ANALÎZ

Bicihbûna nû ya Emerîkayê li Rojhilata Navîn

 

Bi destpêkirina sedsala 21ê de, cîhan rastî hejmarek bûyer, şerên nû û guhertina sîstemên desthilata hin dewletan hat. Hin ji wan bûyeran nedihatin pêşbînîkirin, her wekî, bûyerên 11ê îlonê, şerê li dijî terorê, dagirkirina Evxanistanê, şerê Kendavê yê duyem, hilweşîna rêjîma Sedam û guhertina sîstema desthilatê ji navendî ber bi fedralî ve, aloziyên Rojhilata Navîn ên di bin navê “Bihara Ereban/Bihara Gelan“ de, guhertina sîstema desthilatê li Ukrayna (hin alîgirên Rûsiya û hin alîgirên welatên rojavayî), dagirkirina Girava Qermê, paşê destwerdana leşkerî ya rûsî di Ukraynayê de, derketina projeyên aborî û dagirker ên mîna projeya aborî ya çînî (Kemer û rê), projeya şîî ya îranî, projeya osmanî ya nû (piştî guhertina sîstema desthilata tirkî ji zanistperest ber bi olperest/islamî ve)…Jixwe di vê navberê de, Çîn û Rûsiya weke du hêzên gewre, hewil didin roleke mezintir di sîstema cîhanî de bilîzin.

Cîhan di vê dema niha de, şerekî cîhanî yê sêyem dijî, lê ev şer –bi kêmanî di vê demê de- ne kilasîkî ye (weke şerên cîhanê yên yekem û duyem), lê ew bêtir nêzî şerê bi wekaletê ye; wate, ev şer diqewime bêyî ku dewletên mezin bi awayekî yekser xwe têkelî wan bikin. Emerîka ku pêşewaya sîstema cîhanî ye (Yekcemser), serwextî metirsiya belîbûna Çînê weke hêzeke aborî ya mezin û rikber bûye ku dixwaze ber bi Rojhilata Navîn ve (projeya kemer û rê) xwe berfereh bike. Her wiha ew serwextî belîbûna Rûsiya weke hêzeke leşkerî bûye ku ew jî xwe bi rêya dergehê sûrî, dixwaze xwe li Rojhilata Navîn fereh bike. Ji aliyekî din ve xwesteka welatên rojavayî (Ewropaya rojavayî) ku xwe ji siyaseta Emerîkayê cihê bike…ev bûyer û guhertin tev amajeyê bi hebûna guhertinên mezin di siyaseta navneteweyî de dikin ku ew jî encama aloziyên navneteweyî û herêmî bû.

Piştî ku dema dewletên neteweperest ên Rojhilata Navîn qediya û piştî ku nema bi kêrî çeksazkirinê tên û êdî erkê ku ji wan ji hêla sîstema sermayedarî ve dihat xwestin, pêkanîn, (nexasin der barê avakirina dewleta Israîl li herêmê û levhatina piraniya dewletên ereban pê re), êdî ev dewlet bûne cihê metirsiyê ji bo sîstema sermayedarî; nexasim piştî ku bi ser Çîn û Rûsya ve vebûn. Piştî şerê Kendavê yê duyem û derketina hin dewletên ne di rê de, Emerîka karîbû hêzdariya xwe li Rojhilata Navîn zêde bike, bi taybet li Kendavê. Piştî bûyerên 11ê Îlonê, Emerîka dest bi qonaxeke nû ya destwerdana di welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn de kir, ew jî bi behaneya şerê li dijî terorê, lê armanca wê dorpêçkirina Çîn û Rûsiya di heman demê de  û desteserkirina tam a Rojhilata Navîn û zêdekirina fişarê li ser dewletên ereban bû da ku danpêdanê bi Israîlê bikin û pê re li hev werin. Lê bi zêdebûna hêza rûsî ya leşerî û berferehbûna hêzdariya aborî ya çînî, her du bûn cihê metirsiyê ji bo Emerîkayê; nexasim piştî aloziya “Bihara Ereban“ û zêdebûna rageşiyê di navbera welatên ereban û Îranê de; bi taybet piştî ku Îranê xwe li Iraq, Sûriya, Libnan û Yemenê berfereh kir. Ji ber wê jî û ji bo ku rê li ber bilindbûna stêra Çînê weke hêzeke rikber li hember Emerîkayê û ji bo rê li ber wê û Rûsiya were girtin da ku xwe li Rojhilata Navîn berfereh nekin, ji Emerîkayê tê xwestin ku kaxezên xwe li herêmê ji nû ve rast û durist bike.

