ANALÎZ

Kongira Broksilê..û civînên “Hevpeymaniya Niştumanî”

Kongira Broksilê..û civînên "Hevpeymaniya Niştumanî"

Alîgirên gelê sûrî, kongira xwe ya şeşem li paytexta Belcîkayê Brukselê bi dawî kir.  Ev civîn bi beşdarbûna nûnerên 55 dewletan hat lidarxistin. Ji ber êrîşa wê ya bi ser Ukraynayê de, Rûsiya ji vê civînê hat dûrxistin. Di civînê de kesên beşdar soz dan ku ew ê 6.7 milyar dolar weke peydakirina pêdiviyên gelê sûrî yên li hundir û dewletên cîranê Sûriyeyê pêşkêş bikin. Di heman demê de wan doz kir ku çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê were dîtin.

Kongira Brukselê bi gera xwe ya şeşem a der barê piştgiriya pêşeroja Sûriyeyê de, li ser du xalên sereke tekez kir;  xala yekem, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo sûriyên li hundir û derveyî welat, bi taybet ên di kampan de. Çimkî li gorî amarên navneteweyî, pêwîstiya zêdeyî 13 melyon mirov bi alîkarî û piştgiriyê heye. ji sala 2021ê heya niha, hejmara kesên hewcedar 1.2 melyon mirov zêde bûye. Xala duyem jî, girêdayî piştgiriya projeyên geşepêdanê bû.  Ew jî bi rêya dana derfeteke mezintir ji bo ku rêxistinên civaka sivîl li herêmê tev bigerin.

Dibe ku beşdarnebûna Mosko di kongira Broksilê de, nîşaneya dûrxistina wê ya ji dosyeya Sûriyeyê ye. Jixwe ev jî dê bandorine neyînî di babeta gihandina alîkariyên mirovahî di rêya Tirkiyeyê re bo bakur û rojavayê Sûriyeyê bîne. Jixwe ev alîkarî bi biryareke navneteweyî ya ber û bi levkirineke rûsî-amrîkî hatibû birêxistinkirin. Tê pêşbînîkirin ku ev biryara navneteweyî ya ku dê di tîrmeha bê de bi dawî bibe, were nûkirin. Sedema wê yekê jî , alozbûna têkiliyên rojavayî-rûsî ji ber şerê li Ukrayna, ne ji ber şerê li Sûriyeyê ye. Di encamê de, levnekirina Mosko û Waşingtonê, dê bibe sedema rawestandina alîkariyên navneteweyî yan jî berdewamiya wan bo  Sûriyeyê.

Li gorî pisporan, pêdiviyên gelê sûrî yên vê salê zêdeyî 10 milyar dolarî ye. lê ya ku hatiye terxandin, tenê 6.7 milyar dolar e. Sedema vê yekê jî rewşa navneteweyî, bandorên Vîrusa koronayê û şerê ukrayînî ye. Lê pirsgirêk ne girêdayî kêmbûna diravên ku dê werin dan û zehmetiya rewşa koçperan e, lê belê girêdayî mekanîzmeya belavkirina wan alîkariyan e. Çimkî di sala 2011an de, opozisyonê 45 milyar dolar wergirt, lê paşê bi rêya zehmetiyên koçberên sûrî hat nasîn ku piraniya wan pereyan rastî gendel û diziyê ji hêla dewletên ku alîkarî pêşkêş kir, rêxistinên girêdayî rêjîmê û opozisyonê ve hat.

Di civîna Brukselê de, Cozêf Borîl (berpirsê siyaseta derveyîn a Yekîtiya Ewropayê) careke din siyaseta Yekîtiya Ewropayê ya der heqê rêjîma Sûriyeyê de nû kir û da zanîn ku ew ê alîkariyê di avakirinê de nekin, cezayan li ser ranekin û têkiliyên diplomasî pê re ava nekin heya tev li diyalogekê nebe ku ew diyalog bibe rêya çareserî û veguhestineke siyasî ya rastîn. Li hemberî vê nerîna ewropî û amerîkî ya tekûz û sabît, Hevpeymaniya Niştumanî ya girêdayî dewleta Tirk, bi rêya şandeyên danûstandinê, avakirina têkiliyên ne rasterast bi rêjîmê re digire ser xwe. Ew jî bi rêya hevdîtinên Asetanayê û komîteya destûrî ya ku rêjîma Tirkiye, Îran û Rûsiyayê beşdarî karên wê dibin.

Beşdariya Hevpeymaniyê di kongira Broksilê de, mebest jê alîkariyên diravî wergire û rûyê xwe şahîk bike, nemaze piştî vekişînên dawî yên ku di hundirê wê de çêbûn. Her wiha piştî ku hin şepêlên ku ew pêk dianîn, ew bi gendelî û sîxuriya ji rêjîma Sûriye û Tirkiyeyê re tewanbar kir. Ev ji bilî tevlîheviya wê û girêdana wê ya bi ajanên derve ve. Biryara guhertina endamên wê, bêyî erêkirina rêjîma Tirkiyeyê pêk nayê. Ev yek bi rêya rêjeyên nû yên di  hevpeymaniyê de tê eşkerekirin.

Piştî guhertina ku di Îtîlafê de pêk hat, Yekîtiya Serbixweyên Kurd ya ku ev du sal in hatiye damezirandin, bi fermana saloxgerên Tirkiyeyê bû xwedî sê endam di Hevpeymaniyê de. Wate bû zêdeyî nîvê hejmara endamên êl û eşîrên ku ji bakurê Sûriyeyê heya başûrê wê dirêj dikin. Her wiha ENKSêya ku tenê 5 endamên wê hebûn, bûn 11 endam. Li gorî çavdêran, ev hejmar  li gorî hejmara endamên ENKSê bi giştî , gelek e. Ev jî bandora rêjîma Tirkiyeyê li ser Hevpeymaniyê dide diyarkirin.

Xuya ye rêjîma Tirkiyeyê dixwaze bi rêya zêdekirina endamên kurd û turkumen di Hevpeymaniyê de, bandorê li bakurê Sûriyeyê bike, eger rûbirûyînek di navbera rêjîma Tirkiyeyê û Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê de çêbibe. Hemû nîşane didin diyarkirin ku hevrêziyek di navbera rêjîma Sûriye û Tirkiyeyê de heye da ku projeya Rêveberiya Xwesre têk bibin û eger danûstandin di navbera Enqere û Şamê de çêb dibe ku Rêveberiya Xweeser bi forma Hevpeymaniyê ya nû biguherin

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى