ANALÎZ

Rojavayê Kurdistan Di Hevkêşeyên Nû Ya Li Sûrîyayê De

Kurdyar DIRÊ`Î

 Ji 2011 ve di nava hevrakêşan û beramberîya hêzên navneteweyî û herêmî de, Sûrîya bibû qada jihevhesabxwestin û xwesepandinê. Bi sedan komên çekdar derketin ku di nava hêzên navneteweyî û herêmî de hatine parvekirin û li gor ecendeyên wan hêzan tev gerîyane, her wiha li Bakur û Rojhilatî Sûrîyayê jî hêzên, YPG,YPJ û HSDê bi armanca parastina gelê herêmê hatin avakirin, piştî komînên cîhadîst yên îslamî belavî herêmê bû û komkujî kirin, YPG,YPJ û HSDê li dijî van komên îslamî ketin tevgerê û roleke sereke leyîstin di  rêzgarkirina bakur û rojhilatî Sûriyê ji Terorê, di nava salan de karîbûn rêveberîyeke xweser bi tevlêbûna tevaya pêkhateyên herêmê ve ava bikin û bibin lîstikavnine sereke di hevkêşeya Sûrîya de. Rêveberîya Xweser, bi taybet ji alîyê Tirkîyayê ve, rastî êrîşên bê navber hatiye ku di bin navê çalakîyên (Mertala Feratê, Şaxê Zeytûnê, Kanîya aştîyê) de, ( Efrîn, Girêsipî, Serêkanîyê) dagîr kiriye, bi armanca jihevcûdakirina herêmên Kurdî û têkbirina Xweserîya Demokratî. Tirkîyaya di nava lihevkirinên bi Rûsîya, Emerîka, rêjîma Sûrîyayê û Îranê re, şerên cûda cûda bi Rêveberîya Xweser re kiriye. 8 berfanbara 2024, ji bo tevaya gelên Sûrîyayê, hêzên navneteweyî û herêmî û her wiha hêzên xwecihî, erdhejeke di kirîz û pirsgirêka Sûrîyayê de bû, hesabên hemî alîyan tev li hev kir, hin hêz têk çûn û hin jî bi ser ketin, lîstikvanine paşde ketin û lîstikvanine derketin pêş. Sûrîyaya ku piştî 8 berfanbara 2024 de wê were bi rêvebirin, dê pir cûda be ji Sûrîyaya berîya vê dîrokê, pir hevkêşe di herêmê de hatin guhertin û hevkêşeyên nû derhatine.

Hevkêşeyên Nû  Li Sûrîyayê:

