ANALÎZ

Kêşekarî û armancên seredana Wezîrê Derveyî Tirkîyê ji bo Îraqê

Bi rastî berî çend mehan û vir de, seredana Wezîrê Derve yê Tirkîyê û Serokê wê Erdogan ji bo Îraqê pêşbînîkirî bû, û nemaze piştî serkeftina Serokê wê di helbijartinên dawî yên di meha Gulana borî de, ew seredan ji ber gelek doseyên helawîst û têkalandî dihat paşxistin, yan jî li hêvîya nêzîkbûn û têgehiştinê li ser hindek doseyên girîng ku her du alî li ser pê pabend bûn, dihatin paşxistin, yên ku hêj Wezîrê Derveyî Tirkîyê Hakan Fîdan li ser dixebite, ku gehiştîye dûmahîkê, wesa vê seredanê rê li ber seredana Erdogan ji bo Îraqê xweşkirîye, daku paşê dema seredanê diyar bike, û xwesteka Tirkîyê bêsînor e, li gora planên xwe zalbûnê li ser Îraqê bike, daku bi Peymana Milî re guncav be, û heta radeya ku dagîr jî bike. Lê belê dewleta hevbirk û asteng ji van xewnên Tirkîyê re dewleta Îranê ye, ya li ser Rêjîma Îraqê bi rêya partî û gutleyên Şî’he destdirêj û zalkirî  ye, ku têveçûna Tirkîyê di Îraqê de li paş xist, Tirkîya ku li ser Mûsilê û petrola Kerkûkê girêz ji devê wê diherike, û bangeşeyê wê jî ew e ku Îraq li ser pêkhateyê Turkmenî û pêkhateyê Sûnî ya Erebî zalbûnê dike, jixwe wan jî wek bermayên Sultanîya Osmanî ya Sunî dibîne, dibe ku zivrîya Tirkîyê ya piştî helbijartinan pêkhat û nêzîkahîya wê ji NATOyê re û pejirandina tevlîbûna Siwêdê ji bo NATOyê û bazara firokeyên F16 û nûjenkirina çekên Tirkîyê yên ezmanî ji Dewletên Yekbûyî (Emerîkayê), ku ev jî hewlek Tirkîyê ye, daku ji kirîza xwe ya aborî ya alozbûyî bireve, nemaze piştî ku Lîreya Tirkîyê têkçûye û bazarsarîya mezin ku gehîştîye radeya 80%  bêhtir; ji ber vê yekê jî Serokê Tirkîyê seredana Dewletên Kendava Erebî kir, û bidestxistina gelek girêbestên bazarganîyê û berhemhênanê, û bilindkirina asta bazarganîyê di navbera Tirkîyê û Siûdîyê, Qeter û Îmaratê de, nemaze bi Siûdîyê re gehîştîye asta pişkdarîyê di dirustkirina firokeyên bêpîlot de.

   Diyar e, ku Tirkîyê bi vê zivrînê dixwaze xwe bigehîne Îraqê, lewra Wezîrê Derve yê Tirkîyê dest pê dike, û hevdîtina wî bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fûwad Me’sûm û her sê Serokatîyên Îraqê û Serokwezîrên Îraqê re roja Sêşemê 22ê meha Tebaxê hevdîtinan dest pê kirin. Her du alîyan bi doseyên girîng dest pê kirin; mîna doseyên avê, anku li ser ava rûbarên Ferat û Dicleyê ku Tirkîyê bi rêya bendavên xwe yên pir ku li ser serkanîyên wan rûbaran avakirine, kontrolê li ava wan rûbaran dike, ku Wezîrê Tirkîyê çavê xwe ji wan bendavan digire, ji ber ku ew bendav zuhabûnê çêdikin, her wiha gelek ziyanan li Sûrîyê û Îraqê digihînin çandinîyê, ji bilî ku Wezîrê Tirkîyê wê kêmbûna avê û zuhabûna vedigerîne guhertinên keş û seqayê, bê ku amajeyê bi bendavên xwe bike, her wesa Wezîrê Tirkîyê ji bo kêşeya avê û kêmbûna wê pêşniyara dirustkirina komîteyeke herdemî kir, û hewldana pehra Îraqê ji avê, lê ev hewldan ne bê beramber e, lewra Wezîrê Derveyî Tirkîyê dirustkirina komîteya herdemî weke dardestekî stûr ragirtî li ser Îraqê diyar dikir, ji ber ku kêşeya avê ya ku Tirkîyê li ber çavan bigire dê ji ber sedemên mirovî be, ne ji bo ku Îraqê mafekî rewa ye, û li gora yasaya derbasbûna rûbarên navdewletî, her weku zagonên navdewletî û neteweyî danpêdanê pê dikin. Lê belê bersiva Wezîrê Derve yê Îraqê dîplomasî bû, ku ji bo çareserkirina kêşeyên helawêstî  bi cîranan re dê Îraq bi gotûbêjan hewl bide û tê de bixebit, û her wesa spasîya wezîrê Derve yê Tirkîyê ji bo dirustkirina komîteya herdemî ya ji bo gotûbêjkirina kêşeya ava rûbarên Dicele û Feratê, kir.

