ANALÎZ

Sûrîyeya paşerojê, pêşbînî û nîşane

Di heman dema guherîn û pêşketinên navdewletî û herêmî de, liv û tevger li paytextên ereban çêbû û ber bi Rêjîma sûrî ve hatin; her wekî Mîrnişînên Ereb yên Yekbûyî(Îmarat), Uman, Urdun, Îraq û hwd. Ev yek bi taybet piştî wê erdhejê çêbû ya ku li Sûrîye û Tirkîyeyê da û ji her alî ve, bi taybet ji dewletên ereb, alîkarîyên mirovî ji Şamê re hatin. Pê re jî Serokê Sûrîyeyê Beşar el-Esed seredana dewleta Îmaratê û Umanê kir, peyre berê xwe da Moskoyê û piştî wê seredanê civîn çêbûn û daxuyanî ji bo vekişîna Tirîyeyê ji xaka Sûrîyeyê ya dagirkirî hatin dan. Paşê jî civîna çaralî di navbera Rûsya, Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê de li ser asta wezîrên parastinê û istixbaratan li dar ket. Ew civîn û ji ber hilbijartinên Tirkîyeyê, êdî bûne li ser asta wezîrên derve yên wan welatan. Paşê liv û tevger û, rola ereban û civînên Umanê û civînên Ceda û Qahîreyê hat, wekî rêxweşkirinekê ji bo vegerandina Sûrîyeyê li Komkara Erebî û di pey re şah, mîr û serokên ereban li Lûtkeya Cedayê gihane hev û Serokê Sûrîyeyê axiftina xwe tê de kir li ser alîgirî û hembêzan û şabaş ji Erubetê re dan ku dem bi dem weke sîwanekê bi kar tîne.

