Ji dehên salan ve li Rojhilata Navîn hevrikîyên pêkhatî rûdidin; ku tê de karîgerên jeosiyasî, olî û aborî dikevin nava hev û hêzên xwecihî, herêmî û navneteweyî beşdar dibin.
Ji van hevrikîyan, îro ya herî berz hevrikîya dijwar a di navbera Îran û Israîlê de ye ku ji piştî êrîşa Hemasê ya 7ê cotmeha 2023yan ve ketiye qonaxeke eşkere. Her wiha li gor ku wezareta derveyîn a Israîlê û ajansên nûçeyan ragihand, bêtirî hezar kesî tê de hatiye kuştin.(1) Piştî ku Israîlê bi destekî xurt bersiva Hemasê li Xezayê da, piştre Îran rasterast bi rêya wekîlên xwe derbasî êrîşê bû û hevdemî wê êrîşên hewayî yên israîlî li ser cihên nûklerî yên di 13ê pûşbera 2025an de rûdan; tevaya van bûyeran di dîroka pevçûnan de gaveke ne ji rêzê ne, her wiha Rojhilata Navîn dixe qonaxeke din a tundîyê.
Ev tundî nema karekî xwecihî ku tewereya wê tenê Filestîn e; lê belê bûye qadeke nirxandina jinûvesazkirina pergala herêmî. Pê re bandorîyên wê digihêjin asta cîhanî. Em dikarin van bandorîyan di nava van tewereyan de dahurînin:
- Îran Alozîya Xwe Ya Hundirîn Bi Tundîya Derveyîn Qerebû Dike:
Li Îranê alozîyin hundirîn li ser hev kom bûne, ev alozî bi xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” re dest pê dibin ku sala 2022yan ku bi kuştina Mehsa (Jîna) Emînî re dest bûn û lawazîya rewabûna pergala îranî da diyarkirin. Ev alozî bi sizayên rojavayî û vederkirina navneteweyî ya mezinbûyî re, bêtir dibin. Di nava vê fişarê de; desthilatdarîya îranî hewl dide alozîyên derveyîn weke alavekê ji xwe re bi kar bîne ku pê refên hundirîn rêz bike û çavan ji ser hilweşîna aborî û civakî rake. Vê stratejîyê ji bo neteweperestî û tîreperestîyê bi kar tîne. Lê di rastîyê de; ji rewabûna pergalê dixwe, nemaze gava kita terazeya cengê li alîyê beşên civakê yên hejar dikeve. Li vir; nakokîya binyadsazî ya di navbera dewlet û civakê de diyar dibe. Vê yekê hişt ku stratejîya “Pevçûna derveyîn” weke alavekê ji bo mijandina fişara hundirîn û xurtkirina yekîtîya niştimanî bi kar bîne, an ku weke planekê ye ku bi piranî nirxê wê hejar û çînên di warê aborî de ziyandîtî, didin.
- Tora Desthilatên Îranî Karîgereke Navneteweyî Ye
Bi dehên salan Îran li bara avakirina toreke desthilatên xwedî kurahîyeke stratejî ya ne kevn, bi rêya karîgerên ne navneteweyî, bi ser ketiye, mîna: Hizbullah li Libanê, Hûsî li Yemenê, Heşd El-Şeibî li Iraqê û tevgerên Hemas û Cihad El-Islamî li Filestînê. Lê belê; ev tor, bi tevî ku kûrahîyeke wan a stratejîk heye jî, herêmê derbasî gerînokeke şerên bi wekaletê dike û lawazîya ewlekarîya herêmî bêtir dike. Her wiha vegera desthilatên hinek ji van destan ku di ji ber lêdanên israîlî yên serhev û hilweşîna rêjîma El-Esed li Sûriyayê, hişt ku hevrikî rasterast di navbera Tehran û Til Evîvê de çêbibe. Jixwe ev ceng bi xwe re metirsîya teqîneke herêmî ya mezin tîne.
- Bandora Pevçûnê Li Ser Pergala Herêmî Ya Erebî
Pêşketinên dawîyê lawazîya pergala erebî ya ku nikarîbû li hember tiştên rûdidin helwestekê bide, diyar kir. Parçebûnên erebî û danîna hin dewletan bo têkilîyan bi Israîlê re, doza filestînî lawaz kir û rê da hin dewletên ne erebî weke Îran û Tikriyayê, ku rolin bandorker li Filestîn û Libnanê bilîzin (Bi tevî paşdeçûyîna wan jî).