 

Bicihbûna nû ya Emerîkayê li Rojhilata Navîn:

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û destpêkirina “Bihara Ereban“ re, hêza leşkerî ya amaerîkî ji Rojhilata Navîn qut nebû. Jixwe berê hebûna hêza wê girêdayî alozî û pirsgirêkên ku li herêmê rû didan bû. lê berê li herêmê baş bi cih nedibû, lê vê carê xuya ye dê cihê xwe li herêmê bigire; nemaze piştî derketina şerê rojavayî-rûsî piştî şerê Ukrayna û piştî pêngava Hemasê.

Pêngava leşkerî ya ku Hemas di 7ê cotemahê pêk anî û şerê Israîlê li dijî wê li Xezayê û zêdebûna rageşiyê di navbera “tewereya bxwedanê“ û Israîlê de û topbarandina hûsiyan ji Israîlê re bi rokêtên balistî û dîlgirtina keştiyeke israîlî; her wiha pêvajoyên Hizbulahê li bakurê Israîlê, van sedeman tev rê da Emerîkayê ku hêzdariya xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî zêde bike û dibe ku hêzdariya xwe ya li leşkerî li Sûrî û Iraqê zêde bike. Piştî 7ê cotmehê Emerîkayê hilgira balafiran “Cîrald Ford“ şand. Her wiha koma xwe ya şer (Tîkondîroca, 3-4 hilweşînerên ji cûreyê Erlî Bîrk û paşê jî keşta birêvebirina keştîgela şeşem a merîkî “Mawint Wîntî“) şandin. Her wiha Desteya Berevaniyê ya Emerîkayê biryar da koma xwe ya di rojhilatê Deryaya Spî de xurt bike loma koma şer a vedîtinê ji marênzan (peyayên deryayê) şandin ku ew jî ji rahêjerên balafiran û keştiyên daxistina bejavî (LHD) û keştiyên veguhestina bejavî (LPD) ji cûreyê “San Entonyo“ û keştiya şerê bejavî “YSS Kartir (LSD) pêk tê. Ev koma şer a vedîtinê ji zêdeyî 2000 leşker ji hêzên peya ên deryayê yên amerîkî dihewîne. Ev leşker weke hêzeke destwerdanê ya bilez di rewşên awarte de û di pêvajoyên cûr bi cûr de beşdar dibin. Emerîka dixwest cihê xwe yê leşkerî xurttir bike, loma rahêjera balafiran “Îzinhawir“ ji cûreya Nîmîtiz û koma şer a pê re ber bi herêmê ve şandin; lê piştî ku hûsiyan Israîl bi drawnên xwekujer û rokêtên balistî topbaran kirin, birêveberiya amerîkî biryar da ku berê rahêjera balafiran “Îzinhawir“ ber bi başûrê Deryaya Sor ve biguhere.

Armancên Emerîkayê ji bicihkirina xwe ya nû li Rojhilata Navîn

Zêdebûna hêzdariya leşkerî ya amerîkî li rojhilatê Deryaya Spî ne ji valahiyekê hatiye. Emerîka xwedî hesab e ji tiştên ku heye li herêmê di pêşerojê de biqewimin. Nakokiya rojavayî-rûsî, amerîkî-çînî û berdewamiya aloziya sûrî û hebûna rûsî û amerîkî li gel hêzên herêmî (Îran û Dewleta Tirkiya ya dagirker), êdî bandora xwe li ser Sûriya û rojhilatê Deryaya Spî dike ku ev dever bûye weke qadekê ji bo jihevhesabxwestinê. Li gel zêdekirina hêzên leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî, rageşî li herêmê zêde bû. Jixwe ev zêdebûna  leşkerî ya amerîkî-rojavayî li hejmarek sedem vedigere:

  1. Ji bo ku baregehên îranî û milîsên girêdayî wê, cihên komên terorîst (weke Daişê) li Iraq û Sûriya û baregehên berdana rokêtên balistî yên hûsî werin armancgirtin û bi rokêtên Tomahok werin topbarandin. Ew tev da ku hebûna xwe li rojhilatê Deryaya Spî rewa bikin. nemaze ku baregeheke rûsî li Tertûsê heye û jixwe baregeha wê li Himêmîmê jî heye.
  2. Ji bo ku hebûna rûsî (baregeha Tertûs û ya Himêmîm) li Sûriyê were dorpêçkirin. Ew jî bi rêya zêdekirina hêzên xwe yên leşkerî yên deryayî li rojhilatê Deriyaya Spî û zêdekirina piştgiriyê ji bo baregehên xwe yên li Sûriye û Iraqê. Ev jî tê wê wateyê ku heye çekên pêşketî ji bo baregehên wê werin hinartin û piştgirî ji bo şerîkên wê yên xwecihî bêtir bibe. hebûna leşkerî ya rûsî li Sûriyê û hewildanên wê yên avakirina hevpeymana leşkerî (awrasî) bi rêya bikaranîna hevpeymanên aborî û ewlekarî (her wekî rêxistina Brêks û Şangahay) ji bo xurtkirina projeya wê, dibe weke metirsiyekê li ser Emerîkayê. Rûsiya dixwaze bi rêya van rêxistinan hêzdariya dolar a cîhanê ji aliyê aborî ve lawaz bike; ew jî bi rêya bikaranîna pereyên xwecihî yên van welatan û bi rêya veguhestina van rêxistinan ji rêxistinên ewlekariyê yên ku armanca wan şerê terorê ye, ber bi rêxistinên leşkerî yên li hember NATOyê û rêxistinên ku pişta ramana pircemseriyê digirin ve.
  3. Ji bo ku bihêle dewletên ereban danûstandinê bi Emerîkayê re weke hêzeke leşkerî ya hêzdar li herêmê û tevahî cîhanê bikin. Dibe ku di encamê de hevpeymaneke nû di navbera ereb û Emerîkayê de çêbibe ku mirov dikare navê NATOya ereban lê bike (di navbera Emerîka û dewletên Kendavê, Ordun û Misrê de). Jixwe divê Siûdî û Israîl jî tev li vê peymanê bibin da ku li hember metirsiya îranî û milîsên îranî li herêmê were rawestandin. Lê armanca amerîkî ji vê yekê, ew e ku herêmê ji aliyê leşkerî ve bi xwe ve girê bide, rê li ber berferehbûna çînî û rûsî ya leşkerî li herêmê bigire; ew jî bi rêya girêbestên çekan an jî avakirina îstgehên navokî ji bo mebestên aştiyê. Bi taybet piştî ku dewletên Kendavê dihizirin ku îstgeheke navokî li ser xaka xwe ava bikin (her wekî îstgeha Debea ya navokî li Misrê û îstgeha Ekoyo ya navokî li Mêrsînê li Tirkiye û îstegah din a ku Rûsiya li ser Deryaya Reş ava kiriye). Tevî ku hin dewletên erebî ne bi vê hevpeymanê re ne, lê zêdebûna rageşiyan li herêmê dibe ku hin dewletên ereban ên ku projeyê napejirînin, neçar bikin ku ramana hevpeymaneke leşkerî bi Emerîkayê re bipejirînin.
  4. Dibe ku hevkariyeke aborî jî bi hevkariya leşkerî li herêma ereban pêk were, bi taybet piştî ku Emerîka projeya “rêya aborî“ ya ku başûrê Asiya bi Ewropayê ve bi rêya herêma Kendava Ereban bi hev ve girê dide. Dewletên herêmî li ser vê rêyê di pêşbaziyê de ne. Tirkiye dixwaze navendeke bazirganiyê ya navneteweyî di navbera rojhilat û rojava de be. Ji ber wê jî, wê projeyeke din pêşkêş kir. Wê xwest rê ji Iraqê ber bi Tirkiye ve here li şûna projeya amerîkî ya ku du rêyên ji hev başqe pêk tê; yek ji wan rêyan Hindistanê bi Kendava ereban ve girê dide û ya din Kendava Ereban –Ordun-Israîl bi Ewropayê ve girê dide. Emerîka hewil dide rê li ber projeya çînî (kemer û rê) bigire û ji aliyekî din ve dixwaze levhatina Kendava Ereban bi Israîlê re bileztir bike; bi taybet ji ber ku ev proje pişta nerîna Mihemed Bin Selman 2030 digire û pişta projeya bajarê Niyom ê siûdî yê nû digire (tê pêşbînîkirin ku ew bajar bibe navenda veberhênana cîhanî ya der barê projeyên enerjiya nûbûyî û haydrocîna paqij). Ji aliyekî din ve fişarên aborî li Misrê werin kirin, çimkî projeya amerîkî dê bandorê li dahatên misrî yên ku ji Kenala Siwêsê dihatin, bike. Ev jî dê bihêle Misir ji aliyê aborî û leşkerî ve tev li Emerîkayê bibe û dibe ku ev yek bi rêkeftina avakirina baregeheke amerîkî ya deryayî li Misrê bi dawî bibe. Ne dûr e di siyaseta fişara li ser Misrê de, ev şerê israîlî bi ser Xezayê de û rakirina wê ji ser nexşeya cîhanê, destpêka pêkanîna projeya girêdana Kendava Eqebe bi Deriyaya Spî ve be (çi bi rêya vekirina coyeke avî ku dişibe Kenala Siwêsê çi jî bi rêya danîna xeta tirênê be).
  5. Piştî lawazkirin an jî tunekirina tevgera Hemasê li Xezayê, dibe ku dor were li ser Hizbulah. Çimkî topbarandina Hizbulah a ji herêmên israîlî re li bakur bêyî ku bersiveke israîlî ya xurt li hember wê hebe, li gel hebûna fişareke amerîkî li ser Israîlê da ku eniya şer li bakur veneke, dibe ku armanc jê ew be ku dem û derfetê bide Israîl da ku tevgera Hemasê û komên cîhadîst li Xezayê tune bike(wate, tunekirina komên cîhadîst ên hundirîn “hundirê Filestînê“) . mirov dikare bi gotineke din bibêje ku ew dixwaze destên Îranê li Filestînê bibire û paşê ji Hizbulaha libnanî re vala bibe. Israîl, Emerîka, dewletên ereban û heta gelê libnanî jî desthilat û destwerdana Hizbulahê di Libnanê de napejirînin. Çimkî vê destwerdanê (piştî zêdebûna hêzdariya Hizbulahê li Libnanê), welat gihand aloziyeke aborî û siyasî ya dijwar. Ji aliyekî din ve hêza Hibulah a leşkerî zêde bû, bi taybet piştî ku wê çekên pêşketî ji hêla rêjîmên sûrî û îranî bi dest xistin. Ev yek jî gefeke dijwar ji bo Israîlê ye ku ew dixwaze cihên îranî û barên çekan ên ku ji bo Hizbulah diçin, topbaran bike.
  6. Lê armanca sereke û rastîn a vê yekê, parastina hêzdariya xwe ya cîhanî ye û xwesteka wê ya birêvebirina Rojhilata Navîn bi destên Israîlê ye; ew jî piştî levhatina erebî-israîlî û girêdana herêmê bi projeyên aborî û leşkerî ve ji bo parastina sîstema cîhanî ya heyî û ji bo ku li pêşberî hemû gavên çînî û rûsî yên dixwazin vê sîstemê biguherin raweste.

 

 

Pêşeroja Rojhilata Navîn di vê rewşa nakokiyan a heyî de:

Rojhilata Navîn bi cihê xwe yê cyosiyasî, cihêrengiya xwe ya nijadî û çandî, dewlemendiya xwe ya gencîneyên binerdî, cihê wê di nav sê parzemînan de û kontrolkirina wê ji sê rêyên avî yên ku weke damara jiyanê ji bo Ewropayê ne…hiştiye ji mêj ve û heya roja îro çavên her kesî lê be. Çimkî kesê wê kontrol bike, dikare cîhanê bi rê ve bibe. hêza Emerîkayê ya ewlekarî ji desteseriya wê ya nêztam a li ser herêmê tê. Ji ber wê jî Rojhilata Navîn ji mêj ve di aloziyan de dijî (ji derketina sîstema dewletî, paşê çêbûna impiratoriyên farisî, romanî û osmanî û heya tu bigihêjî rikberiya mêtingerî ya rojavayî li ser herêmê ku bû sedema parçebûn û çêbûna dewletên neteweyî ku vê yekê jî encamên bobelatî bi ser gelên herêmê de anîn). Piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetî (weke cemserekî duyem) û derketina Rûsiya weke hêzeke gewre û xwestekên wê yên berferehkirinê, li gel hêza aborî ya gewre ya Çînê, di vê rewşa sîstema cîhanî de alozî û komployên ku dixwazin gelên herêmê ji hev qut bikin, kelepora wan a ku digihêje hezarên salan tune bikin, derketin.

ji aliyekî din ve aloziyên ku li herêmê bi hinceta demokrasiyê derketin, metirsiya tirkî ya ku bi projeya wê ya osmanî ya sinî tê nimandin û metirsiya îranî ya ku bi projeya wê ya şîî tê nimandin ku ew dide diyarkirin ku ew di rewşa şer de ye bi Israîl û Emerîkayê re, tenê hincet in da ku ejindeyên rojavayî li herêma Kendavê bi awayekî pêk bînin ku xizmeta Israîl û Emerîkayê bikin û bihêlin ereb neçar bimînin ku berê xwe bidin Israîl weke parasvanekî ku wan ji metirsiya îranî biparêze. Li hember wê jî gerek e ereb bi Israîlê re li hev werin û dev ji doza Filestînê berdin. Jixwe projeya Tirkiye ya osmanî û pştgiriya wê ji rêxistina Ixwanan re, armanc jê ew e ku cilikê ji bin Siûdiyê bikişîne û komên terorîst li gor berjewendiyên xwe û yên rojavayî yên li herêmê bi kar bîne.

Ji ber wê jî nakokiya niha di navbera rojhilat (Çîn û Rûsiya) û rojava (Emerîka û Ewropa û NATO) de li ser sîstema cîhanî (di nav de dewletên herêmê jî hene, nexasim Tirkiye û Îran) hiştiye ku Rojhilata Navîn bibe cihê şer û nakokiyan. Herêm bûye navenda aloziyên siyasî, leşkerî û civakî. Ev nakokî ji hêla dewletên neteweperest ên ku Ewropa ew damezirandine ve, derketine. Jixwe dewletên neteweperest nikarin van aloziyên civakî çareser bikin û ew li dijî demokrasiyê ne jî. Ne tenê wisa lê ew li dijî civakbûyînê ne jî, çimkî ew li rewşekê de hatine afirandin ku ew li dijî “neteweya demokratîk in“. Ev yek jî aloziya Sûriyê –weke mînak- şîrove dike. Di encamê de ev dewlet dê herêmê ber bi hilweşandinê ve bibin. Dewletên gewre jî hêza xwe û desteseriya xwe ya li ser herêmê ji vê yekê digirin; çimkî ev dewletên neteweperest alav in û li herêma Rojhilata Navîn hatine damezirandin da ku li gor rênima û biryarên rojavayî tev bigerin û li gor pêdivî û projeyên wan werin bikaranîn.

Di vê derbarê de, pêngava ku Hemas di 7ê cotmehê de li dijî Israîlê pêk anî, gelek guman li dor wê dizivirin û dê gelek bûyeran bi xwe re bîne. Jixwe bi domandina şerê rûsî-rojavayî li Ukrayna û berdewamiya aloziya Sûriyê bêyî ku tu çareserî ji bo van aloziyan werin dîtin, dibe ku destpêka qonaxeke nû bin  ku bayê guhertinên siyasî û leşkerî bi xwe re ji bo Rojhilata Navîn tîne. Her wekî Xeza, paşê Libnan û tunekirina desteseriya Hizbulah li ser Libnanê û lawazkirina wê ya siyasî û leşkerî û dibe ku rêveberiyeke xweser li başûrê Sûriyeyê were damezirandin da ku bibe cihekî cihêkar ku Îranê û milîsên wê dûrî sînorê israîlî bike û di encamê de ewlehiya wê were parastin.

زر الذهاب إلى الأعلى