LÊKOLÎN

BER BI ASOYEKE CÎHANÎ JI BO RAMANÊN OCALANÎ VE

Ehmed Pîrhat 

Xwendineke dahurîner – pêşbînîker ji daxuyanîya Prtîya Karkerên Kurdistanê re û çarçoveyên piştî têkoşîna çekdarî

Pêşgotineke dahurîner:

Kongreya duwazdehem a Partîya Karkerên Kurdistanê, di dîroka tevgera kurdî ya hemdem de qonaxeke movikî ye. An ku; ne tenê civîneke asayî ya rêxistinî bû, lê belê wiha derket holê ku veguherîna kokî ya di stratejîya yek ji berztirîn tevgerên şoreşgerî yên li Rojhilata Navîn de, ragihîne.

Di çarçoveya daxuyanîya partîyê de ya ku tê de biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî dide, her wiha hevdemî daxuyanîya Ebdullah Ocalan a di 27ê sibata 2025an de, bi zelalî diyar dibe ku tişta rûdide, ne tenê veguherîneke tektîkî ya demkî ye; lê belê jinûvedanîneke stratejîk e; ku ravedana serxwextbûneke ramanî û siyasî û qonaxeke felsefî ya ber bi nimûneyeke têkoşînê ya nûjen ve ku li ser bingeha aştî û nenevaendîya demokratîk û civakê ava dibe, dike.

Di vê çarçoveyê de; ev lêkolîn wiha girîngîya xwe distîne ku hewl dide vê guherînê di nava toreke bandorbûnên têkildarî hev de rave dike. An ku; di navbera ramanên Ocalanî û rasteqînîya siyasî, derbirînên sembolîk ên rêbertîyê û bertekên gelêrî û rûbirûbûyînên xwecihî, herêmî û navneteweyî yên ku xwe li ser tevgera kurdî ya di dema me ya îro de disepînin de.

Her wiha lêkolîn xwe dispêre dahurandineke kûr a ji bo sosyolojîya biryara siyasî û danîna felsefeya “Neteweya Demokrat” ku weke çarçoveyeke berdêl ji têgeha dewleta neteweyî re ye. Bi vê yekê hewl dide bersiva pisyarîyên çarenivîsî yên der barê siberoja dîtaneya Ocalanî, çarenivîsa doza kurdî û bijardeyên vejîna hevbendîyin rizgarxwazî yên herêmî û cîhanî di siberojê de, bide.

Pirsgirêka lêkolînê:

Gelo kongreya duwazdehem a Partîya Karkerên Kurdistanê qutbûyîneke stratejîk a bi têkoşîna çekdarî re û guherîneke pratîk a ber bi nimûneyeke rizgarxwazî ve ku ji felsefeya Neteweya Demokrat vejîn bûye, ye? Ev veguherîn di çarçoveya derbirînên sembolîk ên rêbertîyê, helwestên gelerî û çarçoveya herêmî û navneteweyî ya derdor de, çawa dikare were têgihiştin? Heyanî çi radeyê ev biryar di cih de ye û bandorîyên wê yên li ser projeya Ocalanî û herêmê hene?

 

Pirsên têne kirin:

  1. Nîşaneyên ramanî û siyasî yên daxuyanîya Partîya Karkerên Kurdistanê bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî, çi ne?
  2. Ev daxuyanî çawa bi daxuyanîya Ebdullah Ocalan re ya 27ê sibata 2025an temam dibe?
  3. Bertekên gelêrî yên di nava civaka kurd a hundir û derve de, ji bo vê veguherînê, çawa ne?
  4. Derbirînên fermandarên partîyê di kongreyê de, ji alîyê sembolîk û derûnî ve çawa dikarin werin derbirîn?
  5. Bandorên herêmî û navneteweyî yên rasterast û ne rasterast ên vê biryarê, nemaze li ser Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, çi ne?
  6. Gelo em dikarin vê veguherînê weke destpêka rêbazeke têkoşînê ya nû di nava Tevgera Azadîya Kurdistanî de bibînin?
  7. Ev veguherîn çawa li ser siberoja ramanên Ocalanî û rêgeha avakirina Neteweya Demokrat, ravedide?

 

Pênaseyeke hêsan ji bo hinek têgînên bingehîn ên di lêkolînê de:

Têkoşîna çekdarî: Têkoşîna çekdarî wiha tê pênasekirin:

Rêbazeke têkoşînê ye ku PKKê ji sala 1984an ve daye meşandin. Ew jî; piştî ku rê li pêşîya xebata wê ya siyasî û ramanî ya bi armanca bidestxistina mafên gelê kurd û çareserkirina doza kurdî ya dadmend, hat girtin. An ku; neçar ma ku li dijî dewleta tirk tundîyê bi kar bîne û gelê xwe biparêze, her wiha ji bo ku siyaseta mandelekirin û tunekirinê ya di mafê gelê kurd de dihat meşandin bişkîne, têkoşîna çekdarî li kêleka karê siyasî û ramanî yê partîyê da meşandin.

Veguherîna stratejîk: Wateya zelaltir a vê têgeha siaysî ev e:

Veguhastineke kûr a di nêrîna rêxistinî, ramanî û siyasî de ye. Carinan jî bi rêya veguherîna ji xebatên çekdarî ber bi xebatên siyasî û civakî ve weke nêrîn û stratejîya rasteqîn û şoreşger jî pêk tê.

Neteweya Demokrat: Têgeheke ku serokê Partîya Karkerên Kurdistanê, di paradîgmaya xwe de li pêş xistiye û xwe dispêre modernîteya demokrat, her wiha berdêla dewleta neteweyî ye. Xwe li ser pirrengî, nenavendîya demokrat, dadmendîya civakî, pîşesazîya jîngehparêz (Ekolojî) û azadîya zayendî dide avakirin. Ocalan vê Neteweyê di berga pêncem a Manîfestoya Şaristanîya Demokrat de, di rûpela 438 de wiha pênase dike: “Netewe bi hişmendî û bawerîyê tê derbirandin. Her wiha komeke mirovan e ku di nava hev de cîhaneke wan a hişmendî ya hevbeş heye. Tişta ku rengê xwe li ser Neteweya Demokrat vedide, zanîna azadîyê û hevgirtin e”. (1)

Civaka sincî-siyasî (exlaq-polîtîk): Du peyvên ku bi hev re tên û bingeh û cewhera ramana ramanwer Ebdullah Ocalan e. Civaka sincî-siyasî yek ji hêmanên bungehîn ên modernîteya demokrat a Ebdullah Ocalan e ku di berga xwe ya sêyem de aniye zimên. Li gor wê; ew ji beriya bajarvanîyê û civakên dijberî wê ve heye, her wiha rewşeke hebûnî ya xwezaya civakî ye. Bi vê ramanê hewl dide dewleta neteweyî derbas bike; ew jî bi rêya avakirina civakeke birêxistinbûyî û sazkirina toreke nirxan ku li ser bingeha hevbeşî û wekkehvîyê ava bûye. Li gor wê Ocalan sê erkên bingehîn ji vê civakê re, wiha destnîşan dike:

“Xwezaya civakî di bingeha xwe de sazûmanîyeke sincî û siyasî ye. Madem civak bi hebûna xwe berdewam in; nexwe hebûna wê ya sincî û siyasî jî berdewam e. Civakên ku hebûna wê ya sincî û siyasî winda ye, li serê belavbûn, jihevketin û tunebûn hatine hukimkirin”

Rêbertîya sembolîk: Li vir behsa kadroyên partîyê yan jî tevgerê yên pêşeng dike; ku ravedana arasteyên mezin ên partîyê û guherînan dike; ku pêdivîya wê pê heye, da ku pê berdewamîyê bike. Bi vê yekê neynika xeta xwe ya siyasî û ramanî û mîrateya xwe ya dodmar datîne.

Rewabûna têkoşerî: Tê wateya yek ji diyarbûnên wê yên asta pejirandina rêzikan û cemawerên partîyê û civaka wê ji veguherînên ramanî û stratejîk re, ew jî li gorî dîroka wê ya têkoşînê ya demdirêj, ku li ser bingehin asê ava dibe.

 

Derbasgeha lêkolînê:

Veguherînên nû yên di rêwîtîya Partîya Karkerên Kurdistanê de, rûbereke navendî ya gotûbêjên ramanî û siyasî yên kurdî, Rojhilata Navînî û cîhanî, bi dest xistiye.

Veguhastina ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna demokratîk ve ya ku hatiye ragihandin, ne tenê xwe dispêre rehenda zanistî. Lê belê; di nava tayên xwe de wergereke nû ya nasnameya şoreşgerî, siberoja tevgera kurdistanî û ramanên Ebdullahn Ocalan bi xwe, radike.

Girêdayîna vê veguherînê bi ramanên Ocalan ve, nemaze felsefeya Neteweya Demokrat û civaka demokrat (sincî-siyasî), pêdivîya wê bi xwendineke pêkhatî heye ku danûstandina sembolîk û gelêrî, dîtaneyî û pratîkî û xwecihî, herêmî û cîhanî heye.

