Li gor dîrok û stratîcîya pirojeya Îranê li gelîyê Feratê, dîyar dibe ku Îran gelîyê Feratê yê ku di Sûrî û Iraqê re derbas dibe, weke herêmeke girîng di çarçoveya pirojeya xwe ya herêmî li Rojhilatê Navîn de dibîne.
Ji sala 2003 ve, piştî rûxîna rêjîma Iraqê, Îranê dest bi berfirehkirina desthilatîya xwe li wê herêmê kir û di sala 2011 de bi lez û bez kirîza Sûrîyê bikar anî, da ku hebûna xwe li Sûrîyê jî bi hêz bike.
Dîyar e ku gelîyê Feratê ji bo Îranê cihekî girîng e ku xaka Îranê bi qada desthilatdarîya wê ve ku dighêje Libnanê, girê dide.
Îran hewl dide ku hebûna xwe li herêma erebî bihêz bike; ew jî bi rêya berfirehkirina desthilata xwe li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûrîyê, jixwe Îran dixwaze bi rêya belavkirina tîreya şîî di nava gel de, hêza xwe ya îdyolojî û sîyasî li vê herêmê xurt bike. Ev piroje girêdayî stratîcîya bikaranîna rewşa lawaz ya aborî, civakî û sîyasî ye, her wiha girêdayî bandorkirina li ser demografî û nasnameya tîreyî li herêmê ye; ew jî ji bo cîbicîkirina pirojeya xwe ya herêmî ye.
Armanca Îranê ji vê pirojeyê ev e:
– Dabînkirina rêyeke piştgirîyê ya bejahî ya domdar: Piroje hewl dide ku rêyeke biewle ya ku bi rêya Îraq û Sûrîyê, Îranê bi Libnanê ve girê dide, were avakirin. Jixwe ev rê derfetê dide Îranê ku çek û alavên xwe yên locistîkî, veguhezîne ji hevalbendên xwe re ku ew jî dihêle hêza wê ya bandora herêmî, xurt bibe.
– Berfirehkirina bandora tîreyî û civakî: Îran hewl dide ku hizra tîreyî belav bike; ew jî bi rêya piştgirîya komên çekdar ên xwedî dîrokeke tîreyî, her wiha bi rêya avakirina navendên olî û çandî ji bo pêkanîna guhertina demografî û çandî li herêmê.
– Serdestkirina li ser çavkanîyên xwezayî: Îran hewl dide xwe bigihîne çavkanîyên girîng ên weke petrolgeh û gazgehên li herêmê; ew jî ji bo dabînkirina destekdayîna êrîşên xwe, her wiha ji bo xwetêrkirinê ji komên xwe yên çekdar, bi dest bixe.
– Lawazkirina bandora Emerîka û hêzên Rojavayî: Berfirehkirina bandora Îranê li gelîyê Feratê rê dide wê ku êrîşên Hevpeymanîya navneteweyî di şerê li dij sawkarîyê de, asteng bike û hebûna leşkerî ya Emerîkî li herêmê aloz bike.
– Avakirina bingeheke gelêrî ya xwecihî: Armanca Îranê avakirina bingeheke herêmî ya alîgir e ku ew bingeh weke piştgireke çandî û bîrdozî ji bo berjewendîyên Îranê yên herêmî, tevbigere. Ew jî Bi rêya dubarekirina ezmûnên xwe li Libnan (Hizbûlah) û li Yemenê (Hûsî). Jixwe ev bingeh ji bo bidestxistina bandoreke demdirêj li Sûrîyê pir girîng e, nemaze ku dibe ji alîyê navdewletî ve were neçarkirin ku ji welêt derkeve.
Îran dixwaze vê bingehê gav bi gav û bêdeng ava bike; ew jî ji bo ku xwe ji berbiçavan veşêre û xwe ji destwerdanên navneteweyî yên rasterast, biparêze.
