Di van deh salên dawîyê de, bangeşeya kînê bi awayekî bêmînak li pêş ketiye. Bi tevî ku di nava birêveçûna hevrikîya bawerî, bi hemû cureyên xwe yên olî, tîreyî, mezhebî û siyasî de, cih digirin; ku li derdora babeta rastdîtina “Em” û derewdîtin û şeytankirina “Ew” digerin jî, lê belê di dema me ya niha de veguheriye alaveke dîmagojî ku armanca wê serdestîya vîna civakan e. Ew bi rêya danîna wan li ber metirsîyeke mezin a bêguman, her wiha birêvebirina wê di nava çarçoveya dîtaneya plangerîyê de ku bi awayekî hostayî ya ji dema di cenga cîhanî ya duyem û şerê sar de bêtir, tê meşandin.
Li civakên Rojhilata Navîn, ji bo syasetmedar û oldaran, di hewldana wan a ji bo pêkanîna xwestekên xwe yên desthilatdarî de, dîmagojî alaveke sereke ye. Her wiha dîmagojî; di destê pergal û rêxistinan de, alaveke ji bo misogerkirina berdewambûna desthilatdarîya xwe ya li ser peyrewên xwe û serbazkirina hejmareke mezintir a mirîdan e. Nimûne li Sûriyayê; rêxistinên netewperest û olperest berztirîn pêkarên alozîyên welêt û azarên ku li ser destên kesên li pey bangeşeya gawirkirin û xayinkirinê û peyrewîya dijminan pêk tên, in. Bi dest xwe re; ew weke têgehên sereke yên bangeşeya kînê ne, ku di hewaya ragihandina sûrî ya bi zimanê erebî diaxive û ji alîyê rêxistinên herêmî û yên sînorên niştimanî derbas dikin ve, tê birêvebirin. Êdî bûye ku xwe di nava dirûvên dîmagojîyê yên li jêr van durişmeyan didin veşartin: Tewereya Berxwdanê, Bendewarîya Mihdîyê Bendewar, Xilafeta Osmanî Ya Ji Bo Têkbirina Xaçperestan, Dijberîya Siyonîzmê, Berxwerdanîya li Dijî Lîberalîzmê, Parastina Ewlekarîya Neteweyî, Rizgarkirina Qudsê, Xilafeta li Ser Rêbaza Pêxemebrî… û hwd. Van hemûyan jî, ji bo temirandina azarên civakan û derengxistina avakirina şaristanîyê heyanî piştî hatina “Serokê Mezin” li ser desthilatdarîyê, têne bikaranîn, an jî heyanî demeke ne diyar dereng dixin, heyanî ku Serokê Mezin ji plangerîyên gerdûnî yên li dijî wî têne pêkanîn rizgar bibe. Di heman demê de; ji bo serbazkirin û bikaranîna mêjî û şerkeran tê bikaranîn, da ku şerê wan civakan bikin ên ku bangeşeya kînê wan weke hovên ku divê werin qirkirin, dide diyarkirin. Careke din; komkujî û sosretên ku di mafê elewî, durzî û sûrîyan de li Sûriyayê pêk hatine, derbirîna vê rastîyê dikin.