Ev veguherîn heyanî ku venegerin ezmûnên cîhanî yên ku di heman veguherînan re derbas bûne, nayê têghiştin; (Zabatîsa, Şîn, Fîn, Îta, Fark…) ku tundî derbas kir û ber bi projeyên siyasî yên berdêl ve çûn û cewhera xwe ya rizgarxwazî diparêze lê alavan ji nû ve saz dike. (Dê lêkolîneke min der barê vê de hebe).

Paşxaneya dîrokî û ramanî ya veguherînê di nava Partîya Karkerên Kurdistanê de:

Veguherîna dawîyê ya di rêwîtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ne tenê kêlîyeke movikî di dîroka wê ya têkoşînê de ye, lê belê di rêgeha Tevgera Azadîya Kurdî û Rojhilata Navîn bi tevayî de ye.

Biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya ku di kongreya duwazdehem de, ya ku di gulana 2025an de hat lidarxistin, ne gaveke veder an jî zîvirîneke ji nişka ve bû, lê belê xelatkirina rêgeheke dirêj a lêvegerînên ramanî û siyasî ye ku ji sala 1993yan ve dest pê bûye û bi revandin û girtina Ebdullah Ocalan re ya sala 1999an kûrtir bûye û piştre dirêj bûye heyanî ku projeya Ocalanî weke felsefeyeke temambûyî ya ji bo çareserîya demokrat di her pênc bergên wî de yên di salên 2009-2010an de, derketin pêş.

Partîya Karkerên Kurdistanê di 27.11.1978an de, di demekê de ku çewisandina neteweyî li dijî gelê kurd li Tirkiyayê di lutkeyê de bû, hat damezirandin. Damezirandina wê hevdemî derketina pêla çepgira tundrew a li Rojhilata Navîn derket.

Partî ji destpêka xwe ve, têkeleke ji sosyalîzma şoreşgerî û rêya rizgarî ya neteweyî, girt dest; ku bi marksî-lênînî-mawîyê bandor bûbû. Her wiha; dît ku rizgarbûna Kurdistanê ji şoreşa sosyalîzm a li Tirkiyayê û herêmê ne veqetandî ye.

Ji sala 1984an ve partîyê têkoşîna çekdarî ragihandiye ku ew bi “Pêngava 15ê Tebaxê” da binavkirin. Bi vê yekê xwe spart şerê gerîlatî li dijî dewleta tirk, bicihbûna meydanî ya li çiyayên Kurdistanê, pêkanîna operasyonên leşkerî li Kurdistanê û tevaya Tirkiyayê û avakirina serbazgehên perwerdehîyê li herêmên Qendîlê li herêma Kurdistanê. Lê belê; salên notî yên sedsala borî bû xaleke zehmet a veguherînê. Li gor wê; fişarên navneteweyî pir bûn, partî daket lîsta terorê û pê re jî revandin û girtina rêberê partîyê Ebdullah Ocalan pêk hat. Vê yekê bi dest xwe re zehmetî û veguherîneke mezin çêkir, ku pêdivîya wê bi lêvegereke ji kokê ve der barê bangeşe û rêbaza wê de hebû.

Ji nava girtîgeha xwe ya li Îmralîyê, Ocalan dest bi dahurandina bingehên ku partî li serê ava bûye, kir. Bi vê yekê rexneyên tund li navendîya neteweyî û nimûneya dewletî ya desthilatdar girtin. Li şûna wê pêşnûmayeke berdêl anî holê ku bi projeya “Neteweya Demokrat” tê nasîn. Ev pêşnûma nêrîneke wiha ye: Li ser avakirina civakeke sincî-siyasî ava dibe; ku bi awayekî xweser bi rêya komîn û meclisan, ji derveyî hişmendîya dewleta neteweyî û dûrî hişmendîya şoreşgertîya tund a klasîk xwe bi rê ve dibe. Her wiha li şûna şerê demdirêj, rêgeza parastina rewa da pêş.

Gav bi gav; êdî qada têkoşînê nema bû çiya, lê belê bû civak bi xwe; ku ew bi xwe ya guherînê ye û armanceke wê ye jî. Bi rêya nivîsarên Ocalan, nemaze her pênc parêznameyên “Manîfestoya Şaristanîya Demokrat” êdî rexne ne tenê li ser rêjîma tirkî tên girtin, lê belê li tevaya binyada modernîteya sermayedar ku ew hilberînera zordestîyê ye û wateya civakî ya ji siyasetê re vala derdixe, dide ber rexneyan.

Li ser bingeha vê felsefeyê; partîyê dest pê kir û lêvegereke gelemper pêk anî ku rêxistinbûyîn, rêbaz û têkilîyên bi civakê re girtin nava xwe. Her wiha xwe weke tevgereke civakî ya prrehend da avakirin; ku xwe dispêre têkoşîna siyasî -weke Ocalan wê bi “Qada Sêyem” bi nav dike- û çalakkirina jinê, her wiha xwespartina li ser binyada civakî dîrokî ya Rojhiata Navîn.

Ev lêveger bi awayekî zelaltir piştî sala 2005an teşe girtiye. An ku; gava Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dest bi sazbûnê kir û ramanên wê di ezmûna Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhikatê Sûriyayê de sala 2014an hatin pêkanîn, êdî teşeyeke pratîk ku ravedana nêrîna Ocalan a felsefeya wî ya “Biratîya gelan û pêkvejiyana hevbeş” dike, girt dest.

Li vir; êdî çek nema bû alava tekane yan jî navendî, lê belê xwebirêxistinkirin, perwerde û avakirina sazîyên sivîl bûn alavên têkoşînê yên çalak. Ev yek di hewldanên partîyê yên li pey hev de ku ji bo rawestandina şer kirin, her wiha pêşkêşkirina destpêşxerîyên aştîyê yên di navbera salên 2008-2009, sala 2013an û sala 2015an de, diyar dibe. Her çi qasî ji ber serhişkîya dewleta tirk li bin ketin jî, lê belê dîsa jî ev yek derbasdar e.

Di vê çarçoveyê de; kongreya duwazdehem a partîyê wiha derket pêş ku bidawîkirina têkoşîna çekdarî weke bijareyeke stratejîk a navendî rave dike, ragihand. Her wiha tekez dike ku ew derbasî “Pêvajoyeke nû ya têkoşîna civakî ya demokrat” dibe. Li gor wê jî di daxuyanîyê de wiha dide diyarkirin: “Bi rêveberî û bicihanîna ji alîyê Rêber Ocalan ve, partîyê biryar daye ku binyadsazîya partîyê ya rêxistinî fesix bike û rêbaza têkoşîna çekdarî bi daweî bike. Di encamê de xebatên ku bi navê partîyê têne meşandin, têne rawestandin” (3)

Daxuyanîya ku hatiye derxistin, ne tenê weke belgenameyeke siyasî ye, lê belê weke ragihandina manîfestoyeke nû raber dike; ku ji nû ve rola partîyê, têkilîyên wê bi civakê re û têgehên dewlet û rizgarîyê pêsane dike.

Dahurandina wateyên di daxuyanîya Partîya Karkerên Kurdistanê de:

Bê guman; di hewldana dahurandina daxuyanîya dawîyê ya kongreya duwazdehem a Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, tê xwestin ku xwendineke kûr û pirrenhendî were kirin, ku çarçoveyên demî û cihî, karîgerên bingehîn di mebestên wê de, paşxaneyên ramanî û siyasî û nîşaneyên bawerî û propaganayî, her wiha nirxandina wateyên daxuyanîyê li ser zemîneke rasteqînîya siyasî ya heyî û tişta ku li cîhanê û herêmê rûdide bi hemû ziravîyên wê, di ber çavan re werin derbaskirin.

Yek: Karîgerên dem û cihî:

Dem: Kongreya duwazdehem a Partîya Karkerên Kurdistanê di navbera 5-7ê gulanê de, an ku di çarçoveyeke tevlihev a herêmî û navneteweyî de, hat lidarxistin; ku di van xalan de tê nimînendekirin:

  • Berdewambûna artêşa tirkî bo operasyonên leşkerî yên li dijî hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê, her wiha dorpêça ku ji alîyê hêzên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ve li ser “Herêmên parastina rewa”. Li gor wê daxuyanî wiha diyar dike:

“Kongreya me di rewşeke zehmet de hat lidarxistin. Pevçûn, êrîşên hewayî û bejahî û dorpêça li ser herêmên me hîn berdewam in. Her wiha sizayên ji alîyê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ve hîn berdewam in. Lê belê; bi awayekî ewle hat lidarxistin”

  • Tecrîda li ser Ocalan ji salan ve, bêyî ku tu têkilîyeke rasterast pê re hebe, berdewam e (Hinek hevdîtin piştî banga Bahçelî ji cotmeha 2024an ve pê re çêbûn).
  • Mezinbûna alîgirîya navneteweyî ji doza kurdî re (Bi awayekî zelal bi rêya helwest û daxuyanîyên ku piştî daxuyanîya Ocalan a 27ê sibatê hat raberkirin).
  • Guherînên di wêneyê hundirîn ê tirkî de, an ku; bi pêşbînîyên ji bo jinûverêzkirina dîmenê siyasî ji hundir ve û hevdemî pêşketinên ku li herêma Rojhilata Navîn rûdidin.

Cih: Daxuyanî amaje pê dike ku kongre li “du cihên cihêreng di heman demê de” hatiye lidarxistin”. (5)

Cih bi tekûzî nehatiye zelalkirin. Ev tê wê wateyê ku:

Pêkarên ewlekarî yên asê û di nava veşartîyeke tekûz de kongre ku li ser daxwaza rêberê wê pêk hatiye, hat lidarxistin. Ew jî ji ber bombebarana bênavber a tirkan li ser herêmên şervanan (Gerîla). Çi ku Tirkiya tevaya teknîka leşkerî ya pêşketî ji bo armancgirtina fermandar û şervanên partîyê, bi kar tîne. Ev yek ravedana asta tevdîrê ya pêşketî ku di encama serborîyeke dirêj a pevçûnê bi dewleta tirk re, dike.

Têkildarên bingehîn di daxuyanîyê de kî ne?

  1. Rêber Ebdullah Ocalan: Di daxuyanîyê de, bi tevî ku ji berîya 26 salan ve hatiye girtin, wke kesayeteke karîzma û rêberekî dîrokî tê derdixe pêş. Her wiha weke tewereya navendî ya birêvebirina pêvajoyê berz dibe “Rêvebirin û bicihanîna pêvajoyê ji alîyê Rêber Ocalan ve”. (6)

Her wiha weke rêberekî stratejîk û “çavdêrê qonaxa nû” tê dîtin. Ev yek xûyeke bawermendî ya sivik dide daxuyanîyê, lê belê hevgirtî ye û girêdana candar a di navbera ramanê û çavkanîyê de, diparêze. Li vir tê têgihiştin ku daxuyanî tekez dike ku dê veguhastin bi serpereştîya Rêber Ocalan, ne bi rêya navendên leşkerî yên klasîk pêk were. Ev tê wateya pabendîyeke asê ya bi perspektîfên Ocalan (Disiplîn, derbirîna pratîkî û bawerîya mezin a di navbera sazkarê partîyê û fermandasr û şervanên wê de. Êdî ev encam, weke nameyeke kûr tê dîtin).

  1. Partîya Karkerên Kurdistanê: Weke statuyeke rêxistinî ya çekdar, piştî 47 salên xebatên têkoşerî yên befireh û pirreng, xwe fesix dike û ber bi qonaxeke nû ya têkoşîna demokratîk ve, vediguhere. Bi tevî ku hûrgilîyên vê yekê di daxuyanîyê de nehatine zelalkirin. Di daxuyanîyê de wiha hatiye diyarkirin: “Kongreyê biryar da ku binyadsazîya rêxistinî ya partîyê fesix bike û rêbaza têkoşîna çekdarî bi dawî bike”. (7)
  2. Gelê kurd: Berpirsiyarîya rahiştina ala pêvajoya bê ya piştî xwefesixkirina partîyê, bi xwerêxistinkirina çalak û avakirina civaka demokrat weke bicihanîneke pratîkî ya manîfestoya “Aştî û civaka demokrat” ku di 27ê sibata 2025an de hat xwendin, dide dest wî: “Têkoşîna partîyê siyasetên mandelekirin û qirkirinê yên li dijî gelê me têk birin û doza kurdî gihand xala çareserîya bi rêya siyaseta demokrat. Bi vê yekê partîyê erka xwe ya dîrokî bi cih anî”. (8)

Li gor daxuyanîyê; êdî gel nema wergirê perspektîfan e, lê belê xwedîyê ramanê ye û jê tê xwestin ku şiyanên xwe yên di qadên çand, ziman, rêxistina aborî, parastin û siyasetê de çalak bike.

  1. Jin û ciwan û rehenda parastinê: Xwînerê pirtûkên Ebdullah Ocalan û yên ku di nava raman û paradîgmaya wî de kûr bûne, dizanin ku ew bi awayekî bingehîn xwe dispêrin şiyanên temirandî û xwebûyînên çalak ên jin û ciwanan. Her wiha boçûnên wan, di nava nêrîneke rizgarî ya civakî ku weke motika cewherî ya siberoja projeya ji alîyê Ocalan ve pêşniyarkirî, tê dîtin, dê di qonaxa nû de xwedî roleke tewereyî bin. Di daxuyanîyê de wiha hatiye: “Divê gelê me, bi pêşengtîya jin û ciwanan, rêxistinên xwe di hemû biwarên jiyanê de ava bike û li ser bingeha xwebesîya bi ziman, nasname û çanda xwe bi rêxistin bike. Her wiha divê bikare li dijî hemû êrîşan xwe biparêze û bi rihê seferberîyê civaka demokrat a komînal ava bike”. (9)
  2. Partîyên siyasî yên kurdî û tirkî, tevgerên çepgir û alîyên navneteweyî: Daxuyanî bang li partîyên siyasî yên kurdî û tirkî, tevgerên çepgir û alîyên navnetweyî dike ku berpirsiyarîyên xwe der barê pêvajoya aştîyê de, ragirin. Li gor wê di daxuyanî de wiha diyar dike: “Bi vê bingehê; em bawer in ku dê partîyên siyasî yên kurdî, rêxistinên demokratîxwaz û xwedîyên derbirînê, dê berpirsiyarîyên xwe yên ji bo pêşxistina demokrasîya kurdî û pêkanîna Neteweya Demokrat a kurdî, bi cih bînin”. (10)

Ev hemû xalên ku hatin zimên tekez dikin ku erkeke mezin di qonaxa bê de heye ku di hemû alîyan de tê xwestin. Ew jî bi rêya avakirina enî û çarçoveyên ramanî, siyasî û civakî û xebitîna bi hev re di qonaxa bê de, an ku bi rihê armancan û berjewendîyên civakî yên hevbeş ku daxuyanî doza wan dike.

Rêgezên Bîrdozî yên Daxuyanîyê:

Daxuyanî vegoherîneke cewherî ji nerîna bîrdozî û ramyarî ya partîyê diteyisîne, ew jî ji Hevbşîtîya (Sozyalîzm) Rastbînî (pêkhatî) ber bi Hevbeşîtîya Civaka Demokratî ya ku cewherê dîtaneya Nûjenîya Demokrat dinimîne, jixwe ew jî Nûjenîya Neteweya Demokrat a ku Ocelan di bergeya xwe ya pêncan de diyar kiriye, dinimîne, ew jî bi tekezîya li ser ku Hevbeşîya Rastbînî (bi şêweya partîtîya navendî û bawerîyeke şoreşger a kilasîkî ya ku dihewîne); li Yekîtîya Sovêtê xwe kuşt, wek ku rêberê şoreşa Kûbî di dema hilweşîna Yekîtîya Sovêtê anî zimên ku ew nema bi kêr tê û li gelek welatan pêkanîna wê têk çû, êdî daxuyanîyê wilo got:

ʺPartî di despêka damezrandina xwe de, bi Hevbeşîtîya Rastbînî, bandor bû ku rêgeza mafê gelan a diyarkirina çarenûsa xwe bijart û xebateke rewa û dadwer li ser stratîcîya xebata çekdarî, pêk anî, jixwe partî di reşên pilanên qirkirin, komkujî û qirkirina çandî hat damezrandinʺ.ʺ11ʺ

Êdî li beramberî vê xebata kurdan û PKK, dewleta Tirk ev bersiv dan: Valakirin û şewtandina hezarên gundan, kuştina hezaran bi rêbaza kujerê nenas, girtin û derbiderkirina milyonên kurdan û bi dehhezaran hatin işkincekirin û avêtin zindanan.

Partî gihaşte wê bawerîyê ku pêwîst e wek pêdivîyeke dîrokî û rastîyeke nakok, li gor qonaxê pêşve biçe ku berdêl jî NimûneyaʺCivaka Demokratî, Jîngehî û ji zayenperestîyê azad eʺ. (12)

Li Dewleta Netyeweperest Rexnekirin:
Di daxuyanîyê de tê diyarkirin ku koka arîşe û pirsgirêkan ji navendîya neteweyî tên ku ji peymana Lozanê û destûra 1924 çêbû, êdî divê bi avakirina Civaka Demkratî were derbaskirin, jixwe daxuyanîyê wilo got:

ʺRêber Ocelan, xwe spart dema berî peymana Lozanê û destûra 1924 ên ku bûn sedema pirsgirêka têkilîyên Kurdî-Tirkî ku bawerîya welatê hevbeş bijartʺ. (13)

Neteweya Demokratî:

Daxuyanîyê ʺNeteweya Demokratîʺ wek berdêleke bîrdozî ji rikberîyên nasname û dewleta navendî re pêşkêş dike, ew jî bi rêya çarçûveyeke cikbûyîneke bevbeş (jixwe ev dîtane bêtirî bîst salan hat pêşkêşkirin), jixwe daxuyanîyê amaje kir ku:

ʺGelên me yên jar û kedkar, hemû tîreyên olî, jin û ciwan, karker û çotkar û hemû beşên ku ji hêla desthilatê ve hatine dûrxistin, dê mafên xwe bi pêngava aştîyê û avakirina Civaka Demokratî de biparêzin, her wiha dê jiyaneke hevbeş di jîngeheke demokratî û dadmend de; pêş ve bixinʺ. (14)

Rêgezên Ramyarî yên Daxuyanîyê:

Jevketina Partîyê:

Biryara jevketina avanîya rêxistinî ya PKK, du xalan diteyîsîne:

  • Ragihandina bidawîkirina qonaxa ʺşerê demdirjʺ wek stratîcî û hiştina rêgez û rehenda Parastina Rewa.
  • Hewildaneke wêrek e ji partîyê ku di qada Tirkî-Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de, wek bandorkereke ramyarî, civakî û neleşkerî; xwe ji nû ve bi cih bike, ew jî tevî xwebicihkirina li gor taybetîya gerdûnî ya Xweparastin û Parastina Rewa.

