Di hevkêşeya jiyana rojane de jina Sûrî roleke girîng dilîst, lê ew ji navenda biryarê hatiye dûrxistin, ew jî bi sedema sîstemeke siyasî û civakî ku piştguhkirin weke destek di sepandina hêza xwe de bikar anî, Di dema rêjîma Sûrî ya rûxweyî de jin ji saziyên rêveberî û siyasî hatin piştguhkirin û dûrxistin, û tevî siloganên ku partiya Baas di derbarê “Rizgariya jinê” û “Wekheviyê” de pê bandikir lê tenê ew li ser ragihandinê bikar dihatin bêyî tu nûneratiyeke rasteqîn; û bi vî awayî jinan li Sûriyayê bi sedema derfetanên kêm, hişmendiya mêr, û hebûna kêm ya jinê di warê siyaset, aborî û ewlehiyê de pir zehmetî dikişand. jixwe rêjeya beşdarbûna jinê di saziyan de berî sala 2011 ne zêdetirî %13 bû; ew jî ji ber ku ji cudahiyên rêbazkirî di zagonên kesayetî de, û bêparkirina nerasterast ji derfetên serkirdayetîyê, bi sedema çanda mêr ya ku rêjîma rûxwayî piştgirîya wê dikir, jinan pir zehmetî dikişand, ku ew ji hemû derfetên leşkerî û ewlehî hate dûrxistin, û di sînorê karûbarên wek perwerdekirin û berdestîyê (nexwşnêrî) hate hiştin, bêyî ku tu bandoreke rasteqîn û berçav di derbarê standina biryarê de jê re hebe.
Bi destpêkirina krîza Sûrî sala 2011 re, di çalakiyên aştiyane de jin roleke mezin lîst, lê bi awayekî lez ji bo destekên tepeserkirin û terorkirina xwepêşanderan ew jin bû armanceke rasterast, ku rêxistinên zagonî bi hezaran bûyerên girtin, destdirêjî û îşkenceyê li sazîyên ewlehiyê yên bi ser rêjîma Esed ve dermafê jinan de, belgekirin. Jixwe di salên şer de ji bo gelek aliyan jin bû qurban ku wan alîyan ji hewcedarîya jinê û tevlîhevîya li welêt sûd girt û bi kar anî, di vê mijarê de jî ol weke perdeyekê ji bo kolekirina jinê hate bikaranîn. Lê tevî jidestdayîna malxuyê malê, êşa koçberî û jiyana di kampan de, zewaca jinên ne gihayî, û herfîna rewşa aborî, tevî van hemû piştguhkirin û zordariyan; hin nimûne ji jinan diyar bûn ku ew damezrênerên destpêşxeriyên şaristanî û hawarçûnê di herêmên pevçûnan û derveyî wan de bûn, û li hember wê rewşa ku ew tê de ne, rawestiyan û li ber xwe dan.
Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê rewş cuda bû, ji destpêka damezrandina Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê sala 2013 de veguherînek berbiçav di rewşa jinê di hundir civaka Sûrî de diyar bû, vê nimûneyê xwe siparte pirensîba hevserokatiyê, ku her cihekî serkirdayetî yan rêveberî serkirdayetiyeke hevbeş “Hevserokatî” di navbera mêr û jinan de hebe, jixwe vê yekê jî nûneratiyeke rast û hevseng di hemû cihên çêkirina biryarê de ji jinê re afirand.
Ji ber vê yekê; me hevpeyvîn bi hin jinan re kirin ku ew jin di navendên serkirdayetiyê de di hemû warên siyasî, leşkerî, perwerdehî û aborî di nava Rêveberîya Xweserî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de cihê xwe digrin, ew jî ji bo diyarkirina rola jinê di herêmên Rêveberîya Xweser de li gor herêmên din, her wiha ji bo em diyar bikin çawa jinê rola xwe ya pêşeng û serkirde di nav Rêveberîya Xweser û hêzên leşkerî de bi dest xist.
