Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk di dîroka 2. 9. 2024an de li Hola Zana li Qamişloyê, panêlek di bin dirûşma “koçber û tevgera siyasî ya kurdî li rojavayê Kurdistanê“ li dar xist. Zêdeyî 75 nûnerên partiyên siyasî yên kurdî û koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, rêxistinên mirovî û hin saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl û hin rewşenbîr, rojnameger û kesayetên civakî tê de amade bûn.
Panêlê bi xukeyek rêzgirtin li ser giyanê pakrewanan dest pê kir, paşê endamê desteya birêveber a NRLSê birêz “Kurdiyar Dirêî“ semînerek pêşkêş kir. Wî di semînerê de bal kişand ser êş û azarên koçberan û pêngavên koçberkirina bi darê zorê ya ku kurd di vê sedsala borî de rastî hatine û tên. Her wiha wî da diyarkirin ku komkujî bi destê sîstemên dewletî (neteweyî û olî) pêk hatin û ev komkujî bûn mîna “cezayên komî“ li dijî her şoreşeke ku kurd pê rabûne
Dirêî amaje bi wan siyasetên koçberkirinê kir ku di serdema Atatork de li dijî kurdan pêk hatin, her wiha amaje bi pêngavên koçberkirinê yên ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê pêk hatine û komkujiyên li dijî gelê kurd pêk hatine, kir.
Birêz Dirêî gotina xwe berdewam kir û da nîşandan ku salên 2018-2019 lutkeya pêngavên koçberkirina bi darê zorê li dijî kurdan bû. Ev yek piştî dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî pêk hat.
Birêz Dirêî tekez kir ku nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên kurdî de, bandor li her aliyî (siyasî, aborî, civakî, ewlekarî, diplomasî û leşkerî) kir. Yek ji wan jî babeta koçberan e ku weke babeteke siyasî û civakî tê hesibandin.
Paşê sinivizyonek hat pêşandan û tê de bal li ser astengiyên koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hat kişandin. Her wiha siniviszyonê asta piştgiriyê ya ku partiyên siyasî yên kurdî pêşkêşî koçberan dikin û xwestekên koçberan ji partiyên siyasî, da diyarkirin.
Piştî sinivizyonê, encamên rapirsîna ku NRLSê li ser koçber û tevgera siyasî ya kurdî û qasiya piştgiriya van partiyan ji koçberan re çêkiribû, hat pêşandan. Ev encam ji hêla endamê desteya birêveber a NRLSê “Birêz Raman Reşwanî“ ve hat pêşandan. Encamên rapirsînê jî bi vî awayî bûn:
5- Bi nêrîna we, çi dikeve li ser milê tevgera siyasî ya kurdî de da ku bikare barê azarên koçberan di siberojê de sivik bike?
Vê pirsa vekirî di nava xwe de pêşniyarên kesên rapirskirî vedihewand ku li derdora van mijar digerin: Destekdayîna aborî, destekdayîna rewanî û destekdayîna siyasî. Rêje ji deverekê heyanî devereke din tê guhartin; ew jî ji ber cûdabûna mercên aborî, siyasî û cihî ye, lê belê bi awayeke giştî encamên her çar pirsan tekez dikin.
Her wiha tevî encamên hevdîtinan, ku li ser 5 pirsên vekirî hatibûn avakirin, ew encam jî li gorî pirsên rapirsînê bûn.
Piştî wê, hejmarek pêşinyar li gor encamên rapirsînê, ji hêla NRLSê ve hatin xwendin:
Pêşinyar:
- Gerek e tevgera sîyasî ya kurdî fişaran û çalakîyan bike da ku ji bo piştgitîya koçberan qaseyeke diravî saz bike, ew jî bi rêya çêkirina poleke diravî ya taybetî û çalakîyên aborî li dar bixe da ku bi vî awayî piştgirîya koçberan ji alîyê aborî ve bigire ku dahatên wê yên darayî têkevin qaseya koçberan.
- Gerek e tevgera sîyasî ya kurdî rojekê ji salê hilbijêre da ku bibe roja bîranîna kurdên ku di dîrokê de rastî sûcên koçberkirina bi darê zorê hatine. Gerek e tevgera sîyasî ya kurdî bi çalakîyên guncav ji bo vê boneyê rabe.
- Gerek e tevgera sîyasî ya kurdî alîkarîyê bike da ku kultûra civakî ya civaka koçberan were parastin; ew jî bi rêya piştgirîya çalakîyên çandî û pêşkêşkirina alîkarîyê ji komeleyên taybet bi koçberan da ku ev çalakî bi ser bikevin.
- Gerek e tevgera sîyasî ya kurdî bi rêya rexne û pêşkêşkirina pêşniyar û piştgirîyê, çalakvanên hunerî handan bike û fişarê li wan bike da ku bêtir guh bidin koçberan.
- Yekkirina axaftina sîyasî ya kurdî ya li ser mijara koçberan ku bibe dozeke niştimanî û hebûnê. Pêwîst e ew hevrêzîyê bi mafnasan re bike da ku gilî û dozan li dadgehên mafên mirovan li seranserî cîhanê vakin. Gerek e ew di van dozan de xwe bispêrin raporên ku ji alîyê zagonî ve; belgekirî ne û gerek e bi awayekî rijd ew van dozan bişopînin ku ne tenê raporên belgekirî pêşkêş bikin. Jixwe her partîyek an jî çend partî bi hev re dikarin van peywiran li hev par bikin.
- Gerek e tevgera sîyasî ya kurdî kar bike ku civak bi koçberan hevsoz be û bi wan re bibin alîkar. Her wiha rûspîyên civakê jî guh bidin doza koçberan. Jixwe dema civak ji alîyê aborî, rewanî û sîyasî pişta koçberan bigire, helbet rewşa koçberan dê baştir bibe. Piranîya vê peywirê dikeve ser milê tevgera sîyasî. Terxandina rojekê ji bo bîranîna koçberên kurd, birêxistinkirina çalakî û ahengên çandî yên taybet bi civaka koçberan re û bêtir guh bide beşa hunerê ku ev yek dê alîkarîyê bide diplomasîya civakî û sîyasî ya partîyan.
- Beşdarbûna hemû partîyên siyasî di pêngavaveke hevbeş de, ew jî ji bo ku alîkarîyên tenduristîyê weke derman, dermankirin û nexweşxane; bi hêsanî biguhêjin koçberan.
- Fişar li sazîyên navneteweyî were kirin ku dagirkerîya Tirkî li ser bajarên Rojava were bidawîkirin, ew jî ji bo ku koçber vegerin malên xwe.
- Gerek e tevgera siyasî ya kurdî ji bo darizandina Tirkîya dagirker û çeteyên wê rijd be, ew jî ji ber kiryarên wan ên weke qirkirina nijadî û guhertina demografî ya biarmanc li Rojava.
- Lidarxistina konfirans an jî komcivînekê di bin sîya partîyê kurdî ku balê bikşînin ser rewş, êş û vegera bi rûmet a koçberan.
Panel bi nîqaşên vekirî bi dawî bû. Piraniya nerînan jî li ser astengiyên koçberan û daxwazên wan tekez dikir. Kesên beşdar hejmarek pêşinyar pêşkêş kirin da ku partiyên siyasî yên kurdî han bidin ku bêtir piştgiriyê bidin koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî. Pêşinyarên wan jî ev bûn:
- Gerek e komîteyek ji partiyên siyasî were saz kirin, erkê wê serdana saziyên mafnas û navneteweyî li Ewropa, Amerîka û rêxistinên NY be; da ku astengiyên koçberan bigihînin wan.
- Gerek e tevgera siyasî ya kurdî pêwendiyê bi Birêveberiya Karûbarên Koçberan li kantona Cizîrê re bike.
- Pêwîst e tevgera siyasî ya kurdî piştgiriya tenduristî ji bo kampan dabîn bike da ku derman û bijîşk peyda bikin û neştegerî werin çêkirin û nexweşiyên domdar ên mîna dil, şekir, penceşêr û ji bilî wan werin şopandin. Her wiha da ku empulans jî werin dabîn kirin.
- Gerek e tevgera siyasî ya kurdî piştgiriyê ji bo zaroyên koçberan di aliyê perwerdeyê de dabîn bike. Ew jî bi rêya peydakirina pêdiviyên dibistanê û avakirina bexçeyên zarokan û dibistanên hemû qonaxên xwendinê.
- Gerek e tevgera siyasî ya kurdî bi pêngavên agahdarkirin û hînkirinê rabe da ku rê li ber belavbûna madeyên hişbir di nav koçberan de bigire.
- Gerek e tevgera siyasî ya kurdî hewil bide yekkirinê di mala kurdî de pêk bîne û nakokiyên xwe deyne aliyekî da ku pişta koçberan bigirin.
- Pêwîst e komîtek were avakirin da ku serdana kesên dewlemend û bazirgan bike û alîkariyan ji bo koçberan kom bike.
- Pêwîst e partiyên siyasî yên kurdî bernameyeke hevbeş amade bikin. Ev bername taybet ji bo rewşa koçber û kampan be. Gerek e ew saleweqat bi pêngavên diyarkirina êş û azarên koçberan rabin.
- Pêwîst e partiyên siyasî pişta komeleyên mafî bigirin û bi çalakiyên siyasî rabin; her wekî mangirtinan li hember saziyên NY û romalkirina ragihandinê ya domdar ji van mangirtinan re.
- Pêwîst e pûlek di karûbarên fermî de were çêkirin ku dahatên wê herin qaseya koçberan.
- Pêwîst e partiyên kurdî kurdên li Ewropayê bi rêxistin bikin da ku bi çalakiyên cûr bi cûr rabin ji bo ku fişarê li nerîna cîhanê ya giştî der barê dosyeya koçberan de bikin.
- Pêwîst e ragihandin êş û azarên koçberan romal bike û dengê wan bi awayekî domdar bigihîne cîhanê.
- Gerek e komîteyek ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl were avakirin da ku encamên vê panêlê bişopîne û serpereştiya pêkanîna wan bike.
Di dawiya panelê de, endamê desteya birêveber a NRLSê spasiya her kesê beşdar kir.
Jixwe Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk da diyarkirin ku ew ê dosyeya koçberan her û her bişopîne û ew ê dosyeya pêşinyaran pêşkêşî partiyên siyasî û aliyên pêwendîdar di Rêveberiya Xweser de bike. Her wiha ev çalakî di nav rêzeçalakiyên têkildarî vê dosyeyê de, dê ne ya dawî be û di pêşerojê de dê çalakîne din hebin.