Ji destpêka axaftina der barê qonaxa piştî rêjîmê de li Sûriyayê, gelek pirsên mezin derketin pêş, ew jî der barê teşeya dewleta nû, nasnameya pergalê ya siyasî, rêbazên pêkanîna dadmendîya veguhêzî û misogerîya nehiştina dubarebûna azarên tundî û parçebûnê de ne. Wiha gerek bû ku ev qonax bibe bibe rawestgeheke movikî ku bawerîya sûrîyan dîsa bi siyasetê vegerîne û derîyan ji bo sazkirina peymaneke civakî veke ku li ser bingeha welatîbûyînê av dibe û çekê tenê di destê dewletê de dihêle. Lê belê; salên piştî vê gotarbêjîya hêvîdar, ber bi wê arasteyê ve neçû, lê belê asoyin dijber vekirin ku tê de; hebûna çekê derveyî dewletê xurt bû û binpêkirinên ji yên berîya qonaxa “Kongra Serkeftinê” nn kêmtir, pêk hatin.
Ev kongre gerek bû ku ji pêvajoyeke nû re saz bike, ku tê de dewlet ji nû ve saxlem bibe. Lê belê: veguherî rawestgeheke teşeyî û berê xwe neda avakirina sazîyan û ne jî derxistineke rastîn a çekan ji destên komên çekdar. Lê ya ku di rastîyê de çêbû; jinûvecihbûna heman hêzan bi navin nû bû. Binesazîya ewlekarî hilweşiyayî û li gor alîgirîyê ma. Her wiha komik bi navin din ji nû ve hatin sazkirin. Her çi qasî gotarbêjîya xwe guhartibe jî, lê belê alavên qirkirinê û awaretbûnê li cihê xwe man.
Di vê çarçoveyê de ezmûna Beravê hîn bêtir nêzîkî jinûvedanîna sînaryoyeke dubarekirî ye: Binpêkirinên mezin li ser destên komikên ku xwe ser bi dewletê yan jî torên desthilatên xwecihî ve dibînin, pêk hatin.piştî wê hewldanên aramkirinê yên teşeyî, bi rêya komîteyên lêpirsînê û sozên sizakirina sûcdaran, pêk hatin. Lê belê; bîrgeha qurbanîyan ji şiyana dewletê ya girtina rûpelan, firehtir bû. Êdî; tu lêpirsîneke rastîn tune bû û ne jî awayê danûstandina bi niştecihan re hat guhartin, ku di encamê de hişt ev herêm di nava xwe de bikelin û veguherin valatîyeke bêdeng a tundîya sembolîk û civakî.
Îro jî; heman dîmen li parêzgeha Suweydayê dubare dibe, lê bi nakokîyin tevlihevtir. Ev parêzgeh ne weke herêmên din bû, an ku neketibû nava pevçûnên çekdarî, her wiha bi temamî neketibû nava hevkêşeya rêjîm-rikberîyê de. Lê belê; bi awayekî xweserîya xwe ya siyasî û civakî parastibû. Bi vê yekê xwe dispart dîroka xwe ya demdirêj a serxwebûn û taybetmendîya bawermendî. Bi tevî wê jî; ne dûrî hilweşîna giştî bû ya ku di binyada dewletê de çêbû. Êdî; sazî lê hilweşîyan, torên çekdarî yên xwecihî mezin bûn û tê de têkilîyên berjewendîyan ên di navbera êl, ol, çek û aborîyê de ketin nava hev.
Tişta ku îro em dibînin, ne tenê nearamîyeke ewlekarî ye, lê belê derbrîneke eşkere ye ku dewletê nikarîbû rastîya vê erdnîgarîyê nas bike û rengerengîya tîreyî û siyasî di nava hişmendîyeke layiqî dewleteke ku banga serwerîyê dike, nikarîbû bi rê ve bibe. Êdî; tundî li Suweydayê ji hewayeke ku tê de bangeşeya tolhildanê bi vegotinên rûmetê re ketine nava hev de, xwe têr dike. Her wiha tê de rehenda tîreyî ji bo rewakirina çekan û binpêkirinan tê bikaranîn. Li kêleka wê, dewlet lê ne amade ye, yan jî heyanî tevlihevî rêgeha xwe temam bike, destwerdanê dike.