Sûrîye dîsa tev li refê ereban dikin, ji ber ku gelek arîşe derketin û bandorên neyînî li welatên ereb kirin. Her wekî pirsgirêkên sînorî di navbera Sûrîye û Urdunê de û çêkirina madeyên hişbir li Sûrîyeyê bi hevkarîya Hizbuellaha libnanî û milîsên Pasivanên Şoreşa Îranê li Sûrîyeyê û derbaskirina wan bi qaçaxî. Deverên çêkirina keptagonê û qaçaxîya wan û belavkirina wan li ser sînorê di navbera Sûrîye û Libananê de li deverên çîyayên Qelemonê ne; bi dirêjahîya 80 km û kûrahîya 10 km. Ev dever di destê Hizbullaha libnanî de ye bi hevkarîya hin alîyên sûrî dibe ku fermandarê firqeya çarem Mahir el-Esed alîyek ji wan alîyan be. Ev hişbir di sînorên Urdunê re derbasî Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê dibin û gefê li ewlehî û aramîya wan dixwin. Ereb hewl didin bi rêya Lûtkeya Erebî vê meselê çareser bikin û Sûriyê neçar bikin ku rawstîne, li hember wê yekê ku Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê yên din di serî de Îmarat pere û alîkarîyan pêşkêşî Sûriyê bikin. Her wiha pirsgirêkeke din hebû ku dewletên ereban dixwest jê xilas bibin, ew jî pirsgirêka vegera koçberên sûrî ye. Çimkî koçberên sûrî li Libnan û Urdunê di rewşine pir nexweş de dijîn û hejmara wan li her du dewletan bi milyonan e. Ji bilî wê koçber li Misir, Sûdan û dewletên din yên kendavê jî hene; dewletên Kendavê yên ku ji destpêka qeyrana Sûrîyeyê ve pêşwazîya koçberên sûrî nekir. Ev jî bîyangek e ku wan bêhitir ji pirsên neteweyê û biratî û erubetê û hwd guh dida aramîya welatên xwe. Rêjîma sûrî hewl dide di vê xalê de dewletên ereb şantaj bike û perene gelek ji wan qezanc bike bi bihaneya wê yekê ku pêdivîya piranîya deverên sûrû bi ji nû ve avakirinê heye; bi taybet deverên ku tûşî wêrankirinê hatin. Sûrîye û bi zimanê alîkarê Wezîrê Derve yê sûrî, Eymen Sosan, hêvî ji dewletên ereb kir ku demildest dest bi bi avakirinê bikin û pereyan raber bikin, her wiha alîkarîya wê bikin ku Amerîka û Yekîtîya Ewropayê, sizayên aborî her wekî zagona Sîzerê ji ser Sûrîyeyê rake ku Amerîka li ber e zagona Sîzerê berfireh bike, her wiha dixwaze zagonekê li dij dewletên ku hewl didin bi rêjîma sûrî re li hev werin derxe. Çareserkirina kirîza sûrî ku bi biryara navneteweyî 2254 ve hate girêdan, ne xema ereban bû ku bi ewlehî û aborîya xwe ve mijûl in. Ev hemû dewletên ereb di nav de rêjîma sûrî tev digire. Çimkî Rêjîm xweşik di meselê de digihe û xuya ye ku hemwelatîyekî tenê jî li Sûrîyeyê nemîne, ew wê biryarê bi cih nayîne. Ev yek ji serdana Serokê Îranê bo Sûriyê xuya dibe, berî lidarketina Lûtkeya Erebî li Cedayê bi çend rojan, ku seredana deverên şîînişîn li Şamê kir her wekî bajarê Seyde Zeyneb û axifinek der barê Sûriyê û hevkarîya wê ya stratejîk kir û çend rêkeftin di warê aborî û xizmetguzarîyê de li Sûriyê hatin îmzakirin, di warê keştîgeh, balafirxane, elekitrîk, petrol û fosfatê de û kirîna erdan ku zêdeyî sed hektaran kirî. Her wiha pîrozgehên olî yên şîî li Şam û Helebê fireh kirin; her wekî gora Seyda Ruqeya li taxa el-Emara ya Şamê ku gihişte 6000 m ew jî bi bihaneya bidestxitina deynên Îranê yên li Sûrîyeyê ku zêdeyî 30 milyar dolarî ne. Ev hevtêgihiştinên sûrî îranî wê yekê piştrast dikin ku Îran di ji nû ve avakirinê de beşdar e wekî ku nameyek be ji bo Lûtkeya Erebî ya Cedayê. Her wiha wê yekê piştrast dike ku biryara sûrî ne serbixwe ye û di destê rêjîma îranî û rûsî de ye, ji ber vê yekê biryarên lûtkeyên erebî ji Umanê bin yan ji Qahîre û Ceda bin li dor sînordarkirina hêza îranî hemû pûç û bêwate ne. Mijara vekişîna hêzên biyanî ji Sûrîyeyê di demeke nêzîk de pir zehmet e. Çimkî Sûrîye ji hêla gelek hêzan ve hatîye dagirkirin. Îsraîl Colan dagîr kiriye û embar, balafirxane û cihên îranî armanc digire. Tirkîye bakurê Sûrîyeyê, Idlib, Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî û hwd, dagîr dike û bi dronan êrişên xwe li vir û wir pêk tîne û bi rêya hevbendên xwe li herêma Kurdistanê dergehên sînorî digire û kampa koçberan li Mexmûrê dorpêç dike. Hêzên îranî li deverên rojavayî yên mayî ji Sûriyê cih digire û erêkirina rêjîma sûrî bo mana wê ji xwe re dike bihane. Hebûna Rûsîyayê li benderên sûrî mîna Tertûsê û li Himêmîmê li gor xwestek û daxwaza Sûriyê ye; her wekî ku ew dibîjin. Amerîka li bakurê Sûrîyeyê dimîne û hevbendî li gel Hêzên Sûriya Demokratîk li diji Daişê û rêxistinên terorîst kiriye. Piştgirîya Rêveberîya Xweser dike û dem bi dem li şaneyên veşartî yên terorîst dixe. Tevî ku Tirkîye, Rûsya, Îran û Rêjîma sûrî li dij mana hêzên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûrîyeyê ne, lê Amerîka dixwaze bi rêya biryar û sizayên xwe li ser Rêjîma sûrî qeyrana sûriyê çareser bike. Amerîka li pêş tu destpêşxerîyên dîtina çareyan ji bo kirîza sûrî ranewestîyaye, her wiha ji bo destpêşxerîya Rêveberîya Xweser jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi rêya wê destpêşxerîyê Rêveberîyê hewl da bi Rêjîma sûrî re bigihe çareseriyekê ku yekîtîya xaka Sûriyê biparêze û dewlemendî û dahatên Sûrîyeyê li hemû sûrîyan belav bike. Lewra bi vê destpêşxerîyê hemû tawanên Tirkîyeyê û rêjîmên din yên dijber pûç kirin. Rêveberîya Xweser banga guhartina makezagonê dike û dixwaze ku nenavendî li hemû deverên Sûrî bibe bingeh. Her wiha dibêjin ku hevdîtinên sûrî amerîkî li Umanê li dar dikevin û Amerîka di wan hevdîtinan tekez dike ku divê QSDê di çareserkirina kirîza sûrî de beşdar be. Her wiha tê gotin ku Îmarat hewl dide nerîn û dîtinên Rêjîma sûrî û Rêveberîya Xweser nêzî hev bike.

Maye em bibêjin ku Serokê sûrî vegerîya Komakara Erebî da ku sûdê ji piştgirîya erebî bibîne û di heman demê de hevbendîya xwe bi Rûs û Îranîyan re biparêze. Rêjîma sûrî nêzîkî rêkeftina bi Rêveberîya Xweser re ye, lê bi dereng dixe da ku zêdetir tawîzan bi dest bixe û rê ji Tirkîyeyê re vedike ku zîyanê bigihîne Rêveberîyê û fişarê bike bi rêya şantajkirina Amerîkayê da ku deverên zêdetir ji Sûrîyeyê dagîr bike. Vegera Tirkîyê li Rêjîma sûrî lîstikeke sîyasî ye da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve.

زر الذهاب إلى الأعلى