- Parçekirina herêmên sunî: Îran di stratîcîya xwe de giringîyê dide navçeyên sînorî yên ku Iraq û Sûrîyê bi hev ve girê didin, bi taybetî di navbera Enbar (ya Iraqî) û Dêrezor û Reqa (yên Sûrî) de; da ku bibe rêgirek li pêş têkilîyên civakên sunî yên ku ji bakurê Bexdayê ta bajarên Sûrîyê yên mezin, belav dibin.
Ev rêgira îdeolojîk û sîyasî armanca wê ew e ku peywendîyên sunî yên ku sînoran derbas dikin, bibire ku herêm bibe amûreke ji bo misogerkirina desthilata Îranê û dûrxistina bandora sunî.
– Sûdgirtina ji kêşeyên aborî û civakî: Ji ber rewşa xirab a jiyanî û civakî li Dêrezorê û gelîyê Feratê bi giştî, Îran bi rêya sazîyên xwe û kesayetên alîgirên pirojeya Îranê, alîkarî û piştevanîya darayî pêşkêş dike; da ku alîgirên xwecihî bi ser xwe de rakêşîne; jixwe ev yek hebûna wê li herêmê bihêz dike. Ev piştgirî dibe sedema avabûna bingeheke civakî ku hebûna Îranê weke beşek ji çareserîya aborî qebûl dike û hêdî hêdî ew bingeh dikeve bin bandora bîrdozî û sîyasî de.
-Xwespartina li ser kesayetên xwecihî yên alîgir: Îran kesayetên xwecihî yên herêmî ku ta radeyekê tên pejirandin, weke Newaf Eleşîr ji êla Begara, bi kar tîne; ew jî da ku bandora xwe xurt bike û pirojeya xwe bi rengekî xwecihî xuya bike. Ev kesayet ji ber berjewendîyên xwe yên sînordar, dilsozîya xwe ji bo Îranê pêşkêş dikin û dibêjin ku piranîya eşîrên herêmê koka wan li Alûlbeyt vedigire; jixwe armanca vê yekê jî ji bo tevlîbûna xwe li pirojeya Îranê rewa bike ku ev yek jî li pêş belavkirin û bangeşekirina tîreya Şîî di nav niştecîyên herêmê de, rê vedike.
Tevahîya van stratîcîyên ku Îran ji bo bidestxistina armancên xwe li herêmê bi kar tîne, dûrî ragihandinê têne cîbicîkirin û dîyar dibe ku ew tevgereke kontrolkirî û pilankirî ye ji bo bingehên bihêz deyne. Jixwe pirojeya Îranê li gelîyê Feratê, xwe dispêre çend rêbazên bihêz, ji wan jî ev in:
– Piştgirî û leşkerkirina komên çekdar: Îran bi rêya Pasdarên Şoreşa Îranê û Supaya Qudsê, komên çekdar ên xwecihî yên alîgirîyên wê dide avakirin, jixwe bi perwerdekirin û piştgirîkirina van koman, Îran herêmê dixe bin destê xwe ku Heşdûşabî li Iraqê û milîsên şîî li Sûrîyê, di nava wan koman de yên herî sereke ne.
– Stratîcîya guhertina demografîk: Ew jî bi rêya ku malbatên şîî handan bikin ku ber bi herêmên ku piranîya niştecîyên wan Sune ne koçber bikin û alîkarîyên darayî pêşkêşî wan bikin, her wiha bi avakirina navendên olî û çandî; jixwe armanca Îranê ew e ku li herêmê guhertineke demografîk pêk bîne.
– Bandora îdeolojî û olî: Îran dike ku bi rêya şêx û meleyên piştgirîkirî sazîyên olî, îdeolojîya şîî ya Îranê belav bike û alîgirîya olî û civakî ya ji Îranê re, di nava xelkên herêmê de xurt bike.
– Kontrolkirina aborî: Îran hewl dide ku beşên girîng ên aborî li herêmê kontrol bike, bi taybetî beşên petrol û çandinîyê ku çavkanîyên darayî yên domdar dabîn dike û bandora wê bi hêz dike.