Di çarçoveya vê bangeşeya metirsîdar de, ji nişka ve têgeha “Derbasgeha Dawûd” weke pêkarekî di nav dirûvên dîmagojîya desthilatdarîyê de, derdikeve pêşberî me. Bi tevî ku weke ramanekî di çarçoveya pêvajoya aştîyê ya di navbera dewletên “erebî û islamî” û dewleta Israîlê de derketiye pêş, lê belê pergalên desthilatdar yên weke Îran û Tirkiya, her wiha rêxistinên netewperest ên erebî, komên islamî yên mîna DAIŞ, El-Qaide, Heyet Tehrîr El-Şam, Ixwan El-Mislimîn û Partîya Rizgarî ya Islamî; ew di propagandaya xwe ya serbazkirinê û bangeşeya xwe de, ya li dijî alîyên dijberî rêbaza xwe, nemaze demokatîxwaz, kesên ku di warê olî de nerm, lîberal û tîreyên ne sunî, bi kar anîn. Her çi qasî “Derbasgeha Dawûd” weke ramanekê ji alîyê hinek lêkoleran ve hatiye gotin û tu guhdan ji alîyê ferwerîya israîlî ve pê nehatiye kirin, her wiha bi tevî ku projeyeke li gor şayesandina wê heyanî rêjeyekê ne pêkan e jî, lê belê sazîyên ragihandinî yên van pergalên desthilatdar di şayesandina wê de mezinbûn çêkir, ku weke rastîyekê ye û dixwazin pê li neteweya islamî û ya erebî bixin. Êdî; bû materyaleke sereke ya ji bo propagandaya tişta bi navê “Metirsîya Siyûnîzm û Xaçperestîyê û gefên li dijî neteweyê”. Her wiha handerek ji bo mijarên serbazkirinê û pêkanîna kuştinan. Ji vê bêtir; bû behaneyek ji bo gawirkirin an jî xayinkirina dijber û hevirkên xwecihî yên ku bi dest xwe re vê têgînê bi kar tînin.
Ji bo diyarkirina rastîya vê babetê; divê asta zanîna siyasî were bilindkirin heyanî ku sedemên keysbazkirina “Derbasgeha Dawûd” weke alaveke dîmagojîyê û materyaleke ragihandinê ku di nava xwe de bangeşeya kînê dihewîne û hişyarîya metirsîyên li ser neteweyê dide, her wiha bikaranîna wê ji bo tunekirina jiyan û mafên civakan, werin nasîn. Li ser vê bingehê; divê ku li paşxaneya vê projeyê, armancên alîyên ku wê keysbaz dikin, sedemên li pey propagandaya wê û bandorîyên wê li ser aştî û ewlekarîya herêmê, bi awayekî berhiş werin lêkolînkirin. Ev jî li ser bingeha komek daneyên siyasî, ewlekarî û aborî yên têkildar li herêmê.
- Paşxaneyên Derketina Têgeha “Projeya Derbasgeha Dawûd”
Gava em di nava lêkolîn û dahurandinên israîlî û navdewletî yên cihêreng de, yên têkildarî ramanên Siyonîzmê û bawerîya siyasî û ewlekarî ya dewleta Israîlê geriyan; me tu têgehek bi navê “Derbasgeha Dawûd” (David Corridor), an ku projeyeke ku Israîl bi erndîgarîya Kurdistanê ve girê dide, nedît. Bi gelemperî; Israîlê gelek caran derbasgehên ku berê ava dikirin, navê Dawûd li wan dikir. Nimûne; hinek dezgehên ragihandinê yên israîlî navê “Derbasgeha ber bi bajarê Dawûd ve” bi kar anî ku herêmên li jêr serwera israîlî yên Qudisa rojavayî bi cihên pîroz ên Israîlê yên li bajarokê kevnar ê li beşa rojhilatî ya bajarê Qudisê ve, girê dide. Nemaze cihê şunwarî yê ku vedigere serdema bronzê û li wargeha Qudisa Pîroz e û jê re “Bajarê Dawûd” tê gotin. Di dîrokê de behsa tu derbasgeh an jî rêyekê nayê kirin; ku tê re qiral Dawûd derbasî Iraq, Sûriya yan jî Misirê bûye; ne weke rêwîtîyên navdar ên pêxember Ibrahîm ku ber bi Mezopotamya, Welatên Şamê, Misir û Hicazê ve çûye. Ji alîyê din ve, Israîlê di gulana 2024an de “Derbasgeha David (Derbasgeha Dawûd” ku heyanî radeyekê derbasgeheke nû ye, ava kir.[1] Ev derbasgeh; hevtayî tewreya Vêladilfyayê ye, da ku Xeza ji Sînayê dûr bixe û bi rêya wê dergeha Refehê û xakên derdora wê, bixe jêr serwerîya xwe. Jixwe ev yek di çarçoveya şerê wê bi Hemasê re pêk hatiye û ji alîyê misirî û filestînîyan ve nayê pejirandin; lê belê li ser erdê bûye rastîyeke jêneger.