Ya jê metirsîdartir ew e; ku ev yek di nava hewayeke herêmî de ku tê de tundî di lutkeya xwe de ye, pêk tê. Israîla ku li enîya başûrî lîstikvaneke bihêz bû, êdî helwestên xwe bi ekşereyî radighîne. Gefên wê nema tenê dijberîyên leşkerî ne; êdî di nava xwe de naverokên siyasî jî dihewîne, ku bi behaneya parastina sînorên xwe, daxwxaza derxistina çekan ji başûrê Sûriyayê dike. Ev xwestek ji bangeşeyên hundirîn ên ku li Suweydayê bi xwe jî geş dibin, ne dûr e. Li gor wê; bangên ji bo avakirina nimûneyên “Rêveberîya Xweser” an jî statuyin ku “taybetî”yê diparêze têne kirin û nerînên ku ji navendê veqetandî ne, pêşkêş dikin.
Ev lihevhatina neyekser a di navbera xwesteka israîlî û hinek bangeşeyên xwecihî de, nayê wê wateyê ku divê hevrêzîyek hebe. Lê belê; amajeyê bi valatîyeke siyasî dike; ku hevdemî tunebûna projeyeke niştimanî ya gelemper, gelek proje derdikevin pêş, ku dadmendî, hevkarî û rûmetê ji niştecihan re misoger dike. Her wiha xwe dispêre dewletê weke sazîyeke zagonî, ne weke komeke dezgehên ewlekarîyê yan jî milîsên hevalbend.
Dewlet weke ku di dîmenê Suweydayê de diyar dibe, nema niwênertîya desthilata ji bo ewlekarî û aramîyê misoger dike. Lê belê; veguheriye alîyekî ku bi bijardebûnê tundîyê dike. Li gor wê; çavên xwe ji binpêkirina digire gava bêdengî dikeve xizmeta berjewendîyên wê de. Her wiha gava dibîne ku hinek tevger gefê li heybeta wê dixwin, bi tundîyeke mezin destwerdanê dike. Eger ev yek li ser hesabê giyanên sivîlan be jî, dîsa têne kirin. Tişta hîn bêtir metirsîdarîya dîmenê mezintir dike; ku hişmendîya sepandina ewlekarîyê nema diavêje ser zagonê, lê belê li ser alavên tûreyî, tolhildan û dijayetîya xwîndar. Ev alav berê civakê hîn bêtir didin parçebûn û jihevketinê.
Binkeftina di vehewandina Suweydayê de, ne tenê vedigere nehevsengîya hêzê, lê belê vedigere tunebûna nêrîneke siasyî ya zelal der barê başurê sûrî de. Dewletê tu ked ji têgihiştina binesazîya civakî ya li wê derê neda û tu destpêşxerîyên ku sedemên kûr ên rageşîyê çareser bike, pêşkêş nekir. Her wiha di rêgeha geşepêdanê de xurtbûn çênekir û ne jî bawerîya niştecihan vegerand. Lê belê; wiha bi herêmê re danûstandin kir ku rewşeke ewlekarî ye ku dikare bi rêya çarekirinên mercî yan jî noqkirina wê di nava hevrikîyên hundirîn de, were birêvebirin.
Diyar e ku tu niyeteke rastîn a ji bo avakirina têkilîyeke baş di navbera dewletê û vê erdnîgarîyê de, tune ye. Hemû nêzîkatîyên ku xwe aniha xwe dispêre wan, di navbera gefxwarin û xemsarîyê de, her wiha di navbera tundî di danûstandina bi rikberan re û nermahî li pêşberî çeteyan an jî torên revandinê de ne. Ev yek ravedana şaştîyeke kûr di nasîna têgeha dewletê de û nêrîna wê ji bo rêbaza birêvebirina pirrengîyê û rageşîyên hundirîn, dike.
Suweyda îro li xaçerêyeke germ rawestiyaye. An dê bibe qadeke vekirî ji hemû projeyên heyî re, an ku ji tolhildana hundirîn heyanî destwerdana derveyûîn ve, yan jî dê gavin rastîn ber bi sazkirina peymaneke nû ve bide ku li ser rêzgirtina vîna niştecihan, jihevkirina torên çekdar û pêşkêşkirina nêzîkbûneke civakî-siyasî ku layiqî vê erdnîgarîya kevnar e, ava dibe. Lê belê berdewambûna di siyasetên heyî de, dê berê wê bide tundîyeke mezintir û dê negihêje vehewandinê, lê belê jihevketinê.