– Derbasbûna di nava sazîyên xwecihî de: Bi armanca têkbirina biryara sîyasî ya ferwerîyên xwecihî û bihêzkirina desthilata milîsan, Îran bingeheke sîyasî ya bi dewletê re hevseng e, ava dike; ew jî bi rêya avakirin û birêvebirina sazîyên xwecihî li herêmê.
Bandora pirojeya Îranê li ser civaka herêmî:
Bi nêrîna giştî li armancên pirojeya Îranê û stratîcî û çawanîya cîbicîkirina wê, em zîyanên wê yên mezin a yekem li ser hevgirtina civakî û ya duyem metirsîyên wê li ser aramî, ewlehî û misogerîya geşepêdanê, bi bîr tînin. Di vê çarçoveyê de em dikarin metirsîyên pirojeya Îranê li gelîyê Feratê di van xalan de dîyar bikin:
– Lawazkirina aramîya herêmê: Pirojeya Îranê bi pêşxistina tîrebperestî û têkbirina sazîyên fermî yên ferwerîyê, ewlekarî û aramîya herêmê dixe metirsîyê de; jixwe ev jî nakokîyên navxweyî û herêmî dide pêş.
– Pirbûna nakokîyên tîreyî: Ji ber guhertina demografîk û tîreyî, pirojeya Îranê jîngeheke alozîya tîreyî çêdike; jixwe ev yek jî derfeta derketina nakokîyan di navbera komên cûda de pir dike.
– Pirbûna serwerîya Îranê li herêmê: Cîbicîkirina pirojeya Îranê tê wateya xurtbûna serwerîya wê li ser hesabê welatên herêmê; jixwe ev yek ji bo welatên ku serwerîya wan lawaz e û berjewendîyên Rojavayî û emerîkî yên li herêmê, metirsîyê çêdike.
– Metrsîyên ewlehî li ser welatên derdor: Belavbûna çekên Îranê di nava herêmê de, metirsîyê li ser welatên derdora Sûrî û Iraqê çêdike, her wiha cîbicîkirina aramîya ewlehî li herêma Rojhelatê Navîn dixe metirsîyê de.
– Herêm dibe qadeke hevrikîyeke navneteweyî: Pirojeya Îranî, welatên Rojavayî; bi taybet Emerîka û Israîlê dilteng dike; jixwe dibe ku ev yek bibe sedema gurkirineke leşkerî li herêmê jî.
– Guhertina civakî û tîreyî: Pirojeya şîîkirinê nasnameya tîreyî ya niştecîyên herêmê diguherîne, her wiha parçebûneke civakî di nava civaka xwecihî ya sunî de diafirîne; ev guhertin metirsîyê li ser tevna civakê çêdike û pêkhateyên cûda ji hev dûr dixe; di encama vê yekê de jî, nakokîyên tîreyî pir dibin, her wiha têkilîyên resen û pêkvejîyana civakî têk diçe.
– Pirbûna nakokîyên tîreyî: Di encama pirbûna bandora tîreyî ya Îranê de, nakokîyên tîreyî li herêmê pir dibin, dibe ku ev yek jî bibe sedema mezinbûna hevrikîyan di navbera civakên şîî yên nû û civakên sunî yên heyî de; jixwe dibe ku ev nakokî bibin sedema rewşeke nearam, her wiha dibe ku derfetê bidin alîyên derve ku destwerdanê bikin; di encamê de jî dê rewşa ewlehî û sîyasî aloz bibe.
– Bikaranîna çînên civakî yên kêmhejmar: Bikaranîya Îranê ji kesayetên bi ser çînên civakî yên kêmhejmar re (mîna Elbeşîr), rêbazeke ji bo pirojeya Îranê were derbaskirin. Dibe ku ev çîn di pirojeya Îranê de sûdeke taybet ji xwe re bibîne, lê di encamê de ev yek li ser hesabê berjewendîyên giştî yên hoz an jî civaka xwecihî ye; jixwe ev yek jî kîn û nakokîyên civakî pir dike.
