ANALÎZ

Aboriya sûrî li ber rûxandinê ye

 

Nakokiya sûrî derbasî sala xwe ya 12ʹemîn dibe. Encamên wê li ser niştecih û aboriyê pir xerab bûn. Vê jî hişt ku jêrzemîna Sûriyê bileztir têk biçe û ziyan bigihêjin mal û samanan û girêdana civakî ji hev bikeve , civak tevlîhev bibe û herêm parçe bibe. Vê yekî hişt ku qebareya çalakiya aborî heya çaryekekê dakeve. Her wiha vê nakokiyê heya asteke mezin hişt çalakiyên aborî birûxin û rêjeya dabara jiyana malbatê xerab bibe û hişt ku rêjeyên hejariyê bi awayekî metirsîdar mezin bibin. Vê yekê jî rê li ber karîna guncavbûnê girt. Jixwe ya rewş xerabtir kir, vîrûsa korona, kêmbûna hilberîna çandiniyê ji ber kêmbarîna baranê, rewşên seqayê yên dijwar û daketina rêjeya hilberînê bi qasî % 2.6 di sala 2022yan de.

Ji ber şerê xwînî yê domdar, rewşa aborî gelekî bi paş ketiye û hemû dahat û gencîneyên herêmê ji bo şer tên bikaranîn. Vê yekê jî hişt rêjeya bihabûnê bigihêje rewşine pir xirab; di heman demê de fonê karmendan 20 dolaran derbas nake. Ev pere têra pêdiviyên jiyanê yên herî kêm nake. Ev buhabûn weke goga berfê ye, her ku diçe mezintir û xerabtir dibe. Dahatên aborî êdî ketin bin xizmeta Rûsya û Îranê. Nirxê lîreya sûrî bi dehên qatan daktiye. Ev yek jî bandoreke yekser li nirxê madeyên sereke dike ku pir buha bûne. Ev ji bilî buhbûna bigiştî û nekarîna dewletê ku ew hevsengiya aborî kontrol bike û bikaranîna wê ya zêdetir û bêtir ji welatiyên xwe re; ew jî bi rêya sepandina bacên ku barê welatiyên ku berê di bin bar de mane, girantir kiriye. Vê yekê hişt ku welatî carekê berê xwe bidin penaberiyê  û careke din bidin koçberiya derveyî welat û mal û mulk û xaniyên xwe bifiroşin da ku bi nirxê wan koç bikin. Mirina mirovan di keşteyan de, di navbera dem û demekê de, mînaka herî berbiçav a aloziya rewşa jiyanê li Sûriyeyê ye. Di heman demê de koma desthilatdar a ku di bin ajandeyên dewletên derveyîn de ne (her wekî Rûsya û Tirkiye) pilanên xwe pêk tînin û li gor peyman û girêbestan dahat û gencîneyên  xwe kirine bin destê wan dewletan. Jixwe ji bo benderan, ew çîrokeke din e. Rêjîmê milet ji derve û hundirê welat dorpêç kiriye û heya niha di wê baweriyê de ye ku çareserî bi awayekî  leşkerî dê pêk were û çareseriyên siyasî napejirîne. Ev tev di demekê de ku milet rewşeke pir xerab dijî û aboriya deverê hema hema ji dest çûye û êdî tiştekî ku pişta wê bigire nemaye. Dolar jî gihaştiye 7 hezaran û rewş her ku diçe aloztir û xirabtir dibe, aso hatin girtin û jiyan li welatên xêr û bêran sar û pûç bûye û aborî hema hema têk çûye.

Di dawiyê de:

“Tu  çareserî ji bo aloziya aborî dê tune bin , eger dewletên têkildarî aloziya Sûriyeyê li hev û destwerdanê nekin “.

زر الذهاب إلى الأعلى