Li gor wê; mebesta “Vehewandina Suweydayê” hîn jî dûrî aşopan e; çi ku alavên gihandina wê hîn nehatine diyarkirin,. Her wiha ji ber ku yên vî dîmenî bi rê ve dibin, wê weke qadeke ku divê were rûnandin, ne weke hevkareke di welêt de dibînin û ewlekarîya wê weke karekî di asta duyem de, ne bingeheke aramîya niştimanî dibînin.
Berdewambûna nekarîna vehewandina parêzgeha Suweydayê, ne ku divê binkeftineke xwecihî ya veder were xwendin, lê belê weke zingilê hişyarîyê ji bo tevaya Sûriyayê were dîtin. Tişta ku li wir çêdibe, tenê nimûneyek ji alozîya di navbera dewlet û civakê de ye û valatîya di navbera desthilatdarîya navendî û pêdivîyên xelkê li derdoran dide diyarkirin. Gava dewlet di jiyana welatîyên xwe de vediguhere alîyekî awarte, ji bilî axaftinan û çewisandinê pêşkêşî wan nake. Her wiha rê li pêşîya hemû projeyên berdêl vedike; an ku ji tîreparêzîyê bigire heyanî bigihêje veqetînê û ji destwerdana derveyîn bigire heyanî bigihêje tevlîhevîya xweyîtî.
Ji bo ku mebesta “Vehewandina Suweydayê” nebe xewneke dûr; divê têkilîya bi başûrê sûrî re ji nû ve were sazkirin, ku alavên rûnandina ewlekarî yên kevnar derbas bike. Êdî; çareserî ne bi tirimbêlên zirxî ji bo sepandina aramîyê pêk tê, lê belê bi sazkirina peymaneke civakî ku tê de tevaya niştecihan hest bikin ku ew hevkarên biryar û çarenivîsê ne û mafên wan ne bi aramkirina çekê re tê pîvandin.
Di çarçoveya tiştên borî de sê xalên tewereyî weke derbasgeha çi stratejîyeke çalak berz dibin:
Yek; divê binesazîya çekdar a nerewa were jihevkirin, ne bi rêya dijayetîya rûbirû ya tund, lê belê bi rêya bernameyên têkelkirinê yên ku li ser hilanîna sedemên hebûna wê ava dibe; ji paşguhkirina aborî heyanî tunebûna dadmendîyê û windabûna bawerîyê.
Du; pêdivîya Suweydayê bi bangeşeyeke niştimanî ya nû heye, ku bi rêya wê xelk ne bi çavên “Keleha Durzî” yan jî “Kêleka Sist” lê binêrin, lê belê weke beşeke resen a vî welatî ku xwedî metirsî, xwestek û rûmet e, lê were nihêrîn û dewlet jî guh bide metirsîyên wê.
Sê; divê desthilatdarîya Şamê dest ji siyasetên xwe yên erkdarkirina tîreparêzî û herêmparêzî berde. Her wiha divê eşkere bike ku berdewambûna parçebûnê gefek li ser mayîna wê bi xwe ye. Lewre; dewleta ku wêrekîya wê tune be ku zelal be, nikare hêza berdewambûnê bi dest bixe.
Vehewandina Suweydayê ne mebesteke nêpêkan e, lê belê pêdivîya wê bi biryareke siyasî heye ku ji hişmendîya qirkirinê ber bi hişmendîya hevkarîyê derdikeve. Eger ev mandelekirin wiha berdewam bike, dê başurê sûrî gelekî dirêj bêdeng nemîne û dê ne dûrî veguherînên ku dê gewdeyê welat de pêk werin, be.
Kêlîya niha heyî nikare wiha tenê bi nihêrandinê xwe ragire; yan dê Sûriya li ser bingehin nû yên pirrengî û dadmendîyê ava bibe, yan jî dê parçe parçe were xwarin. Dewlet jî dê wiha ji xwe re lê binêre ku çawa ji erdnîgarîyê dûr dikeve, heyanî ku xwe di paytexta xwe de biyanî bibîne.