ANALÎZ

Lihevkirineke gengaz di navbera Rûsya û Amerîkayê de li Sûriyê

Amerîka û Rûsya di krîza Sûriyê de lîstikvanên sereke ne û kilîta çareseriyê di destê wan de ne,  Lêbelê her yek ji wan armanc û stratejiyên taybetî hene. Amerîka piştrast dike ku hebûna wê li Sûriyê parastina berjewendiyên xwe yên stratejîk li Rojhilata Navîn dike, her wiha  bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk şerê rêxistinên terorist dike û nehêle careke din  DAIŞê serê xwe hilde. Di derbarê Rûsyayê de, ew Sûriyê weke navendeke aborî û leşkerî ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne”projeya veguheztina gazê ji bo Ewropa” û hebûna wê di avên germ de “Deryaya Spî ku dibe xala xaçerêya her sê parzemînan”, ji bo ku hebûna xwe di nava bûyerên cîhanî de bisepîne û dîsa xwe weke cemsera duyemîn vegerîne. Lêbelê, têkçûna rewşa Sûriyê ku ji ber  destwerdana hêzên herêmî “Tirkiye û Îranê” nakokî di navbera her du aliyan de, nemaze bi kirîna Tirkiyê ya sîstema S400 a Rûsî, derket holê.

Ev nakokiyên di navbera du dewletên nukleerî de û li cihekî erdnîgarî yê piçûk pir xeternak e û dê bandorê li aştî û ewlehiya cîhanî bike. da ku rûbirûyî hev nebin , Çemê Firatê wek sînorê di navbera her du hêzan de li Sûriyê dihat destnîşankirin.

Tirkiye, ku endamê NATO ye û hevalbendê Amerîka ye, li hemberî Amerîka; li Sûriyê rêyek cuda girt,  ji bilî peymana S400 bi  Rûsyayê re û gerên Astana û Soçî, hişt Amerîka têkeve bin fişarekê û ji Girê Sipî û Serêkaniyê vekişe  ku di encamê de Rûsya ket rojhilatî ferêt. Ev siyaseta ku Erdogan li dijî Amerîka  meşand, bû sedem ku Amerîka, di serdema Baydin de, Tirkiyê paşguh kir û hişt li Sûriyê tenê bimîne û derfet da Rûsyayê ku li Idlibê hin operasyonên leşkerî encam bide, da ku Tirkiye dijî zextên Rûsyayê tenê bimîne û wê neçar bike vegere hembêza Amerîka. Dibe ku jî armanca Baydin yekirina herêmên li derveyî kontrola rejîmê be û desteyeke nû ya opozîsyonê ava bike. “Ji ber vê yekê, em helwestek ji Dewletên Yekbûyî li hember bombebarana Rûsî li ser deverên Idlibê nabînin ku berevajî demên borî yên ku li dijî her operasyona leşkerî li ser Idlibê bêdeng nediman,her wiha Amerîka ji vegerandina rêxistinên terorîst ji herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin metirsîdar re,  nemaze piştî ku Talîbanê Afganistan kontrol kir.”

Baydin tekez kir ku “gefa terorê li Afganistanê li gorî ya berî êrişên 11ê rezberê 2001 kêm bû ye.”

Li rex hebûna  milîsên  Şîe û metirsiya Çînî, her wiha Baydin da zanînin ku “Daiş û Qaîde balavbûne û Sûriyê û rojhilatî Afrîkayê metirsiyeke mazin li ser  Amerîkayê çêdike”. ji ber wilo Tirkiyê hewil dide ku çeteyên xwe komî ser hev bike û rêxistineke nû ji wan ava bike, da ku wan ji bomberanên Amerîkayê dûr bixe û nehêle hin girûpên din têkevin lîsteya terorê.

Tevî ku Rûsya têkiliyên di navbera Tirkiye û Amrîkayê de sar kir û xwe  nêzî Tirkiyê kir, lê Rûsya baş dizane ku zehmete Tirkiyê ji bin sîwana dewletên Rojavayî derkeve. Jixwe armanca Rûsya ew e ku tevahiya bakurê Sûriyê, bi taybetî rêya M4 kontirol bike. Hêjayî gotinê ye, peymana di navbera Botîn û Erdogan de; der barê “herêmên kêm şer” neçû serî û rêxistinên terrorist mîna Tehrîruşam(Cebhetulnusra) û hemû çeteyên bi ser Tirkiyê ve hîn jî mertirsiyê li ser Rûsyayê çêdikin. Di 11. 9. 2021 serokê el-Qaîde Eymen el -Zewahirî gotarek belav kir, têde behsa gelek mijarên siyasî û leşkerî kir, di navde armanckirina hêzên Rûsî li herêma Tilusemin li Reqayê kir, jixwe ev êrîş rêxistina bi nave “hurasuldîn” ên bi ser el -Qaîde ve; wê demê girtibû ser xwe. Zewahirî got ku “ew êrîş serkeftî bû û têkbirin dijmin di vê qonaxê de erkekî pêroz e”.  Li milekî din jî têkiliyên rûsî-tirkî di vê dema dawî ji ber gelek sedeman, weke firotina balefirên bê pîlot bo Ukrayna, xwesteka Polenda û Gurcîstan kirîna heman balefir, xwesteka Tirkiyê ku hin bingehan li Azerbêcanê ava bike, hebûna Tirkiyê li afganistan ku bandore li ser dewletên derdor ên bi tirkî diaxivin bike û daxuyaniya Erdogan ku danpêdanê bi nîvgirava kirimê ku bi ser Rûsyayê ve nake , hişt ku têkiliyên her du welatan di qonaxek nebaş derbas bibe. Rûsya hewil dide ku rêxistinên terrorist li Idlibê têk bibe û bakurê Sûriyê vegerîne. Despêkê dixweze rêya M4 a di navbera Seraqib û Cisrulşixûr û paşê Idlib, Efrîn û herêmên mertala firatê de kontirol bike. Lê Rûsya nikare bi vê pêvajoyê rabe heger şoqa kesk ji Amerîkayê nestîne. Li milekî din jî  qanûna Qeyser rêgiriyeke mezin li pêşiya veberhênanên rûsî li Sûriyê çêdike û nahêle tu sûdê ji karê xwe yê leşkerî bibînî

Di vê derbarê de hin xal dihêle ku Rûsya û Amerîka nêzî hev bibin:

  • Metirsiya rêxistinên Terorîst.
  • Metirsiya Amerîka ji berfirehbûna Îranê.
  • Metirsiya Rûsya ji berfirebûna Tirkiyê li Ewropa rojhilat”Balfirên bê pîlot” û nerazîbûna Baydin ji siyasta Tirkiyê li sûriyê.
  • Parastina ewlehiya Israîlê.
  • Zagona Qeyser.

Ji ber vê yekê dibe ku nêzîkateyeke Rûsî Amerêkî li Sûriyê encam bide ku her du bi hev re bigihêjin encamekê ku Sûriyê bibe du herêmên Federal, yek jê herêmên di bin destên rêjîmê ku wê di bin serweriya Rûsyayê de be, ya din jî hrêmên dagirkeriya Tirkiyê û herêmên Rêveberiya Xweser ku wê di bin serweriya Amerîkayê de be. li gorî vê jî, dê zagona Qeser were rakirin, rêya M4 radesdî Rûsyayê were kirin, şerê rêxistinên terorstî were kirin û milîsên Îranî ji sûriyê derkevin. jixwe niha jî em dibînin ku Amerîka hin hino sizayan li ser Sûriyê sivik dike û xebat tê kirin ku gaz ji Misrê ber bi Libnanê û sûriyê were veguhestin û dergeha Nesîb a di navbera Urdin û Sûriyê de vebû.

Bermberî vê yekê jî me dît ku lûtkeya Sûçî ya di navbera Botîn û Erdogan de jî têk çû, û dema li darketina komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Baydin Erdogan pêşwazî nekir.

Ji ber wilo, di pêşerojê de çareskirina pirsgirêka Sûrî, dê destê Amrêka-Rûsya û Israîlê de be û wê Tirkiyê ne aliyek ji vê çareseriyê be, ji ber ku li dijî siyaseta Amerîka tev digere

زر الذهاب إلى الأعلى