Sema Bekdaş, endama Partiya Yekîtî ya Demoqratîk (PYD) û pileyeke siyasî di nav partiyê de digre, di derbarê rewşa jinê di serdema rêjîma rûxweyî û di herêmên dagîrkirî de, herwiha di derbarê beşdarbûna jinê di jiyana siyasî de got:
“Rêjîma Sûrî nikarîbû tu parastineke zagonî ya rasteqîn ji jinan re peyda bike, jixwe jêdera zagonan hişmendiya netewî û ya mêr bû, û tu aliyekî serbixwe tune bû ku berevaniyê di ber mafên jinê de bike, heya bi yekîtiya jinan jî girêdayî Partiya Baas bû, û armanca wê yekîtiyê sînordarkirina jinê di warê siyasî de bû, armanca wê ne xurtkirin û pêşxistina wan bû, û pişt re jî di sala 2017 de hebûna wê yekîtîyê nema. Ew jinên ku di nava rêjîmê de gihiştin pileyên bilind, ew jî beşek ji deselata serdest ya mêr bûn, û nikaribûn nûneratiya jinên serbixwe bikin”.
Piştî destpêkirina şoreşê, jin daketin kolanan û daxwaza azadî û dadmendiyê kirin, lê nerîneke zelal derbarê rêxistinkirina jinan de li gel piranîya hêzên siyasî tune bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê rewş cuda bû. Sema dibêje: “ji sala 2005 ve bi rêya Kongra Star jinan dest bi rêxistinkirina xwe kirir, û ji destpêka şoreşê ve pêşengtiya wê şoreşê dikirin, ku şêwazekî taybet ji xwe re damezrandin û îro bi “Şoreşa jinê li Rojava” tê nasîn.
Sema vê ezmûnê bi ezmûneke pêşeng dide nasîn, ji ber ku jin di avakirina saziyên Rêveberîya Xweser de beşdar bûn, û bi rêya sîstema hevserokatiya gihiştin pileya serkirdayetiyê, û di xebatên dîplomasî û berevaniyê de çalak bûn, û di têkbirina Daişê de bi serketin, û di xetên şer ên li pêş de beşdar bûn. Sema bal kişand ser bûyerek berz û berbiçav ew jî dema ku jinê berevanî di ber bendava Tişrînê de dikir û tevî metirsiyan jî bendav ji topbarana Tirkiyayê parast.
Ramana birêz Ebdulah Ocelan bingeha azadîya jinê ye
Sema dibîne ku “Ev deskeftî ne ji valahîyekê û ne ji xwe re hatine bidestxistin, lê belê ew ji encama hişyarbûn û zanebûneke ramanî û rêxistinî ya berdewam tên, bandora ramanên rêber Ebdulah Ocelan li ser wê yekê heye ku rewşa azadiya jinê xiste pirojeya azadiya civakî”.
Herwiha Sema dibîne ku “Jin li Rojava ne tenê bi karê Rêvebirina saziyan radibin, lê belê ew li ser avakirina sîstemeke nû kar dikin ku bingeha wê hevparî û wekhevî be, û ezmûnên wan vaye li ser asta cîhanî tên fêrkirin û pênasekirina”.
Sema axavtina xwe wisa bidawî kir ku ev ezmûna ku ji jina kurd dest pê kir ji hemû pêkhateyên herêmê re bû mînak, û jin di wê hêviyê de ne ku îro girêbeasteke civakî ya taybet bi wan hebe, daku deskeftên xwe tê de cîbicî bike û berdewamiya rola wan di pêşeroja Sûriyayê de misoger bike.
Beşdariya sereke û bibandor ya jinê di Rêveberîya Xweser de
Jinan di pileyên serkirdayetîyê di saziyên siyasî, rêveberî, û leşkerî de, her wiha di encûmenên xwecihî û desteyên sivîl de cihê xwe girtine. Rêjeya nûnertiya jinan di saziyên Rêveberîya Xweser de 50% derbas kiriye, ku ev yek jî li ser asta Sûriyayê û herêmê nimûneyeke berbiçav e.
