Heftê cotmehê ne rojeke asa yan bûyereke sivik bû ku tenê girêdayî Xeza û Hemasê bû lê belê ew destpêka qonaxeke nû li herêma Rojhilata Navîn bû.
Rojhilata Navîn xwedî girîngîyeke cyosiyasî ji bo pergala cîhanî ya serdest e. sîstemên Rojhilata Navîn ên ku sîstema cîhanî ya serdest ew di destpêka sedsala bîstem de bi rêya rêkeftina Saykis-Bîko, Soza Bilfor û rêkeftina Lozanê li ser bingeheke neteweyî û islamewî afirandin da ku xizmeta berjewendîyên wan li herêmê bikin û desteserîya wan li ser herêmê bi qasî sedsalî bidomînin, êdî nema gelekî bi kêr tên. Ji ber alozîya ku ev rêjîm wê jiyan dikin, rêjîma serdest xwest guhertinê li vê herêmê pêk bîne çimkî êdî ev rêjîmên çêkirî bûne bar li ser milê wê; nemaze ku Çîn û Rûsîya sûd ji vê alozîyê wergirtin û hêzdarîya xwe li cîhanê xurttir kirin. Li gor rewşa siyasî, leşkerî, aborî û ewlehî ya herêmê, xuya ye erkê vê guhertinê sipartine Israîlê. Israîl bi awayekî dan diyarkirin mîna ku ew ê rastî komkujîyê ji hêla dewletên herêmê ve were. Di encamê de şerê Xezayî di 7ê cotmehê de dest pê kir, paşê Hizbilah hat têkbirin, komên girêdayî Îranê li Sûrîyê hatin qewtandin, rêjîma Sûrîyayê hat rûxandin, li koma hûsîyan hat astengkirin û niha jî dora Îranê ye û ne dûr e ku Tirkîyayê jî di vê pilanê de be; nemaze piştî rola Israîlê (hêza herêmî ya yekem) ya nû weke alaveke guhertinê li herêmê. Daxuyanîyên rayedarên tirk ên neteweperest ku dibêjin Tirkîya armanca dawî ye û doza wan a xwe amadekirina ji bo astengîyên pêşerojê, vê yekê nîşan didin. Xuya ye pêngava aştîyê jî girêdayî vê babetê ye.
Mekanîzmeyên guhertinê li herêmê:
Guhertina ku niha li herêmê pêk tê, xwe dispêre çend mekanîzmeyên siyasî, leşkerî, aborî û ewlekarî yên ku pergala cîhanî ya serdest di piştgirîya Israîlê di vê peywirê de, xwe dispêre wan. Ew jî ev in:
- Armancgirtina rayedarên mezin û xwedîyên biryarê ên ku metirsîyê li ser pergala cîhanî ya serdest û ewlekarîya neteweyî ya Israîlê pêk tînin. Ji ber wê jî Israîl rayedarên Hemas, Hizbilah, Îran û rêjîma Sûrî armanc girtin. Israîl ev yek pêk anî berî ku wan tevger û sîsteman bi yek carê hilweşîne. Jixwe li vir em nabêjin ku ev kesên ku tên armancgirtin kesine niştumanperwer in lê berovajî wê wan hişt alozî di dewletên wan de pêk werin çimkî ew xwedî ferwerîne giştgir bû, mafên miletê xwe binpê dikirin, şerê demokrasîyê dikirin û ejindeyên herêmî û navdewletî pêk dianîn. Her wiha wan nikarîbû rê li ber destwerdana pergala cîhanî ya desteser bigirin da ku destwerdanê di karûbarên dewleta wan de nekin û rê nedin wê pergala serdest ku sed salên din herêma wan desteser bike. Jixwe buhaneya vê pergala serdest jî ew e ku demokrasîyê li herêmê pêk bîne û şaşîtîyên ku destpêka sedsala bîstem pêk hatin, werin sererastkirin.