Ev rasteqînî pirsin germ li bara wateya serwerîyê û rola gelan pêşkêş dike û pêdivîya bi nimûneyin ferwerîyê yên berdêl û ji binyada dewleta neteweyî wêdetir, raber dike. Her wiha têgeha Rêveberîya Xweserîya Demokrat weke alaveke çalakkirina civakan a ji bo diyarkirina çarenivîsa wan, digire dest.
- Ceng Bazareke Wêranîyê Ne Ya Rizgarkirinê Ye
Bangên fermî, çi yên Israîlê yan jî yên Îranê, cengan weke alavên rizgarkirinê yan jî têkbirinê didin nîşan. Lê rastî cuda ye; dewletê weke nîşaneya desthilatdarîyê dide rûnandin û civakê hildiweşîne. Doza filestî û doza kurdî hîn çareser nebûne, alozîya Sûriyayê -bi tevî hilweşîna rêjîma El-Esed- hîn çareser nebûye. Lê belê bêtir berfireh bû û rêgeheke din girt ku êdî amaje bi wê yekê dike, ku nimûneya heyî ji bo pêkanîna armancên niştimanî yên rast, binkeftî ye.
Cengê tu pergaleke stemkar hilneweşandiye, lê belê wêranîyeke mirovî û civakî ya demdirêj li pey we hiştiye. Li vir; girîngîya nêrîna ocalanî derdikeve pêş ku dibêje xelasî ne ji dewleta neteweyî pêk tê, lê bi derbasbûna wê ber bi nimûneya demokratîk ve ku li ser rêxistibûyîna civakî, dadmendîya civakî û wekhevîyê, pêk tê.
- Bandorên Aborî Û Ewlekarî Û Bandorîyên Cîhanî
Yek – Aborî:
- Bilindbûna nirxê petrolê ji ber rewşa cengê. Li gor wê; di 19ê pûşbera 2025an nirxê her bermîleke petrolê 78 dolar derbas kir. Wiha tê pêşînîkirin ku eger tundî berdewam bike dê bigihêje 90-95 dolarî. (2)
- Xirabbûna ristikên dahatinê, nemaze di sektorên enerjîyê û heyberên xav de.
- Pirbûna lêçûnên leşkerî li ser hesabê geşepêdanê.
Li gor rapora Peymangeha Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk (IISS) lêçûnên leşkerî li herêmê di nîveka sala 2025aan nêzî %12 bilind bûn. (3)
Du – Ewlekarî û civakî:
Nîşaneyên îranî yên bidestxistina çekên nûklerî bû yek ji pêkarên êrîşa israîlî ya 13ê pûşbera 2025an.
Pirbûna gefên terorîst di encama tevlihevîyê de û vegera komikan, mîna DAIŞê li Iraq û Sûriyayê.
Pêlin nû yên koçberîyê herikîn, ji wan jî yên ji Îranê ber bi Azerbeycanê ve ne. Rêxistina Penaberan bilindbûneke berçav a kesên pêdivîya wan bi niştecihbûnê heye, tomar kir. Li gor wê jî; hejmara afganî û iraqîyan li Îranê ghaştiye sedhezaran, bi tevî ku gelek ji wan vegerandine jî. Hejmara giştî ya penaberan di nava wê de nêzî 3.8 milyonî ye. (4)
- Sûdgirên Rastî Yên Cengê
Pergalên desthilatdar pevçûnan ji bo tunekirina rikberên xwe yên hundirîn bi kar tînin û bi saya hebûna metirsîyeke derveyîn, desthilatdarîya xwe ji nû ve rewa dike. Lê belê; hêzên mezin ên mîna Amerîka, Rûsya, Çîn û hinek dewletên ewropî, van pevçûnan ji bo firotina çekan û birêkûpêkirina herêmin din ên desthilatan, keysbaz dikin.
Her wiha rêxistinên tundrew jî di vê tevlihevîyê de geş dibin. Li jêr navê “Berxwedanê” yan jî “Cihadê” tundîyê ji nû ve hildiberînin. Ev yek nijadperestî û neteweperestîyê li pêş dixe ku civakan vedigerîne nêrîna cenga bêdawî.