Berîya hilweşîna Esed di 8 berfanbera 2024 de, lîstikvanên di qada Sûrîyayê de, di asta navneteweyî û herêmî de Sûrîya (artêşa Esed), Tirkîyaya, Îran, Rûsîya û Emerîka (hevpeymana navneteweyî) bûn, ji hêzên xwe cihî jî: (HSD), Artêşa Neteweyî, HTŞ û  ta asteke nizim jî Dayiş bûn. Heta berîya hilweşîna Rêjîma Sûrîyayê, Tirkîyayê doza hevdîtina bi Esed re dikir; anku di lihevkirina bi Esed re bêtir berjewendîyên xwe didît, lê pêşketinên ku di encamê de HTŞ dest danî ser Şamê û derhatina helwestine erênî û nedijber ji Ewrûpa, Emerîka, her wiha nehêrsbûna Îran û Rûsîya li ser van pêşketinan, wêrekî  da Tirkîyayê ku hilweşîna Rêjîma Sûrîyayê ji bo xwe wek dayîneke xwedayî  binirxîne. Rûsîya, Îran, hêzên girêdayî (Anîya Berxwedanê) hatin şikandin, hêvîya wê ku Emerîka di serdema Tiramp de hêza xwe ji Sûrîyayê vekişîne, pir mezin bû, hêzên ketine Şamê de jî HTŞ û komên ku bi navê Artêşa Niştimanî ve têne pênasekirin, rasterast girêdayî wê ne, lewra Tirkîyayê demildest Sûrîya wek qadeke hêzdarîya xwe dîtiye û basa dayîna peymanên leşkerî, aborî, ewlehî bi Şamê re kiriye, her wiha şêwazê pergal û têkilîya Şamê bi HSD re û dîyarkirina pêşeroja Sûrîyayê jî kiriye, ji xwe di van tevgerkirinan de Qeter jî hevbeşê wê ye. Ehmed Şeri ( Colanî) jî  baş zanîbû ku hatina wî li ser serdestîyê, di nava lihevkirineke navneteweyî û herêmî de bûye, çendîn xwe nêzîkî  Tirkîyayê û Qeter bibîne jî, lê  ne di wê şîyanê de ye ku karibe li gor daxwazên wan tev bigere, bêyî  ku Israîl, Ewrûpaa û Emerîka, Siûdiyê û Îmarat li ber çavan negire, lewra Ehmed Şeri him naxwaze bi Israîlê re têkeve nava nakokîyan de,  ji daxwazên Ewrûpaa û Emerîka xwe bide alî, Tirkîyayê ya herî nêzîk xwe vala derxîne û ne jî ji alîkarîya kendava Îranî (Erebî) bê par bimîne, di nava van alîyan de tevdigere, lê ne hêsan e an jî pir zor e ku  karibe du şebeşan di destekî de bigire. Li ser qada Sûrîyayê gelemşeya sîyasetan heye, piştî ketina Esed Sûrîyayê ketiye demeke veguhêz û pêşeroja wê hatiye dîyarkirin ku ew jî  girêdayî hevkêşeyên navneteweyî, herêmî û xwecihî ye.

Hevkêşeyên Herêmî û Navneteweyî:

Ketina rêjîma Esed, kaxetên Îran û Rûsîya tev li hev kirin, bi taybet Îran. Rûsîya wek ku gelek şîrovekarên sîyasî dîyar dikin, di doseya Sûrîyayê de hatiye xapandin, lê heger em dizanin ku Rûsîya ne ew dewleta biçûk e û xwedî pêmayeke Împeretorî û ezmûneke demdirêj ya sovyetê ye, wê nehêsan be ku em van texmîn û şîroveyan bipejirînin, lewra ya herî tê pejirandin ew e ku Rûsîya jî  di mijara ketina Esed de, ketiye nava bazaran û hebe di doseya Ukrayînyayê de, her wiha baregehên xwe yên li ser derîya Spî di Sûrîyayê de sûd girtibe, lê belê Îran hatiye şikandin, bi taybet piştî derbasbûna Israîl di hevkêşeya Sûrîyayê de û berîya wê jî şikandina Hizbulah û Hemas ku ew kevana Şîî ya Îranê hatiye xirakirin. Emerîka, Israîl û Tirkîyaya wek lîstikvanên sereke derketine pêş, di heman demê de jî Ewrûpa bi pêşengtîya Firensa û Elmanîya, destwerdana sîyasî û diplomasî di Sûrîyayê de zêde kirine û rewşa Bakur û Rojhilatî Sûrîyayê (Rojavayê Kuristan) û Nêzîkatîya Şeri ji doza kurdî re, wek pîvana pejirandina ferwerîya Şeri danîne, bi taybet Firensa ku tekezî li ser berdewamîya piştgirîya ji Rêveberîya Xweser û kurdên Rojavayê Kurdistanê re kiriye.

