ANALÎZ

Bikaranîna Kaxeza Êlan Anku Komên Nebirêxistinkirî (Bêserûber) li dijî Rêveberîya Xweser

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê di encama alozîya sûrî de hat damezrandin û ji alîyê siyasî, ewlekarî, aborî, leşkerî û civakî ve bû nimûneyeke cuda ji bo hemû herêmên sûrî yên din ên ku di encama alozîya sûrî de derketin holê. Wê projeyeke demokratîk ji bo hemû sûrîyan girt ser xwe û bi dehên hezaran şehîd û birîndar dan da ku bighêje vê qonaxê. Eger Şam bi Rêveberîya Xweser re li hev bike, Rêveberî dikare bibe nimûneyek ji bo hemû xaka sûrî.

Lê li gor angaştên Tirkîya, Îran û rêjîma sûrî ya kevin, Rêveberîya Xweser û projeya wê ya demokratîk gefan li ewlekarîya wan a neteweyî û şêweyê rêjîma sûrî dixwe. Ji ber wê jî van alîyan bi hemû awayên leşkerî, ewlekarî, civakî û aborî şerê Rêveberîya Xweser kir lê heya niha hê ew li ber xwe dide; çi bi alîkarîya zend û bendên zaroyên wê û hevgirtina pêkhateyên wê be çi jî bi rêya destwerdanên navdewletî be ku rê li ber dewleta Tirk a dagirker girtin û nehiştin şerekî bejahî bi ser herêmê bi giştî de bike; nexasim piştî derbasbûna wê di Efrînê de (2018) û Girê Spî û Serê Kanîyê (2019) û dagirkirina wan.

Piştî ketina rêjîma Basê li Sûrîyê, di dawîya sala 2024an de, hikûmeteke nû li ser bingeha hikûmeta Inqazê ya li Idlibê hat avakirin. Vê hikûmetê xwe sipart pergala navendî û yekrengbûnê. Jixwe ev yek berovajî hikûmeta Inqaz e ku ji hêla Tehrîr el-Şam ve dihat birêvebirin. Ev hikûmet bi awayekî ku ji Itîlafê serbixwe tev digerîya û danpêdan bi hikûmeta Itîlafê (Hikûmeta Demkî) nedikir. Lê niha ev hikûmet doza navendîbûnê dike û kar dike da ku hemû herêman bixe bin desteserîya xwe ya islamewî.

Siyaseta rêjîma nû li Sûrîyayê:

Ji destpêka damezirandina wê ve, ev hikûmeta nû ji bo avakirina artêşeke sûrî ya nû dixebitî lê artêşa ku hat damezirandin, dişibe artêşeke ji çeteyan ku komên terorîst yên ku tenê bi awayekî şêweyî girêdayî Desteya Berevanîyê ye, dihewîne. Lê di rastîyê de ev kom girêdayî Tirkîyayê ne û fermanên xwe tenê ji Tirkîyayê werdigire. Desteya Berevanîyê bi xwe ne dûrî ejindeyên tirkî ye û piranîya wezîr û rayedarên vê hikûmetê berê fermandarên leşkerî yên komên Desteya Tehrîr el-Şam û çeteyên Tirkîyayê bûn. Ji ber wê jî wan komkujî der heqê pêkhateyên sûrî de pêk anîn (çi elewîm yan dirzî û berî wan jî kurd bin). Li şûna ku siyaseteke niştumanî were pêkanîn ku bi rêya wê Sûrîyeke hevgirtî were avakirin û paşmayên neyînî yên ku alozîya sûrî li ser pişta gelê sûrî giran kiribûn, werin rakirin, rêjîma nû yekîtîya xaka sûrî ji hev xist û civaka sûrî ji hundir ve tarûmar kir.

Tişta ku vê dawîyê li Siwêdayê qewimî û komkujîyên ku li dijî dirzîyan pêk hatin, hişmendîya vê artêş û rêjîma nû eşkere kir û bû sedema fişarên navdewletî li hember rêjîma nû û hin dewletan rewatî ji vê rêjîmê kişand û ew dîsa vegerandin nav lîsteya terorê. Ji bo ku van tuhmetan ji ser xwe rake, rêjîmê têgeha “komên nebirêxistinkirî” li wan kir. Dibe ku hin dewletên herêmî berê rêjîma sûrî ya nû dabin vê siyasetê. Jixwe rêjîmê jî ev yek bi berferehî bi kar anî.

Ji ber wê jî di vê demê de, metirsîya herî mezin ji hêzên êlan anku piştgirîya êlan e. jixwe metirsî ne ji ber hêza van êlan e çimkî ew hemû êlên erebî nahewîne û tenê beşekê ji wan dinimîne lê belê metirsî di afirandina fitneyekê di navbera kurd û ereban de (ji alîyekî ve) û êlên ereban bi xwe de jî (ji aîyê din ve) ye.