Metirsîya pirojeya Îranê li ser pirojeya Neteweya Demokratîk:
Pirojeya Îranê ji bo pirojeya Neteweya Demokratîk li Rojhelatê Navîn, gefeke mezin e, jixwe pirojeya Îranê xwe dispêre xwefirehkirina herêmî û bihêzkirina serwerîya olî û sîyasî li ser herêmê. Rêjîma Îranê hewl dide desthilata xwe berfireh bike, ew jî bi rêya bihêzkirina desthilata rêjîmên alîgirên wê yan jî hêzên pê re hevalben, mîna tevgerên tîreyî yên çekdar; ew jî bi armanca sepandina nimûneya “Wîlayetûlfeqîh” ku ew bi xwe bi pirojeya Neteweya Demokratîk re nakok e.
Di dema ku armanca pirojeya Neteweya Demokratîk ew e nirxên piralî, azadî, wekhevî û rêveberîya xweser bi hêz bike, pirojeya Îranê li ser bingeha xurtkirina serwerîya îdeolojî û parçebûna tîreyî ava dibe ku ev yek jî dibe sedema nearamîya dewletan û gurkirina nakokîyên navxweyî. Destwerdana Îranê di karûbarên welatên mîna Sûriye, Iraq û Yemenê de, mînakeke berçav e ku Îran hewl dide ku li ser hesabê aramî û yekîtîya neteweyî ya van welatan desthilata xwe ya herêmî bihêz bike. Ji ber wilo, pirojeya îranî gefekê li ser pirojeya Neteweya Demokratîk çêdike; ji ber ku ew piroje hewlên avakirina Rojhilatê Navîn li ser bingeha pêkvejîyana aştîyane û rêzgirtina ji pirrengîya çandî, civakî û sîyasî di navbera gelan de, têk dide.
Pirojeya Neteweya Demokratîk hewl dide civakeke li ser bingeha piralî, wekhevî û azadîyê ava bike ku ew jî berovajî pirojeya Îranê ye ku xwe dispêre serwerîya tîreyî û jiholêrakirina nasnameyên herêmî ji bo bandora îdeolojîk a Îranê.
Bi kurtasî, metirsî jî ev in:
1- Têkbirina nasnameya civakî: Pirojeya demokratîk hewl dide ku nasnameya civakî û cihêrengîyê di navbera pêkhateyên civaka Sûrî de, xurt bike, lê beramberî wê yekê jî, pirojeya îranî nasnameya tîreyî ya teng ji bo guhertina bawerîyên niştecîyan; disepîne, jixwe ev yek jî dibe sedema têkbirina bingehên demokrasîyê û dûrxistina çînên ku serwerîya îranî napejirînin.
2- Bandorkirina li ser serxwebûna sîyasî: Pirojeya Neteweya Demokratîk hewl dide ku civakeke sûrî ya serbixwe ava bike ku ew civak ne di bin serwerîya derve de be, lê pirojeya îranî vê serxwebûnê têk dibe, ew jî bi rêya avakirina alîgirên îranî yên xwecihî; jixwe ev yek jî dibe sedema ku herêm bikeve bin bandora biryara sîyasî ya Îranê de, her wiha dibe sedema ku derfet ji bo avakirina welatekî demokrat û serbixwe, kêm bibe.
3- Xurtkirina pêrewîtîya aborî: Di beşekê ji pirojeya xwe de, Îran xwe dispêre pêşkêşkirina piştevanîya darayî û arîkarîyan; jixwe ev yek civakên xwecihî dike dîlên vê piştgirîyê, her wiha pêrewîtîyê ji Îranê pir dike, di encamê de jî cîbicîkirina geşepêdana berdewam û serxwebûna aborî yên ku pirojeya Neteweya Demokratîk hewl dide wan cîbicî bike, zehmwt dike.
