Nêrîn

Çirava Îranê û tuhmetên hazir

Dr. Ehmed Sîno

 

Heya niha hê xwepêşandana ku jina îranî bi hemû pêkhateyên xwe ve (farisî, belûşî, azerî, kurdî û erebî) bi rê ve dibe, berdewam e. Ev xwepêşandan di encama mirina jina kur a ciwan a bi navê Jîna Emînî (22 sal) ji hêla asayîşên sincî yên îranî ve. Sedema kuştina wê jî tewana ku wê pabendî bi şerbeya ku desthilata îranî sepandiye, nekiriye. Ev xwepêşandan heya niha berdewam in û gihaştin Tehrana peytext jî û xwendekarên zanîngeh û dibistanên akademî tev lê bûn û ev xwepêşandan li bazar û kolanan jî belav bûn. Ne tenê wisa lê belê karker û karmendên gelek sazî û kargehan jî tev lê bûn. Sînorê armancên xwepêşandanan li ba mafên jinê û hicabê ranewestan, lê belê êdî gelek  mijarên civakî, mafî û siyasî jî hewandin. Ew jî dema gelek wîlayet û neteweyên din ên di hundirê Îranê de tev lê bûn. Van xwepêşandanan hemû pêkhateyên îranî li hemberî desthilata olî ya zordar bûn yek. Ev desthilat jî li gel pasvanên şoreşger, basîc û asayîşên îranî, tundî û çewsandinê bi awayekî hovane bi kar diînin  û gelek mirovan digirin, dikujin, îdam dikin û êşkence dikin. Dema van jinan doza ketina dîktator kirin, rewş aloztir bû. Wî jî xwest bi vê gotina xwe rewşê hinekî hedar bike (Dilê mil li ser kuştina jina kurdî JÎna Emînî dişewite). Lê vê gotina wî tu encam negirt  xwepêşandan zêdetir bûn û çewsandin jî zêdetir bû.

Hêzên îranî li ser sînorê Iraqê û yê Kurdistanê (li hemberî parêzgeha Diyala li ser dirêjahiya 50kmî ) belav bûn. Di 24ê îlona 2022yan de, hêzên îaranî, Herêma Kurdistanê armanc girt. Hinceta wê jî ew bû ku wê baregehên opozisyonê yên îranî yên kurdî girtine. Di encama êrîşên îranî de jî  13 sivîl hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn û gelek ziyan gihaştin mal û komelgehên avahiyê û jêrzemîna bajêr. Îranê 70 roketên balistî avêtin û 20 dornên şandin. Bersiva iraqî jî li hemberî vê êrîşê gelekî lawaz û şermok bû. Tenê wê ev êrîş şermezar kirin. Her wiha bersiva hikûmeta Başûr hema bersiv bû.

Jixwe tewanên îranî jî weke yê van qas sîstem û rêjîmên giştgir in ku dewletên rojavayî û Amerîka û Yekîtiya Ewropî  û hin aliyên herêmî yên mîna herêma Kurdistanê û opozisyona kurdî ya îranî û dibe ku hin dewletên kendavê jî (ku alîkariyê didin herêma Kurdistanê her wekî Siûdiyê) li pey van xwepêşandanan in. Jixwe Siûdiyê, Amerîka, Fransa, Almaniya û hin dewletên ewropî, piştgiriya xwe ya ji bo van xwepêşandanan anîn ziman, lê tenê ev piştgirî di çarçoveya ragihandinî de ma

Alîgirî negihaşt asta leşkerî û siyasî. Dema serokê amerîkî Co Baydin derkeve û bibêje ku ew alîgirê xwepêşenderên îranî ye û li ser alîgiriya dewleta xwe ya ji bo wan tekez bike û dema cîgira wî Kamala Harîs û hin berpirsên amerîkî yên mezin (di serê wan de şêwirmendê ewlekariya neteweya amerîkî Cîk Solîvan û wezîrê derve Entonî) pêşwaziya hin çalakvanên îranî yên ku van xwepêşandanan bi rê ve dibin, pêşwazî bikin, ev yek tê wateya ragihandina şer li dijî Îranê (li gor nerîna rojnameya Reî ya rojane). Dibe ku başûrê Kurdistanê weke baregehekê ji bo serketina balafirên amerîkî were bikaranîn û ji wir Tehran û bajarên îranî yên din werin armancgirtin.

Jixwe mebesta Îranê ya tewanbarkirina dewletên rojavayî û Amerîka, guhertina çav li ser rewşa hundirîn a îranî ya aloz, bi taybet piştî belavbûna xwepêşandanan li her derê li Îranê. Her wiha bi rêya van tewanan dixwaze nakokiyan di navbera xwepêşenderan de çêke; ew jî bi rêya tewankirina kurdên îranî ku ew dixwazin welatê wan Îranê ji hev bixe û parçe bike (wate ew dixwaze nerîna giştî ya hundirê Îranê parçe bike). Ji aliyekî din ve, Îran dixwaze aloziya xwe ya hundirîn û ya siyasî hinarde bike û dixwaze bi rêya komkirina hêzên xwe li ser sînorê başûrê Kurdistanê, nerîna giştî ya cîhanî li ser xwepêşandanan biguhêre. Tevî hebûna hin xwepêşandanên ku alîkariya xwepêşandanên hundirîn dikin li Amerîka û gelek dewletên ewropî rû dan jî û tevî ku kezî hatin kurtkirin û şerbe li her derê hatin şewtandin jî, lê bi giştî alîgiriya amerîkî û ewropî ya ji bo xwepêşandanan şermok e û nagihêje asta ku tê xwestin. Dibe ku ev yek li dosyeya îranî ya ku bê çare maye vedigere. Dibe ku helwesta amerîkî û ewropî piştre were guhertin, nemaze ji ber alîkariya Îranê ya ji bo Rûsyayê di  Ukraynayê de. Jixwe eger Îran hewil bide derbasî Kurdistanê bibe û ziyanê bigihîne baregehên amerîkî li Hewlêrê û êrîşên wê yên bi ser hevpeymanên amerîkî li Başr dubare bibin, dibe ku rola amerîka di pêkanîna levkrinê li ser sînorê deryayî yê di navbera Libnan û Israîkê de êdî baş diyar bibe û ew bi awayekî baş diyar dê piştgiriya xwepêşandanên li Îranê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى