ANALÎZ

DI NAVBERA SERKEFTINA LEŞKERÎ Û MIXABINÎYA SIYASÎ DE.. DOSYAYA GIRTÎYÊN DAIŞÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYAYÊ

Welîd El-Şêx

Dosyaya girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, metirsîdartirîn dosyayên mirovî û ewlekraî yên li herêmê ye. Bi demê re; ev dosya veguheriye bargiranî li ser pişta Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat (QSD) ku ji têkbirina leşkerî ve ya xilafeta “DAIŞ”ê li Baxozê sala 2019an bi erkeke hestyar û ji şiyana xwe ya aborî, siyasî û leşkerî girantir rabûye. Daxuyanîya Hevbendîya Navneteweyî ya li Medrîdê (Pûşbera 2025an) careke din danpêdaneke navxweyî bi vê berpirsiyarîya giran kir. Her wiha careke din metirsîya vê rêxistinê tekez dike, nemaze di dosyaya girtîyên li girtîgeh û kampên mîna “Hol” û “Roj”ê.

QSD li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê nêzîkî 10 hezar çekdarên rêxistina DAIŞê, di gelek girtîgehên xwe de girtine. Di nava wan de nêzîkî 2000 ên biyanî hene (ji bilî sûrî û iraqîyan). Her wiha bêtirî 50 hezar malbat li kampa Holê hene, piranîya wan zarok û jin in. Di nava wan de jî bêtirî 8 hezar ên biyanî ji 60 nasnameyê hene. Bêtirî pênc salan di ser hilweşîna rêxistinê re derbas bûne, lê hîn jî ji bo mekanîzmayeke navneteweyî ya domdar nehatiye dîtin; ku van kesan vegerînin dewletên wan an jî li pêşberî desteyeke dadwerî ji alîyê navneteweyî ve danpêdankirî werin darizandin.

Kampa Holê gefeke pêkhatî ye; li gor wê:

Navendeke serbazkirina îdolojîk e: Hîn jî kamp jîngeheke dewlemend a belavkirina ramanên rêxistinê ye ku bi rêya “Hisbê ya jinan” û hin şaneyin çalak tê meşandin. Li gor wê gelek bûyerên kuştinê di nava kampê de rûdane.

Valatîyeke ewlekarî ya cîhanî ye: Hebûna hezarên biyanîyan bi zarokên wan re metirsîyek li ser ewlekarîya cîhanî ye, nemaze ku hinek dewlet napejirînin ku wan vegerînin an jî tu bernameyeke çalak a amadekirin û tevlêkirina wan di nava civakê de li cem wan tune ye.

Fişara li ser şiyanên xwecihî ye: Rêveberîya Xweser  bêyî tu piştgirîyeke siyasî ya rasterast an danpêdaneke navneteweyî, tevaya bargiranîya wan radigire; ku bi dest xwe re hêza wê ya çareserkirina doyayê lawaz dike.

Rola Hêzên Sûriyaya Demokrat – Nirxê Giran ê Serkeftinê:

Rewşa heyî bêyî amajekirina bi rola QSDê weke tewereyeke bingehîn di têkbirina DAIŞê de, nayê fêmkirin. Ev hêz hevkara çalak n Hevbendîya Navneteweyî li ser erdê bû. Li gor wê; şerên herî dijwar li dijî rêxistinê li Reqa, Dêra Zorê û Çolistanê dane meşandin. Piştî serkeftina leşkerî, van hêzan berpirsiyarîyeke giran û hestyar danî li ser milê xwe, ku ew jî parastina girtîngehan, birêvebirina kampan û şerê li dijî şaneyên razayî ye. Tevaya van babetan jî di nava samanin sînordarkirî de û tunebûna danpêdaneke navneteweyî bi Rêveberîya Xweser, pêk tên.

Ev berpirsiyarî gefeke dualî çêdike:

Ewlekarî: Bi her bûyereke revînê re (Weke ku li girtîgeha Sinaa ya Hesekê sala 2022yan çêbûyî) metirsîya DAIŞê û pêdivîya piştgirîya jêrxaneya ewlekarî derdikeve pêş.

Siyasî: QSD bargiranîya vê dosyayê bêyî tu berdêleke siyasî radigire; lê belê hinek dewletên rojavayî û herêmî jî vê dosyayê weke kaxezeke fişara siyasî bi kar tînin.