Pişt re, “Desteya jinê” hate avakirin wek saziyeke serbixwe ku bi danîna siyasetên piştgir ji mafên jinê re û bi bihêzkirina wan li ser hemû astan re mijûl dibe û li xwe digre. Li ser asta aborî, Rêveberiyê piştgîriya destpêşxeriyên wan kir, bi taybetî di aliyê çandinî û pîşezaiyê de, û di ware cîbicîkirina xweserîya aborî ya jinê de piştgirî kir, bi taybetî dema têkçûna rewşa jiyanî li welêt. Herwiha bi armanca amedekirina jinan daku karîbin tevlî bazara kar bibin, navendên perwerdekirina pîşeyî yên taybet bi jinên malxwu (semyan) û koçber hatin vekirin.
Newroz Muslim, hevseroka desteya jinê, li ser rewşa jinê, êş û azarên wê ji aliyê rêjima rûxweyî ve û li sere bikaranîna wê li ser destên alîyên din yên ku kirîza sûrî ji xwe re bi kar anîne, axivî, herwiha li ser damezrandina desteya taybet bi jinê di çarçoveya Rêveberîya Xweser de axivî:
“Jin bi şêweyekî mezin hatibû piştguhkirin, ji beşdarbûna di sazkirina biryarê de hatibû bêparkirin, lê belê ew bi şêweyekî simbolîk di çarçoveyên teng wek perestiyarî (nexweşgêrî) û perwerdeyê de dihat dîtin. Dewleta netewî hewl dida ku rola jinê bi şêwazekî rêbazkirî bide piştguhkirin, û zagonên heyî weke destek di wê piştguhkirinê de bikar anî. Heya di çarçoveyên saziyên dewletê de, nûnertiya jinan bi şêweyekî rasteqîn tune bû, lê belê bi şêweyekî lawaz bû wek karmendeke bêrol kar dikir”.
Bi destpêkirina qeyrana Sûrî re ev pirsgirêk zêde bûn, Newroz dibêje: “Jina Sûrî, bi taybetî li herêmên ku rastî dagîrkeriyê bûn wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê sipî yên ku ziyanên herî mezin dîtine, ji ber ku mêr, law, bav, bira û her tişt winda kir û ew li wan herêman tûşî tundî, revandin, destdirêjî, û piştguhkirinê hatin, û weke destekekê ji bangeşeya siyasî re yan jî weke qurbaneke bêdeng danûstendin pê re dihat kirin. Tevî wê jî ezmûneke cuda li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê derket, ku di dema tunebûna dewletê de jinê ji bo vegerandina mafên xwe dest bi xebatê kir, ne tenê bi xwepêşandanan lê belê bi rêya avakirina saziyên jinan û rêxistinên siyasî û leşkerî yên demoqratîk û çalak”.
Newroz dide xuyakirin ku “Pirojeya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bi serkirdayetiya jinê ye, jinê hevkêşe bi tevahî guhert, ku êdî jin nema girêdayî mêr e, lê belê ew di mijara standina biryaran de bû hevpareke sereke, ku desteya jinê weke sazîyeke fermî ji bo dozên jinan hate damezrandin, li rex wê damezrandina Kongra Star wek çarçovyeke rêxistinî ya berfireh ji jinê re ye. Herwiha zagonek taybet bi rewşa jinê û zagonek bi rewşa zarokan hat amadekirin, Niha amedekirina reşnivîsa girêbesteke civakî ya taybet bi jinê tê kirin, ya ku ji bo misogerkirina mafên jinê dê bibe lêvegereke zagonî ya hevgirtî, jixwe ne tenê li Sûriyayê, lê belê li herêm û cîhanê jî ew piroje ya yekem e”.
Newroz balê dikşîne û dibêje: “Yek ji giringtirîn veguherînan sîstema hevserokatiyê ye, ku wekheviya jin û mêran di bidestxistina hemû pileyên serkirdayetiyê de misoger dike, ji komînan (Yekîneyên bingehîn yên civakî) de bigir heya bi serokatiya desteyan. Lewre tiştekî normal e ku tu îro jinekê di hevserokatiya şaredariyê de yan desteyekê de yan di rêbertiya hemleyeke siyasî yan jî leşkerî de bibîne.
Newrozê wisa berdewam kir: “Rêjeya jinan di îro zêdetirî 50% ji deste û saziyên Rêveberîya Xweser e, û di sazkirina biryarê de jin xwedî desthilateke bibandor e. ev beşdarbûn ne ji xwe ve ye û ne bê buha hatiye bidestxistin, lê belê ew encama xebateke xurt e, ku ji encama êşûazar û rûbirûbûna hişmendiya mêr û tundiya siyasî hatiye”.
Derbarê rola saziyên jinê, Newroz dide xuyakirin ku “Pir aliy e: Destpêk ji karîbûn û bihêzkirina aborî û civakî, ta bi perwerdekirina zagonî û pîskolojî, ta bi helmetên hişyarkirinê û pirojeyên biçûk ji bo piştgîriya jinên malxû (Semyan) û yên ji tundîyê rizgark bûne. Herwiha ji bo sazkirina peywendiyan bi tevgerên jinan re li hundir û derveyî Sûriyayê hewldanên berdewam hene, ew jî bi armanca pevguherîna pisportiyên di navber wan de ji bo avakirina enîyeke jinên Sûrî yên yekgirtî”.
Newroz balê dikşîne ku “Ev ezmûna jinê ne tenê ya jinên Kurd e, lê belê ew ezmûnek giştî ye, hemû jinên Ereb, Xiristyan, Asûr, Turkmen, û çerkes tê de beşdar in; jixwe ev yek jî dihêle ezmûn sînorên neteweyî û olî derbas bike û bibe ezmûneke niştimanî û giştî”.
Newroz tekez dike ku “tiştên îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çêdibin ne tenê bihêzkirina jinê ye, lê belê ew şoreşek civakî ye, jin serkêşîya wê dike û li dijî zordarî, hişmendîya mêr, û tundiya rêbazkirî ye”.
Di dawiya axavtina xwe de Newroz tekez dike ku “Ev ezmûn, tevî astengiyan, li hundir Sûriyayê û derveyî wê bû şêwazekî pêşketî, û di nava xwe de derfetên avakirina civakek demoqratîk, pirreng, hevpar, û dadmend dihewîne, ku jin tê de wek rêber û hevpar xwedî roleke bingehîn be”.
Derbarê bihêzkirina jinê ji aliyê aborî de, Semer Ebdulah, hevseroka desteya aborî û çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê axivî û got: ” Di serdema desthilata Partiya Baas de, tevî hebûna wan di hin dezgehên dewletê de, lê beşdarbûna jinan di jiyana aborî de pir kêm bû”.
Û diyar kir ku “Adet û kevneşopiyên kevin yên di civaka Sûrî de, herwiha cudahiyên di zagon û derfetan de, ew ji astengiyên herî sereke bûn ku nehiştin jin bighêjin cihên sazkirina biryarê yan bi temamî tevlî bazarên kar bibin”. Û Elebdelah tekez kir ku “di hin dezgehên dewletê de, mîna perwerde û hin karmendîyên hikûmetê, jin dihatin dîtin, lê beşdarbûna wan gelekî lawaz bû û ne li gor asta ku dihat xwestin bû, piştgîriya hikûmetê jê re simbolîk bû, di kargehên dirûtinê yan jî di hin çalakiyên sînorkirî de ku bihêzkirineke ne ji dil bû, hatibûn dorpêçkirin. Herwiha gelek herêm ji şêweyên karîbûnê yên herî biçûk bêpar man; wê yekê jî hişt ku cudahiyek mezin di derfetên jinan de li hundirê welêt peyda bibe”.