Êlên ereban ên li herêmên Rêveberîya Xweser:

Rêveberîya Xweser ji destpêka damezirandina wê ve siyaseta hevjiyana aştîyane di navbera kurd û ereban û hemû pêkhateyên din de jî meşandîye. Birêvebirina wê ji hêla hemû pêkhateyan ve tê kirin. Pêkhateyê kurd û ereb pêkhateyên herî berçav di Rêveberîya Xweser de ne lê bêyî ku ji pêkhateyên din werin cudakirin (li gor projeya neteweya demokratîk).

Piranîya êlên ereban projeya neteweya demokratîk li xwe nagirin. Hin êlên erebî hene (nexasim li rojavayê Feratê) Rêveberîya Xweser napejirînin. Sedema vê nepejirandinê yan siyaseta Partîya Basê ya zêdeyî 50 salî bû ku kîn li hember kurdan çand û di navbera ereban bi xwe de jî çand da ku karibe wan desteser bike. Ji alîyekî din ve têkilîyeke xurt a van êlan bi rêjîma Basê re hebû û niha jî bi rêjîma nû re heye. Dibe ku sedema vê kîna êlan girêdana wan bi ejindeyên derveyîn ve be. Lê piranîya êlên li herêmên Rêveberîya Xweser bawerîyê bi projeya demokratîk û Rêveberîya Xweser tînin. Ji bo jihevxistina vê pirojeyê û HSDê, divîyabû ku kaxeza êlan were bikaranîn, çimkî rêjeyeke mezin a endamên HSDê ji êlên ereban in.

Bikaranîna kaxeza êlên erebî ji bo şerê li dijî Rêveberîya Xweser:

Hewildanên rêjîma Basê, rêjîma tirkî û ya îranî hebûn ku vê kaxezê li dijî Rêveberîya Xweser bi kar bînin; ew jî bi rêya lidarxistina civînên êlan (çi li herêmên di bin desteserîya rêjîma rûxîyayî de bin çi jî li Tirkîyayê bin). Armanca wan ji van civînan şerê li dijî Rêveberîya Xweser û HSDê bû lê hemû hewildanên wan têk çûn lê piştî ketina rêjîmê jî hê ev hewildan berdewam in. Her yek ji van alîyan (rêjîma nû, hin dewletên ereban, rêjîma tirkî û îranî) hewil didin vê kaxezê ji bo pêkanîna ejindeyên xwe li Sûrîyayê bi kar bînin.

Tişta ku li Siwêdayê qewimî û derketina têgeha “hêzên êlan“ piştî binkeftina hêzên Ewlekarîya Giştî ku ew Siwêdayê kontrol bikin, mirov dikare wê weke gava yekem a bikaranîna vê kaxezê li dijî Rêveberîya Xweser bibîne. Ew jî bi rêya naskirina qasîya pêkanîna van êlan ji ferman anku daxwazên hikûmetê re. an jî mirov dikare vê yekê weke hewildaneke leşkerî bibîne ku rêjîmê û hin alîyên herêmî dixwest binasin ka çiqasî ev kaxez bi kêr tê û ka dê karibin di dema pêwîst de bi kar bînin an na.

Mirov nikare tişta ku li wir qewimî weke bûyereke ji nişkan ve bibîne. Her wiha mirov nikare wê weke encama operasyonên leşkerî yên di navbera Hêzên Ewlekarîya Giştî û Artêşa Sûrî ji alîyekî ve û Meclisa Siwêdayê ya Leşkerî de bibîne. Gurkirina nakokîyê di navbera dirzî û bedewîyan (koçer) de, ji bo rakirina tuhmetê ji ser rêjîma nû bû (ji bo ku komkujî û binpêkirinên li dijî dirzîyan pêk werin nekevin stûyê wê) çimkî çekdarên bedû weke komên ne di bin  kontrolê de hatin hesibandin ku rêjîma nû nikare wan kontrol bike lê rastî, rapor, şahid û dîl berovajî vê yekê tekez dikin

Ji ber wê jî bûyerên Siwêdayê û rola êlên erebî û çekdarên bedû li herêmên desteserîya rêjîmê, tenê nîşaneyeke zelal a amadekirina komployekê li dijî herêmên rojhilatê Feratê ye (li dijî Rêveberîya Xweser).

Tevî ku levkirin ji bo agirbest li enîya Bendava Tişrînê heye û levkirine ji bo agirbestê di navbera HSDê û Şamê de jî heye lê rêjîma nû û Tirkîya dikarin vê levkirinê binpê bikin; ew jî bi rêya bikaranîna komên bêserûber ji bo ku xalên leşkerî û sivîlî yên li herêmên Rêveberîya Xweser topbaran bikin û êrîşî wan xalan bikin. Nexasim ku rêjîma nû bi rêya ragihandina xwe handaneke pilankirî pêk tîne da ku êlên ereban li dijî Rêveberîya Xweser û pêkhateyê kurd bi taybet gur bike.