- Sepandina cezayên aborî li ser wan dewletan ku pergala cîhanî ya desteser wan weke dewletine jirêderketî dibîne. Jixwe ev yek ancama siyasetên wan rêjîmên çêkirî bû ku êdî gelên herêmê fatûreya wê d didin. Cezayên aborî sîstema ewlekarîyê ya van rêjîman lawaz dike û gelan ji vî şerê di navbera van rêjîm û Israîlê de diqewime, bêalî dike. Jixwe tê zanîn ku ev rêjîm ne amûra avakirin û bipêşxistinê bûn lê belê ew alava alozî û astengîyan ji bo gelên xwe bûn. Siyasetên ku wan pêk dianî, rê da Amerîka û welatên rojavayî ku cezayên aborî li ser Iraq, Sûrîya û Îranê bisepînin. Di encamê de van cezayên aborî alozîyên hundirîn di van rêjîmên zordar de pêk anîn. Ew jî nikarin van alozîyan çareser bikin bêyî guhertina siyasî ya ji kokê ve yan jî bi ketina van rêjîman û avakirina rêjîmine din li şûna wan.
- Sûdwergirtina ji siyasetên rêjîmên zordar li herêmê (Tirkîya, Îran, Iraq û Sûrîya) û paşguhkirina vîna gelên wan. Vê siyaseta zordar a ku xwe dispêre rêgeza yek partî û yek serokî hişt ku dewlet ji hundir ve lawaz û herifî be.
- Projeyên aborî yên ku li herêmê tên nîgarkirin, hişt herêm bibe kilmoza alozî û rikberîyan û aştîya herêmî lawaz kir. Vê jî perwir li pêşberî Israîlê hêsantir kir; her wekî hewildanên Tirkîya ên têkbirina projeya rêya bazirganîyê ya hindî-ewropî. Ew jî bi rêya alîkarîya Hemasê di şerê wê yê bi Israîlê re û aktîvkirina rêya geşepêdanê ya ku Kendavê bi Ewropa di rêya Tirkîyê re bi hev ve girê dide. Jixwe ev rê ziyanê digihîne berjewendîyên dewletên herêmê. Destwerdana rûsî di Sûrîyê de ji bo parastina malgirtina wê ji dahatên xazê ên ber bi Ewropayê ve û pêşbazîya di navbera Tirîya û Israî û Misrê de li ser yek ji wan bibe navenda derbasbûna enerjîyê ber bi Ewropayê ve. Serkeftina vê siyasetê hat diyarkirin. Hin ji nîşaneyên vê serkeftinê -weke mînak- ev in: nakarîna Îran û Rûsîya ku rê li ber hilweşîna rêjîma Basê li Sûrîyayê bigirin û nkarîna Tirkîya ku hêzdarîya xwe li ser tevahî Sûrîyayê bisepîne.
- Komên radîkal û islamewî yên mîna Daiş, Qaide û pêrewên wan ên cîhadîst weke buhane hatin birin da ku destwerdana leşkerî ya yekser di herêmê de bikin. Her wiha komên çekdar ên ku li gor ejindeyên herêmî kar dikin (çeteyên Tirkîya û milîsên Îranê) hiştin ku alozîyên herêmê zêdetir bibinû derfet da ku guhertin çêbe.
- Piştgirîya hin destwerdanên siyasî, leşkerî û aborî yên hin dewletên herêmê di karûbarên dewletine din de (nexasim piştî buhara gelan) hat kirin da ku armancên girêdayî projeyên desteserîyê werin pêkanîn. Vê jî bandor li rewşa hundirîn û derveyîn kir; her wekî alozîya sûrî û destwerdana îranî û tirkî ya zêde tê de da ku armancên xwe li herêmê pêk bînin (kevana şîî ya îranî û rêkeftina milî ya osmanî). Ev yek li pêşberî çavên pergala cîhanî û Israîl pêk hat. Pergala cîhanî û Israîl derfet da van dewletan ku destwerdaê di alozîya sûrî de bikin da ku karîna wan ji hev bikeve û alozîya sûrî berferehtir be. Lê di dawî de stratejîya amerîkî û israîlî bi ser ket û Îran binkeftî ji alozîy sûrî derket û Tirkîya jî nikarîbûalozîya sûrî bi kar bîne da ku ejindeyên xwe pêk bîne.
Karîgerên xweser û bêalî yên pêvajoya guhertinê:
Hejmarek karîgerên xweser û bêalî hene ku bi awayekî bikêr bandorê li pêvajoya guhertinê dikin. Kesên bi pêvajoya guhertinê radibin dikarin sûdê ji wan wergirin da ku pişta mekanîzmeyên vê pêvajoyê bigirin. Hin ji wan karîgeran ev in:
- Karîgerên xweser:
Li gor tiştên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin, mirov nikare karîgerên xweser paşguh bike. Pergalên desthilatdar ên ku bibinketina wan hat çespandin, bi roleke sereke di rewşa niha ya ku herêm tê de jiyan dikin, lîstin.
Pergala îranî û siyaseta wê ya hundirîn a fetisandina gel ji alîyê aborî û çandî ve hişt ku Îran ji dewleteke tije gencîne ku mirov dikarî wan gencîneyan ji bo xizmeta gel û başkirina asta jiyana wî bi kar bîne, ber bi dewletekê ve çû ku nikare ewlekarîya mirovî ya welatîyên xwe pêk bîne. Her wiha ew danpêdanê bi mafên pêkhateyên gelê xwe nake û pergaleke demokratîk pêk nayîne. Ev tev da ku pergala wê bidome û siyaseta wê ya derveyîn a berferehkirinê ya ku xwe dispêre belavkirina şoreşa islamî bi rêya destên wê yên derveyîn û parastina hevalbendên xwe û destwerdana di alozîyên herêmê de, bidomin. Îran bi milyaran pere li ser rêjîma Basê xerç kirin lê dawî jî ev rêjîm ket. Eger wê ev milyar di projeyên aborî û bipêşxistina jêrzemîna xwe de bi kar bianîna, dê helbet baştir ba. Bawerîya wê ya navokî jî tu xizmet neda gelê îranî lê belê bû barek li ser milê vî gelî bêyî ku tu sûdê ji vê teknolojîya navokî wergire (enerjîya kehrebeyê). Van tiştan tev Îran xistin dewleteke lawaz û bikirîz.
Sûrîya û rêjîma wê ya rûxiyayî ku ji rêjîma îranî ne bi dûr e, welat ber bi alozîyeke demdirêj ve bir ku heya niha û tevî ketina vê rêjîmê jî hê bandorên wê berdewam in.
Rêjîma iraqî her çiqasî bûye rêjîmeke demokratîk jî lê hê bawerîya wê bi navendîbûnê tê û di navbera dem û demekê de alozîyan bi ferwerîya herêma Kurdistanê re derdixe û rêkeftinên aborî û ewlekarî bi dewletên cîran re (Îran û Tirkîya) re li dar dixe da ku ziyanê bigihîne hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev yek jî bendoreke neyînî li rewşa siyasî, aborî û ewlekarî ya Iraqê bi tevahî dike.
Rêjîma tirkî tevî destpêşxerîya serokê kurdî Ocelan jî, hê siyaseta wê ya hundirîn a pêkneanîna aştîyê û pêkneanîna pergaleke demokratîk, berdewam e. Daxuyanîyên Dewlet Behçelî (serokê tevgera neteweyî ya nijadperest) ji bo aştîyê, rewşa aloz a tirkî û guhertinên ku li Rojhilata Navîn pêk tên, dinimînin. Dibe ku ev doza wî ya aştîyê hindekî derkeng mabe jî. Eger rêjîma tirkî tu gav ber bi aştîyê ve neavêtin, ew ê di çarçoveya guhertinê de bimîne. Siyaseta derveyîn a ku rêjîma tirkî dimeşîne (Erdogan) û destwerdana wî di karûbarên herêmê (Sûrîya, Misir, Lîbiya û Iraqê) û nakokîya wî ya nerasterast bi Israîlê re…ev tev alozîyên hundirîn û derveyîn li Tirkîyayê pêk tînin.