Jixwe Emerîka ji herêmê venekişîya wek texmîna Tirkîyayê û hevsengîya xwe bi HSD re berdewam kiriye û li ser Sûrîyayeke hevbeş ku hemî pêkhate beşdarî avakirina wê bibin kiriye, her wiha tekezî li ser Ewlehîya Israîlê û şerê li himber Dayîşê wek mercên pejirandina ferwerîya nû ya Şamê kiriye, rast e hewildanên sipartina çareserîyan di Sûrîyayê de ji bo Tirkîyaya, Siûdîiyê û Israîl hatine kirin, lê Emerîka di rewşên heyî de nikare dest ji herêmê berde, pir dose û kaxet di nava hevûdû de ne ku hevalbendên Emerîka jî di wan de li hev nakin, mînak; Tirkîyaya Sûrîyayeke navendî bê Rêveberîya Xweser û mafên pêkhateyan dixwaze, hwe wiha Sûrîyayê wek beşeke ji Tirkîyayê dibîne û sepandina hêzdarî û pirojeyên xwe li ser şamê hêvî dike, lê belê Israîla ku ne dijminahîya Tirkîyayê dixwaze û ne jî hebûna hêzdarîya wê di Sûrîyayê de dixwaze; li himber Tirkîyayê derdikeve û bêtir di alîyê diplomasî de Emerîka dixe tevgerê û ji bo lawazkirina hêzdarîya Tirkîyayê, Sûrîyayeke nenavendî, hebûna Xweserîya Demokratî û rola kurdan di Sûrîyayê de dipejirîne, her wiha şerê li himber Dayîşê berdewam e û HSD li ser zimanê nûnerê Tiramp, di Sûrîya de ji Kongirisê re Emerîkî pir giring e, Siûdiyê û kendava Îranî jî Sûrîyayeke wek xwe dixwazin, him navendî be û him jî ne dibin hêzdarîya Tirkîyayê de be ku nebe metirsî di milê sawkarîyê de li ser cîhana Erebî.

Anku di Sûrîyayê de Emerîka, Tirkîya, Israîl, Firensa û Siûdiyê, lîstikvanên sereken e û hevkêşeyeke nû di Sûrîyayê de afirandine.

Hevkêşeyên Xwecihî:

Bi hilweşîna Esed re hevkêşeyên xwecihî jî hatin guhertin, Artêşa Niştimanî ya bi ser Tirkîyayê ve bi dirêjahîya zêdeyî 3 heyvan bênavber, hewildana desteserkirina li ser Bendava Rojava û derbasbûna rojhilatê Feratê kirin, lê bi ser neketin, Ehmed Şeri û ferwerîya Şamê tevî ku xwe wek ferwerîyeke hevgirtî û bi biryar nîşandaye jî, lê belê li himber şerê Artêşa Niştimanî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, bêdeng mabû, bi wateya ku nikare li himber biryarên Tirkîyayê raweste û di heman demê de jî  dixwest Xweserî nemîne, lê berxwedana HSD, helwestên Emrîka û Firensa, şer dan rawestandin û di 10 adara 2025 de peymana Ebdê-Şeri hate morkirin ku di meriyetê de di Sûrîyayê de du ferwerî hatin destnîşankirin; Şam û Qamişlo, anku Rêveberîya Xweser û ferwerîya navendî û Artêşa Niştimanî jî wek yekîneyên ji artêşa Sûrîyayê ya nû hate destnîşankirin, di vê navberê de komkujîyên li ser elewîyan pêk hatin û fişarên mezin jî li ser Dirûzan hatin kirin, di encamê de hevekêşeya xwecihî di dema Îro de HSD, HTŞ û Dirzî lîstikvanên sereke ne.

Rojavayê Kurdistan Di Nava Van Hevkêşîyan De:

Ji derveyî texmînên berîya hilweşîna Esed ku çarenûsa Xweserîya Demokratî û HSD, bi taybet li gor bangeşeya Tirkîya û çeteyên wê, dihatin dîyarkirin, mîna ketina rêjîmê wê ketina xweserîyê be jî, tu wateya rola HSD di  şerê bi Dayîşê re namîne, her wiha Emerîka ji herêmê dê vekişe û Tirkîyayê dê doseyaya Dayiş û Bakur û Rojhilatî Sûrîyayê wer bigire, lê piştî ketina rêjîma Esed û lawazbûna Rûsîya û Îran di Sûrîyayê de, şahî û kêfxweşîya Tirkîyayê ew bû ku dê Xweserîyê tune bike, xwe biryargeha HTŞ dîyar bike û nexşerîya pêşeroja Sûrîyayê jî nîşan bide, lê belê Rojavayê Kurdistanê, lîstekvanekî sereke di hevkêşeya nû di Sûrîya de  xwe daye pêş û hebûn û nebûna wê  bûye  pîvana dîyarkirina pêşeroja û pergala Sûrîyayê, her wiha çarenûsa tevaya pêkhate û nexşerîya Rojhilata Navîn bigiştî.

Li himber tevgerkirina Tirkîyayê di Sûrîya de, dengê Israîlê pir bilind bû ʺKurd hevalbendên me yên xwezayî ne, em ê piştgirîya kurdan bikin, em Tirkîyayê di Sûrîya de napejirînin, em hêzdarîya Îran bi hêzdarîya Tirkîyayê û selefîyan naguherinʺ û ta gihişt asta asta şerkirina bi Tirkîyayê re.

Elmanîya û Firensa jî tekezî li ser giringîya avakirina Sûrîyayeke demokratî û giringîya beşdarkirina HSD û kurdan di nava ferwerîya nû de kirine, Firensa destneberdana ji alîkarîya xwe bi HSD û kurdan re eşkere kiriye, li ser zimanê rayedarên Emerîkî jî pirê caran mayîna hêzên Emerekî di herêmê de tekez kirine û HSD wek hevalbendê xwe destnîşan kirine, di heman demê de jî van alîyan mercên xwe li ser Ehmed Şeri (Colanî) danîne ku ji wan jî mijara pêkanîna mafên pêkhate û kêmjimran bûn, êdî Şeri jî soza pêkanîna wan mercan dabû. Di 10 adara 2025 de peymaneke di navbera HTŞ û HSD de hatiye morkirin û peyre jî dengê Tirkîyayê nizim bûye û wek ku dixwest di Sûrîyayê de tevger bike nebû, Israîl sînor ji tevgerkirina wê re danîbû.  HTŞ sozên ku dabûn ji bo avakirina Sûrîyayeke nû, hevbeş, bê cûdahî, wek hişmendîya xwe ya Îslama sîyasî-selefî rave kiriye û gav avêtine, di kongireke leşkerî de bi amadebûna serçeteyên Tirkîya û komên cîhadî, xwe wek serokê Sûrîyayê dîyar kir ku di komcivîneke qaşo ya gotûbêja neteweyî ye, ferwerîya xwe û komîteya destûrî destnîşan kir, her wiha destûra nû ya Sûrîyayê jî wek destûra dema veguhêz  pêşkêş kir, di van tevgerkirinan de, tiştê dîyar bûye ew e ku Şeri Sûrîyayeke li gor  xwe û idyolocîya îslama sûnî dide pêş (navendî, yek tîre, yek serdest, yek al û yek çand).

Tirkîyayê, Qeter, Siûdî, Sûrîyayeke navendî dixwazin, lê belê Tirkîya di vê mijarê de ya herî bi rijd e, bi sedema metirsîya ji avabûna sabareke (statû) kurdî di Rojavayê Kurdistanê de û teyisandinavê sabarê li ser Bakurê Kurdistan, her wiha girtina ferwerîya Şamê di bin hêzdarîya xwe de. Di dema navîn û dirêj de wê Siûdiyê û Tirkîyayê nikaribin ji bilî di mijara navendîbûnê de li hev bikin, mijarên hêzdarî, sîyasî û aborî dê bibin cihên nakokî û beramberîyê.

Israîl, Ewrûpa, Emerîka, Kurd, Elewî, Dirzî û hwd, nenavendîbûn û Sûrîyayeke pirreng armanc dikin, jixwe peymana 10 adara 2025 di navbera Ehmed Şeri û Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdê, ji dîyarkirina pergala Sûrîyaya nû re, gava yekem bû ku di asta hundirîn û navneteweyî de, wek destpêka çareserkirina kêşeyên Sûrîyayê tê dîyarkirin, di demekê de ku Tirkîyayê hîna jî astengên herî mezine li pêşîya pêkanîna vê peymanê derdixe.