Piştî şerê 1973yan hêzên israîlî derbasgeheke leşkerî – lojistî li kepeza Colanê bi navê “Derbasgeha Dawûd”[2] da avakirin, li kêleka sînorên sûrî heyanî herêma Til Faris a li başûrê welêt dirêj dibe û hevtayî xeta sînorî ye.
Têkildarî mijarê; cara destpêkê ramana “Derbasgeha Dawûd” di serdema serokatîya Trump a pêşî de bû, ku ji alîyê ramyarê amerîkî Welîd Faris (şêwirmendê berê yê Donald Trump)[3] ve pêşxistin. Wê çaxê; ev yek di çarçoveya bandewazîyên ji bo avakirina derbasgehekê de, ku bilindahîyên Colanê bi baregehên amerîki yên li bakur û rojhilatê Sûriyayê ve girê bide û piştevanîya pergalên ferwerîyê yên ku banga zanistdarîyê dikin û şerê DAIŞê dikin, hat kirin. An ku; di çarçoveya siyaseta amerîkî ya eşkere li herêmê de.
Bi tevî daneyên borî jî; lê belê têgeha “Derbasgeha Dawûd” ji derveyî guhdanên îdeologên netewperest û islamîstan ma. Dezgehên tirkî yên erebîaxêv û tirkîaxêv, yekem bûn ku propaganda ji vê yekê kir. Ev yek bi rêya pêngavên ragihandinê yên plankirî yên ku piştî erêkirina Hemasê li ser pêkanîna danûstandinan bi desthilatên israîlî re di havîna 2024an de, her wiha ragihandina berprisên israîlî ji bo xwestekên wan ên guhartinên siyasî di nexşeya Rojhilata Navîn de, venexwendina Tirkiyayê ji bo beşdarbûna di projeya rêya “Hindî-Ewropî” yan “Rêya Aştîyê ya Ibrahîmî” yan jî gihandina bo projeya “Niyûm a Siûdî”[4] di sêgoşeya sînorî ya Misir, Erebistana Siûdî û Urdunê de, pê re jî astengbûna projeya geşepêdanê ya Kendavê bi Ewropayê ve bi bejahî bi rêya Tirkiyayê ji ber sedemên ewlekarî û lojistî, pêk hatin. Diyar e ku ragihandina alîgira Komara Islamî ya Îranê jî, heman gava Tirkiyayê avêt û ev têgeh weke hişyarîyekê ji bo plangerîyên rojavayî yên li dijî civakên xwecih, girt dest. Ev jî bi wê armancê pêk anî ku xwe weke hêza berxwedanê li herêmê û parastina herêmên desthilata xwe, bide nîşan. Diyar e; ku li cem armanca astengkirina çi desthilateke israîli li başurê Sûriyayê û avakirina jîngeheke ewlekarî û îdeolojî ya dijberî wê, her du rêjîm digihêjin pêşberî hev.