- Karîgerên bêlîbûnê (babetî):
Ev karîgerî girêdayî têkilîyên rikberî û nakokdar ên di navbea dewletan de ne. Ew girêdayî berjewendîyên leşkerî û aborî li herêmê ne û girêdayî nakokîyên nerasterast ên navdewletî di navbera bargeha rojhilatî (Çîn û Rûsiya) û bargeha rojavayî (sîstema cîhanî ya desteser) de ne. Ji ber girîngîya wê ya ciyosiyasî li cîhanê (çi di xurtkirina sîstema cîhanî ya niha de çi jî di afirandina sîstemeke cîhanî ya pircemser de) Rojhilata Navîn bûye kilmoza nakokî û şer. Her wiha hin projeyên herêmî jî alozî li herêmê peyda kirin, her wekî projeya çînî (yekrê) û projeya amerîkî (rêya aborî ya ku Hindistanê bi Rojhilata Navîn ve girê dide û herêma Kendava Ereban bi Ewropayê ve girê dide) û projeya geşepêdana tirkî bi Iraqê re û Panela Gaza Rojhilata Navîn. Her wiha hevbeşî û rêkeftinên leşkerî di navbera dewletên Rojhilata Navîn û dewletên mezin de û helwesta rêjîmên Rojhilata Navîn ji şer û nakokîyên heyî û şerê di navbera Rûsiya û Ukraynayê de.
Şerê israîlî-îranî weke rûdaneke nû di pêvajoya guhertinê de
Şerê israîlî bi ser baregehên leşkerî yên îranî de û armancgirtina rayedarên rêza yekem tê de de, ne tiştekî dûr bû çimkî Israîl a ku dest bi lawazkirina destên Îranê li Sûrîya û Libnanê kiribû, ji bo parastina ewlekarîya xwe ya neteweyî ji dewletên derdorê bû da ku rê nede rêjîma îranî ku van dewletan bi kar bîne da ku li Israîlê bixe. Ji alîyekî din ve binkeftina danûstandinên di navbera Amerîkaû Îranê de û dema 60 rojî ya ku Trump weke derfeta dawî da Îranê, buhane da Israîlê ku li projeya navokî ya îranî bixe û zanayên wê yên navokî û fermandarên wê yên leşkerî armanc bigire.
Bersiva Îranê ya derengmayî, hişt ku lawaz bixuye. Ji alîyekî din ve armancgirtina deverên israîlî yên sivîlane hincet da artêşa israîlî ku zevîya Yaris a başûr a gazê armanc bigire. Ev yek jî tê wê wateyê ku Israîl bi rêya armancgirtina jêrzemîna aborî ya îranî û armancgiritina Tehrana paytext, dixwaze fişarê li ser Îranê zêde bike. Dibe ku ev yek nîşaneyeke metirsîdar di şerê îranî-israîlî de be û pêvajoya guhertinê aloz bike. Li gor helwestên alîgirên wê ku tenê di çarçoveya daxuyanîyên şermezarkirinê de ne, xuya ye Îran di cihê lawazîyê de ye û destên wê nikarin tu alîkarîyeke tektîkî pêşkêşî wê bikin.
Piranîya nîşaneyan diyar dikin ku guhertineke siyasî ya hundirîn û derveyîn li Îranê çêdibe û li gor pêşveçûna vî şerî asta vê guhertinê dê were diyarkirin. Bi gelemperî mirov dikare çend encamên pêşerojê yên ku ji vî şerê îranî-israîlî dê werin der, nîşan bide:
- Bandora wê ya neyînî li ser rêjîma îranî û lawazkirina wê ji alîyê hundirîn ve û dana derfetê ji bo pêkhateyên îranî ku fişarê li rêjîma îranî bikin da ku mafên xwe yên siyasî, aborî û çandî bi dest bixin. Her wiha dê bandora wê li tevahî rêjîmên desthilatê yên Rojhilata Navîn hebe.
- Tewereya berxwedanê (weke ku nav lê tê kirin) dê bi dawî bibe. Israîlê karîbû tevgera Hemasê ku weke gefeke hundirîn bû û dikarî ji hêla hin dewletên herêmî ve were bikaranîn, têk bibe û di heman demê de karîbû Hizbulaha libnanî jî têk bibe Hizbulaha ku destê Îranê yê sereke li herêmê bû tu bersiv heya niha li hember vê pêvajoya leşkerî ya israîlî nedaye. Ji alîyekî din ve milîsên şîî yên li Iraqê tenê gef xwarin. Ev tev nîşane ne ku “tewereya berxwedanê“ li herêmê hat bidawîkirin.