Êdî daxuyanî ji veguherîna ber bi xebata ramyarî ya demokratî, nîşaneyeke pir giring e, ev jî têgihiştineke nû ya partîyê diteyîsîne ku şer nema dikare çareserîyê bîne, êdî dem hat ku ramyarî di warê Civaka Demokratî de were avakirin û ji nû ve têkilîyên kurdî-Tirkî werin sazkirin.

Di daxuyanîyê de tê pêşniyarkirin ku li nimûneya ʺwelatê hevbeşʺ û hemwelatîya wekhev di çarçûveya komareke demokrat de, were vegerandin.

Rêgezên Îdyolocî yên Daxuyanîyê:

Ew jî di sê xalan de diyar dibe:

  • Daxuyanî kesayeta Rêber Ocelan wek navenda rewanî û dîrok pêşkêş dike ku li ser rola wî her dem tekez dike, êdî daxuyanî bi aweyeke nêzîdîyolocî tê diyarkirin (jixwe ev yek jî PKK ji tevgerên din ên îdyolocî cûda dike).
  • Daxuyanî amaje dike ku wateya pakrewanîyê ya partîyê, asta herî pabendîyê ye, ew jî bi amaje bi pakrewanên mzin (Elî Heyder Kaytan û Rida Altûn), ev jî li ser berdewamîya nîşaneya canfîdayî û qurbanîyê ta di veguhestina ber bi aştîyê ve, tekez dike, ev jî nameyek bû ku giha gelekan.
  • xwerêxistina wek partî bi ʺRêxistina Civakîʺ tê guhertin, anku îdyolocî bi giştî nehate hilanîn (wek ku hinkan xwest belav bikin), lê ji nû ne hate amojkirin.

Xaftina Ramyarî ya Daxuyanîyê:

Di daxuyanîyê de zimanekî hêmayî (simbolî) û xurt hate bikaranîn, ew jî bi rêya danîna têgeh û wateyên wek: ʺAzadî, Civaka Demokratî, Rêbertî, Pakrewanî, Alîgirî û Neteweya Demokratî ʺ(15), ev hemû jî têgehên ku hestan gur dikin û ji nû ve nasnameya xebatî saz dike.

Her wiha daxuyanîyê, pala xwe da dîrok wek nîşaneya rewatîyê, ew jî bi rêya pêşkêşkirina dîroka partî û xebata kurdî wek lêvegereke rewa ji hemû veguherînan re.

Êdî tevî veguherîna aştyane jî, lê di axaftinê de, peyvên wek (dewlet-netewe, pilanên mandelkirinê û komploya navneteweyî), hebûn.(16)

Ev yek jî mehnedana giringîya hayjixwebûn û xwerêxistinkirinê ji bo derbaskirina pilanên ku veguherîna xebatê ya nû, armanc digirin, dide.

Rastbînîya Ramyarîyê ya Daxuyanîyê:

Li gor ku daxuyanîyê diyar kiriye, biryara destpêkirina nû, xwendineke stratîcî ya rastbînî û vacî ya hevbazî û rikberîya dijwar a piroje û rojevên cihreng û cûda yên hêzên mezin û serdest li cîhan bi giştî û li Rojhilata Navîn bi taybet, diteyisîne, ev jî tê wê wateya giringîya peydabûna hevsengîya hin hêzên nû; piştî hemû pêşekên ku berî û piştî şerê tevgera Hemas, Hizbûlah û Hûsîyan bi Israîlê re û astenkirina asê ya di rêya çareserkirina doza kurdî de.

Ev yek wek karîger hiştin ku serkêşîya partîyê li kokê vegerin, êdî pêşî bi Manîfstoya Ocelan dest pê kir ku di 27. 2. 2025 hate xwendin, êdî tevî ku hinkan ew dîtin wek rêyekê tektîkî ji bo ji nû ve belavkirina ramyarî an jî dergeheke ya şêweyeke hevdîtinê ya neyekser jî; lê hineke din tê de ʺrastbînîya şoreşgerîʺ bixwe dîtin, jixwe daxuyanîyê amaje pê kir ku tenê bi xebata leşkerî nema tê domandin û aşîtî merceke ji bo mabûn û domandina ramanê ye.

Li gor dahûrandina me ji hûrgilîyên daxuyanîya partîyê kir, em  encamdigirin ku:

  • Partî dê bimîne lê bi navine nû?
  • Tevî jevketina partîyê, lê daxuyanî jevketina ʺtevgerêʺ naniye zimên, lê bi rêya civakê, dê ji nû ve wê saz bike.

Wate û Bandorên Daxuyanîyê

Em dikarin wek bidawîkirina qonaxekê û vekirina rûpeleke nû ji qonaxa ʺpartî – şerʺ ber bi ʺcivakbûyîn – siyayeta demokratî, derbaskirina tekoşîna leşkerî wek rêbazeke navendî ya pêkanîna armancan, sazkirina veguherîneke bîrdozî-ramyarî û li gor nakokîya pêşveçûna dîrokî meşandin ku bi rêya wê lêgerîna li çareyeke damend û giştgir ji doza kurdî û hemû pirsgirêkên bêçare yên herêmê û cîhanê; vê daxuyanîyê bigirin dest.

Daxuyanî wek pêkanîna erkeke dîrokî û veguhestina ber bi yek din ve; tê pêşkêşkirin, her wiha daxuyanî di vê demê de wek hewildaneke dariştina vegotina serketinê ne têkçûnê; tê hesibandin, ew jî ji bo derketina ji warê leşkerî ber bi xebateke nû ya kûrtir û berfirehtir û sazkirina çarçûveyeke rewa ya nû ya kurdî ku di hundirê Tirkîyayê de bi bandoe be (yekbûna bi dewletê re), ew jî bikaranîna axaftina ʺwelatê hevbeşʺ ku di qonaxên bê de zemînekê ji awayên nû yên hevdîtina ramyarî were amadekirin, ew jî bi armanca gihiştina çareyên aştyane û domdar.

Êdî di dawîyê de, em jibîr nekin ku rengê navneteweyî li ser rêya nû hate dan, ew jî bi rêya bangkirina li hêzên navneteweyî û çepgira cîhanî ku tevlî nimûneya ʺNûjenîya Demokratîʺ bibin û ji beşdarbûneke leşkerî ya eşkere ber bi xebateke ramyarî-civakî ya belav û nenavendî bibin.

Anku daxuyanî ji nû ve koka cewherê xebatê pênase dike.

Êdî awaya rêxistinî ya partîyê hate jev xistin, lê bêyî jevketina tevgerê an jî dev ji ramane sereke were berdan, lê awaya lêşkerî bi wateya ʺRêxistina Civakîʺ  hate guhertin, ew jî bi awayekî ku bawerî nehat tune kirin, lê ji bo rajeya pirojeya Neteweya Demokratî bike, ji nû ve tê amojgarîkirin.

Jixwe ev wate li partîyê nanere wek amûrekê ji bo pêkanîna pilanên navendî, lê belê wî wek kesayeteke bibandor digire dest ku dikare civakeke azad, cihreng, xewbesbûn û bi awayeke komî parastina hebûna xwe dike.

Bandorên Daxuyanîya Dawî ya Kongireya Diwazdem a PKK:

Daxuyanîya dawî ya kongireya diwazdem a PKK a gulana 2025, di dîroka tevfera kurdî ya nûjen de; xaleke veguhertinê ya stratîcî ye ku partî jevketina xwe û devjiçekberdanê ragihand, ew jî wek bersivdayîna banga rêberê wî Ebdela Ocelan (wek ku derbasbû), êdî ev veguherîn, veguhestina ji tekoşîna leşkerî ber bi xebata ramyarî û civakî diteyîsîne ku bandorê li hemû qadan (kurdî, herêmî û navneteweyî) dike.

Berdekên Gel:

Helewestên gel ji ragihandina dîrokî cûda bûn, êdî tevî ku gelek ji alîgirên partî yên kilasîk, hestên xemgînî û matbûnê diyar kirin, lê beşeke mezin ji ciwan û jinan ev veguherîn têgihiştin û piştgir kirin, tevî wilo jî tê naskirin ku ʺpartî dev jî xebatê bernedaye lê ji nû ve pênase dikeʺ.

Biryarê tê dîtin wek gaveke bi berpirs e ku zanîneke bi hevsengîya hêzan û rawestandina wêrankirinê ye, ew jî tevî tirsa ku piroje; karîgera bergirîyê ya ku partîyê ew di dîrokê de dinimand, ji dest bide.