Bi tevî destwerdana yekser a israîlî di alozîya başurê Sûriyayê de; lê belê tu berpirsekî israîlî bi tu nîşaneyekê têkildarî vê projeyê nedaye xuyakirin. Her wiha tu tevgerên li ser erdê jî tune ne ku amadekarîyan ji vê projeyê re bikin. Hêzên Hevpeymanîya navdewletî jî baregehên xwe yên sereke yên Dêra Zorê ya rojhilatî (alîyê rojhilat ê çemê Firatê) ku gerek e -li gor netewperest û olperestan- ji bo ewlehîya vê projeyê li wir maba. Bi tevî fişarên israîlî yên ji bo avakirina derbasgehekê ji bo gihandina alîkarîyan ji durzîyên li Israîlê bo parêzgeha Suwedayê re, lê belê tu projeyeke ji bo avakirina jêrxaneyekê ji bo projeyeke wiha li bakur û rojhilatê Sûriyayê tune ye. Ji alîyekî din ve jî; gelek endezyarên rêyan tekezîyê li ser zehmetbûna avakirina rêyekê ku çolistana Sûriyayê ya zehmet ji Suweydayê heyanî Dêra Zorê, ji ber pirbûna lêçunên wê, jîngeha wê ya ewlekarî ya lawaz û zehmetîya avakirinê, dikin. Pê re jî; rêyeke din hevtayî wê heye, ew jî rêya (M20) e yan jî ku jê re tê gotin “Rêya Çilostanî” ya ku Hesekê bi Şamê ve bi rêya bajarê Dêrza Zorê girê dide, ku xebatên barkêşanê li ser vê rêyê heyanî asteke mezin di alozîya Sûriyayê de rawestiyaye. Dibe ku ev derbasgeh ji rêyeke barkêşanê bêtir, herêmeke desthilatan be ku Israîl dixwaze wê ava bike ku ew jî cihê xwe di nava stratejîya wê ya leşkerî ya birandina rêya Tehran–Beyrûtê de digire. Lê belê; ev babet dikare bi rêya serkeftina hewayî û pabendîya Iraq û Sûriyayê bi girtina sînorên xwe li ber derbasbûna çekan û şervanan, pêk bîne, yan jî derbasbûna parçeyên ku dikevin nava xebatên çêkirina çekan de, qedexe bike. Jixwe ev siyaset ji aliyê hêzên Israîlê ve bi salan dide meşandin; li gor wê jî gelek caran tevgera veguhastina leşkerî ya komên alîgirên Îranê li Iraq, Sûriya û Libnanê, kirine armanc.
Ji alîyê aborî ve; çi derbasgehek ku serwerîya israîlî dixwaze wê ava bike yan jî rêya çolistanî ya di navbera Hesekê û Şamê de, di çarçoveya peymana Aştîyê yê Ibrahimî piştî tevlêkirina Şamê jî di nava xwe de, dibe ku armanc jê gihandina rêya Geşepêdanê ye, ku jê rêya ber bi dergeha “Til Koçer”ê ya navdewletî şax dibe, ku kantona Cizîrê bi Mûsilê ve girê dide. Ev yek dikare Israîl bike girêka girêdanê ya di navbera projeya “Niyûm” û rêya “Hindî-Ewropî”, her wiha rêya Geşepêdanê û rêya Hicazê ku desthilatên tirkan hewl didin careke din wê bi rêya serdestîya li ser M5 (Rêya Entab-Heleb-Şam-Eqebe) ji nû ve vejîne.[5] Jixwe ev rê di nava xwe de destkeftîyên aborî ji bo hemû dewletan dihewîne, lê belê dijberî projeyên îdeolojîya islamî yên îranî, tirkî û rêxistinên cihadî ye. Her wiha dijberî projeyên Siyonîzmê ye; ku di çarçoveya serdestîya li ser welatên herêmê bi rêya desteserîya rasterast, parçekirina wan an jî gurkirina pevçûnên çekdarî di wan de, ku aniha li ser erdê ev yek pêk tê. Ji alîyekî dine ve; pêkanîna peymana Aştîya Ibrahîmî dikare komeke aborî ya nû û hêzdar li dijî koma aborî ya qeterî-tirkî ava bike, her wiha berfirehbûna desthilatên rûsî û çînî jê dê asteng bike. Hevtayî wê, pêkanîna rêya Hicazê yan jî rêya Geşepêdanê dikare destkeftîyên aborî yên nû ji Tirkiyayê re bi dest bixe. Lê belê; eşkerekirina Tirkiyayê bo dijminatîyê ji Israîlê re, her wiha piştgirîya wê ji koma Ixwan El-Mislimîn a ku li piranîya dewletên erebî qedexe ye, tûşkirina desthilata Şamê di komkujîyên li dijî elewî, durzî û kurdan de, vekirina rêyê ji derketina koma Ixwan El-Mislimîn li ser dikeya Sûriyayê û danîna peymanê bi Erebistana Siûdî re û rêketinên ku nirxê wan digihêje bêtirî 6.5 milyar dolar bi serwerîya guhêzî ya li Şamê re, pê re jî bilindbûna desthilatên siûdî li Sûriyayê; amaje bi vê yekê dike, ku dibe Sûriya veguhere qadeke hevrikîya jeosiyasî di navbera Ereb, Israîl, Tirkiya û Îranê de. Ev hevrikî planên Tirkiyayê yên ji bo misogerkirina para xwe ya ji rêyên barkêşîyê yên navdewletî, sînordar dike. Her wiha armancên li pey keysbazkirina “Derbasgeha Dawûd” ji bo girkirina bangeşeya kînê li herêmê û propagandaya dîtaneya plangerîyê di navbera sûrîyan de, eşkere dike.