Êdî ev hemî kiryarên ku bi armanca cîbicîkirina hinek daxwazan tên kirin, metirsîyeke mezin li ser tevna civakî li Sûrîyê bi giştî û li gelîyê Feratê bi taybetîm çêdike; pêwîst e ew kiryar ji alîyê niştecîyên herêmê ve werin rûbirûkirin, her wiha ji wan tê xwestin ku ji bo niştecîyên herêmê ( bi mercê rêbazeke zelal û bê peyrewî) herêmê bi rêve bibin, li hev bikin. Di vê çarçoveyê de, mirov dikare rêbazên rûbirûkirina pirojeya îranî ji alîyê niştecîyên herêmê ve dîyar bike.
Êdî ji bo rûbirûkirina pirojeya îranî, niştecîyên gelîyê Feratê dikarin stratîcîyên cûrbicûr bikar bînin, mîna:
- Bihêzkirina yekîtîya navxweyî û derbaskirina tîreperestîyê: Ji bo rê li pêş Îranê bigrin da ku nikaribe sûdê ji nakokîyên tîreyî bigre; niştecîyên herêmê dikarin nasnameya niştimanî û pêkvejîyana di navbera pêkhateyên cûrbicûr de bidin pêş.
– Bihêzkirina hişmendîya civakî li hember desthilata biyanî: Karûxebat were kirin ji bo hişyarkirina niştecîyên herêmê li hemberî metirsîya pirojeya îranî û bandora wê li ser pêşeroja sîyasî û aborî ya herêmê; jixwe bi rêya pêngavên ragihandinî û belavkirina rastîyên li ser rola Îranê di lawazkirina aramîyê de, ev yek jî tê cîbicîkirin.
– Xurtkirina rola sazîyên sivîl û civaka xwecihî: Dibe ku hewldanên mezin ji bo avakirina sazîyên sivîl yên bihêz û serbixwe, werin kirin ku ew sazî karibin li pêş çalakîyên îranî li herêmê rê bigrin, her wiha ji bo dabînkirina piştgirîyê ji bo xizmetguzarîyên civakî yên xwecihî, kar bikin.
– Berfirehkirina hevbendîyên herêmî û navneteweyî: Niştecîyên herêmê dikarin li gel hêzên herêmî û navneteweyî yê ku ziyan ji pirojeya îranî dîtine, hevbendîyê çêkin; ew jî bi armanca bihêzkirina helwesta xwecihî, beramberî destwerdanên biyanî.
– Handana berdêlên aborî yên serbixwe: Ji bo pêşxistina aborîyeke xwecihî û serbixwe ku dûrî desthilata Îranê be, pêwîst e kar were kirin; jixwe ew jî bi rêya piştgirîkirina pirojeyên biçûk û dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanan ku dûrî komên çekdar be.
Pirojeya îranî li gelîyê Feratê ji bo ewlehî û aramîya herêmê, astengîyeke stratîcîk e, ev yek jî hewceyî bersiveke giştî ye ku rehendên sîyasî, civakî û aborî li xwe digre. Bi rêya avakirina hişmendîyeke xwecihî û hevbendîyên bihêz, jixwe niştecîyên herêmê dikarin li hember vê gefê rûbirû bibin, her wiha dikarin pêşerojeke aramtir û pêşketîtir bi dest bixin.
Armanca pirojeya îranî li Dêrazorê, ne tenê belavkirina tîreya Şîî ye, lê belê ji wê yekê pirtir; avakirina bingeheke civakî û sîyasî ye ku alîgirîya Îranê bike, her wiha ew piroje bi cihêrengî û bîrûbawerîyên demokratîk re nakok be. Jixwe ev stratîcî nasnameya xwecihî dixe metirsîyê, nakokîyên tîreyî jî pir dike û cîbicîkirina civakeke sûrî ya serbixwe lawaz dike. Bi vê yekê pirojeya îranî dibe yek ji mezintirîn astengî li pêş pirojeya Neteweya Demokratîk û Sûrîya pêşerojê bigiştî; lewra bi rêbazên bihêzkirina hişmendîya civakî, piştgirîkirina pirojeyên geşepêdanê yên serbixwe û avakirina binesazîyeke ku aramîyê dûrî peyrewîya ji tu hêzeke derve re, dabîn bike, pêwîst e ev piroje were rûbirûkirin.