Berpirsiyarîya Civaka Navneteweyî – Pêdivîya Bi Çareserîyeke Dadmend Û Stratejîk

Bi tevî tekezkirina wê li ser piştgirîya teknîkî û hevakrîya saloxgêrî; lê belê daxuyanîya Hevbendîyê ya li Medrîdê nagihêje asta ragirtina berpirsiyarîya pratîk a der barê dosyaya girtîyan de. Hişyarîya li ser metirsîya DAIŞê bêyî avêtina hin gavan li ser erdê; li şûna hewandina metirsîyê, wê ji nû ve çêdike.

Çareserîya dadmend vê dixwaze:

Piştgirîyeke siyasî û darayî ji bo Rêveberîya Xweser: Ew jî bi rêya danpêdana bi rola wê û dayîna rewabûneke zagonî ku rê dide wê peymanên navneteweyî girê bide, nemaze yên têkildarî dosyayên mafên mirovan û şerê li dijî terorê.

Avakirina dadgeheke navneteweyî ya taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê: Da ku endamên DAIŞê di çarçoveyeke zagonî de ku jirêderketina zagonî ya heyî  tune bike, werin darizandin.

Bernameyeke navneteweyî ji bo jinûveamadekirin û têkelkirinê: Nemaze jin û zarok, her wiha girêdayîna wê bi hevkarîya bi rêxistinên Neteweyên Yekbûyî re.

Planeke jinûvewelatîkirinê yan jî vegerandina wan ber welêt ve: Nemaze welatîyên dewletên ewropî û asyayî; lê divê pê re rêkarên şopandia ewlekarî û amadekirina derûnî hebin.

Siberoja DAIŞê li girtîgehan

Berdewambûna vê rewşa bêyî dîtina çareserîyên bingehîn dibe ku veguhere bobelatan, ji wan jî:

Dibe ku girtîgeh veguherin mînayî “Guwantanamoya Piçûk” ku gelek kîn û tundrewîyê bi xwe re tîne.

Gengazîyên pêkanîna êrîşan li ser girtîgehan ji alîyê şaneyên razayî ve yan jî alîyên derve, pir dibin.

Nifşin nû di nava kampan de li ser ramanên DAIŞê ava dibin; bêyî ku berdêleke perwerdehî yan jî civakî hebe.

Li jêr rûbirûbûyînên tevlihev ên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji piştî cenga têkbirina DAIŞê ve rastî wan tê, em nikarin dosyaya ewlekarî û mafnasî ji pêdivîyên siyasî û dadmendî yên ku qonaxa guhêzî wan disepîne, veqetînin. Di navbera girtîgeh û kampên rêxistina tundrew de û wêranî û jihevxistina civakî ya ku DAIŞê li pey xwe hiştiye ji alîyekî ve û ji alîyê din ve jî rasteqînîya hêzên xwecihî û di destpêka wan de Hêzên Sûriyaya Demokrat (QSD) ku bi hezaran şehîd di cengekê de ku ne tenê weke pevçûneke xwecihî, lê belê parastineke cîhanî ya li dijî terorê ye, êdî pêdivîyeke lezgîn a bi nêzîkbûneke dadmendî ya guhêzî derdikeve pêş ku van qurbanîyan biparêze, mafan misoger bike û çareserîyeke siyasî ya domdar û dadmend saz bike. Nemaze hevdemî çûyîna Hevbendîyê ber bi jinûveavakirinê û misogerkirina “Têkbirina domdar a DAIŞê” ve.

Nûbûna Metirsîya Vegera DAIŞê Ji Çolistanê Ber Bi Bajarên Mezin Ve

Bi destpêbûna 2025an re, metirsîya rêxistina DAIŞê di nava valatîyeke ewlekarî de ya li Çolistana Sûriyayê û derdora wê, reyeke din a tundîyê ji nû ve dide meşandin. Li gor wê; gelek raporên ewlekarî û meydanî dane diyarkirin ku çalakbûna şaneyên rêxistinê ji deverên di sêgoşeya sînorî ya di navbera Dêra Zorê, Reqa û Humsê de ber bi deverên gundewarên rojhilatî yên parêzgehên Heleb û Şamê ve, vedigere. Ev yek amajeyê bi nermbûna mezin a tevgera van şaneyan dike ku sûdê ji xwezaya erdnîgarî ya çol digire. Her wiha amajeyê bi tunebûna hevrêzîya ewlekarî ya di navbera hêzên li Sûriyayê serwer de dike.

Ev pêşektina metirsîdar qonaxên berîya belavbûna rêxistinê ya sala 2014an tîne bîra me, ku şerên navxweyî, paşguhkirina siyasî û dûrxistina civakî rê li pêşîya wê vekiribû ku bi lez li pêş bikeve. Îro jî; rêxistin hêza xwe derdixe ku ew dikare çalakîyên bibandor çêbike û xalên bicihbûna artêşa sûrî û Hêzên Sûriyaya Demokrat bike armanc. Ji vê yekê bêtir; carinan nêzîkî navendên bajarên sereke, bêyî ku bersivdayîneke xurt jê re hebe, tev digerin. Ev nîşane tekez dikin ku têkbirina leşkerî ya DAIŞê ne dawîya metirsîyê bû; lê belê tenê rawestgehek bû. Her wiha berdewambûna paşguhkirina çareserîyên qutebir li deverên rizgarbûyî -çi li bakurê rojhilatî yan jî li çolistanê- dê pêleke din a tundîyê bi xwe re bîne. Vê carê dibe ku nêzîkî navenda bajarên mezin be, weke li derdora Humsê, gundewarên rojhilatî yên Hemayê û kêlekên Çolistanê li nêzîkî Şamê.

Şehîdên Di Cenga Parastina Mirovatîyê De

QSD li dijî DAIŞê cengeke pêkhatî da meşandin. Di nava wê bargiranîya pevçûna leşkerî ya rasterast ragirt. Li kêleka wê jî çalakîyên ewlekarî, rêveberî û mirovî yên piştî rizgarkirinê jî ragirtin. Ev hemû jî bêyî hebûna sîwaneke navneteweyî ya zagonî yan jî siyasî. Ji nava bêtirî 13 hezar şehîd û 25 hezar birîndaran, tiştek ji wan di çalakîyên siyasî yên niştimanî yan jî navneteweyî de, nehatine li ser maseya danûstandinan.

Birêvebirina dosyaya grtîyên DAIŞê, her wiha girtîgeh û kampên wê ji alîyê QSDê ve, divê ne weke erkeke alîyekî xwecihî, lê belê weke çespaneke rewa û rastîn were dîtin ku ev hêz xwedî roleke damezirêner di siberoja siyasî ya Sûrîyayê ye. Divê li ser wê niwênertîyeke temambûyî di danûstandin an jî gotûbêjekê de bi ferwerîya Şamê re yan jî di çarçoveyeke navneteweyî ya têkildarî siberoja welêt, were avakirin.

Dadmendîya Guhêzî Bingeha Çareserîyeke Domdar e

Divê rêgeheke rastîn a dadmendîya guhêzî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê weke alaveke siyasî ji bo misogerkirina aamîyê û nehiştina vegera tundî û tundrewîyê , were destgirtin. Di ev rêgeh di nava xwe de van alîyan bihewîne:

  • Lêpirsîn û sizakirin: Bi rêya avakirina dadgeheke navneteweyî yan jî xwecihî ku danpêdan pê hatibe kirin, da ku endamên DAIŞê werin darizandin. Her wiha mekanîzmayên lêpirsînê ji bo hemû kesên ku binpêkirin pêk anîne ji hemû alîyan, werin danîn ku di nava xwe de binpêkirinên plankirî yên li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî bihewîne.
  • Hilanîna di bîrgehê de û belgekirin: Belgekirina binpêkirinên û DAIŞê di mafê pêkhateyên cihêreng de (Kurd, ereb, êzdî, suryan…) de dane meşandin. Her wiha rûnandina bîrgeha komker a ji bo qurbanîyên terorê û binpêkirinên Tirkiyayê û komikên ser bi wê ve.
  • Vegerandina mafan li xwdîyên wan: Misogerîya vegera koçberên ji Serê Kanîyê, Girê Spî û Efrînê li malên xwe, her wiha vegerandina samanên wan û vekirina rêgehên zagonî ji bo vegerandina mafên wan ên desteserkirî.
  • Danpêdana bi qurbanîyan: Misogerîya bîranîna pakrewanên QSDê di vegotina delweta sûrî ya nû de. Her wiha dayîne malbatên wan tevaya mafan, ew jî li gorî hevpeymaneke civakî yan jî zagoneke niştimanî ya siberojî.

Danûstandina Bi Şamê Re Li Ser Bingehin Nû Ji Hişmendîya Ewlekarî Heyanî Hişmendîya Mafnasî

Çi danûstandineke ji alîyê ferwerîya Şamê ve, ne pêkan e eger li ser bingeha tunekirina kesayetê û vegera ber bi nimûneya ferwerîya navendî be, ku ew bi xwe bingeha berfirehbûna DAIŞê û belavbûna tevlihevîyê bû. Lê belê gerek e xwe bispêre van rastîyan:

Rêveberîya Xweser îro niwênertîya rêveberîya rasteqînîyê dike û bi erka dewletekê radibe, ku dihêle beşdarbûan wê ne biijardeyekê, lê belê mercek be di çi çareserîyeke siyasî de.