- Derbasgeha Dawûd Di Ragihandina Arasteker De
Çîroka taybet bi ragihandina tirkî, îranî û komikên islamî, di heman babetê de hevbeş in û wiha diyar dikin; ku “Derbsgeha Dawûd” projeyeke siyonî ye ku armanca wê, girêdayîna bakurê Israîlê bi herêma Kurdistanê ve ye, bi rêya avakirina rêyekê ku di Colan – Dêra Zorê – Hesekê ve derbas dibe, ye. Armanca vê yekê jî ew e ku; Sûriyayê dabeşî sabarên tîreyî bike, desthilata navendî ya li Sûriyayê lawaz bike û dest deyne li ser samanên wê, lêdanekê li Berxwedana Ismalî bike û projeya Siyonîzmê ya ji Feratê heyanî Nîlê pêk bîne.[6] Ev jî; ku tu çespaneke berçav an jî belgeyekê pêşkêş bikin, ku rastîya vê çîroka ku bi xûyên hestyarî, planger û îdolojî dipêçin, dipeyitîne. Her wiha vê yekê bi nêrînên hin kesên ku bi navê dahurîner an jî pispor xurt dikin, ku ew jî bi dest xwe re vê derbasgehê mezin dikin û banga dijminatîya wê dikin. Ev yek pir bi zelalî ajendeyên pergal û rêxistinên ku propagandaya metirsîya vê derbasgeha navborî dikin, eşker dike. Ew baş dizanin ku prosesa aştîyê li Rojhilata Navîn gefa binkeftina projeyên wê yên îdeolojî yên befirehkirinê, dide pêş. An jî hewl dide ku çavan ji ser têkilîya xwe bi Til Avîvê re, bi rêya alîyê sêyem rake. Her wiha hewl dide bi rêya wê, bijareyên siyasî û civakî yên xwecihî yên ku daxwaza demokrasî û nenavendîyê ji bo birêvebirina karûbarên hundirîn dikin, têk bibe. Pê re jî, hewl didin ku rageşîyên tîreyî geş bikin û yên neteweyî di navbera pêkhateyan de derxin û li dijî hemû kesên ku ajendeyên tirkî, îranî yan jî DAIŞî red dikin, bi rêya tawana girêdana bi projeya Siyomîzmê û di çarçoveyeke dîmagojî ya eşkere de, sorkirinê çêbikin. Li gor wê; pêkhateyên sûrî yên mîna durzî, kurd û erebên demokratîxwaz weke alavên ji bo rajeya vê projeyê, didin diyarkirin. Şer û komkujîyên ku li Suweydayê rû dan, her wiha sorkirina li dijî Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokrat, bermahîyên vê bangeşeya kînê ya ku ji malzaroka van raman derketiye, ne. Tê pêşbînîkirin ku keysbazkirina vê projeyê di xebatên artêşkirina tîreyî û neteweyî de li Iraq û Sûriyayê, bidomin. Dibe ku rêxistina DAIŞê jî ji vê rewşa bêbawerîyê ya di herêmê de keysbaz bike, yan jî dibe ku valatîyên ewlekarî yên di meydana hevrikîya dewletên herêmî de keysbaz bike û li gor wê careke din serdestîya xwe li rojhilatê Sûriyayê û rojavayê Iraqê bisepîne.