- Eger rêjîma tirkî dev ji siyaseta xwe ya hundirîn berneda (ev siyaset ji hêla Amerîka, Birîtanya û Israîlê ve hatîye avakirin) û siyaseta paşguhkirin û rijdbûna li ser çareserîya leşkerî ji bo bidawîkirina doza kurdî domand, dibe ku wê hungê çerxa guhertinê ber bi Tirkîyê ve jê biçe. Pêkneanîna Tirkîya ji tu guhertinê re di şêweyê rêjîma xwe de û neavêtina tu gavên rastîn ji bo çareserkirina doza kurdî û eger tu guhertinê di siyaseta xwe ya derveyîn de pêk neîne (ku destwerdanê di karûbarên dewletên cîran ên mîna Sûrîya û Iraqê de dike), dê bandor bi awayekî yekser li rewşa wê ya hundirîn jî bibe. Behçelî di daxuyanîyên xwe de ev yek eşkere kir û got ku “ ev şer ne dijî Îranê tenê ye lê belê di heman demê de nameyeke nerasterast ji bo Tirkîyayê ye jî“ her wiha wî got ku “armanca dawî Tirkîyayê ye“. Dogo Birînçîk (sekretêrê Partîya Welat a Tirkî) jî wisa daxuyanîkirin: “Armana stratejîk a êrîşa israîlî Tirkîya bi xwe y û hemû rêkarên israîlî dê dawî bihêlin Tirkîya parçe bibe.“
- Derfetekê bide gelên herêmê da ku bi azadî û demokrasî bijîn lê ev derfet girêdayî karîna gelên herêmê ya xwebirêxistinkirin û avakirina civakeke demkratîk e. her wiha ew girêday ejindeyên derveyîn eku ji wan tê xwestin ku ew hinekî derfeta azadîyê bidin gelên herêmê û vê yekê weke kaxezeke fişarê li dijî rêjîmên desthilatdar bi kar bînin.
- Lêdana Israîl a li dijî Îranê nayê wateya bidawîbûna pergala Wîlayetilfeqîh lê belê ew qonaxa destpêkê ya ber bi guhertinê ve ye. Çimkî em bibêjin nebêjin Îran bi rêya siyaseta xwe ya hundirîn û derveyîn xizmeteke mezin dide pergala cîhanê ya ku Rojhilata Navîn desteser dike. Ketina rêjîma Wîlayetilfeqîh di vê demê de dê tevlîhevîyeke mezin li herêmê pêk bîne ku êdî nema tê kontrolkirin.
- Dibe ku piştî vê êrîşa israîlî ya bi ser Îranê de levkirineke navokî di navbera Amerîka û Îranê de pêk were, nexasim ku her du alî di rewşekê de ne ku nikarin van pêvajoyên leşkerî bidomînin çimkî berdewamîya van pêvajoyên leşkerî dê rewşa hundirîn a ku berê aloz e, aloztir bike. Ji alîyekî din ve ev levkirin dibe ku heya astekê alozîyê di navbera her du alîyan de sivik bike lê ev jî qonaxeke demkî ye çimkî Israîl dema bi metirsîya îranî bihise dê her û her wê armac bigire. Dibe ku bêyî pêkanîna pêvajoyeke leşkerî wê ji alîyê hundirîn ve armanc bigire, çimkî ziyanên Israîl tûşî wan hat, zêdeyî karîna wê bûn ; ew jî ji ber jîngeha civakî ya ku civaka israîlî tê de dijî û zêdebûna rêjeya dijberîya hundirîn a li dijî siyasetên Nêtinyaho. Piranîya nîşaneyan didin diyarkirin ku eger ew binyata xwe ji kokê ve neguhere û demokrasîyê pêk neyîne, Îran dê ber bi guhertinê ve biçe.