Nenavendîya siyasî -ne tenê ya rêveberî- ji bo mayîndebûn û aramîya dewleta sûrî, daxwazeke gelêrî û rasteqînî li deverên Bakur û Rojhilatêûriyayê ye.

Tirsa Ewlekarî Ya Civakî

Ji girîngtirîn astengîyên derûnî û civakî li pêşîya jinûveavakirina bawerîya niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dewleta sûrî, tirsa ewlekarî ya ku bi di seranserî salên cengê de  ye, ku di gelek rastîyan de diyar dibe:

Şerê hebûnê li dijî DAIŞê: Bi sedan gund û bajar nirxê berxwedanîyê, xwîna zarokên xwe daye. Vê yekê hiştiye ku niştecih wiha hest bikin ku dewleta navendî wê çaxê di parastina wan de tune bû, lê ya ku hebû QSDê bû ku ev rol lîst.

Tunebûna misogerîyan ji alîyê Şamê ve: Ferwerîya Şamê tu amadebûn ji bo danpêdana bi Rêveberîya Xweser an jî mafên pêkhateyan pêşkêş nekiriye. Ev yek dihêle lihevhatineke gengaz bixe cihê gumandarî û nîgeranîyê ku careke din dê çewisandin çêbibe.

Ezmûnên koçberkirin û binpêkirinê li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî: Hîn jî bi hezaran malbat ji ber prosesên guherîna demografîk koçber in. Ev yek di nava bêdengîyekê de ji alîyê ferwerîya sûrî ve pêk tê, ku bêtir gumanên ji bo vegera ferwerîya navendî bêyî lêpirsîn an jî misogerî, kur dike.

Birêvebirina dosyaya girtîgehên DAIŞê bi hişmendîyeke ewlekarî nikare bidome, lê belê divê veguhere dergehekê ji bo çareserîya siyasî ya temamker ku li ser van babetan ava dibe:

Ragirtina civaka navneteweyî bo berpirsiyarîyên zagonî di darizandin û vegerandina çekdarên DAIŞê yên biyanî de.

Destgirtina nimûneya dadmendîya guhêzî ya gelemper ku ji darizandina DAIŞê dest pê dibe û li cem çarekirina mafxwarîyan jî raneweste.

Dîtina Hêzên Sûriyaya Demokrat weke hevkarekî rewa di çu hevkêşeya siyasî ya siberojî de, an ku ne tenê weke alaveke ewlekarî di demên pêdivîyê de.

Di qonaxa bê de em nikarin behsa dawîbûna rastîn a DAIŞê yan jî aramîyeke domdar a DAIŞê bikin; eger misogerîya dadmendîyê ji bo qurbanîyên terorê û qurbanîyên dewletê jî di heman de, tune be. Qurbanîyên QSDê, bîrgeha civakan a ber bi tunekirinê ve û dosyaya girtî û kamoan, hemû jî xalên movikî ne ku nabe danûstandin li ser bingeha ku ew hûrgilîyin teknîkî ne were kirin. Lê belê; divê weke bingehên çi proseseke siyasî yan jî dadmendîya civakî ya bê werin dîtin.

Danpêdana bi van rastîyan ne mineta kesekî ye, lê belê pêdivîyeke ji bo tişta mayî ji Sûriyayê ye, her wiha ji bo misogerîya ku careke din şer li jêr durişmeyin nû û bi alavin kirêttir dubare nebe.

Weke ku di daxuyanîya Hevbendîyê de hatiye diyarkirin; em nikarin behsa “Têkçûna domdar a DAIŞê” bikin, bêyî ku dosyaya girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê neyê çareserkirin. QSD û Rêveberîya Xweser pabendiya xwe bi berpirsiyarîyên xwe yên mezin li şuna cîhanê tekez kir. Lê belê; berdewamîya paşguhkirina cîhanê ji bo pêşkşkirina danpêdaneke siyasî, piştgirîya sazûmanî û destgirtina çareserîyeke gelemper, dihêle berdewambûna erkê hema hema nepêkan be.

Tişta îro tê xwestin dadmendîyeke guhêzî ya rastîn ji bo vê dosyayê ye ku misogerîya lêpirsîneke dadmend, planeke jinûveamadekirinê û danpêdana bi rola Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di şerê li dijî DAIŞê de ye. Êdî; herêm nema dikare ji wilo bêtir li bendê bimîne û di heman demê de metirsîya DAIŞê veşartî nû dibe.

زر الذهاب إلى الأعلى