     serbarî nizimbûna asta ava her du rûbaran heta radeyeke metirsîdar, her wiha serbarî wan sozên Serokê Tirkîyê ku dê ava her du rûbaran berde, lê ew soz bi germahîya vê havînê re kelîya û bû keledû, serbarî ku doseya avê girîng e, bê çareyeke binekok li gora yasa û zagonên navdewletî  dê helawêstî bimîne, û dimîne doseyeke her ji bo fişarê, ku Tirkîyê kengî bixwaze wê bikar tîne.

   derbarê doseya hinardeyên petrolî ji Kurdistana Îraqê bi rêya borîyên Îraqê û Tirkîyê ji bo bendera Cîhan, piştî ku Îraq li Neteweyên Yekbûyî gilî bike, dê çareser bibe, ji xwe ew hinardekirin bi biryareke navdewletî hatibû rawestandin, Tirkî jî dixwaze wê hinardekirinê vegerîne, ev jî bi lihevkirina Tirkîyê û Îraqê bi Herêma Kurdistanê re, gengaz e.

    Pereyên Herêma Kurdistanê jî hene, ku ew pere di bengên Tirkîyê de rawestîyayî mane, , û heta niha jî nehatine rihakirin, heger Tirkîyê wan pereyan bi doseya Partîya Karkerê Kurdistanê ve girê nede, dikarin li ser lihev bikin, yan jî Tirkîyê kare ji Hermê helwestinan li dijî  Partîya Karkerê Kurdistanê ferz bike, ku çalakîyê wê li Şengalê, Mexmûrê û Silêmanîyê qedexe bike, piranîya wan deveran jî li jêr desthelata Yekîtî Niştîmanî Kurdistan e, ku li gel Partî Dîmoqratî Kurdistan nakok e, lê belê têkelîyên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan bi Îranê re xurt in, û ev jî di doseya petrolê û sermayê rawestayî yên Kurdan û doseya  Partîya Karkerê Kurdistanê, karê wezîrê derve yê Tirkiyê, zehmet dike, partîya PKK ku li beramberî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke efsaneyî bi rê ve dibe. Wezîrê derveyî Tirkîyê PKK weke dijminê hevpar yê Îraqê û Tirkîyê dibîne, lê ev yek ne rast e, ji ber ku Partî sivîl û gundîyên Kurd diparêze, hingê Wezîrê Tirk daxwaz ji hevtayê xwe yê Îraqê kir ku PKK weke rêxistineke terorêstî bibîne, lê Wezîrê Îraqê bi dîplomasî bersiva wî da û got ku destûra Îraqê rê nade  tu partî û rêxistinan ku êrîşî ser xaka welatekî din ya cîran bike, tevî ku zêdetirî 30 baregehên leşkerî yên Tirkîyê li Başûrê Kurdistanê hene, li nêzîka Dihokê û Şengalê ne, û êrîşên xwe yên tund li dijî hêzên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê didomînin, tevî ku cîhan û civaka navneteweyî wan weke ne terorîst nas dikin. Belê berevajî wê, tevgereke berxwedanê ye li dijî qirkirina etnîkî ya ku li her derê digehîje Kurdan, û firokeyên bê pîlot yên Tirkîyê, ne li başûrê Kurdistanê ne li Sûrîyê êrîşên xwe ranewestandine.

    Di warê peywendîyên aborî û bazirganî de, hejmara kompanîyan 850 kompanîyên Tirkîyê li Îraqê kar dikin, her ku diçe jî zêde dibin, û lihevhatinek di navbera her du alîyan de ji bo hêsanîkirina hatina welatîyên her du dewletan dirust bûye, nemaze ji bo xurtkirina veberhênanên Îraqê ji bo Îraqîyan li Tirkîyê. Qebareya danûstandinên bazirganîyê ji 25 milyar dolaran zêdetir e, û serbarî geşepêdana peywendîyên bazirganî, Tirkîyê hewl dide ku hevsengîyeke bazirganîyê ya mezin bi dest ve bîne û ji Îraqê sûdên mezin werbigire. Amadebûna Wezîrê petrolê yê Îraqê li Tirkîyê ku li gel Wezîrê petrol û wizeya Tirkîyê çend rêkevtinan imze bike, hevdem bû, ew yek jî da ku ritma sûdê û veberhênana Tirkîyê zêde bike û ji bo ku Tirkîyê ji kirîzên xwe yên darayî, aborî, navxweyî û siyasî derbas bike. Tevî hebûna astengîyên mezin yên herêmî û navdewletî; ku Îran ya hevbirkê Tirkîyê û planên wê, heye, ji bilî wê jî gelê Kurd jî heye, ku bernamekarên wê red dike, paşê jî Heşdaşabî û partîyên  Şî’î jî hene ku ji daxwaz û çavçilîyên Tirkan metisîdar in, paşê jî berxwedan û tevgera azadîxwaz ya Kurdî heye. Dibe ku Tirkîyê bi alîkarîya Emerîkayê û Partîya Demoqrata Kurdistan bi awayekî demkî di hin girêbestên bazara petrolê de biserkeve, lê belê zehmet e ku hemî bernamekarîya xwe cihbich bike.

زر الذهاب إلى الأعلى