ANALÎZ

Demokratî Kurdistan “PDK” û gera li cihekî sîyasî yê nû

Demokratî Kurdistan “PDK” û gera li cihekî sîyasî yê nû

Serokê Elteyarulsedrî(Şepêla Sedrî) Muqted Elsedir bi vekişandina kutleya xwe ji Perlemana Îraqê dost û dijberê xwe bi vê  gavê matmayî kir. Da ku rê li pêş hevbendîya “Şepêla Etensîqî” ku ji komeke hêzên sîyasî yên alîgirên Îranê pêk tê veke,  ji bo ku bibe pêkehateya herî mezin di Perlemanê de. Lewma “PDK” û Koalisyona “El-Siyade” ya sunnî bi baldarî hewl didin helwesta xwe ji prosesa sîyasî li Îraqê nîşan bidin.

Ev gava han ya Sedir, welat li pêş gelek sînaryoyan hêla. Çimkî vê gavê PDK li pêş biryarên aloz hêla ku li cihekî sîyasî yê nû bigire bi rêya serederîya bi YNKê û hêzên “Elîtarultensîqî” re.

Berê, her du partîyên kurd hêmana aramîyê bûn ji bo her nakokî û nelihevîya sîyasî li welêt. Lê niha nakokîyên di navbera wan de sînorên Herêmê ber bi Îraqê tevî ve derbas kirin; ew jî ji ber hevrikîya wan li ser hilbijêrê Serokkomarîyê. Çimkî PDK û ji ber hejmara danîştekên ku bi dest xistin ku gihiştin 31 danîştekan li hember 18 danîştekên YNKê doza Serokkomarîyê dike, lê YNK rijd e li ser wê çendê ku li gor rêgeza parkirina cihan ji 2003yan ve (Serokatiya Herêmê ji PDKê re û Serokomarîya Îraqê ji YNKê re) Serokkomarî ji mafê wê ye.

Lê PDK li ser hilbijêrê xwe yê serokkomariyê an ku wezîrê hundir yê Herêmê Rêber Ehmed rijd ma. Li milê din YNK doza nûkirinê ji bo serokê ku niha li ser kar e Berhem Salih kir, hêjayî zanînê ye ku piraniya hêzên hevbendiya “el-Îtar” piştgiriya vê bijardeya dawîn dikir. Nakokî ne tenê li ser hilbijêrê Serokkomarîyê bû lê çend mijarên din her wekî dosyeya petrol û gazê û têkiliya di navbera Hewlêr û Bexdayê de tev girtin.

Girêdayî têkilîyên her du partîyên kurd bi hevbendîya “el-Îtar” re, PDKya ku di tîma hevrik, hevbendîya “Inqaz Weten” da bû; hevbendîya ku ji “Senga Sedrî bi serokatîya Muqteda Esedî û hevbendîya el-Sîyade bi serokatîya Serokê Perlemanê Mihemed el-Helbûsî û Xemîs el-Xencer û Demokratî Kurdistan bi serokatîya Mesûd Barzanî” pêk dihat, niha PDK li pêş gelek kelemên mezin e girêdayî hevbendîya bi “el-Îtar” re û li gor hin çavdêran, êrîşên dawîn yên bi ser zevîyên gazê li Kormorê vê yekê tekez dikin. Lê peywendîyên YNKê bi hevbendîya “el-Îtar” re vê dawîyê baş bûne, ew jî bi rêya nêzîkbûna helwestan di vê dema dawîn de.

Destinîşankirina çi têkiliyê di navbera PDK û hevbendîya “el-Îtar” de girêdayî rola Îranê û bandora wê ya mezin li prosesa sîyasî li Îraqê ye. Tê texmînkirin ku seredana dawîn ya Nêçîrvan Barzanî ji bo Tehran piştî fişarên Îranê li ser Hewlêrê pêk hat da ku dûr ji Sedir bi Silêmanîyê re li hev bike û bi vî awayî xitimîna sîyasî di berjewendîya hevbendîya “el-Îtar” de yekalî bibe.

Dibe ku seredan bi fişarên navdewletî û amerîkî jî pêk hatibe, bi taybet piştî ku rapora şandîya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê Jeanine Plasschaert derket ku tê da rexneya tecrubeya Herêmê û bipaşdevegera tecrubeya demokratîk û azadîya sîyasî kir, her wiha ji PDKê xwest ku pişgirîya YNKê bike da ku kirîza Herêmê bi Bexdayê re vehewîne; kirîza ku ji ber biryarên Dadgeha Fedralî yên ku dibêjin ku girêbestên petrolê yên ku PDKê girê dane ne li gor makezagonê ne û divê petrolê radestî Hikûmeta Fedralî bike.

Analîzkaran pêşbînî dikir ku dê dan û standinên di navbera her du partiyên kurd de bigihêjin rêkeftineke kurdî û bi vî rengî dê kirîza hilbijartina serokekî nû ji bo Îraqê bi dawî bibe, lê ne li gor dîtin û pêşbînîya analîzkaran, PDKê ragihand ku hilbijêrekî ku li ser li hev kiribin ji bo serokatîya Komara Îraqê nîne anku bi vî rengî hemû hewldanên biyekkirinia mala kurdî bi bin ketin. Di vê navê re “el-Îtar” piştrast kir ku dê piştgiriya hilbijêrê YNKê Berhem Salih bike.

PDK ji bo çareserkirina kirîza welat ya sîyasî û damezrandina hikûmeta îraqî hin merc li pêş hevbendîya “el-Îtar” danin, her wekî pêkanîna hevpişkî, lihevkirin û hevsengîyê û yekalîkirina dosyeya ewlekarî û gazê, her wiha çarserkirina arîşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê da li gor makezagonê. Lê PDK ji wê yekê bi tirs e ku hevbendîya “el-Îtar” ji sozên xwe yên bicihanîna mercan vegere û sînaryooya pêkanîna hikûmetê ya sala 2018an vegerîne.

Hemû dane wê yekê piştrast dikin ku bijardeya jevxistina Perlemanê û ragihandina hilbijartinên pêşwext ji alîyê hêzên sîyasî ve ne dûr e. Sedemên pêknehatina hikûmeteke nû jî ev in: Nemana bawerîyê di navbera alîyan de, libendemana bidawîbûna navbera zagonsazî ya Perlemanê piştî 10ê vê temûzê û li kêleka wê yekê ku “el-Îtar” dizane ku zehmet e ku hikûmeteke nû bê Seder çêbe ku kesên nêzîkê Seder dîsa pela kolanê li ba dikin. Li gor vê jî hikûmeta nû li pêş du bijardeyan e; yan Seder qayil bibe ku piştgirîya wê bike yan jî li ser bijardeya hilbijartinên pêşwext li hev bikin. Bêyî van her du bijardeyan dibe ku Îraq derbasî qonaxeke nû ji kaosê bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى