ANALÎZ

Sînaryoyên Siberoja Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê

Piştî derketina rêxistina Daişê ya sawkar û kontrolkirina wê ji herêmên berfireh ên Sûrîyê re bi piştgirîya dewleta Trik a dagirker, her wiha dijminatîya wê ji herêmên Rojava re; YPG û YPJ’ê li beramberî wê sekinîn û dikarîn herêmên xwe jê biparêzin. Paşê ji hemû pêkhateyên herêmê Hêzên Sûrîya Demokratîk hate avakirin; da ku pirojeya xwe berdewam bikin û tevahîya herêmê ji Daişê rizgar bikin û Rêveberîyeke Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ava bikin. Li beramberî wê jî ya bi navê Hevbendîya Sûrîyê ya rikber hemû herêmên di bin kontrola xwe de di encama hevpeymanên di navbera Rûsîya û Tirkîyê de winda kir û tenê di Idlibê de teng man. Ji ber dijminatîya Tirkan a dîrokî ji Kurdan re û bi alîkarîya çeteyên wê yên girêdayî  Hevbendîya Sûrî ya rikber û piştî ku di hilweşandina rêjîma Sûrîyê de bin ket, êrîşî Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî kirin û dagir kirin. Bi tevî vê yekê jî gelên herêmê dikarîn serkeftina pirojeya xwe ya Rêveberîya Xweser tekez bikin û piştgirîya civaka navneteweyî werbigirin. Lê belê ev piroje ne li gor dilê Tirkî, Îran û rêjîma Sûrîyê hat, tevî ku Rêveberîya Xweser parçebûnê naxwaze jî, berevajî herêmên ku di bin kontrola Tirkîyê  de ne ku ji hemû alîyên çandî, aborî û leşkerî ve bi Tirkîyê ve hatine girêdan; hîn banga yekîtîya Sûrîyê dike. Serkeftina Reveberîya Xweser hişt ku rêjîma Sûrîyê û alîgirên wê Tirkîyê  û Rûsîya û çeteyên wan berê xwe bidin pêkanîna gelacîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û hin rûspîyên êlên Ereban bikujin, mîna kuştina Silêman Kesar berdevkê êla Begara û Silêman Weys ji heman êlê, her wiha di dawî de jî kuştina yek ji şêxên êla Igêdat Miteşer Hemûd Hifil. Bi taybet piştî serkeftina Rêveberîya Xweser ku dikarîbû bala kompanîyaya Emerîkî “Delta Crescent Energy” bikçîne, da ku veberhênanê di herêmên wan de bikin ku rewşa aborî ya herêmê baştir bike. Tevî ku hîn tenê ragihandin e jî, lê belê Rûsîya ku hewl dide hêza xwe ya aborî û leşkerî di herêmên Rêveberîya Xweser de xurtir bike, ev yek nepejirandiye. Berîya pêkanîna dûzkirineke sîyasî, Rûsîya bi hemû hêza xwe hewl dide ku çareserîyeke li gor xwe ku berjewendîyên wê biparêze pêk bîne. Eger rewş wiha bimîne, dê Rûsîya di warê aborî de binkeftîya yekem be. Zagona Sîzerê rê nade tu beşgeh an dewletê ku pirojeyên veberhênanê li deverên di bin kontrola Rêjîmê de pêk bîne. Ji ber ku Hêzên Sûrîyê Demokratîk hevpişkên Emerîka û Hevpeymana Navneteweyî  ne û ji ber ku deverên Rêveberîya Xweser nakevin ber cizayan de, Rûsîya dixwaze ji dêlva beşgeha Emerîkî ve girêbesta petrolê bigire destê xwe; ji bo ku lêçûnên ku di Sûrîyê de ji dest çûne, qerebû bike û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê baş bixe bin kortola xwe. Li hember vî ketwarî, di navbera biserkeftinên Rêveberîya Xweser  û kirîzên aborî yên ku Rêjîm di nav wan de ye û Rûsya ku berhemên xwe yê aborî li Sûrîyê neçinîne û biserneketina Tirkîyê ji dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, dibe ku Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demokratîk li pêş çend sînarîyoyan dihêle:

          1-Hevbendîyeke rûsî – tirkî  û Rêjîm jî bi wan re, ji bo bidawîkirina Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demokratîk, li gor rêkeftinekê ku berjewndîyên wan misoger bike. Her wekî pêngava bi navê “şaxê zeytûnê û kanîya aşîtîyê” ku di encama wan de Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê dagir kirin. Ev yek dibe ku bibe, heke Emerîka xwe ji Sûrîyê vekişîne. Lê ev sînariyo hinekî dûr e, çimkî hevbendîya Rûsîya bi Tirkîyê ya endama Natoyê re, dê ji alîyê Emerîkayê ve neyê pejirandin; ji ber ku hebûna Emerîkayê li Bakur û Rojhiatê Sûrîyê girêdayî peywendîyên wê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re. Lewre bidawîkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk û Rêveberîya Xweser tê wê wateyê ku Emerîka bandora xwe ji Sûrîyê ji dest dide û ji piroseya sîyasî ya Sûrîyê der dikeve. Li kêleka wê jî Rûsya hewl dide Idliba di bin destê dagirkerîya tirk de vegerîne. Çimkî çêbûna hevbendîyekê di navbera her du alîyan de pêwîstîya wê bi çarekirina rewşa deverên dagirkerîya tiekî li Bakurê Sûrîyê bi taybet li Idlibê ku Tikîyê deverên xwe naxe bin destê Rêjîmê li hember bidawîkirina Rêvberîya Xweser; çimkî ev yek tê wateya têkçûna wê di kirîza Sûrîyê de.

2- Tevlihevî û gelaciyê li deverên Rêveberîya Xweser gur bibe:

Ji destpêka kirîza Sûrîyê ve ev sînaryo li dar e, çi bi rêya Tirkîyê yan bi rêya Rêjîmê û têkilîyên wan bi hin kesayetên êlên li Dêrazorê û Reqayê û hin deverên Rêveberîya Xweser. Lê tişta nû di vê sînaryoyê de ew e armancgiritina sinbolên êlên ereb weke Bekare û Ikêdat; ku keysa xwe ji parçebûna di nava van êlan tîne û çalakîyên kuştinê yên ku vê dawîyê çêbûn, xistin stûyê Hêzên Sûrîya Demkratîk û Rêvberîya Xweser.

Ev pêvajo di demekê de hat ku Rêveberîya Xweser bi beşgehên bîyanî re karîbû veberhênanê  li herêmên xwe pêk bîne da ku rewşa dabara jîyana gelê herêmê baştir bike ku ev yek jî dê girêdana gelên herêmê bi Rêveberîya Xweser ve xurttir bike.  Ji ber vê jî Rûsîya, Tirkîyê  û rêjîma Sûrîyê dixwazin tevlîhevîyê li herêmê pêk bînin û gelaciyê di nav pêkhateyên wê de çêkin da ku rê li ber veberhênana beşgehên bîyanî bigirin. Nemze ji ber ku ev pêvajo ne tenê dê serokeşîr û rêveberên QSD`ê armanc bigire lê belê dê leşkerên Hevpeymana Navneteweyî û bi taybet leşkerên Emerîkî armanc bigire da ku vekişîna Emerîkî ji herêmê zûtir bike. Bi taybet ji ber ku serokê Emerîkî zêdeyî carekê anî ser zimên ku ew dixwaze ji Sûrîyê vekêşe.

3 – Rûsîya û rêjîm serî ji Rêveberîya Xweser re danin û dagirkerîya Tirkîyê bi dawî bibe: Mayîna hêzên Emerîkî li herêmê û neserkeftina Rûsîya, rêjîm û Tirkîyê di pêkanîna gelacîya li herêmê û derbasbûna beşgehên bîyanî li herêmê ji bo veberhênanê, dê rê li ber tunekirina Rêveberîya Xweser bigire ji ber ku ev beşgehên bîyanî dê zextê li dewletên xwe bike da ku veberhênanên wan bi Rêveberîyê re biparêzin. Di encamê de jî Rûsîya û Rêjîm dê neçar bimînin Rêveberîya Xweser bipejirînin. Bi zêdebûna pirsgirêkên rûsî-tirkî re çi li Idilbê be û çi jî li Lîbîyayê be, dibe ku bihêle Rûsya berê xwe bide QSD`ê da ku alîkarîya wê di şerê li Idilibê de bike da ku girûpên sawkar li tevahî herêmên di bin dagirkerîya Tirkîyê de qir bike.

Li aliyekî din, hin rêbazên din ên ku Rûsya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi kar bîne hene. Ew jî weke rê li ber balafirên Tirkîyê veke da ku oprasyonan li dij fermandarên QSD`ê pêk bîne da ku QSD`ê neçar bike ku xwestekên wê bipejirîne û mîna ku bi Emerîkayê re dide û distîne pê re jî bide û bistîne.

Dawî jî û ji bo parastina destkeftîyên Rêveberîya Xweser a ku gelek qurbanî dan da ku ewlekarîyê li herêmê biparêze û li hemberî her kesên ku dixwest zîyanê bigihîne herêmê rawestîya ew e ku enîya hundirîn û hevgirtina gelên herêmê were xurtkirin, ew jî ji bo li hemberî hemû komplo û pilanên ku dixwazin Rêveberîya Xweser tune bikin çi ji hêla tirkî yan jî ji hêla rûsî bin, were rawestandin,.

زر الذهاب إلى الأعلى