ANALÎZ

Danûstandinkarên Astanayê û planên wan

 

 

Gera hevdehem ya danûstandinên Astanayê di navbera aliyên misogervan de “Rûsya, Tirkiye û Îran” ji bo aramkirina şer li Sûriyeyê li dar ket. Aliyên danûstandinê di vê gerê de li ser hin mijaran li hev kir û erk û peywir li hev belav kirin. Ajandaya sereke ya gerê, rewşa deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû ka çawa fişarê li Rêvberiya Xweser zêdetir bikin û keleman li rêya pêşketina dibilomasî ya Rêveberiyê deynin. Bi teybet ku vê dawiyê Ewropa xwe bi ser Rêveberiya Xweser de da ku Rêveberî weke hêzeke demokratîk karî statuya xwe di kirîza Sûriyeyê de biparêze. Lewre aliyên misogervan hin gav avêtin da ku bi rêya wan fişarê li Rêveberiya Xweser zêde bikin; çi bi rêya çalakiyên ewlekarî û istixbaratî be ku deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê armanc bigirin çi jî bi rêya belavkirina propogandayan û tirsê di navbera hemwelatiyan de.

Hatûçûna şandên Rêvebriya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk tirsek li cem Tirkiyeyê û Rêxistina Daişê peyda kir, bi taybet piştî sozên ku Amerîkayê ji Rêveberiyê re dan. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Tirkiye pêşîyê hewl dide rê li karê dibilomasî yê Rêveberiya Xweser û MSDê bigire, lewre bi rêya hin navbeynkaran hewl da fişarê li Rêveberiyê zêdetir bike.

Gava yekem ji fişara Tirkiye û Rûsyayê ku ev gav bi lehvkirin û hemahengiya bi Rêjîma Sûriyeyê re bû, girtina Deriyê Fîşxabûr (Sêmalka) ê sînorî bû yê ku başûr û rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide. Jixwe ev gav nameyên siyasî yên zelal di nava xwe de dihêwirîne. Çimkî piştî girtina derî gotin belav bû ku Tirkiye û Rêjma Sûriyeyê amadekariyên vekiririna Deriyê Nisêbînê dikin. Li kêleka vê yekê jî alîgirên Rêjîma Sûriyeyê propoganadayê vekirina Deriyê Welîd (Tilkoçer) belav kirin. Bi vî awayî Rêvberiya Xwesr rastî guvaş û fişrekê hat ku dikarin baweriya gel pê lawaz bikin.

Li milekî din Tirkiyeyê bombebarandina deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi rêya dronan zêdetir kir. Tirkiyeyê bi piranî kombûnên sivîl aramnc digirtin û angaşt dikir ku navendên leşkerî ne. Her wiha Tirkiyeyê çavdêriya ezmanê bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir da ku sivîlan bitirsîne û wan ber bi koçbûnê ve dehf bide û bike ku Rêveberiya Xweser nihanan raber bike da ku êrîş werin rawestandin. Aramnca wê ya sereke ew bû ku Rêveberiya Xweser lawaz bike û baweriya gel pê bişkîne, lê ev hewldan têk çûn.

Nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyeyê û kiryarên dawîn piştî rêzeseredanên Rûsyayê ji bo başûrê Kurdistanê pêk hatin û hevdîtina bi hikûmeta Başûr e û hewldana wê ji bo nêzîkirina hikûmeta başûrê Kurdistanê ber bi Rêjîma Sûriyeyê ve da ku başûrê Kurdistanê jî tev li koma ku fişarê li Rêvebriya Xweser dikin bibe. Jixwe berê hikûmeta başûrê Kurdistanê li gor xwesteka dewleta tirk hin fişar pêk anîne.

Lewre dibe ku dever di dema bê de di hin sînaryoyan re derbas bibe:

Yekem: Fişara Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê li Rêvberiya Xweser berdewam bibe. Dibe ku fişar bi rêya geflêxwarinê be yan jî bi rêya şêwaz û alavên derûnî be. Li kêleka wê jî dibe ku çalakiyên leşkerî yên Tirkiyeyê li dij deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bibin.

Duyem: Rêveberiya Xweser karê bi alî û hêzên demkratîk re li derve berdewam bike. Bi vê gavê Rêveberî dikare pişgiriya dewletên rojavayî bi dest bixe; bi taybet piştî ku hêviya wan bi Rikberiya Sûrî nema. Ku di vê navê re dewletên rojavayî û erebî hewl didin hêzeke din ya siyasî bibînin da ku bibe berdêla Rikberiya Sûrî.

Sêyem: Dibe ku bi rengekî fermî têkilî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de vegerin. Heke ev yek pêk hat, dibe ku Rikberî xwe ji nû ve bide hev. Dibe ku ev gav nameyeke zelal be ji bo Amerîkayê û dewletên Kendavê yên ku heta niha piştgiriya hin rêxistin û statuyên siyasî yên Rikberiya Sûrî dikin. Jixwe bi vê gavê Tirkiye dê vegere cihê pêşîn di kirîza Sûriyeyê de anku dê dûrî berjewendiyên dewletên rojavayî yên li Sûriyeyê bikeve û dest nede wan.

زر الذهاب إلى الأعلى