Bandorên Biryarên Kongireya Partîyê Li  Ser Qadên Têkildar

  • Hundirê Tirkî – Kurdistanê û hêzên kurdî yên din
  • Derfeteke ya partiyên kurdî yên ramyarî: Jevketina partîyê derfetê dide partîyê kurdî yên ramyarî û rêxistinên civaka sivîl li Tirkîyayê wek partîya ʺDEM Partîʺ ku şêweyê xwe yê ramyarî-sivîlî destnîşan bike û ramana girêdana bi PKK re ji holê rabe, her wiha defta bicihkirina ramyarî, berfirehkirina bingeha xwe ya gelerî ber bi cemawereke kurdî-tirkî li dij şer û piştgirîya rêxistinên ku banga aştîyê dikin; bi dest dixe.
  • Berdeka hêlîna kilasîk: Bersivdayîna vê beşê tevlihe e, ew jî ji ber ku li ser axaftinên tekoşîna çekdarî, bi partî ve wek perçeyeke ji laş ve girêdayî ne û pîrozûna pakrewanan, rabûye.

Êdî dibe ku hin ji wan bibînin ku dev ji partî berdin, tê wateya ku dev ji wateya xebatê berdin, lê dibe ku veguherînê wek pêwîstîyeke dîrokî ji ber rastbînîya herêmî ya niha, bibînin.

  • Nifşê Ciwan û Teknolocya: Hat dîtin ku piranîyê ciwanên kurd ên li bajarên Tirkî, biryarên kongireyê pejirandin, ew jî yên ku xebata sivîlî û demokratî ji karê leşkerî bêtir dixwazin, bi taybet piştî salên stemkarîya li ser kurdan, êdî dibe ku bibînin daxuyanî wek gaveke ber bi ramyarî û hemwelatîyê de be ku derfetekê dide wan ku bêtir tevlî xebata giştî bibion bêyî ku navê ʺgirêdana bi partîya qedexeʺ li wan were kirin.
  • Bihêzkirina Behaneyên Ramyarî: Her dem dewleta Tirk, sûcê girêdana DEM Partî bi PKK re, wek bihaneyekê ji bo stemkarîyê bi kar tanî, êdî ev daxuyanî belgeyeke ramyarî ye ku derfetê dide van partîyan ku ji nû ve gotûbêjê li ser çarekirina doza kurdî bixwazin, ew jî bi bihaneya ku ʺgef nemaʺ.
  • Nakokîyên Di Hundirê Partîyên Kurdî De: Partîyên kurdî yên sivîl, wê nakokîyên bîrdozî û stratîcî ji bo ku helwesta xwe ji ramana Ocelanî bi rengê xwe yê nû, rû bi rû bimîne, jixwe dibe ku rikberîyeke veşartî di navbera alîyên pir ʺrasbînya ramyarîʺ û alîyên ʺOcelanîya pabendʺ bi awayeke rêjeyî derkeve.
  • Berdeka Dewleta Tirk: Dibe ku Tirkî daxuyanîyê wek ʺragihandina têkçûnêʺ şerove bike ku desthilat wê bi kar bîne ji bo ku bêyî tu berdêleke ramyarî bide, hin jidestdayan bixwaze, ev jî zanebûneke ji hêla serkêşên kurdî ve tê xwestin, ew jî ji bo ku daxuyanîyê bike fişareke ramyarî li ser derve.
  • Bandora li ser Herêma Kurdistana Iraqê:

Li Kurdistana Iraqê, pêşwazîya dauyanîyê cûda bû:

Alîgirên ramanên dibistana Ocelanîyê, dibînin ku daxuyanî berdewamîya pirojeya civakbûyîna li dij bîrokrasî û êlîperestîyê ye, ji hêleke din ve, hin alîgirên PDK daxuyanîyê wek nîşaneya ʺtêkçûnaʺ pirojeya partî dibînin, lê axaftinên erênî yên serkêşên Herêmê, ev nerîn sivik kirin.

  • Bandora li Koçbergeh û Belawelageha Kurdî:

Li Ewrûpayê, berbijêrkên kurdî û navneteweyî yên ku bi ramana ʺNeteweya Demokratîʺ bawerin, bi daxuyanîyê kêfxweş bûn ku ew wek veguherîneke têghiştî ji ʺdema çekêʺ ber bi ʺdema ramanêʺ dîtin, her wiha daxuyanîyê bêrîkirin li ba koçberên kevin ên bi partîyê girêdayî çêkir ku dibe niha dikaribin vegerin welêt û bê astengî çalakîyên xwe yên ramyarî û civakî bikin.

  • Bandora Li ser Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûrîyê:

Nimûneya Rêveberîya Xweser a Demokratî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, nimoneyeke giring a pêkhatî li ser veguherîna PKK ji tekoşîna çekdarî ber bi avakirina civakbûyênê, bi taybet piştî ku Rêberê partî Manîfistoya Nûjenîya Demokratî bi 5 bergeyan (2009 – 2010); wek berdlekî ji netew-dewletê re, dinimîne, êdî bi destpêkirina ʺŞoreşa Rojavaʺ di 2012 de, vê Rêberîyê ramanên Ocelan bigeh girtin, wek:

  • Rêveberîya Xweser a Demokratî, êdî paşê ramana tevlîbûna bi dewleta Sûrî re, hate pêşkêşkirin.
  • Azadîya jinê wek bingeha veguherîna civakî, jixwe mafên wê di Peymana Civakî de hate nivsîn.
  • Aborîya civakî ya ku xwe dispêre kompiratîfan.
  • Xweparastin – Ev pirojeye rêxistineke civakî ne keşkerî ye.

Jixwe wê daxuyanî rewabûna nimûneya civakî ya ku li ser ramanên Ocelan avane xurt bike û wê tewanbarîyên girêdana bi PKK re yên ji hêla fişarê dewleta Tirk ve kêm bike, êdî daxuyanî dixwaze hêzan di awayên sivîlî de wek encûmen û komînan kom bike, ev jî wê nimûneya demokratîyê xurt bike û awanîya rêxistinan nû bike.

Bê guman daxuyanîya dawî ya kongireya dozdem a PKK, di rêya tevgera kurdî de, veguherîneke dîrokî ye, ew jî tevî banorên di gelek astan de li ser qadên xwecihî, herêmî û navneteweyî, êdî tevî parastina cewherê ramanî ya xebata kurdî û tevî astengîyan, ew derfetên nû li ber xebata ramyarî û civakî veke.

 Li gor Dirûvên Rûyên Fermandarên Partîyê, rûxserên Demeke Dîrokî tê xuyakirin

Li gor wêne û vîdyoyên ku li ser navgînên peywendîya civakî, malper, kenal û telvzyonên xwecehî û cîhanî tên belavkirin piştî ku PKK bidawîkirina tekoşîna çekdarî di kongreyê xwe yê dozdem de ragihand, li ser rûyên fermandarên navdar wek Cemîl Bayiq,  Murad Qereyilan, Duran Kalkan, Sebrî Ok û fermandarê jin, derûvên tevlihev ji xemgînî, rijdî, hizirîn, aramî û hêvî, dihatin xuyakirin.

Li gor zanebûna min, bawer im ku ev dirûv di heman demê de, bîrbûneke bi giranbûna biryara simbolî û xebatî û şikestineke simbolî li ser çekê ne li ser xebatê, dinimîne.

 Êdî bêdengîya ku li ser dirûvên wan xuya dike, dibe ku weke nîşaneyeke pîrozbûna vê gêlîyê were xwendin, her wiha giranîya veguhestina ji ʺencama çekêʺ ber bi ʺbandor û rola raman û rêxistina civakîʺ dihewîne, ew jî ji bo çarekirina doza kurdî û dozên demokratîyê li Rojhilata Navîn û cîhanê.

Cemîl Bayik, Hervserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK):

Bi dirûvên jidil û pojinîn xuya bû ku xwesteka wî ya parastina pêmaya partîyê di vê qonqxq nabvberî de; dinimîne, jixwe wî di axaftina xwe de bi hemû tiştên ku Ocelan ji pêşeroja gelan re daniye û meşa li ser rêya wî; pabendî xwe nû kir.

Murad Qereyîlan, Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG):

Li ser dirûvên xemgînî û pojinîn xuya bûn, ew jî ji ber dîroka wî ya xebata demdirêj wek fermandarekî leşkerî ku kesayeta wî bibandor li ser Girêlayan heye, êdî dema axaftin li ser pêşxerîya Ocelan û çareserîya ramyarî û aştiyane û li gor rewşa heyî meşandin, dirûvên wî hêvînîşan dikirin.

Duran Kalkan, Endamê Encûmena Serokatîya KCK:

Dirûvên rûyê wî nîşana tengezarî û bendewarîyê li ser pêjeroja ramyarî û rêxistinî ya partîyê; dida, lê paşê pêbendîya xwe bi tiştê ku Rêberê wî danîye da (wek ramngerekî îdolocî yê partîyê ye û ji bandorkerên li ser tevgerên çepgira Tirkîyê bi hemû beşên xwe yên ramanî û îdîyolocî ye).

Sebrî Ok, Endamê Encûmena Serokatîya KCK:

Dirûvên wî bendewarî, jidilî û tekezîya li ser rêveberkirina veguhertina nû; nîşan didan, jixwe ew bi rêkarî xwe ya pabend û nasîna wî bi hemû hûrgilî û razên hevdîtinê yên di dîroka partîyê de bi dewleta Tirk re; navdar e.

Fremandarên Jin:

Her kesê ku wêne û vîdyo dîtin û bala wan kişya dirûvên wan, dîtin çawa rûyên wan, hem xemgînî li ser bidawîbûna xebata wa ya tekoşîna leşkerî û hem jî hêvîya qonaxeke xebatê ya nû ku xwe dispêre ramyarî û rêxistina civakî; nîşan didan.

Bandorên Erênî û Nerênî yên Biryarên Kongireyê ya Veguherîna ji Çekê Ber Bi Ramyarîyê ve:

Biryara kongireya dozdem a PKK ya ku biryar bi dawîkirina tekoşîna çekdarî û jevketina partîyê da, veguherîneke bîrdozî û stratîcî ya giring dinimîne ku wateyên wî sînorên rêxistinî ber bi warên civakî û herêmî yên kûr derbas dike, ji ber ku ew ne tenê şêweyeke xebatê tune dike, lê belê ew nakokîyeke berfireh li ser dibetîyên xebatên ramyarî yên kurdî, sînorên gengaz di rewşa bingeheke herêmî ya asteng de û rikberîyên kûr li ser nasname û desthilatê, dest pê dike.

Yekem- Erênî û derfetên vebûna bi ser alîyên din de û veguhertina avaker:

  1. veguhestina ber bi stratejîyeke bêtir  nerm û şaristanî ve:

Rawestandina têkoşîna çekdarî ji bo pêkanîna armancan derfeteke fereh dide tevgerê ku projeya xwe ji nû ve û li gor alavine durist darêje da ku rê li ber hevbeşîyeke berferehtir veke; çi bi hêzên siyasî yên kurdî yên din re çi bi tevgerên çepgir, demokratîk, jin û jîngeha Tirkîya ya hundir û derve re be.

Êdî têkoşîn ne tenê girêdayî tifingê ye lê belê êdî girêdayî hevpeymanan, bendora sivîlane û avakirina nimûneyên civakî ye ku projeya ramanî ya tevgerê dinimînin.

  1. Vekirina kenalên danûstandinê yên nû bi alîyên bikêr ên herêmî û navdewletî re:

Bi vê biryarê li şûna ku partî weke “gefeke ewlekarîyê“ were dîtin, dibe alîyekî siyasî yê bikêr ku êdî bi awayekî diplomatîk danûstandin pê re dibe (ev yek piştî derketina daxuyanîya dawî ya partîyê hat xuyakirin).

Ev guhertin dê rê li pêşberî ji nû ve destpêkirina diyalogan û veguhestina ber bi danûstandinê bi dewleta Tirkîyayê re veke. Ev yek dê ne li gor hêza leşkerî lê belê li gor rewatîya gelêrî û nerîna ramanî dê dest pê bike. Dibe ku ev yek hin hêzên navdewletî (bi taybet welatên rojavayî) han bide ku nêzîkatîya wan bi doza kurdî re li gor guhertinên siyasetên navdewletî baştir bibe.

  1. Başkirina wêneyê partîyê ji alîyê navdewletî ve:

Her tim navê “terorê“ mîna kelemekê li pêşberî başkirina têkilîyên partîyê bi civaka navdewletî re bû. Dema partî têkoşîna ramanî-siyasî-civakî li xwe bigire, ew xwe dixe cihekî exlaqî û zagonî yên nû de ku bi nirxên maf, azadî û aştîyê re bigunce. Dibe ku bi rêya vê yekê hin bend li ser werin rakirin û piştgirîya madî û siyasî ji hêla sazîyên navdewletî ve ji bo wê werin zêdekirin.

  1. Ew dê bibe nimûne ji bo tevgerên azadîyê yên cîhanî:

Dibe ku ev biryar bibe nimûne ji bo şoreş û partîyên li Amerîkaya latînî, Asiya û Aferîkayê yên ku gihaştine rewşeke aloz mîna ya partîyê û nikarîbûn hêza çekdar bixin birêveberîyeke dadmend. Rewşa kurdî îro danasîna têkoşînê ji nû ve pênase dike ku ew ne şer û nakokiyek li ser desthilatê ye lê belê ew avakera civakê û azadkirina wê ji hundir ve ye. Ev yek mîna şêweyekî nû yê “yûtûbîya ocelanî“ ye.

  1. Xurtkirina amadebûna xwecihî û civakî:

Bi dûrketina wê ji alîyê leşkerî, partî dê bêtir karibe di nav civakê de kar bike, sazîyên fêrkirin, jin, çandî û jîngehî ava bike û nimûneya rêveberîya xweser a demokratîk weke alaveke avakirina aştîyê ji binî ve xurt bike. Ev yek hedarîyê li herêmên kurdî xurt dike û siyastê bi pêdivîyên milet ên rojane ve girê dide.

Duyem- neyînî û rûbirûyên rewşa niha û metirsîyên jirêderketinê:

  1. Nakokîya ramanî û hişmedî di hundirê partîyê de:

Em nikarin mandele bikin ku beşek ji bingeh û alîgirên partîyê (nemaze yên ku ezmûna çiya û çekan jiyan kirine) dê vê biryarê weke paşveçûn û tawîzê bibînin çimkî çûna ji çekan ber bi siyasetê ve ne tenê tê wateya guhertina tektîkê -weke ku tê nasîn- lê belê guhertina hişmendîyê bi giştî jî. Pêwîstîya vê yekê bi demeke dirêj û xebateke ramanî û rêxistinkirineke himbiz heye. Ev gav bi qasî gava guhertinê girîng e.

  1. Berdewamîya dijminatîyê ji hêla sîstemên herêmî:

Tevî şêweyê aştîyane yê daxuyanîyê lê dibe ku Tirkîya û hin dewletên derdorê weke fêlbazîyeke tektîkî li vê gavê binihêrin yan jî weke ji nû xwebirêxistinkirina leşerî bibînin bêyî ku nihteke rastîn a guhertinê hebe. Dibe ku ev yek jî çewsandinê li dijî herêmên kurdî zêde bike û tecrîda ku li ser birêz Ocelan hatîye sepandin zêdetir û kûrtir bike, nemaze ku gotara neteweperest a tirkî ya li dijî hemû şêweyê pirrengî û danpêdanê, hê berdewam e û gihaştîye qonaxa faşîstê.

  1. Metirsîya paşguhkirina siyasî û ragihadinî:

Dibe ku hin alî vê biryarê weke ragihandina binkeftin û têkçûneke nerim bibînin loma di encamê de daxwazên partîyê paşguh bikin û rola wê ya siyasî biçûk derxînin. Ji alîyekî din ve tunebûna karê çekdarî -weke alaveke fişarê- dibe ku karîna danûstandinê lawaz bike, nexasim ku rêxistineke gelêrî ya berfereh û fişareke sivîlî ji hundir û derve ve ya ku pişta wê bigire, tune be.

  1. Jihevxistina bingeha berevanîyê di demekê de ku berdêl tune ne:

Pêwîstîya çûna ber bi aştîyê ve bi garantoyan heye, lê di herêmê bi giştî de ev yek tune ye.

Eger partî xwe ji çiyayan vekişîne û bi awekî bêserûber hebûna xwe ya leşkerî kêm bike, dibe ku valahîyên ewlekarîyê çêbin û hêzên dijmin vê yekê bi kar bînin  û di encamê de tevlîhevî li herêmê vegere, nemaze ku komên tundrew û berjewendîyên herêmê hene (vekişîna şervanên partîyê ji herêmekê dibe ku valahîyekê pêk bîne ku alîyek ji alîyên ku aştîyên naxwazin, wê bi kar bînin. Jixwe ez bawer dikin ku partî ji vî alî ve ne xafil e û helbet berdêlên veşartî li ba wê hene).

Daxuyanîya gulana 2025 û pirsa ka em çi bikin?

Dahurandina naveroka vê daxuyanîyê ji alîyê sosyolojîk ve hejmarek alîyên wê hene ku mirov dikare bi rêya van tewereyên jêrîn behsa wan bike:

  1. Guhertineke gewherî di alavên têkoşînê de: Veugertina ji têkoşîna çekdar ber bi têkoşîna civakî-sivîlî ve li gel parastina avahîsazîya demokratîk a bingeha civakî, dê nasnameya têkoşîna kurdî dûrî bijarteya leşkerî ji nû ve saz bike.
  2. Bipêşketina ramana ocelanî: Êdî ramana ocelanî ne tenê girêdayî partîyê ye lê belê bûye çarçoveya lêveger a felsefeya azadîya civakî. Ev yek jî rewatîya nimûneya siyasî li herêmên mîna herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê xurt dike.
  3. Ji nû ve aktîvkirina diplomasîyê: Daxuyanî nîşaneyeke zelal a ji nû ve berdewamkirina diyalogê bi Tirkîyayê re dihewîne, lê ev yek girêdayî hebûna vîneke siyasî û navdewletî ya piştgir e lê di heman demê de tê tekezkirin ku rêya danûstandinê dê ne li ser hesabê destkeftîyên siyasî û çandî yên tevgerê be.
  4. Lêvegereke hundirîn a giştî: Daxuyanî bangê li hêzên kurdistanî li tevahî xaknîgarîya Kurdistanê dike (Tirkîya, Sûrîya, Iraq, Îran û li derveyî welat) ku tiştên xwe yên girîng ên stratejîk li gor guhertinên herêmî û navdewletî ji nû ve binirxînin.
  5. Ji nû ve danasîna hevgirtina navneteweyî: Daxuyanî nimûneya “neteweya demokratîk“ weke çarçoveyekê ku hemû tevgerên azadîyê yên cîhanî dihewîne, pêşkêş dike; di heman demê de li ser xalên hevbeş ên di navbera tevgerên jin, jîngeh û yên dijberî sermayedarîyê de tekez dike.

