ANALÎZ

Projeyên her sê rêyên hevrîşmê û berhingarîya zalbûnê

Li jêr sîbera berhingarîya germ û gurî ya di navbera hêzên zalbûna cîhangîrîyê de li ser deverên desthelat li cîhanê, ku bi ejderhayê çînî, hirçê rûsî û bazê Emerîkî ve têne nimûnende kirin, vêca her yek ji wan lê digere ku deverên desthelata xwe zêdetir berfireh bike, û bi tena sere xwe zalbûna cîhangîrîyê bi dest xwe ve bîne, ew cîhangîrîya ku berê di destê Waşingtonê de bû, lê piştî şerê Ukrayînayê û pevçûnên ku di gel Buhara Ereban re hatin kirin,  cîhan dîsan ber bi pircemserîyê ve guherî û her yek li zalbûn û desthelata xwe digere. Mînak Çînê ji bo ku desthelata xwe berfireh bike, dest pê kir  tozê ji ser rêya Herîrê (Hevirmîşê) ya kevin dadiweşîne, Rûsya ji bo ku cihên desthelata xwe diyar bike vê bîrokê (hizrê) dubare dike, paşê Emerîka tê û bi projeyekê ji bo qutkirina rêya her duyan bi rêkevtinekê di navbera xwe û dewletên Kendava Erebî de bi pêşengîya Erebistana Si’ûdî dide destpêkirin, mebest jê destpêkirina pirojeyekî mezin e, ku hemaheng e, û nekêmî Kember û Rêya Çînî ye,  ji Îsraîlê dest pê bike û ber bi Kendavê ve biçe heta Hindistanê bi dawî bibe.