Berêz Semer Elebdelah axavtina xwe berdewam dike: “Bi destpêkirina şer di Sûryayê de, astengî li pêşiya jinê zêde bûn, û bi taybetî bi berfirehbûna pêla koçberiyê re û jidestdayîna gelek malbatan ji semyanê xwe re, jinê dît ku ew neçar e di vê rewşa dijwar de kar bike, hin caran jî karên ku ne li gor karînên wê bûn dikir, tenê ji bo dabînkirina pariyê nanê xwe”.
Elebdelah balkişand ku “Piraniya jinên xwedî karîn berê xwe dan karê firotina sebze, fêkî, mast û penêr; ew jî ji ber sedemên tunebûna derfetên kar yên guncaw, û bi taybetî li herêmên di bin kontirola rêjîmê de, ku gendelî di saziyên civaka sivîl de belav bû; vê yekê hişt ku derfeta bidestxistina kar ji jinên xwedî karîn re nemîne û kar bidest wan nekeve”.
Lê li herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, rewşa jinan li wir bi tevahî cudatir e, Rêveberîya Xweser qadeke berfireh ji bo beşdarbûna wan di jiyana aborî de ji wan re vekir.
Semer Elebdelah tekez kir ku “Rêveberiyê kar li ser xurtkirina rola jinê kir, ew jî bi rêya piştgîriya wê di damezrandina pirojeyên çandinî, xizmetgûzarî, û pîşezaiyê de, li gel peydakirina alîkarîya diravî bi rêjeya sûdê ya nizim, û pêşkêşkirina pirogramên perwerdekirinê yên pisporiyê di warê rêvebirin, firotin û diravîyê de. Herwiha ji bo hasankirina çareyên yasayî û peydakirina jêrxaneyên guncaw, wek navendên kar û rûberên karên hevbeş, Rêveberîya xweser hewladanên xwe kir û karûxebat kir”.
Di vê derbarê de, Rêveberîya Xweser girîngiyek taybet da parastina mafên jinê di bazara kar de, ku zagona karê yekgirtî ji wan re amade kir û di wê zagonê de pêkanîna wekheviyê di navber mêr û jinê de di karemendî, xelatkirin û rêdanan (destûr) de misoger e. Ev zagon hemû şêweyên cudahiyê li ser bingeha zayend an jî endametiyê qedexe dike; ku ji jinê re jîngeha kar û rêzgirtina rûmeta wê peyda bike û derfetên hevseng misoger bike.
Herwiha Rêveberîyê hemû şêweyên tund û tûjiya li dijî jinê wek tawan dide nasîn, û li cudahiyê weke tawaneke ku zagon wê siza dike dinêre, û bi rêya van zagonan, Rêveberî hewl dide dadmendiya civakî û xurtkirina beşdarîya jinê di hemû aliyên aborî û siyasî de cîbicî bike, ev siyaset bi şêweyekî erênî li ser malbat û civakê bandor dike; ku beşdariya jinê di karê hevbeş û destbarî de xurt kir, herwiha di damezrandina komeleyên destbarî yên serkeftî di aliyê çandinî, xizmetgûzarî û pîşezaiyê de jinan beşdarî kirin.
van pirojeyan ne tenê di warê aborî de jin bi hêz kir, lê belê ji wê yekê zêdetir ew di kêmkirina asta bêkariyê û di pêkanîna aramiya civakî û jiyanî de – tevî rewşa dijwar ya ku dever tê re derbas dibe – bûne alîkar.
Di dawiya axavtina xwe de Semer Elebdelah tekezî li ser girîngiya berdewamiya vê ezmûnê û pêşxistina wê kir, amaje bi wê yekê kir ku divê jin ji aliyê aborî ve were bihêzkirin, ev yek dê bandorê ne tenê li ser jinan bike, lê belê bi awayekî rasterast dê di avakirina civakek hevsengtir û dadmendtir de bibe alîkar, û dê aboriyeke xwecihî ya bihêz ku bingeha wê li ser hevparî û wekheviyê be, damezrîne.
