ANALÎZ

Korona û Riya Çareseriyê

 Ev aloziya cîhanî bi hemû rehendên xwe yên mirovî, jîngehî, aborî û civakî  kûrtir, gurtir û berfirehtir dibe. Krîzeke ji hêla awa û cureyê xwe ve pir giran û mezin e. Krîzek e dibe ku birêveçûna dîrokê ji kokê ve biguherîne û serûbinî hev bike.

Bê guman,  ji ber kiryar û siyaseta ku îro pergala cîhanî  pê gerdûnê bi rê ve dibe, krîzeke aborî, jîngehî û civakî dihat pêşbînîkirin, lê sizayên tund  ku îro xwezayê di riya Şoba Koronayê li ser mirovahiyê bi giştî, li seranserî cîhanê pêk tîne; li cem gelek aliyan nedihat pêşbînîkirin.

Ji destpêka hebûna xwe ve pergala cîhanî ya heyî ku Modernîta Kapîtalîst  serkêşiya wê dike, ya ku pergal û binyata  xwe li ser qezenc û sûdê  ava kiriye, ev krîz û berî wê jî gelek krîz di derheqê mirovahî û gerdûnê de peyda kirine û ew xistine tehlûkeyê. Ji bo ku qezencên  xwe her tim pirtir bike û belavbûna xwe bêtir li ser hesabê  jîngeh û dahatên wê berfire bike, şaxên xwe berdan her deverê.

ji ber vê yekê pergala sermayedar bi pêş ket, sînorê dewleta neteweyeyî derbas kir, cîhan hemû da ber xwe, di riya alavên zanistî û kompanyayên pirneteweyî ket di asta cîhangirîyê de (globalisation). Gelek têgîn û têgeh guhertin, hişmendiya civakî şêlû kir, her wiha qonaxa mêtinkarîya kevn a rasterast, bi riya rêbaz, şerên melez  yan jî şerên nifşê çarem  û formulên mîna raspêrî û spandinê; veguhezî mêtinkarîyeke nû. Di encamê de destweredan di karûbarê  hemû  dewletên cîhanê de kir, hişt ku pirsgirêk û alozî; di serî de pirsgirêkên aborî û siyasî li seranserî cîhanê rû bidin, pê re nakokiyên di hundurê pergala sermayedar de dest pê kir, nemaze piştî vedîtinên zanistî û şoreşa teknîkî û veguherîne zanistê  bo hêza hilberîna bingehîn; hişt ku bêkarî û hejarî li her derê peyda bibe. Ne tenê wilo, ji ber nakokiya di navbera  sermaye û kar de, pergala sermayedar bi xwe ket alozîyake mezin. Nirxên civakî, neteweyî, mirovî û exlaqî pişguh kir vê yekê hişt ku mirov dûrî xweza, civak û heta ji xwe dûr bikeve. Vê hişmendiyê kir ku mirov ji bo bêtir qezencên sûdmendiyê werbigire, reftar û sincên weke berjewendiyên kesayetî û keysbazî û takekesiyê bide pêş. Van kiryaran hişt ku mirov li dijî jîngeh û dahatên jîngehê bi temamî bibe direndeyekî hov û hişt ku mirovahî bi temamî rastî nexweşiyeke pir metirsîdar û zûbelav mîna “Korona”yê bibe. Pandemiya vîrûsa Koronayê rêgezên pergala cîhanî baş eşkere kirin û da zanîn ku armanca vê pergalê  ne parastina tenduristî  û parastina mironvan e, tenê xema wê pere ne, bi taybetî ev serdema ku bi navê cîhangirî tê naskirin a îro cîhanê bi rê ve dibe, diyar e ku ev pergal sedema her pirsgirêkê ye. Vê êşê mirovahî bi giştî xiste di nav aloziyeke şaristanî de û da xuyanîkirin ku serdem berî kKoronayê bê guman dê ne weke ya piştî wê be. Ev alozî dê gelek kamopanî û dewletên xwedî hêz birûxîne. Li milekî din jî  wê derfeteke şaristanî mezin jî bide gelan ku serî li ber vê pergala kevn hilde, hem jî derîyekî li pêşiya wê veke ku bikare li şûna vê kaos û tevliheviyê  pekvejiyan û jiyaneke azad, aştîyane, bê şer û pevçûn bi dest bixe.

Piştî Koronayê, ji mirov û tevgerên demokratîk û ji her gelî tê xwestin ku piştevanî û hewldanên xwe li hemberî vê pergala stmkar û zordar bikin yek, pêşketina zanistî û teknîkî ji destê wan derêxin û biêxin di bin xizmeta jîngehê  û xweşiya mirovan ya fîzîkî û giyanî de. Ji wan tê xwestin ku civakeke demokratîk rasteqîne biafirînin ku tê de bikarin rêveberiyên  xwe yên xweser ava bikin û jîngehê biparîzin û malûmilkên xwe  tenê biêxin di bin xizmeta mirovahiyê û parastina jîngehê û hevsengiya jîngehê de.

Ji bo vê mijarê, ramangêrê navneteweyî “Ebdullah Ocalan“ ê ku ev bû bêtirî 21 salî li Tirkiyeyê, bi tenê di hicreyekê di zindana Îmralîyê de ye, di sala 2004an ji bo parastina mirov û jîngehê  bi giştî hişyarî û gelek çareserî pêşnyar kiribûn û wiha bi hûrî û kûrî li ser têgîn, têgeh, pîşesazî, bajarvanî,  tevgerên hawirnasî (ekolojîk)  û demokratîk ên li dij pergala sermayedar  di parêznameyên xwe de aniye ziman.

Ramangêrêrê navneteweyî, sedema têkçûna hevsengîya xwezayê û rûdana bobelat û karesatên ku gerdûn û mirovahî rastî wan tê, bi pergala sermayedar a ku xwe dispêre sûdmendiya zêde girê dide. Dozê li civakê dike ku vegere xwezaya xwe ya cewherî û jê dûr nekeve û mîna girêdana dayik û zaroka xwe bi xwezayê û jîngehê ve bê girêdan  û bigunce. Li milekî din jî ji sermayedariyê dixwaze ku dev ji rêgeza sûdmendiya zêde berde û dersê ji serpêhatîyên berê bigire; yan dê  cîhanê bizîvirîne ber bi bobelatên ku tu kes nizani dê çi ancaman bi xwe re bîne.

Ji bo çareserîyê jî ramangêrê navneteweyî, di serî de doza:

– Geşbûn û pirbûna dezgehên  ku parastina jîngeh û seqayê dikin û xwest ku ev dezgeh bibin perçeyek ji civaka demokratîk, her wiha ji hemû saziyên navneteweyî yên heyî yên ku peywira parastina jîngehê avêtine ser milê xwe, bi hev re têkildar bin.

– Ji bo parastina  jîngehê, avakirin û birêvebirina çalekîyên hişyarî û bîrewerkirina mirovan, her wiha divê nêzîkatiyeke demokratîk bi çalakiyên ku  ji bo bîrewerkirina etnîk û neteweyan ên hatine destnîşakirin were encamdan û ji bo vejînkirina jiyanê di xwezayê de, ji nû ve  kar li ser were kirin  û bibe beşek ji çalekiyên civakî. Ji bo wilo ramangêr Ocalan diruşmeya “Çandina daran û avakirina daristanan welatperwerîya  herî mezin e” hilda…

زر الذهاب إلى الأعلى