirîya xwe ji bo Sûrîyê diyar kir, ev piştgirî ji bo ku Sûrî bobelata erdhejê û encamên dorpêçkirina li ser gel derbasbike, her wiha got ku Uman bi rewşa zehmet ya ku gelê sûrî tê de derbas dibe tê dighêje. Her du alîyan li ser hevkarîya hevbeş û pêşxistina di hemî waran de li hev kirin, jixwe mîrnişîna Umanê hewil dide ku têkilîyên Sûrîyê bi hemî welatên ereb re vegerîne wekî berê, her wiha hewil dide ku Sûrî vegerîne nava Yekîtîya welatên Ereb û bi awayekî normal vegere rola xwe ya erebî, jixwe gelek welatên ereb mîna: Cezayir, Iraq, Imarat û Umanê di vî alî de hewildanan dikin. seredana wezîrê derve yê Urdunê ji bo Şamê û hevdîtina wî li gel Esed piştî erdhejê, ev yek tekez kir, dibe ku ev yek ji bo pêkanîna vê aramancê di lûtkeya erebî ya bê de  seqayekê amade dike.

      Her wiha wezîrê siûdî Feysel bin Ferhan Al Siûd diyar kir ku ″yekdengîya erebî diyar dibe û tu sûd ji dûrxistina rêjîma sûrî tune ye, lewra danûstandin li gel Şamê bi kêmanî ji bo pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî û hawarçûnê di nav de jî vegera penaberan, tê xwestin″. Ev daxuyanîyên wezîrê siûdî di komcivîna Myonîxê ya asayîşê de hatin.

      Em dikarin bibêjin ku guhertinek di siyaseta navneteweyî de derbarê alozîya Sûrîyê de rû daye, jixwe helwestên niha ne wekî yên destpêka alozîya sûrî ne anku berî nêzî deh salan, dema ku welatên ereb di nav de jî Siûdiyê piştgirîya rikberîya çekdar li dijî Esed kirin.

      Em goman dikin eger Esed gera xwe ber bi Imaratê yan jî hin welatên Kendavê ve berdewam bike, ev yek dê ji Esed û rêjîma wî û alozîya wî ya darayî û aborî re mîna derîyekî rizgarkirinê be, jixwe ev yek dê di bin çavdêrîya hin welatên erebî de û bi erêkirina Israîlê be, ji ber ku Esed di dema lawazîyê de dê ji her serokekî sûrî yê bê nerimtir be.

زر الذهاب إلى الأعلى