Gotûbêj

Stratejîya Êrîşên Tirkîyê  li ser Herêma Başûrê Kurdistanê

Rakan Şêxê

 

Her kesên ku dîroka imparatorîya Osmanî ji serdema avabûna wê ya di sala1299 de ta bigihîje damezrandina dewleta Tirk a nûjen (1923) û ta roja îro, wê bibîne ku ev dîrok dîrokeke reş e, pir bi xwîn e û bi sawkarîyê re ji nêz ve girêdayî ye ku bi sedan komkujî pêk anîye. Osmanîyên niha jî mîna Erdogan û hevalbendên wî, li ser xeta bapîrên xwe bi heman kiryaran radibin, Weke dagirkirin, dizî, talankirin, tepeserkirina rojnamevan, tawan û kuştina mirovên bêsûc.

Ji ber hebûna vê dewletê, tu carî Rojhilata Navîn aramî nedîtiye û vê dewletê şerê xwe li dijî herêmê nerawestandiyê. Weke tê zanî şerên wê dîrokî bi Rûs, Yewnanî û Îranîyan re heye, her wiha bi gelê herêmê re, bi taybetî kurd, Ermen û asûrîyan re ku ev gel li ser destê vê dewletê rastî qirkirin û komkujîyan hetiye û ta roja îro berdewam e, nemaze piştî şoreşa gelan ku dewleta Tirk yekser destwerdan di dewletên herêmê de kir, bi taybetî Sûrîyê ku berî sala 2011 têkilîyên wan di warê aborî û ewlehî pir pêşketî bûn, lê rêjîma ixwanî ya Tirk xwest ku hevalbendên xwe  yên ixwanî dest deynin ser desthilatê. Ji ber wilo sînorê xwe yên bejayî, deryayî û ezmanî li ber komên tundirew û sawkarîyê vekir û ew li ser xaka Tirkîyê  bi rêya avakirina leşkerxane û navendên perwerdekirinê; perwerdekirin û şandin Sûrîyê ku mebest jê dest deyne ser hemû samanên Sûrîyê û pirojeyên gelê herêmê têk bibe, nemaze piştî damezrandina Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku vê Rêveberîyê di çarçûveya felsefeya Neteweya Demokratîn de karîbû hemû gelê herêmê himbêz bike û sawkarîyê têk bibe.

Rayedarên Tirkîyê  didin zanîn ku qaşo ev pêşhateyên ku rû didin jî bi ewlekarîya neteweyî ya Tirkîyê ve girêdayî ne, ji ber ku sazîyên Tirkîyê yên ku di vî warî de dixebitin fişarê dikin û dibêjin ku hebûna Rêveberîya Xweser ewlehîya Tirkîyê dixe metirisîyê. Bi vê behaneyê gelek herêm ji bakurê Sûrîyê  dagir kirin û rojana herêmê topbaran dike, lê ev destwerdan û şerê rojane tu encam negirt û hemû hewildanên wê têk çûn.

ji ber vê yekê ev çend roj in artêşa Tirk a faşîst bi behaneya tunekirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), êrîşeke mezin a leşkerî li ser herêma Başûrê Kurdistanê  bi taybetî li ser parêzgeha Dihokê pêk tîne. Di encama êrîşê de bi sedan zevîyên cotkaran hatin şewitandin, herêmên wan wêran bûn, bi sedan gund vala bûn û malbat koçber bûn. Ev êrîşa faşîst piştî serdanên gelek caran ên serokê saloxgerî û wezîrê berevanîya Tirkîyê li Emerîka û piştre jî li Iraqê pêk hat,  armanca wê ew bû ku li herêma Kurdistanê herêmeke tampon ava bike, her wiha armanca wê ew e ku pirojeyên geşepêdana aborî di navbera Tirkî û ferwerîya Iraqê de ku di herêma Başûrê Kurdistana re derbas dibe, ava bike û armanca xwe ya stratejîk (Mîsaqa  milî) pêk bîne.

Derbasbûna hêzên Tirkîyê, zagonên navdewletî bin pê dike, ji ber ku sînor, ezman û xaka welatan dagir dike. Hêjayî gotinêê ye ku  berpirsên Iraq li ser hemû astan tekez kirin ku tu rêkeftineke fermî di navbera Iraq û Tirkîyê de nîne ku rê bidin Tirkîyê  ku derbasî nava xaka Iraqê bibe.

Ji bo dagirkirin û pêngava xwe pêk bîne, dewleta tirk li kêleka artêşa Tirkîyê bi hezaran şervan ji komên Artêşa Azad, Cebhetûnusra, Emşat û Sultan Mûrad ên sûrî şandine Başûrê Kurdistanê.

Jixwe derbarê êrîş û  pêngava leşkerî ya Tirkîyê li ser  herêma Başûrê Kurdisanê de, helwesta hemû alîyên Kurdistanî ne yeke. Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) hevalbendê Tirkîyê ye û di warê aborî û ewlehîyê  de hevkarîya Tirkîyê  dike, bê deng maye û herêmê di bin serwerîya wê de, artêşa Tirkîyê û çeteyên bi ser wê ve, serbest tê de tev digerin, lê Partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ev êrîş şermezar  kir, ji ber vê yekê ferwerîya Erdogan, (YNK) xiste rêza dijminên xwe û bi tawanîya  hevkarîya ligel PKK li dij hêzên wê û gef li YNK xwar ku wê pêngava leşkerî di navçeyên di bin kontirola YNK de jî bigre nav xwe.

Pêngava leşkerî ya berfireh ku vê dawîyê ji alîyê Tirkîyê ve li dij PKK li herêma Başûrê Kurdistanê hatiye ragihandin û gelek baregeh û xalên serwerîyê li herêmê  avakirine, ne tenê girêdayî ewlehîyê û şerê PKK ye, ji ber ku êrîşa Enqerê dê bibe beşek ji stratejiyeke berfireh, ew jî dabînkirina “rêya geşepêdanê” ya ku Tirkîyê bi Iraqê ve girê dide, ji bo bihêzkirina têkilîyên aborî û sîyasî bi ferwerîya navendî ya Iraqê re û ji holê rakirina herêma Başûrê Kurdistê.

زر الذهاب إلى الأعلى