Li gor tiştên borî; em dikarin hinek texmînan der barê rehendên projeya “Derbasgeha Dawûd” û armancên li pey mezinkirina ragihandinî ya ji vê projeyê re, pêşkêş bikin:
- Rêyên bazirganî xwedî girîngîyeke stratejî ya mezin in; êdî birandina van rêyan dikare dorpêçekê biavêje li ser herêmên ku di wan re derbas dibe, yan jî ji bo xebatên leşkerî werin bikaranîn. Lewre; weke kaxezeke fişarê ya girîng e. Di heman demê de jî xwedî sûdên aborî yên mezin in. Her wiha em dikarin tekez bikin ku girîngîya rêyên bazirganî bûye mîna ya çeman ku li qiraxên wan, bajar û şaristanî ava bûne. An ku; li şûna avê, dê kelûpel û pere biherikin.
- Helwesta pergalên herêmî -nemaze Tirkiya û Îran- ya der barê kêşeya projeya “Derbasgeha Dawûd” de; çavkanîya xwe ji serdestîya dîtaneya rasteqînî di têkîlîyên navdewletî[7] de li ser bawerîya wê ya siyasî, digire. Ev dîtane nema binyadeke sereke ye di pergala navdewletî ya serdest de, ku êdî bêtir xwe dispêrin pragmatîyê di têkilîyên navdewletî de.
- Dezgehên ragihandinê yên tirkî, îranî û komikên Islama siyasî yên herî bêtir in ku; balê dikişînin li ser xistina projeyê di çarçoveya dîtaneya plangerîyê de. Ev yek, bi armanca gurkirina hestên dijminatîya kurd û durzîyan, propagandaya ji bo behaneyên ku hilweşîna “Rêjîma Beisê” dikeve nava rajeyên plangerîyên ku li dijî neteweyê tê gerandin û dûrxistina çavan ji alozîyên hundirîn, tê keysbazkirin.
- Hîn jî di warê stratejîk de, Tirkiya ne dijmina Israîlê ye, lê belê dewleteke hevrik e pê re. Her wiha Tirkiya di projeya rêyên barkêşîyê yên navdewletî ku digihêjin Israîlê, xwedî sûdên mezin e.
- Israîl xwedî berjewendîyeke mezin û sûdên aborî ye; ku xwe bigihîne rêya Geşepêdanê, rêyên M5 û M20 û rêya Tehran-Beyrûtê, her wiha xwe bigihîne borîyên gaza qeterî ku wiha tê plankirin ku bighînin benderên sûrî yan tirkî û borîyên gaz û petrolê yên îranî û iraqî ku wiha jê re tê plankirin ku heyanî benderên sûrî û libnanî bigihînin. Êdî; pêkanîna vê yekê bi hêza leşkerî zehmet e, lewre dikare di çarçoveya aştîya herêmî de pêk were.
- Tirkiya hewl dide rêya Hicazê, bi rêya M5ê vejîne, da ku xwe bigihîne Eqebe, projeya “Niyûm” û rêya Hindî-Ewropî.
- Serdestîya Israîlê li başûrê sûrî, dê Tirkiyayê bikişîne pejirandina mercên israîlî li beramberî rêdayîna bikaranîna rêya Hicazê.
Li gor tiştên borî; em dikarin tekez bikin ku projeya “Derbasgeha Dawûd” bûye hêmanek di hevkêşeya hevrikî û pêşbazîya herêmî de, bi tevî ku li ser erdê tune ye. Alîyên ku hişyarîyê ji bo metirsîya wê didin jî; dixwazin wê veguherînin çavkanîyeke gefê li dijî aştîyê li herêmê. Di heman demê de jî; dixwazin wê weke karîgerekê ji bo lêdana aştîya herêmê, bi rêya derxistina behaneyên şerkirina li dijî kurd û durzî û civaka demokratîxwaz a li herêmê, bi kar bînin. Her wiha ji bo serbazkirina endaman ji bo lêdana berjewendîyên hevrik û dijminan jî bi kar tînin. Tiştên ku derbirîna vê rastîyê dike jî ev in; êrîşên li dijî baregehên amerîkî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, hewldana sorkirina êlan li dijî Hêzên Sûriyaya Demokrat, bilinbûna asta êrîşên DAIŞê li Dêrza Zorê, pirbûna arandinên tîreyî yên di navbera sina û şîa de li Iraqê, hewldanên vekişandina çekê ji Heşd El-Şeibî, têkbirina Rêveberîya Xweser a Şingalê û çavgirtina ji ser destjêberdanên ku desthilata Şamê ji Israîlê re pêşkêş dike, ku bi rêya arastekirina arandinên gelêrî ber bi elewî, kurd, şîa û durzîyan ve.
