Gotarên nêrînan

Şerê Melazgirdê di Gotara Erdogan de

Dr. Murşid El-Yûsif

Dîrok weke Alaveke Siyasî Tê bikaranîn û pê re jî Hin Peyamên Veşartî ji bo Kurdan Tên şandin

Di 25ê tebaxê de Tirkîya 954. Bîranîna cenga Melazgirt vejand. Ev şerê ku di 1071ê de di navbera selcûqîyên tirk bi fermandarîya sultan Elib Erselan û impiratorîya bîzensî de qewimî, şerekî dîrokî bû ku rê li ber tirkan vekir da ku derbasî Anatolyayê bibin û ji nû ve nexşeya herêmê ya siyasî û demografî xêz bikin.

Lê di Tirkîyaya nûjen de, nexasim di serdema Erdogan de, êdî dîrok nema tenê boneyek e ku ji bo bîranîn û şahîyan tê bibîranîn lê belê êdî ew bûye amûreke siyasî ku bi baldarî ji bo dariştina gotara neteweyî û çespandina helwestên siyasî yên derveyîn û hundirîn tê bikaranîn.

Tişta balkêş îsal, ew nameyên siyasî yên veşartî yên ku Erdogan ew di gotateke xwe de bi helkefta vê bîranînê, pêşkêş kir. Erdogan di gotara xwe de bal kişand li ser kurdên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û bi awayekî nerasterast da diyarkirin ku ew têkilîyan bi hevalbendine nû re ava dikin. Mebesta wî jî Israîl, hêzên rojavayî û Amerîka bûn.

Rastî cenga Melazgirt bû bingeha neteweya tirkî, ne ji ber ku wê rê li ber wan vekir da ku Anatolyayê desteser bikin lê belê ji ber ku ew sembola hevalbendiya dîrokî di navbera kurd û tirkan li dijî dijminê bîzensî bû. Bibîranîna vê babetê di navbera dem û demekê de ne tiştekî jixweber e lê belê bi rêya wê hewil tên dan ku hevkarîya kurd û tirkan a di projeyeke dîrokî û cografîk a yekgirtî de nîşan dibe. Di encamê de dema kurd hewil bidin ji Tirkîyayê cuda bibin an jî bi alîyekî derveyîn re têkilîyan ava bikin, ev yek weke xiyanetekê li hember vê hevalbendîyê tê dîtin.

Bikaranîna dîrokê ne tiştekî nû ye li ba Erdogan lê ya balkêş di gotara wî ya vê salê de, dema bikaranînê bû. Di demekê de ku rageşî li ser sînorê tirkî-sûrî zêde dibin  û Amerîka alîkarîya xwe ji bo HSDê didomîne, ev hişyarî tê da ku nerehetîya Enqere ya zêde li hember bipêşveçûna projeya kurdî ya li Rojava, nîşan bide. Gotina “hevalên nû“ a ku Erdogan bi kar anî, hin wateyan dihewîne; tevî ku wî Israîl û Amerîka bi awayekî yekser bi nav nekirin, lê derî ji bo fêmkirina mebesta xwe vekirî hişt.

Ev gotin bi awayekî berfereh weke hişyarîyeke yekser li hember kurdan hat dîtin da ku tev li hevpeymanên herêmî nebin, çimkî heye ku ew hevpeyman terazûya hêzan li ser sînorê başûr ê Tirkîyayê  biguhêre. Ji axaftina wî xuya bû ku ew dixwaze bibêje kurdan: “Hûn li Melazgirt bi me re bûn loma xiyaneta vê dîrokê nekin.“ Ew bi vî awayî nasnameya niştumanî ya tirkî ji nû ve pênase dike ku ew ne tenê tirkî ye lê belê hevpeymaneke osmanî-selcûqî ye ku kurdan jî dihewîne lê bêyî ku kurd ji rêya projeya neteweyî ya tirkî derkevin.

Di kûrahîya xwe de ev gotar ne tenê dixwaze rûpelên dîrokê ji nû ve veke lê belê siyasetên tirkî yên nû di Sûrîya û Iraqê de -di nav de operasyonên leşkerî, avakirina herêmên biewleh û girtina rê li ber xweserîya kurdan- rewa bike.

Bi rêya bibîranîna serkeftina Melazgirtê, Erdogan dixwaze Tirkîya weke mîratgira dîrokî ya wan vekirinan (dagirkerî li gor nerîna islamî) bi bîr bîne. Her wiha di heman demê de siyasetên berevanîyê li dijî her kesê dixwaze nexşeya cyosiyasî ya nû biguhêre, rewa dike, lê vê carê siyaseta xwe ya di hundirê Rojava de û bi piştgirîya hin hevpeymanên navdewletî, rewa dike.

Her wiha gotarê hin peyam ji bo hundirê Tirkîyayê jî hewandin. Wî bi rêya gotara xwe xwest bingeha gelên neteweyî-islamî bixe amadebaşîyê de û bi bîra wan bixe ku serok ne tenê dewleteke nûjen bi rê ve dibe lê belê ew mîratgirê selcûqî û osmanîyan e.

Di demeke siyasî ya zehmet de ku aborîya tirkî di bin fişaran de ye û hikûmet rastî rexneyên hundirîn tê, gorata dîrokî rêbazekî biewleh û hêsan e da ku piştgirîyê ji bo xwe kom bike û balê ji ser astengîyên rojane biguhêre.

Ji alîyê derveyî ve, ev gotar peyameke zelal ji bo Waşinton û Tilebîb bû ku Tirkîya dê bêçare li hember projeya kurdî ya ku ji hêla navdewletî ve tê piştgirtin, raneweste, nemaze eger di vê pirojeyê de metirsîyê li ser sînorê xwe yan jî yekîtîya xaka xwe ya niştumanî bibîne.

Em dixwazin bibêjin ku dîrok namire lê belê tê bikaranîn. Melazgirt di gotara Erdogan de ne tenê bîranîna sedsala bîst û yekem bû lê belê ew qadeke îdyolojîk e da ku bi rêya wê dema niha û ya pêşerojê darêje.

Di cîhanekê de ku nasnameyên neteweyî û hevpeymanên herêmî tev li hev dibin, dîrok weke alavekê ji bo dariştina xetên sor û avakirina rewatîyên nû tê bikaranîn.

Lê nakokî û dijberî her dimîne çimkî eger peyamên tên şandin baş neyên fêmkirin û eger nihtên siyasî dûrî kirasên wan ên gotarî neyên xwendin, hevpeymana demekê di navbera kurd û selcûqîyan de, dibe ku îro bibe qadeke nakokîyê.

Di dawîya meseleyê de, kesên ku dîrok nivsîne ne heman ew kes in ku di dîrokê de jiyane lê belê ew tenê vê dîrokê baş bi kar tînin.

زر الذهاب إلى الأعلى