Jixwe warê perwerdehiyê ji warên din ên me behsa wan kiribû, di dema rêjîma rûxiyayî de û li herêmên ku ne di bin kontirola rêjîmê de, ne baştir bû; ku herdem jin di warê perwerde û fêrkirinê de jî dihat paşguhkirin, ji bilî herêmên Rêveberîya Xweser ku jin bi xurtî û bi çalakbûnek mezin beşdar e. Di vê mijarê de Semîra Hec Elî, hevseroka desteya perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, got:
“Di dema desthilata rêjîma Sûrî ya Baasî de jin – bi taybetî ya mamoste – piştguhkirî bû, tevî hebûna wê di saziyên perwerdehiyê de, lê ew jin bê bandor bû û weke karmendekê kar dikir, bêyî tu nûneratiyeke bi bandor an jî pişkdarî di sazkirina biryarê de.
taybetmendiya û karînên serkêşîyê yên jinê berçav ne dihatin girtin, lê belê ew wek karmendekê di bin bandora sîstema baviksalarî de dihat dîtin, û çi di warê perwerdehiyê de û çi jî li ser asta civaka berfireh, jin ji derbirînê û bandorkirinê bêpar bû. yan wek bermaliyekê yan jî wek karkereke ku sînorê rola xwe ya berê derbas neke, dihat dîtin”.
Semîre axavtina xwe di derbarê rewşa jinê li herêmên dagîrkirî (Efrîn, Serê Kaniyê, û Girê Sipî) de berdewam dike û dibêje:
“Li wan deveran jin tûşî tengasiyên olî û tîreyî (Taifî) tên, û girêkên civakî yên tund li ser wan tên ferzkirin, heya li ser cilûberg û reftarên wan yên giştî jî tên ferz kirin. karê perwerdekirina bi azadî û pêşxistina civakê li wan herêman ji bo jinê qedexe ye, hin caran – eger bi mebest be yan jî bê mebest be – destê jinê jî di pirojeyên guherîna demogxrafî de heye; ku Jinan wek beşekî ji sîstema dagîrkeriyê bikar tînin daku rewşeke nû bi rêya dagîrkeriyê were misogerkirin û nişteciyên wê herêmê bi şêweyekî rêbazkirî werin guhertin. Li wan deveran jin di pirojeya serdestiyê de, li şûna ku weke herêmên din ew endamek rizgar û çalak be, jin weke destek hate bikaranîn”.
Lê li herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bi tevahî rewş li wir cuda ye.
Semîre tekez dike ku “li herêmên Rêveberîya Xweser jinê karîbû wan sînoran derbas bike, ew jî bi saya şoreşa 19 Tîrmehê û ramanên rêber Ebdulah Ocelan ku pileyeke sereke û bingehîn di pirojeya Netewa Demoqratîk de daye jinê, û jina mamoste di serkirdayetiyê de bû hevpar, di sazkirina biryara perwerdehî û siyasî de beşdar e, rêveberîya saziyên perwerdehiyê dike, bexçeyên zarokan bi rê ve dibe, û tevlî perwerdeyên pisporiyê di ware jinolojî (Zanista jinê), karzaniya rêveberiyê, û perwerdehiya rizgarîxwaz de dibe .
Semîra diyar dike ku “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di avakirina sîstemeke perwerdehî ya demoqratîk de ku nirxên azadî, wekhevî, û pirrengiyê cîbicî bike, bi hevkariya hemû pêkhateyên netewî û olî, jin xwedî roleke çalak e. Li vir, jin û bi taybetî jina mamoste, bûye sembola guhertina erênî, herwiha bûye nimûneyeke ku jinên herêmên din yên Sûriyayê li ser şopa wê tev bigerin”.
Semîre dibîne ku: “Ezmûna perwerdehiyê ya Rêveberîya Xweser dikare sûdê li jinên herêmên din ên welêt bike; ji ber ku jina mamoste bû desteka rizgariya hiş, û avakirina civakê li ser bingehên hevpariyê, dûrî hişmendiya mêr ya ku bi dehên salan dirêj kiriye”.
Aliyê leşkerî yê herî hestiyar bû ku jin bi hemû awayan jê dihatin bidûrxistin, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jinê pêşengtiya xebata leşkerî kir û çek hilgirt û berevanî di ber hebûn, xak û rûmeta xwe de kir, wê hêzek taybet bi navê “Yekîneyên Parastina jinê” (YPJ) damezrand, ku di dûbare danasîna wêneya jina Sûrî de bû xaleke herî girîng. Ku Jin ne tenê beşdar bûn, lê belê wan serkêşîya şerên giran li dijî rêxistina Daaş kirin, û ji ber ku ew simbolên berxwedan û azadiyê ne, wan beşdarbûnek navdewletî bi dest xist. di vê çarçoveyê de berdevka Yekîneyên Parastina jinê berêz Roksan Mihemed dibêje:
“Ji ber qeyd û zincîrên civaka mêr ya ku rola jinê di hundirê malê de sînordar kiribû, û nedihişt jin di sazkirina biryarê de beşdar bibe, Jinê di civakên me de gelek êş û azar ditîne. Lê tevî wê yekê jî jin beşek ji şoreş û xebatê bû, lê ji ber sedemên tunebûna birêxistinkirin û hişyariya pêwîst wê nikarîbû azadiya xwe ya rast bi dest bixe”.
Li Kurdistan, û li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi taybetî, di berxwedana li dijî dagîrkeriyê de jin xwedî roleke xurt bû, lê ew têgihişt ku çek bi tenê têrê nake, lê belê divê hişyarbûneke ramanî û rêxistineke bihêz hebe. Rêxistinên jinan rizgariya jinê û avakirina civakeke azad û damend bi hev ve girêdide; di encamê de xebata jinê di heman demê de ya ramanî û leşkerî bû. Fikrê rêber Ebdulah Ocelan doza jinê xiste naveroka û navenda xebatê; wê yekê hişt ku jin tevlî perwerdeyên ramanî û leşkerî bibin, herwiha bi serkêşîya jinê tev lî şer bibin.
Roksan Mihemed tekez kir ku hilgirtina jinê ji çekan re neçarîyek bû ku rewşa dijwar a rêjîma rûxweyî ew neçarî wê yekê kir, ku wê rêjîmê xwest rola jinê tenê di sînorê malê de bihêle daku ji bilî pariyê nên bi tiştekî din nefikire.
Bi destpêka şoreşê re, jin giha wê baweriyê ku rizgariya wê bi rêxistinkirin û xweparastinê ve girêdayî ye; jixwe vê yekê jî hişt ku jin Yekîneyên Parastina Jinê damezrîne, ku wê hêzê bi çend jinan dest pê kir, pişt re berfireh bû ta ku bû hêzek rêxistinî û leşkerî ya hevgirtî.
Taybetmendîya Yekîneyên parastina jinê (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê rêxistinkirina Xwesere ya giştî, û perwerdeya ramanî û leşkerî ye; ku dîrok û dozên jinê pênase dike; jixwe cudahîya vê hêzê ji artêşên sextekar yên din ev e, ew artêşên ku tu rola serkirdayetî ya rast nade jinê û ne rêxistineke taybet û ne jî perwerdeyên ramanî jê re terxan dike, lê belê dihêle ku jin bimîne beşekî girêdayî bi serkirdayetiya mêr ve.
Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ne tenê bi çekan şer dike, lê belê ew çekan wek simbola xweparastin û azadiyê hildigre, û ew ji bo aştî û demoqratiyê, ne ji bo rijandina xwînê şer dike.