- Jin Û Ciwan (Mertala Mirovî Ya Şkestî)
Pêşkarîyên civakî ji wêneyê rabûne. Êdî di van hemû pevçûnan de, rola jinê û ya ciwanan, bi tevî ku ardûyê cengê ne, tê paşguhkirin.
Jin rastî binpêkirinên kirêt tên û ciwan jî yan di enîyan de tune dibin an jî ber bi koçberîyê ve diçin.
Lewre; her çi projeyeke rizgarîyê, eger dadmendîya civakî û çalakbûna jin û ciwanan, neke pêşkarîyên xwe, dê nikarîbe bi ser bikeve.
- Projeya Berdêl
Ramanwerê kurd Ebdullah Ocalan, an ku xwedîyê “Sosyolojîya Azadîyê” bi rêya nêrîna “Neteweya Demokrat” nêrîneke gelemper ku nimûneya dewleta neteweyî derbas dike, pêşkêş dike.
Ev nêrîn li ser van hêmanan xwe radigire:
- Rêveberîya Xweserîya Demokrat
- Beşdarbûna hemû pêkhateyên çandî û olî.
- Netewperestî û nijadperestîyê derbas dike û berê xwe dide pirrengîyê.
- Aborîya civakî ya jîngehparêz.
- Rêxistineke civakî ku ji binyadê ve dest pê dibe.
- Beşdarkirina jinê bi awayekî zagonî û sazûmanî li ser bingeha wekhevîya bi mêr re.
Ev nimûne ne tenê ji bo doza kurdî dibe çareserî, lê belê dikare çarçoveyeke gelemper ji bo alozîyên binyadî yên li Rojhilata Navîn pêşkêş bike.
- Stratejîyên Derketina Ji Alozîyê
Ji bo çareserkirina alozîya heyî ya li Rojhilata Navîn, em dikarin van gavan pêşniyar bikin:
- Destpêkirina gotûbêjeke herêmî ya rastî ku tevaya pêkhateyên civakî di nava xwe de dihewîne.
- Rakirina pawanîya dewleta neteweyî ji çek û hêzê re û xwespartina nimûneya Rêveberîya Xweserîya Demokrat.
- Rawestandina biçekkirina alîyên şerker û sepandina çavdêrîyeke navneteweyî ya serbixwe.
- Avakirina hevbendîyeke gelêrî ya demokrat ku serbazbûyîna neteweyî û nijadî derbas dike.
- Navneteweyîkirina çareserîyan û misogerkirina zalalîyê û lêpirsîna civakî.
Ber Bi Zanîneke Nû Û Projeyeke Rizgarkirinê Ya Gelemper Ve
Em ne tenê li pêşberî hevrikîyên siyasî yên belavbûyî ne; lê belê em li pêşberî alozîyeke şaristanî ya gelemper li jêr têgehên dewlet, civak û dadmendîyê ne.
Gelên Rojhilata Navîn nikarin bi rêya heman alavên ku bi rêya wan alozî rûnandine, xwe ji desthilatdarî û zordestîyê rizgar bikin. Tenê zanîna siyasî ya nû ku li ser bingeha demokrasîya civakî û beşdarbûn û dadmendîya civakî ava dibe, dikare vê xelekê bişkîne.
Çareserî ne bi çekê tê, lê bi vejandina siyaseta rastîn a ku ji bingehê ava dibe. Bi giyanê “Neteweya Demokrat” ava dibe ku weke cewher, ne weke alav li mirov dinêre.
Lê belê; pirsa herî berz di vê pêvajoyê de ev e:
Ew wêrekî li cem me heye ku em hevkêşeyê ji dewleta neteweyî ber bi civakeke azad û demokrat ve bibin?
Çavkanîyên destnîşankirî:
- Daxuyanîya fermî ya der barê êrîşa 7ê cotmeha 2023yan de. Wezareta derveyîn a israîlî – malpera fermî – ajansên nûçeyan.
- CNBC ya erebî – Ajansa Reusters “Jirxên petrolê bi bilindbûna rageşîyê di navbera Îran û Israîlê re bilind dibin” 19.6.2025.
- Rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Ya Karûbarên Penaberan – Amarên penaberan li Îranê di pûşbera 2025an de.
- Peymangeha Navneteweyî Ya Lêkolînên Stratejîk (IISS) – Rapora lêçûnên leşkerî ya Rojhilata Navîn.