Gotarên nêrînan

SÛRIYEYÊ DI NAVBERA XEWNA NENAVENDIYÊ Û METIRSIYA NAVENDIYÊ DE

Dr. Murşid Elyûsif

Di her qûnaxeke nû ji dîroka Sûrî de, hêvî ew bû ku rûpela borî were qulbandin, û pencereyeke nû li ser pêşerojeke ku têra hemû Sûriyan bike were vekirin.

Herwiha piştî guherîna siyasî ya dawiyê û hatina berêz Ehmed Elşer’ li ser desthiladariyê gelek pêdihesîn ku welat ber bi çaksaziyeke demoqratî rast ve diçe, û zordariya ku li ser pêkhateyên piştguhkirî, û di serî de pêkhateya kurdî, wê rêya xwe ya çareseriyê bibîne, lê gêrebayên ketwar, xuyaye ku hîn ji deriyên borî ve tê, ku piştgirin û navendiyê bi kincekî nû bi derdixe tevî cihêrengiya dirûv û durişmeyan.

Bê gûman li Sûriyê di serdemên borî de ezmûneke hişk ji deselata siyasî, û birêvebirina tek partiyê, û serokê hata bi heta, û alavên ewlehiyê. Û bi rêketina xwepêşandanên gelêrî di sala2011an de, xuyabû ku deriyê guherînê hate vekirin, lê hilweşandina dewleta navendî nikarîbû alternatîvekî hevpar û yekgirtî peyda bike, li dijî wê yekê, hişt ku xaknîgariya siyasî were herişandin.

Bi avraziya berêz Ehmed Elşer’ ji deselatê re, mizgotineke nû derket têde soza dewleteke şaristanî û hemwelatiyeke hevkêş dide, lê bêyî tu nexşerêyekê venasînê bi hemerengiya netewî û çandî û civakî bike. Lê belê piraniya nîşanderan xuya dikin ku dewlet ber bi şêweyê Be’sî ya kevin ve diçe, bi taybetî nepejirandin û redkirina venasîna bi ezmûnên Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û nûnertiya siyasî ji pêkhateyên ne erebî re.

Di vê çarçewê de, pêkhateya kurdî ji hemû pêkhateyên din hatiye piştguhkirin û êş û zordarî li Sûriyê dîtiye, manend li ser asta nasname û mafên çandî û siyasî, ji Pênciyên serdema borî de, kurd tûşî tundî û siyasetên te’rîbê hatine, wek amara awarte, û zinara erebî, heya ku dighê embargoyên ji zimên, perwerdehî û nûneratiya siyasî.

Û îro, piştî ezmûna rêveberiya xweser a ku meydaneke fireh ji rêvebirina xwecihî ji civaka kurdî (û ji pêkhateyên din re) peyda kir, helwesta hikûmeta Şer’ ji vê ezmûnê henasek xirab dide nîşandan di derbarê van destkeftan de, herwiha bi behaneya parastina dewletê dide tawanbar kirin, siyasetên nadar ên niha ji yên berê ne çêtir û cudatirin, lê belê ew berdewame di piştguhkirina tu beşdariyek kurdî serbixwe re yan hevkariyek rast di biryarê de, û tê xûyakirin ku ew ber bi dûbarekirina wan çewtiyên ku bûne sedema teqîna Sûrî ve diçin.

Bi rastî tiştên ku îro dibin ne tenê qirên û nakokiyeke siyasî ye, lê belê ew pevçûneke di navber du şêweyan di avakirina dewletê de: Şêweyekî navendî pîramîdî, venasînê bi hemerengiyê, û parvekirina desthilatê li gor pirensîbên nûnertî û dadmendiyê.

Û redkirina hikûmeta Şer’ ji venasîna bi hemelayana avahiyên rêveberî, yan beşdarbûna Kurd û Ereb û Suryan û Aşûriyan di dariştina pêşeroja dewletê de, ew nîşana zordarekî nerime, di paş zarzimanê çaksaziyê de xwe vedişêre, lê mîkanizmên desthilata kevin berhem dike. Û navendî ne tenê bijardeyek rêberiyê ye, lê belê ew alava dûrxistina siyasî dema ku ji bo surgunkirina yên din re tê bikaranîn û nehiştina xewn û hêviyên gelan di beşdarbûn û nûnertiyê de, bi taybetî piştî şerekî giran hişt ku hemû pêkhate temenê wê bidin.

Bidûrxistina pêkhateyan, û bi taybetî pêkhateya kurdî, ne tenê hest bi zordariyê ye, lê belê gefan li tevna niştimanî dike, û jarbûna endamêtiya niştimanî ye, dema pêkhateyek ji biryar û nasnameyê tê bidûrxistin, ew kiryar hestên endamêtiyê lawaz dike, û dihêle teqînên pêşerojî çêbibin, herwiha dihêle bawerî di dewletê de bi paş keve, û civakên xwecihî ber bi şêweyên alternatîv di rêxistin û rêveberiyê de bibe.

Eger Sûriyê dixwaze ji gêjenga dabeşbûn û tundiyê bi derkeve, pêdiviya wê bi dûbarekirina venasîna dewletê heye, ne li ser bingeha zalîyetiya navendê, lê belê li ser bingeha girêbendek nû ya civakî, dabînkirina nenavendiya siyasî û rêveberî wek gerentor ji aramiyê re, û venasîn bi hemerengiya netewî û çandî û zimaneweyî, û beşdariya pêkhateyan di nivîsandina makezagonê de û dariştina siyasetan, û rêzgirtina ezmûnên rêveberiya xweser a berbar wek beşekî ji çareseriyê re, ne wek metirsiyekê ku were jinav birin.

Gereke her kes zanibe ku Sûriyê tenê wê bi hemû lawên xwe wê careke din rabe ser xwe, û piştguhkirina hemû pêkhateyan û di serî de pêkhateya kurdî, ne bes çewtiyeke siyasî ye, lê belê ew pûçkirina pêşeroja Sûriyê ye, tu ewlehî bê dadmendiyê nîne, û tu aramî bê hevpariyê, û tu yekîtî bê venasîn nîne. Heke berêz Ehmed Elşer’ bixwaze navê xwe di dîroka Sûriyê de tomar bike wek rêberekî ji vê qûnaxa nû re, divê ji xwe re hilbijêre yan bibe vedenga rabirdûyek navendî deselat, û yan jî wê bibe damezrênerê dewleteke hevpar li ser bingeha hemerengî û venasîneke pevguherî.

زر الذهاب إلى الأعلى