Şer ne çareserîya kêşe û alozîyên herêmê ye:
Tu caran şer nebûye çareserî ji bo bidawîkirina alozîyên ku herêm rastî wan hatîye, ne niha ne jî berî sed salî lê dibe ku ji ber rijdbûna pergalên zordar li herêmê, şer beşek ji çareserîyê be. Bo nimûne gelê sûrî ji sîstema zordar (rêjîma Basê) xelas bû lê alozîya sûrî hê berdewam e û dibe ku Sûrîyayê ber bi alozîyeke kûrtir û bixwîntir ve bibe, nemaze eger rêjîma sûrî ya nû dev ji siyaseta xwe berneda (siyaseta malgirtina desthilatê li gor dabeşkirina tîreyî) û eger ev rêjîm girêdayî ejinde û berjewendîyên herêmî û navdewletî ma. Îcar guhertinên ku bi destê Israîlê li herêmê pêk tên tenê veguhestina ji alozîyekê ber bi yeke din ve ye ku xizmeta pergala cîhanî dike. Her çiqasî gelên herêmê hinekî azadî bi dest xist û her çiqasî rêjîmên zordar rûxîyan, herêm dê her di çarçoveya alozîyan de bimîne. Ev alozî jî ji hêla hêzên cîhanî ve pêk tên. Ji ber wê jî rêya herî baş a ku dikare rê li ber nakokî û alozîyên nû bigire, pêkanîna siyaseta demokrasîyê ye ku ew siyaset xwe dispêre pêkanîna pergaline pirreng û demokratîk ên ku xwe dispêrin diyalog û danûstandinê li şûna şerê ku dewletan ew afirandîye da ku desteserîya xwe misoger bikin, ne ji bo alozîyên herêmê bi dawî bikin. Şer ziyanên mezin digihîne gelan. Şer tu çareserîyan ji bo kêşeyan pêşkêş nake lê belê rê li pêşberî êş, azar, ziyan û hilweşînê vedike û kêşeyan kûrtir dike. Ji bo ku rê li ber vê yekê were girtin, gerek e rêjîmên heyî li herêmê di vê pêvajoya guhertinên ku pêk tên de, siyasetên xwe yên hundirîn û derveyîn biguhertin da ku xizmeta gel û dewleta xwe bikin. Destpêşxerîya Ocelan dikare bibe rêyek ji bo pêkanîna aştî, aramî û geşepêdanê li Rojhilata Navîn.
Li gor tiştên navborî, alozîya ku pergala cîhanî ya niha tê de dijî û hewildanên sivikkirina wê bi rêya pêkanîna guhertinên ji kokê ve li Rojhilata Navîn (piştî bidawîbûna erkê ku ji rêjîmên neteweperest û islamperest bi awayekî rasterast û nerasterast dihatin xwestin) hişt ku herêma Rojhilata Navîn bibe navenda şer û nakokîyan. Vê yekê bêzarîya gelêrî zêdetir kir ku ev bêzarî ji ber wan alozîyan bû ku rêjîmên desthilatdar, siyaseta wan a desteser û hişmendîya wan a neteweperest û islamperest a zordar a ku xwe dispêre yekhakim û yekpartîyê, encam dane. Jixwe nûjenîya sermayedarî di sedsala bîstem de ev pergal ava kirin û Rojhilata Navîn di nezanî, paşvemayîn, sarbûn, lawazî û jevketinê de hişt û rê da rêjîma cîhanî ya desteser ku bi buhaneyên şerê li dijî rêjîman destwerdanê di herêmê de bike ku xuya ye ev rêjîm bûne beşek ji alozîya wê ya cîhanî.
Guhertina Amerîka ji stratejîyên xwe yên leşkerî re ku bi awayekî yekser derbasî şeran nabe, hişt ku Israîl bibe alava guhertinê li herêmê. Israîl xwedî stratejîyeke zelal e û wê herêma Rojhilata Navîn desteser kirîye (weke wekîlê pergala cîhanî ya desteser). Israîlê karîbû Hemas, Libnan, Sûrîya û heta Iraqê jî bixe bin kontrola siyasetên xwe yên herêmî de û niha jî Îran di bin lêdana wê de ye û dewletên erebî jî bi lez dixwazin pê re li hev werin û şerî erebî-israîlî bi dawî bikin. Israîl ne tenê dewletek biçûk e lê belê ew beşek ji sîstema sermayedar e û xwedî karînên madî, ragihandinî û saloxgerî ye û ji alîyê navdewletî ve piştgirîya wê bi awayekî bêsînor tê kirin. Ev yek jî derfetê didiyê ku guhertinê li Rojhilata Navîn pêk bîne bêyî ku civaka navdewletî wê ceza bike yan jî wê neçar bike ku pilanên xwe rawestîne.