[1] Efe Ozkan; Israel pursues political, military goals by building divisive corridors in Gaza; Anadolu Agency; Update: 17.09.2024; Link:
https://www.aa.com.tr/en/middle-east/israel-pursues-political-military-goals-by-building-divisive-corridors-in-gaza/3332743
[2] Mejdî El-Helebî, Derbasgeha Dawûd di navbera rastîyê û nîgaşa dîtaneya plangerîyê de, Weşand: Malpera Îlav, Dîroka weşanê: 2.8.2025, Lînk: https://www.eremnews.com/news/arab-world/7hpmbur
[3] Erem News, Derbasgeha Dawûd.. Pêşniyaza israîlî careke din derikeve pêş û hişyarîya parçekirina Sûriyayê dide, weşan: Malpera Erem News
[5] Rojhilata Navîn, Civîneke çaverê ya urdunî – tirkî – sûrî ji bo birêxistinkirina veguhastina bejahî, weşan: Rojhilata Navîn, Dîroka weşanê: 23.8.2025, Lînk: https://aawsat.com/الاقتصاد/5178295-اجتماع-تركي-سوري-أردني-مرتقب-لتنظيم-عمليات-النقل-البري
[6] Ji bo nihêrîna li hinek ji van çirokan: Al-Estiklal Newspaper; Syrian Power Struggle: Turkiye and ‘Israel’ Clash Over ‘David’s Corridor’ Plan; Link: https://www.alestiklal.net/en/article/syrian-power-struggle-turkiye-and-israel-clash-over-david-s-corridor-plan
amaj a nûçeyan; Derbasgeha Dawûd projeya israîlî ya mezin ji Colan heyanî Iraqê, bê dîroka weşanê, lînk: https://amaj24news.com/تعرفوا-إلى-مشروع-ممر-داوود-الإسرائيل/
- Eimad Ekûş, Derbasgeha Dawûd: Planeke israîlî ya ji bo dabeşkirina Sûriyayê û guhartina nexşeya Rojhilata Navîn e. Malpera Yala News, diroka weşanê: 8.6.2025. lînk: http://yallasyrianews.com/article/ممر-داود-خطة-إسرائيلية-لتقسيم-سوريا-وتغيير-خريطة-الشرق-الأوسط
el-Xenadiq. Derbasgeha Dawûd: Rastîyeke ku daneyên ser erdê wê tekez dikin. Weşan: Malpera El-Xenadiq. Dîroka weşanê: 12.4.2025. Lînk: https://alkhanadeq.com/post/8498/ممر-داوود-حقيقة-تثبتها-الوقائع
Ajansa El-Sewt El-Afganî ya nûçeyan. Projeya siyonî ya nû li Sûriyayê: Avakirina Derbasgeha Dawûd û armancên paşperdeyê. Weşan: Ajansa El_Sewt El-Afganî ya nûçeyan. Dîroka weşanê: 18.3.2025. Lînk: https://www.avapress.com/ar/news/310491/المشروع-الجديد-للصهاينة-في-سوريا-بناء-معبر-داوود-والأهداف-وراء-الكواليس
[7] Rasteqînî (Realism); an ku rasteqînîya siyasî: Nêrîneke siyasî ya navdewletî ye ku tekezîyê li ser hevrikî û pêşbazîyê dike..