Nêrîn

Têkilîyên Tirkî-Iraqî Yên Nû Û Armancên Wan Ên Veşartî

Dr. Murşid Yûsif

Serdanên li pey hev ên rayedarên sîya sî, leşkerî û ewlehîyê yên Tirk bi Bexdayê yên vê dawîyêK nexasim serdana serokê berevanîya Tirkî di 6. 2. 2024 de ku piştî du serdanên serokê saloxgerên Tirk ʺIbrahîm Kalinʺ hatin, amajeyê bi tiştekî mezin dikin ku gerek e amadekarî jê re werin kirin.

Gotara fermî ya ku her du alî (Tirkî û Iraqî) der barê têkilîyên aborî de pêşkêş dikin (nexasim mijara hevbeşîya aborî ya ku bi rêya wê dê rêyeke navneteweyî were vekirin ku ava Kendava Îranî (Erebî) bi deryaya Spî ve girê bide û di nav xaka Tirkîyê û Iraqê re derbas bibe), ew tenê yek ji şêweyên xweşkirin û razîkirina bi derewan e, çimkî Tirkî dizane ev piroje ne herêmî ye lê belênavneteweyî ye û gerek e nerîna dewletên mezin tê de hebe. Ne tenê wisa lê belê Îran bi tena xwe (weke dewletekê ku Iraqê desteser dike û bandora wê lê heye) dikare vê piroje yê –dema ku bixwaze- pûç û vala derxîne.

Tirkî dixwaze rewşa aborî ya xerab a Iraqê û hewcedarîya wê bi avê bi kar bîne û sîyasetmedar û serwerên Bexdayê bide fêmkirin ku kelema tekane ya li hember vê piroje ya stratîcîk a ku dê xweşîyê ji bo Iraqîyan bîne û baş avê jî pêşkêşî wan bike, hebûna PKK li herêma Kurdistan û çîyayên Qindîlê ye.

Ji ber wê jî Tirkî xebat û çalakîyên xwe zêde dike û hewil dide ku rêkeftineke ewlekarîyê bi ferwerîya Iraqê re, weke rêkeftina bi Tehranê re di sala 2023 de, girê bide ku di rêkeftina Îranê de hat levkirin ku hebûna çekdarî ya kurdên Îranê yên dijberî rêjîma îranî li herêmên sînorî were tunekirin, êdî gerek e alîyê Iraqî jî pabendî vê rêkeftinê bibe.

Nexasim ku nerîna nezelal (li gor nerîna Tirkî) ya ferwerîya Iraqî ji PKK êdî nema Tirkîyê razî dike. Ji ber wê jî ew dixwaze bi awayekî bibandor Iraqê di çalakîyên xwe yên leşkerî yên – qaşo – têkbirina PKK de bi kar bîne; nexasim piştî ku Tirkîyê bi tena xwe nikarîbû bi dehên salan PKK tune bike.

Xuya ye ku Tirkî babeta têkbirina PKK dixe weke mercekî sereke ji bo pêkanîna pirojeya geşepêdanê ya ku angaşta wê dike. Jixwe hin mercên din jî hene, jixwe yên herî girîng ji wan ev in: Danpêdana fermî ya Iraqê bi hebûna artêşa Tirkî li nav xaka Iraq û herêma Kurdistanê û derbaskirina hêzên Iraqî li nav xaka Herêma Kurdistanê ta xeta sînor a bi Tirkîyê re.

Tekez e ku wêne di rewşa eşkere de dîyar e, lê ew di kurahîya xwe de metirsîdar û aloztir e; çimkî çavberdana Tirkiye li Iraqê kev e. Li gor peymana Milî (1920) û nexşeya pê re, sînorê Tirkîyê digihêje heya Mûsilê. Ji ber wê jî Tirkî dixwaze lingê xwe di Iraqê de bi her awayî xurt bike û paşê bi hemû awa û bi rêya hevpeymanên nû, PKK ji Iraqê derxîne. Ne dûr e ku hin alîyên Iraqî û Îranî bi van pilanên Tirkîyê re bibin hevkar, da ku mînaka fedralî ya kurdî li Başûrê Kurdistanê têk bibin. Rokêtên ku bi ser Başûr de tên xwarê, qutkirina ferwerîya Iraqê ji perîyên fedralîya kurdî re, bitenêhiştina herêma Kurdistanê ji alîyê aborî ve bi rêya rêya geşepêdanê ya ku behsê dikin…Ev tev palpişt in ku mebesta alîyên têkildar xerab e. Ji aliyekî din ve, tevgera diplomatîk a Tirkî ya ku dixwaze bi rêya çespandina xalên leşkerî yên Tirkî bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê ji şervanên PKK vala bike û paşê Herêma Kurdistanê û PKK bi artêşa Iraqî bi rêya mijara sînorê Tirkî-Iraqî dorpêç bike…Ev jî palpişt in ku pilanên dijminane yên Tirkî pir kûr in. Armanca girîng û dawî ya vê pilana nû ew e ku doza kurdî vegerîne çargoşeya pêşîn.

زر الذهاب إلى الأعلى