Dibistana ocelanî û rehendên guhertina stratejîk:

Bi rêya çar rehendên sereke bipêşketina ramana siyasî ya ocelanî di daxuyanîyê de dixuye:

  1. Civaka piştî dewletê: Li ser birêxistinkirina civakî ya xweser li şûna nimûneya dewleta neteweyî tê tekezkirin, li gel xurtkirina mekanîzmeyên demokrasîya hevbeş û aborîya sincî.
  2. Xwerizgarkirina ji baviksalarîyê weke sîstem: Rexnekirina baviksalarîyê weke dergehê jihevxistina hemû şêweyên desteserîyê tê hesibandin, li gel dîtina wekhevîya zayendî mîna pîvana sereke ya projeya azadîyê.
  3. Ji nû ve hilberandina rêxistinê li gor bingehên nû: Guhertina bingeha leşkerî ya pîramîd ber bi şêweyekî rêxistinî yê asoyî yê ku xwe dispêre meclisên xwecihî (komîn) û hevpeymanên sivîlane ve, li gel parastina hevgirtina ramanî.
  4. Hevgirtina cîhanî: Berferehkirina çarçoveya hevpeymanan da ku tevgerên civakî yên cîhanî bihewîne, li gel tekezkirina li ser têkoşîna kurdî weke beşekê ji şerekî berferehtir li dijî sîstemên ku ji alîyê darayî, jîngehî û zayendî ve desteser in.

Çarçoveya zagonî ya dîtina partîyê weke partîyeke terorîst:

Dabeşkirina PKKê weke rêxistineke terorîst xwe dispêre çalakîyên wê yên çekdar ên nîva dawîn a salên 80yî û despêka salên 90î yên sedsala borî. Ev yek ji ber gelek sedeman û di encama  fişarên tirkî de bû.

Lê belê Dadgeha Giştî ya Yekîtîya Ewropî di sala 2018an de biryar da ku dîtina PKKê di navbera salên 2014-2017 de weke rêxistineke terorîst, ne zagonî ye (18).

Xwejihevxistina partîyê û paşê rakirina navê wê ji nav lîsteya terorê dê bi roleke girîng û pêşwext a berdewamkirina tecrubeya Rêveberîya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de bilîze. Rêveberîya Xweser nimûneyeke pratîkî ya ramana neteweya demokratîk e. Bi rêya wê komîn û meclisên jinê û yên jîngehî li derveyî mentiqê dewleta neteweyî hatin avakirin û xwe dispêre xwebirêvebirina civakê. Dibe ku di encamê de derfeta danpêdana navdewletî bi vê tecrubeyê xurttir bibe û piştgirîya mirovî û siyasî hêsantir bibe û nimûneyên weke wê bêtir werin handan. Di encamê de ev yek dê alîkarîyê di derxistina partîyê ji nav lîsteya terorê de bike û ramanên ocelanî bi awayekî cîhanî belav bibin; ew jî bi van rêyên li jêr:

  1. Derixstina partîyê ji navê terorê yê ku lê hatîye barkirin (çimkî ji hêla hin dewletan ve ji ber sedemên siyasî û berjewendî ve nav lê hatîye kirin), dê bihêle hevpeymanên navdewletî yên berfereh pê re werin girêdan bêyî ku tu kelemên siyaî û zagonî hebin.
  2. Dê alîkarîyê di rewatîya rêxistinî de bike û derfetê bide çalakvanan ku di rêxistinên fermî û yên eşkere de kar bikin.
  3. Dê alîkarîya akademîk û çandî fereh bike û dê derfetê bide zanîngeh û navendên lêkolînê ji bo ku ramanên ocelanî bi azadî û cidîyet bixwînin.

Partî û tevgerên ku rêbazê ocelanî ji xwe re kirine rêbaz, dikarin piştî rakirina navê terorê li ser partîyê, bi rola xwe bi awayekî zelaltir bilîzin; ew jî bi rêya van gavan:

  1. Avakirina torên jîn û jîngehî û sazkirina hevpyemanên cîhanî yên netewe-derbas. Jixwe pêwîstîya wan bi ramanekê heye ku bi roleke şoreşgerane ya hilberîner bilîze.
  2. Pêwendî û piştgirîya tevgerên gelên resen û piştgirîya dozên niştecihên resen û çalakkirina wan li gor bingehine ramanî yên birêxistinkirî û pêşketî ku karibin li gor qonaxê bin da ku mafên xwe bi awayekî giştî bistînin.
  3. Karkirina bi civakên berdêl re (Ewropa û Amerîka) û xebitîna ji bo belavbûna nimûneya “konfedralîya demokratîk“ li şûna pergalên ku li hin dewletan hene.
  4. Xebitîna di biwarê diplomasîya sivîlî-civakî de; ew jî bi rêya beşdarîya di kongirên aştîyê û yên mafên mirovan û mafên jîngehê de.

Ev jî tê wê wateyê ku eger navê terorê li ser PKKê were rakirin dê ev yek gaveke girîng ji bo danpêdana bi guhertina wê be.

Tecrubeyên navdewletî tekez dikin ku tevgerên çekdar ên borî dikarin bi rêya guhertina ramanî û rêxistinî bibin hevkarên avakirina aştîya hundirîn û berferehbûna wê ber bi çarçoveya herêmî û navdewletî ve jî.

Astengî û aso di puxteya daxuyanîyê de:

Tevî şêweyê dîrokî yên daxuyanîyê lê pêwîstîya pêkanîna wê bi van xalên li jêr heye:

  1. Gerek e mekanîzmeyên parastina civakî werin avakirin da ku destkeftîyan ji binpêkirinên ewlekarî biparêzin.
  2. Bipêşxistina alavên siyasî yên ku dikarin bandorê li muadeleyên herêmî bikin.
  3. Dariştina gotareke pêwendîyê ku naveroka guhertina bingehên têkoşînê (gel) û nerîna giştî ya cîhanî, şîrove bike.

Ev guhertin  dê ne dawîya têkoşînê be lê belê ew veguhestina ber bi qonaxeke bêtir aloz ve ye ku şer ji meydana şer ber bi meydanên raman, siyaset û civakê ve dibin.

Xwendina analîzî û gewherî ya vê daxuyanîyê vê yekê nîşan dide:

Bêyî fêmkirina çarçoveya giştî ya nakokîyên herêmî û cîhanî yên diyar, mirov nikare biryara jihevxistina partîyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî fêm bike (jixwe ev taybetmendîyeke PKKê û serwerê wê yê dîrokî birêz Ocelan e). Bi rêya vê biryarê kelemên siyasî hatin rakirin, çareserî ji bo alozîya ramanî ya ku li ser asta herêmî û navdewletî tên jiyankirin, hatin dîtin û binkeftinek ji  zêdebûna faşîzma tirkî re hat dîtin ku ev faşîzm ji ber siyaseta olîgarşî (kêmîneya desthilatdar li Tirkîyê) encam daye. Her wiha ev biryara partîyê tê wateya fêmkirina encamên rola israîlî û amerîkî di babetên herêmê yên cûr bi cûr de û zêdebûna xeta nakokî û levkirina erebî-tirkî û zêdebûna fişara leşkerî bi ser PKKê de li herêmên hebûna wê li Başûrê Kurdistanê (Çiyayên Qindîlê) bêyî ku Tirkîya tu serkeftineke berbiçav li hember wê pêk bîne. Jixwe em nikarin babeta kêmkirina fişarê li Rêveberîya Xweser paşguh bikin, her wiha girîngîya çareserkirina doza kurdî di vê qonaxa girîng a temenê herêmê de.

Ev nakokî tev asta lehengîya avêtina vê gavê û kûrahîya wateya wê nîşan didin. Ev gav nîşan dide ku ew ne vekişîn e lê belê ji nû ve xwebirêxistinkirina stratejîk e ku bipêşketina ramanî li hember şer dide pêş.

Guhertina ji tifingê ber bi siyasetê ve şer bi dawî nake lê belê wî ji nû ve pênase dike, ew tê wateya jidayîkbûna wateyê ji xwezaya cîhanî, xwezayî û mirovî. Ev guhertin dê pêk neyê bêyî ku PKKê karibe peyvên daxuyanîyê û hevokên wê bike rastîyeke berbiçav, çandeke komî û sazîne ku dikarin destkeftîyên ramanî û civakî biparêzin.

Puxteyeke himbiz a lêkolînê:

Kongira 12mîn  a PKKê ne tenê ragihandina rawestîna şer bû lê belê ew qonaxa guhertina zanînî û stratejîk a di dîroka têkoşîna kurdistanî de bû.

