ANALÎZ

Çîn û Rola wê di Destpêkirina Têkilîyên Dîplomatîk di Navbera Îran û Si’ûdîyê de

Bêtirî du salan berîya niha danûstandinên neragehandî di navbera Şahnişînîya Si’ûdî û komara Islamî ya Îranî de li Bexdadê û li Mesqetê di navbera salên 2021 û 2022an de  berdewam in, her du dewletan Iraq û selteneta Umanî roleke erênî di rêveçûna pêvajoya danûstandinîyê de lîstin, ew jî ji bo bicihkirina ewlehî û tebatîyê li ser her du paravên Kendavê û bicihkirina geşepêdan û pêşketinê ji  hemî  gelên deverê re, jixwe Çînê ji ber desthelata xwe ya navdewletî û navneteweyî rola herî mezin û giring di vegerandina peywendîyên di navbera her du alîyan de lîst, her wesa ji ber ku Çîn xwedî têkilîyên stratejîk û rêkevtinên mîna hev bi şahinşahîya Si’ûdî û Îranê re ye, her wesa Çîn ji mezintirîn dewletên ku petrola Si’ûdî û  Îranî  dikire,  û ji Şahnişînîya Si’ûdî tenê bêtirî du milyon bermîlan dikire, ji bilî berhemhênanên aborî yên din ku bi her halî Çîn ji wan sûdê dibîne, û bi heman awayî jî her du dewlet qezencên siyasî, dîplomasî, teknîkî, leşkerî û ji bilî van jî, werdigirin. Bê goman, her du dewletên Erebî yên hevcîranê Îranê, bi Çînê re di têkilîyên xweş de ne, û her yek ji wan cîgeheke giring û stratejîk heye û bi baştirîn têkilîyên dîplomatîk li gel Çînê tev digerin û pê xweş hal in, van her du dewletên ku bi Tehranê re û hem jî bi Riyadê re lihevkirî ne, bi dirêjîya du salan û bi şêweyekî berdewan û bê rawestandin rê li pêşîya nêzîkatîya pêşekî vekirin, ji bo Îraqê jî serkeftinek bû, daku ji wê vederkirinê derkeve, û li dorhêla xwe ya herêmî û navdewletî vegere. Jixwe bi saya desthelata Îraqî ya alîgirê Îranê, dewleta Îraqê dibe ya herî nêzîk ji Îranê re.

Di (10ê) meha Adara em tê de, daxuyanîyeke hevbeş ya sê qolî bi beşdarîya Çînê di navbera her du dewletên cîran de derket, û bi destpêşxerîya serok Şî Cîn Bîng serokkomarê Çînê yê ku rêkeftin di navbera serkirdeyên dewleta Îranê û Si’ûdîyê de girêda û bi xwesteka her du alîyan ji bo çareserkirina nakokîyan bi rêya guftûgoyê û dîplomasîyetê di hundirê çarçoveyeke ji têkilîyên biratî û pêbendî bi pirinsîbên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Hevkarîya Islamîyê û girêbest û nerînên navdewletî, li gorî van pirinsîban hevdîtin li paytexta Çînê berîya 4 roja ji Adarê û heta 10ê wê bi srokatîya şandeyên her du dewletan di navbera wezîrê dewletê û rawêjkarê ewlehîya niştimanî li Şahnişînîya Si’ûdî  diktor Musa’id bin Mihemed El –’êban û razgirê encûmena bala ya ewlehîya neteweyî di Komara Islamî ya Îranî de admîral Elî Şemxanî pêk hat, her du alîyan rezamendîya xwe bi spasîya Îraqê, Selteneta Umanê û Komara Çînê derbirandin ji ber  çavdêrîya gotûbêjan û hewldanên ji bo biserxistina wan gotêbêjan û ji bo careke din destpêkirina têkilîyên dîplomatîk, û careke din vekirina balyozxaneyan di navbera her du dewletên destnîşankirî Si’ûdîyê û Îranê di dema du mehan de, li ser binemaya rêzgirtina serwerîya dewletan û bê destwerdankirina di karûbarên hundirîn de, û wezareta derveyî ya her du dewletan pabend in di çalakkirina van karan de mîna pirsên bihevguherîna balyozan û xurtkirina peywendîyan û çalakirina rêkeftinên berê yên di navbera her du welatan de mîna hevkarîyên ewlehîyê û rêkeftinên aborî, bazirganî, çandî, ciwan û werzişê û ji bilî van jî.

Her wesa Emerîka jî razîbûna xwe li ser vegerîna têkilîyên di navera Si’ûdîyê û Îranê de ragehand, ku vegerandina têkilîyan  dê aramî û tebatîyeke pirtir li deverê bi rêya alavên ragihandinê cîbicî bike, ev ji hêlekê ve, ji hêleke din ve wezîrê derve yê Si’ûdîyê li Moskoyê hevdîtin bi hevpîşeyê xwe yê Rûsî Sergî Lavrov re pêk anî, tiştê ku mirov pêşbînîyê jê dike ku vegerandina têkilîyan di navbera Si’ûdîyê û Îranê de bi erêkirina Rûsîya ye, her wiha tekezîyê li ser guherîna têkilîyên navdewletî û herêmî dike, ku  ev yek ji encamên derçûna şerê di navbera Ukrayîna û Rûsîya de ye, ez ber bi pêşbînîkirina erêkirina Yekgirtina Ewropayê ya li ser aramî û tebatîya herêmî li devera Kendava Erebî diçim, ji ber giringîya wê û pêdivîya wê bi wizeyê û petrola ji Si’ûdîyê û Îranê, her wiha pêdivîya wê bi petrola Kendavê bi giştî heye.

Heger doseyên helawêstî di navbera her du dewletan de çareser bibin, dibe ku têkilîyên Si’ûdîyê û Îranê xurt û geş bibin, û tebatîyeke pirtir li deverê cîbicî bibe, weku doseya Yemen, Sûrî, Libnan û Îraqê, bi kêmanî aştkirin li deverên ku Îran destwerdanê tê de dike wek Yemen, Sûrî, Libnan û Îraqê cîbicî dike. Dibe ku sedema dagerandina Îranê ji bo vegerandina têkilîyan têkçûna rewşa Îranê ya hundirîn be, û pirbûna nerazîbûn û xwepêşandanan di piranîya bajarên Îranê de ji Tehran, Zahdan û Sinê û Ehwazê. her wiha dibe ku ji ber ragehandina Emerîkayê be, ku ew ji bo guhertina rêjîma Îranê naxebite, lê tenê guherîna reftarên rêjîma Îranê dixwaze. dibe ku Îran li vejandina danûstandinên nuklerî bi Yekîtîya Ewropa re digere, dibe ku Çîn roleke navincî di nêzîkbûn û aştkirinê de bilîze, yan jî dibe ji bo derbên Israîlê ku dadiweşîne Pasdarên Şoreşa Îranê û ceblxane û embarên wê li Sûrîyê, û li tabûrên wê yên leşkerî li çolistana Sûrîyê û li Ebû – Kemalê hingê zextin zêdebar li ser Îranê dirust dike, yan jî dibe ku Îran hêvîyê ji Si’ûdîyê û dewletên Encûmena Hevkarîyê û bi taybet Selteneta Umanî, Îmarat, Behrên û Qeterê dike ku rêkevtina atomî ya Îranî têperîne û bi behaneya ku ew metirsîyê dirust dike, li dijî wê ranewestin.

زر الذهاب إلى الأعلى