Yekîneyên Parastina jinê hebûna xwe ya pêşeng di cengên mezin yên wek Kobanî û Serê Kaniyê de tekez kir, jinan serkêşiya cengê kir û ew bawewriya ku dibêje tenê ceng a mêra ye şikand. Ev ceng di xebat û tekoşîna jinê de xalek veguherînê bû; ku bi vîneke ku nayê şikandin û tevî hemû astengiyan jin ketin cengê û şer kirin.
Îro, Yekîneyên Parastina jinê ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê belê ew tevgerek ramanî û rêxistinî ye, ku bi berdewamî pêş dikeve, ji nûve xwe ava dike, û rola xwe berfireh dike daku di hemû waran de hebe, û ew hêz di wê bawerîyê de ye ku tekoşîna jinê kilîta guherîna rast ya di civakê de ye.
YPJ di hemû şerên mezin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de beşdar bû, ji Tilkoçer û Serê Kaniyê heya bi Kobaniyê, Reqa, Dêrezor û Holê, tevlî operesyonên ewlehî yên taybet li dijî rêxistina Daiş, û bi taybetî li kampa Holê, bû.
Taybetmendiya beşdarbûna jinê şêweyê wê yê mirovî bû, ku ji nû ve sincên (Exlaq) cengê pênase kir, jinê karibû bi rola xwe ya serkirde rabe û pîvanên sincî biparêze û nehêle binpêkirin çêbibin.
Vê beşdarbûna leşkerî ya çalak wêneya kilasîkî û kevin ya li ser jinê têk bir û şikand, bi taybet di civakên ku digotin ceng tenê karê mêra ye. Tevî astengiyên civakî, olî û malbatî, jinê bi rêya beşdariya xwe ya bihêz karîbû wê yekê tekez bike ku ew dikare berevanî û fedekariyê bike, herwiha dikare bibe pêşrew û nimûneyek ku jin li ser şopa wê bimeşin.
Lehengiya şervanên jin yên kurd, wekî li Minbic û bendava Tişrînê, derbarê rola jinê ya serkirdayetî û leşkerî bû sedema afrandina hişyariyeke nû di nav civakê de; wê yekê jî hişt ku gelek malbat keçên xwe bê beramber bişînin nava hêza leşkerî.
YPJ jinên ji hemû pêkhateyan: Kurd, Ereb, Xiristyan, Ermen, û Turkmenan di nav xwe de dihewîne; ev jî nîşaneya giştgîniya pirojeyê û yekbûna wê ye. YPJ tekez dike ku parastin ne tenê bi şêweyê leşkerî ye lê belê bi şêweyê ramanî û derûnî ye jî, herwiha tekez dike ku berdewamiya xebatê ji bo rûbirûbûna binpêkirinên berdewam di dermafê jinê de girîng e, wek bûyerên ku vê dawiyê li berava Sûrî rû dane, ku hişt gelek jin bixwazin şêweyên xwparstinê fêr bibin û kampên perwerdekirina leşkerî ava bibin; jixwe YPJ vê yekê gaveke rewa û bingehîn dibîne.
Jinê demek dirêj êş û azarên piştguhkirin, cudahî û tundiyê kişand, bi taybetî li Sûriyayê; ku êşa jinê di dema cengê de zêdetir bû, ji ber ku jinê bi windakirina wê ji maf û aramiya xwe re buhayekî (Berdêl) mezin da. Lê projeya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê veguherînek berbiçav û mezin di hevkêşeyê de peyda kir; ku wê projeyê ji bo beşdariyek çalak di hemû waran de bi rêya hevserokatiyê ya ku hişt di sazkirina biryarê de jin bibe hevpareke çalak, wê projeyê derfet li pêşiya jinê vekir. Tevî astengî û siyasetên rêbazkirî yên ku ji bo şikandina vîna jinê hatine meşandin, lê vê projeyê ji her kesî re tekez kir ku eger derfet bi jinê were dayîn dê jin karibe di hemû waran de hebûna xwe tekez bike, herwiha dê karîbe bibe hevpareke rasteqîn û çalak di warê sazkirina biryarê de.