Ew guhertinek ber bi avakirina civaka sincî û siyasî ve bû ku xwe dispêre demokrasîya civakî, wekhevî û dadmendîya jîngehî.

Lê biserkeftina vê projeyê xwe dispêre karînên xwexurtkirina di nav civakê de û peydabûna vîneke navdewletî ku ji dîlbûna hisabên ewlekarî rizgar bibe.

Wê hingê ev guhertin dê ne tenê biryareke partîtî be lê belê destpêka qonaxeke nû li Rojhilata Navîn be: Qonaxeke ku siyasetê ji nû ve pênase bike û mirov weke bikerekî sincî yê azad bibîne ne tenê mijareke desteserîyê be.

Daxuyanîya kongira 12mîn ne tenê ragihandina bidawîbûnê bû lê belê ew ragihandina vejîneke nû bû. Dibe ku pênaseya herî baş ji bo vê qonaxê ev be: “Derketina ji guleyê ber bi ramanê ve û ji şoreşa çekdarî ber bi ya civakî ve“.

Dibe ku ev rê ne hêsan be lê ya ku PKKê cuda dike, karîna wê ya guncavbûn û ji nû ve afirandina alavên têkoşînê  bi awayekî ku gewherê doza kurdî biparêze û wê ber bi asoyên rizgarî û azadîya neteweyî ve bibe.

Di kêliyeke cuda ya dîroka Rojhilata Navîn de Ebdela Ocelan ji tecrîda xwe ya dirêj daxuyanîyek di 27ê reşemîya 2025an de da. Ev daxuyanî di demekê de hat ku guhertina dîrokî ya PKKê di kongira wê ya dozdehemîn de hat ragihandin.

Hevdemîya her du daxuyanîyan ne nişkivîn bû lê belê ew encama girêdaneke fîzîkî di navbera tevger û ramanê  de û di navbera teorî û pratîkê de û di navbera tişta ku di zindanê de tê nivîsîn û tişta ku li ser çiyayan û di nav gund û civakan de tê nivîsîn bû.

Daxuyanîya Ocelan bi awayekî hat ku ji qewîtîyeke siyasî dûrtir be:

Vê daxuyanîyê rê li ber guhertineke kûr der barê sêwirandina têkoşîna kurdî de vekir. Wê mîna ku “manîfistoya piştî şer“ pêşkêş kir; ne tenê li ser asta tektîkê lê belê li ser asta bingeha zanînî û asoîyên şaristanî.

Êdî rêveberî ne tenê di çarçoveya standina biryara leşkerî yan siyasî de ye lê belê êdî ew bûye hemdema nerîna ji nû ve avakirina nirxan û sazkirina çanda civakî ya berdêl.

Bi vê wateyê ocelanî piştî reşemîya 2025 êdî ne tenê mejîyekî navendî di hundirê partîyê de ye lê belê ew bû dibistaneke bîrdozî ya vekirî ku xîtaba tevgerên civakî li Rojhilata Navîn û cîhanê dike û nimûneyekî azadîyê pêşkêş dike ku sînorên neteweyî, navdewletî û îdyolojîk ên girtî derbas dike.

Ramana ocelan îro ne bi hejmara baregehên leşkerî û pêkanîna wê ji operasyonên cuda re yan jî hejmara gundên rizgarkirî tê pîvandin lê belê bi qasîya karîna wê ya ji nû ve danasîna siyasetê weke hunereke avakirina jiyaneke hevbeş, ne tenê teknîkeke desthilat û desteserîyê tê pîvandin.

Li gor min tişta ku li benda vê dibistanê ye, ne hêsan e çimkî afirandina nimûneyeke nû ya civakî di bin sîwana şer, birçîkirin, tecrîd û armancgirtinê, ne peywireke hêsan e lê belê gelekî mezin e.

Lê belê rûbirûbûna rastîn ne tenê  di mayînê de ye lê belê di hilberîna “çanda jiyanê“ de ye (19) (weke ku Ocelan di pargîna xwe ya çarem de nav lê kirîye). Çanda karîna xweragirtinê ya ne bi tifingê lê belê ya bi wateyê, ya ne bi hêzê lê belê bi nirxan e.

Çûna ji birêvebirina tifingê ber bi birêvebirina nerînê, nayê wateya destberdana ji têkoşînê lê belê zêdekirin û kûrkirina asta wê bi rêya zêdekirina asta avakirina mirov, sazî, nimûne û pêşerojê.

Ev guhertina stratejîk a PKKê xaleke girîng û cihê di têkoşîna gelê kurd de ye, çimkî çûna ber bi karê siyasî û civakî ve dikare rewatîya partîyê li ser asta xwecihî û herêmî jî xurttir bike û asoyên sazkirina nimûneyeke kurdî-rojhilatanavînî ya demokratîk veke ku êdî li herêmê kurtir û berferehtir bibe.

Ragihandina bidawîbûna têkoşîna çekdarî ne  biryareke teknîkî û tektîkî tenê bû lê belê ew encama nerîneke ramanî ya kûr e ku xwe dispêre felsefeya  Ebdela Ocelan û ji çarçoveya xwecihî ber bi cîhanîyê ve û ber bi asoyên têkoşînê yên nû ev çû.

Ev felsefe dibîne ku avakirina civaka exlaqî-siyasî, rêbazekî rizgarîya ji tundîyê ye û dê herêmê ber bi sazkirina enîyeke demokratîk li Rojhilata Navîn ve bibe û dê kurdan weke pêşengên şoreşeke demokratîk a cîhanî li şûna şoreşên çekdar bi cih bike.

Rêya çûna ji şer ber bi aştîyê ve û ji karê çekdarî ber bi karê siyasî yên cîhanî ve gelek hêvîyan dihewîne lê di heman demê de gelek metirsî jî di wê rêyê de hene.

Hêvî di têgihiştina tevgerê û bipêşketina gotara wê û berferehbûna nerîna wê de ye lê tirs jî di serhişkîya dewletê û tunebûna vîna siyasî ya çeksazîyê de ye.

Lê tevî wê jî derfeta dîrokî îro pêkan e ku civakeke demokratîk li Tirkîya, Sûrîya, Iraq û Îranê ava bibe. Ew civak xwe bispêre têgihiştineke nû ku girêdanên teng derbas dike û neteweyê ji nû ve weke asîmanekî demokratîk û sivîlî yê pirreng pênase dike ku her kesê cihekî xwe di dewleta neteweyî ya nû de nedît, dihewîne

Serkeftina vê qonaxê ne tenê girêdayî çarenûsa gelê kurd an jî PKKê ye lê belê girêdayî çarenûsa herêmê bi giştî ye çimkî pêwîstîya herêmê bi ji nû ve xwenaskirinê heye; ew jî bi rêya têgehên demokratîk ên civakî, hevbeş û tekûzîya di navbera mirov û xwezayê de (weke ku nûjenîya demokratîk ew pêşkêş kirîye).

Îro cîhan li hemberî wan kesan vekirîye ku dikarin dilê xwe vekin (ya ku PKKê ji tevgerên şoreşgerane yên din cuda dike ev yek e) û babeta nasnameyan a teng derbas bikin. Lê kesên ku li ser mana di çarçoveyên neteweyî, çînî û olî de rijd in, ew ê di dîrokê de bi bin bikevin.

Biryara PKKê ya bidawîkirina têkoşîna çekdar kêlîyeke dîrokî ya pir mezin e ku li hember wê gelek rûbirûyên girêdayî ji nû ve hilberîna nasnameya têkoşînî û avakirina nirxine nû ku di wan de sembol weke parastin û çek nebin bijarteya yekem, dihewîne.

Pêwîstîya qonaxa bê bi têgihiştineke gelêrî ya kûr û vîneke rêxistinî heye ku karibe veguhestinê bi rê ve bibe bêyî ku armancên azadîyê ji dest bide.

Di encamê de peywira dibistana ocelanî ev e:

Ji ramanekê di serê rêveber û ramangerekî de ber bi çandekê di laşê civakê de were veguhestin û ji deqekê ku di girtîgehan de tê xwendin ber bi pêkanîna wê  li gund, bajar û kolanan ve were birin. “kîyotobîyaya ayniştanîya sedsala 21ê.

 

Jêder û çavkanîyên lêkolînê:

1-مانيفستو الحضارة الديمقراطية المجلد الخامس – عبد الله اوجلان – الطبعة الخامسة

2– مانيفستو الحضارة الديمقراطية المجلد الثالث – عبد الله اوجلان الطبعة الخامسة

  1. Daxuyanîya kongira  PKKê ya ku ji bo erebî hatîye wergerandin- ANFê (3-16).
  2. Wêne û vîdyoyên ku li ser kenal û malperên cûr bi cûr û yên nêzî partîyê hatine weşandin (17).
  3. Biryara Dadgeha Giştî ya Yekîtîya Ewropa ya ku di sala 2018 de hatîye standin, Yoronews-erebî (18).
  4. 6- 19مانيفستو الحضارة الديمقراطية -المجلد الرابع -عبد الله اوجلان -الطبعة الثالثة.

زر الذهاب إلى الأعلى