Vêca kember û rêya Çînî ya mezin, ku ji alîyê serokê niha yê Çînê, “Şî Cî Bîng” ve hatîye destpêkirin û li gorî Çînê, ew projeyek e, ji bo xizmetkirina cîhanê û pêşxistina binesazîya hejmarek welatan e,  ku bi rêya wan dê bazirganîyê hêsan bike. Lê belê, li gora dijminên wê, ew projeyeke siyasî ye ku armanca wê dorpêçkirina cîhanê ye, ji alîyê Pekînê ve, li gorî nexşerêya projeyê, ew dê rêya ku ji xaka wê dest pê dike û tê de derbas dibe, bide destpêkirin û Asyaya Navîn re û di Îran û Tirkiyê re derbas dibe, ji bo ku xwe bigihîne Ewropayê, “parzemîna kevn” û ev pilan rêgehek ji projeyê ye, ji ber ku rêgehin din hene ku cîhanê bi hevûdu ve girê didin, wekî Rêya Hevrîşimê ya Nû tê naskirin, di heman demê de rêgeheke  deryayî li xwe digire ya ku di Çînê re derbas dibe û di ber peravên Hindistanê re diçe. Heta ku digehîje peravên rojhelatê Afrîkayê, ya ku wê bibire da ku bigihîje Ewropayê, bi taybetî rojhelatê Ewropayê, û çawa ev proje temam bibe  hinge Çîne desthelateke hew jê berfirehtir li ser nexşeya desthelata cîhanî ya nû misoger dike, lê belê Pekînê ji hêla hêz û desthelatê ve ne tenê ye li ser rûyê vê zemînê, ji ber ku Rûsîya diyar kir û ragehand ku ew jî derbarê destpêkirina dirustkirina projeya rêya Hevrîşmê ya taybet bi xwe de ye, ku xizmeta berjewendî û ewlehîya wê bike, û deverên zor û zalbûna wê sînor bike, ev proje û destpêşxerî, rojhelat û roava ji hev cuda dike, tê naskirin bi navê “ Buhira Bakur – Başûr ” ji ewperê bakurê Rûsîya dest pê dike heta ku bigehîje ewperê başûrê Îranê, û ji wir diçe parzemîna Afrîkayê û her wesa ew jî mîna rêya Çînî rêgehên wê hene, rêgeha herî girîng ya ku bejahîyê dibire ji qiraxa deryaya Qezwînê heta ku bigehîje başûrê Îranê, ku dawîyê digehîje Hindê, û ya sêyem bi rêya duyem re diçe heta bigehîje Hindê, û ji ber ku Rûsîya û Çînê ne tenê li qada cîhanî ne, ji ber hindê Emerîka ji dûr hat da ku rê li her diwan bibire, û projeyekî mecazî pêşkêş bike bi navê rêya Hevrîşmê û bi şêweyê Emrîkî jî, di destpêka sala 2023an de dema ku hevdîtinên sêqolî û yên bi lez û bez di navbera “Emrîkayê – Siûdîyê – Çînê” de  kete kar, armanca wê girêdana Rojhelata navîn li jêr navê pişkdarîya ji bo jêrxana cîhanî û berhemhênanê, ku Waşîngtonê di gel heft dewletên mezin di nîvê sala 2022an de ragehand ku armanca wê xurtberdana berhemhênana jêrxana dewletên ku destkevtîya wan nizim û navincî da ku karîbin berhingarîya kember û rêya Çînê bikin, ya ku desthelateke berfirehtir ya navdewletî dide Pekînê, ji ber ku ji Îsrayîlê dest pê dike, û da ku di Si’ûdîyê re derbas dibe, û rêya xwe bi Îmaratê jî dixe, ya ku dê ji paravên wê rêgeheke deryayî biçe Hindê, anku projeya Emrîkî  pêkhatîye ji  rêgeheke tenê, li ser du şaxan parve dibe, şaxê yekem rêya bejahîyê ye, hêla hesinî ye, Rojhelata Navîn ya Erebî dibire, û hindek rêyên bejahîyê di navberê re derbas dibe, deverê pêkve girê dide, û şaxê din jî deryayî ye, ji Kendavê dest pê dike heta bi Hindê, dibe ku gelek dewletin din vê pilan û projeyê de pişdar bibin, û rêgehin din jî mîna rêgeha rêya gaza Îsraîlê ya ku di xaka Urdinê û paşê di xaka Sûrîyê re di Minbicê re derbas dibe Tirkîyê û ji wê derbasî Ewropayê û ev proje ne tenê bi rêyên hesinî û rêyên bejahîyê yan jî deryayê re derbas dibe, belê ji wesa dûrtir û bêtir diçe, ji alîyên siyasî û cîyosiyasî û bi nerîneke berfirehtir ji hêla wize, xizmetguzarîyê, bazirganîyê û aborîyê jî diçe, lê belê, ji ber sedema peywendîyên Siûdîyê û Îsraîlê û nakokîyên di navbera her du alîyan, di gelek doseyan û nemaze ji ber kêşeya Filestînê hêj  dîmenên vê projeyê eşkere nebûye, û ji ber helwesta Si’ûdî ku xwe weke pêşewa Cîhana Îslamî ya Sunî li qelem dide, û Filestînê jî weke Erda Pîroz dibîne, bê wê tu paşerojê ji peywendî û têkelîyê re nabîne, û Si’ûdîyê jî beramberî cihbicihkirina vê projeyê mercên xwe ji Waşingtonê re şekere kirîye, ji van mercan jî bidestxistina Si’ûdîyê bernameya Etomî ya aştîyane ji bo  daxwaza wizeyê, û bi serperiştîya Emerîkayê serbarî sozdana ewlehîyê ya imzekirî  ji Kongirîsa Emerîkî, weke dabînkirina bazara firotina  çekên pêşkevtî ji bo Riyazê, û weke destpêşxerîyeke dilpakîyê Riyazê jî bi çareserîyeke Filestînî – Îsraîlî destê xwe li ba dike, da ku bibe destêka rahênanê di navbera Riyazê û Tel Abîbê, û Waşington li vir û li wê deverê dikeve tevgerê ji bo cihbicihkirina projeya xwe ku serguha bike, ev proje bi xwe jî projeyekî siyasî ye û heger nixavtî be bi sûdeyên aborî ve, ew jî ji bo berhingarîya desthelata Çînî û Rûsî pêkve bike. Tiştê ku Çînê gehîştîyê ji devera desthelatê ve ji her kesî re nasyar e, û ya herî girîng vegerandina têkelîyên di navbera Siûdîyê bi Îranê de, û ew şerê veşartî ku li ser hemû astan û di hemû biwaran de dihate kirin, mîna biwarên siyasî, aborî û têknolojî û heta ku digehîje biwarê ezmanî jî, lê di heman demê de Emerîka jî têdigehîje ku nikare yekser bikeve nava şerekî bi Çînê re, ji ber ku di dema niha de Çînê xwedî hêzeke têknolojîk û leşkerî ya mezin ku tu carî sivikahî pê nabe, lê belê Emerîka ji alîyekî ve dixwaze wê dorpêç bike, û ji alîyekî din ve dixwaze wê mijûlî şerê Rûsîya û Ukarayîna bike, vêca weke rewşa niha diyar e, ku Emerîka di projeya xwe de bi şev û roj bi rêya  “Caponîya , Kûrîya Başûr û Filipînê” dixebite ji bo dorpêçkirina Çînê, da ku desthelata xwe li deverê xurt bike,  hema piçek mabû ku Filipînê bi Çînê re bixe nava şerekî girover, ew jî dema Çînê hewl da ku Girava Taywanê bixe nav xaka xwe, û dibe ku weke Waşingtonê pilan dike, di paşerojeke nêzîk de şerek li deverê berpê bibe, û ji bo berhingarîya projeya Çînî Emerîka karî bû Uwstiralyayê razî bike, ku bikeve hevrikîyeke çekdarî li pêşîya berbelavbûna Çînê li Başûr û Rojhelatê Asîyayê. Di vê demê de jî ev proje li ser Ereban hate pêşnîyarkirin, nemaze gava dewletên Erebî bervekirinek ji bo Çînê diyar kirin, hingê paledana Waşingtonê hêç kir, ji ber vê yekê hevrikîya dilsozîyê û hevpeymanîyê dest pê kir,  heta niha jî Ereb hevsengîya di navbera her du alîyan de dikin, ya misoger ku Ereb vê kertê weke bîmeya zextê li her du alîyan dikin ji bo bidestxistina hindek destkevtîyan, di heman demê de Waşingtonê dixwaze cîhanê tevî kom bike û berde nava şerekî bêdawî bi Çînê re,lê di vê dema dawî de Emerîkayê dixwaze rolekê bide Si’ûdîyê da ku rahênanê bi Îsraîlê re bike, û wê dûrî Îranê bike, û Kendava Erebî jî ji dormedara Çînê derbike, û ji nû ve wê bi tekerê Roavayê ve girê bide.

Puxte.

Cîhan careke din berev gelecemserîyê ve diçe, bi rêya dirustkirina şer in nû û bi rêya dever in ji bo desthelata nû û proje yin nû, li gora projeyên ku di sedsala buhirî re guncav bûn, ew jî di encamê de bi rêya damezirandina sabar in nû û dewlet in nû.

زر الذهاب إلى الأعلى