Piştî rakirina Emerîka ji sizayên li ser Sûrîyayê, bi daxwaz û navberkarîya Siûdiyê û pêşketinên li pey biryara rakirina sizayan, dîyar dibe ku hewildanên Siûdiyê, Emerîka, Israîl û Ewrûpayê hene ku hêzdarîya Tirkîyayê û Qetir li Sûrîyayê lawaz bikin û ev jî  ji mercên Emerîkî ku li ber Şeri danîne, helwestên Israîl yên li himber hêzdarîya Tirkîyayê û komên cîhadî, sizayên Ewrûpa li ser hin kesayet û komên girêdayî Tirkîya, dîyarkirinaEmerîka ji rakirina sizayan re wek daxwazeke Siûdî di serî de û daxuyanîyên rayedarên Emerîkî li ser giringîya hebûna Sûrîyayeke nenavendî,  xuya dibe . Di asteke bilind de, Emerîka û Israîl birikên şitrencê kontrol dikin û bê guman Birîtanîya jî di nav de ye? Li gor rewşa heyî, him Şeri rewabûnê distîne û him jî Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatî Sûrîyayê ku her du pergal jî 180 pileyî ji hevûdû cûda ne, ev jî tê wateya ku  hevjîyankirina di navbera nehevgirtan de didin pêş, bi armanca berdewamîya rewşa aramî û nearamîyê, him di navbera hêzên xwecihî de û him jî  di navbera yên herêmî de, ta rewşa Îran û mijara çekên wê yên navokî; çi erênî be an nerênî be, zelal bibe.

Di encamê de:

  • Israîl şerekî  mezin li himber Îranê daye meşandin, encama vî şerî heger raweste an jî  berdewam bike, ketina rêjîma Îranê misoger e û hingê jî  Rojhilatê Kurdistanê jî wê derbasî pêvajoyeke nû bibe ku ber bi avakirina sabareke xwe ve here, bê guman ev rewş dê teyisandineke rasterast li ser sîyaseta Tirkîyayê jî  bike ku dê lezê li çareserkirina doza kurdî  li Bakurê Kurdistanê bike, her wiha wê helwestên wê li himber kurdan bi giştî erênî bibin, ne ku dixwaze, lê ew neçar e an jî  wê nikaribe ji bin metirsîyên herêmî û navneteweyî  derkeve, anku  wê Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bipejirîne ku karibe Bakurê Kurdistanê hedan bike.
  • Şeri piştî zelalbûna rewşa Îranê, heger Îran xwe li himber Israîlê pitewîne, an jî hilwişe, wê rastî êrîşên Israîlê were û ji holê were rakirin, tevî hêzdarîya Tirkîyayê di Sûrîyayê de û HSD, dê bibe misogerîya avakirina Sûrîyayeke nenavendî, pirreng û demokrat.
  • HSD wê bimîne yek ji hevalbendên Hevpeymana Navneteweyî û wê di şerê bi sawkarîyê re berdewam be, her wiha mayindebûna wê namîne girêdayî mayîna hêzên Emerîka di herêmê de, çimkî wê bibe wek yek ji endamên Hevpeymanê û were parastin.
  • Rojavayê Kurdistanê wê derbasî nava hevkêşeyên nû di Sûrîyayê û Rojhilata Navîn de bibe, wê bibe beşeke ji karîgerên bi dawîkirina peymana Saykis-Pîko (1916)  û Lozana (1923), ne bi şêweyê avakirina sînorên nû, lê belê bi nimûneya xweserîyên demokratî û girêdayî piradîgma R. Ocelan di çarçûveya neteweya demokratî de.

زر الذهاب إلى الأعلى