Bikaranîna kaxeza êlan anku komên bêserûber li rojavayê Feratê:

Îcar, di encama hebûna agirbestê bi serpereştîya amerîkî û rêkeftina bi Şamê re (di navbera HSDê û Tirkîya û çeteyên wê de) û ji ber ku ev rêkeftin xizmeta Tirkîya û Şamê nakin, têgeha komên bêserûber (nebirêxistinkirî) di bin navê hêzên êlan de derket pêş. Şam angaşt dike ku serwerîya wê li ser wan tune ye. Armanca wê ji vê yekê ew e ku enîya Feratê bi giştî bixe tevgerê de. Ji ber ku rêjîma nû û dewletên dijberî Rêveberîya Xweser û projeya wê ya demokratîk nikarin danpêdanê bi rewşa heyî bikin û pê qayîl bibin (Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û HSDê), lewma ew hewil didin tevlîhevîyê li herêmên Rêveberîya Xweser belav bikin; ew jî bi rêya armancgirtina xalên leşkerî yên HSDê û armancgirtina hin xalên sivîlane li gundewarên Minbic û gundewarên Dêra Zorê yên rojavayî. Armanc ji vê yekê gurkirina enîyan li tevahî xeta  Çemê Feratê ji hêla komên bêserûber (weke ku ew nav lê dikin). Ev tev da ku rêkeftina agirbestê bi dawî bikin, kaxezan tevlîhev bikin û rewşeke siyasî û leşkerî ya nû biafirînin ku xizmeta berjewendîyên wan bikin.

Ji ber rewşên leşkerî, ewlekarî û aborî yên ku Rêveberîya Xweser ji dema damezirandina xwe ve rastî wan tê, hema hema ne pêkan e ku hevjiyana aştîyane di navbera pêkhateyên Rêveberîya Xweser de, bi taybet di navbera kurd û ereban de were şikandin. Lê dibe ku ew alî hin binpêkirinan der heqê pêkhateya ereb de pêk bînin û komkujîyan jî bikin da ku tevlîhevîyê çêkin û bihêlin ereb li dijî HSDê tev bigerin. Yan jî dibe ku wan komên bêserûber ên ku bi navê êlên ereban tên naskirin li rojavayê Feratê bixin tevgerê. Lê ev tenê têrê nake çimkî navê êlên bêserûber ji hêla rêjîma nû ve hatîye kirin lê di rastîyê de ew Hêzên Ewlekarîya Giştî û artêşa sûrî ya nû û çeteyên Tirkîyayê jî dihewînin. Hêza van koman nîne ku li hember HSDê bisekinin. Ji ber wê û ji bo ku ew kom xwe bi hêz bikin, pêwîstîya wan bi destwerdan an jî piştgirîya Tirkîyayê heye. Daxwaza rêjîma nû ya piştgirîya leşkerî ji bo artêşa sûrî, ji bo vê mebestê ye.

Encamên bikaranîna kaxeza êlan anku komên bêserûber li dijî HSDê:

Mirov dikare êlên ereban li ser du biran dabeş bike; beşa yekem (ew jixwe piranî ne) girêdayî Rêveberîya Xweser û HSDê ne û di herêmên wan de ne. beşa duyem jî girêdayî rêjîma sûrî ya nû û ejindeyên cuda ne (ejindeyên erebî, tirkî û îranî). Jixwe ew berhema alozîya sûrî ya ku zêdeyî deh salan dom kirîye.

Babet ne tenê girêdayî ka kê herêmê desteser dike lê belê girêdayî siyaseta ku alîyê desteser dê bimeşîne. Jixwe cudahîyeke gelekî mezin di navbera siyasta Rêveberîya Xweser û rêjîma nû de heye. Li gor siyaseta rêjîma nû ya li Berav û başûrê Sûrîyayê, êdî hema hema zelal e bê herêmên HSDê dê ber bi kû ve biçin dema rêjîma nû wan desteser bike. Ji alîyekî din ve êlên ereban xwe bi xwe dê dijminatîya hev bikin û dê di encamê de gelek kuştin, dizî û şelandin pêk were. Ev yek jî dê bihêle şerekî êlan derkeve holê û bandoreke mezin li tevna sûrî bike, bi taybet pêkhateya ereb dê bi yek carê ji hev bikeve.

Bersiva Rêveberîya Xweser li hember nêt û pilanên rêjîma nû û Tirkîyayê (Konfiransa Yekîtîya Pêkhateyan):

Piştî komkujîyên Berav û Siwêdayê, Rêveberîya Xweser û HSDê êdî dizain çiqasî pilan û metirsî li dijî wê û pêkhateyên herêmên tên ristin. Her wiha ew dizane dê ev yek çi encaman bi xwe re bîn ku tevna civakî li herêmên wê bi taybet û tevahî sûrî bi giştî ji hev bikeve. Ji ber ku Rêveberî li ser hevgirtina niştumanî tekez bike û rê li ber van komployên qirêj bigire (bi taybet li dijî kurd û erebên herêmê), Konfiransa Yekîtîya Helwestê ya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê di 8. 8. 2025an de li kantona Cizîrê li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Konfirans bi durûşma “Bi hev re ji bo Cihêrengîyekê ku yekîtîya me xurt bike û hevkarîyekê ku pêşeroja me ava bike“ dest pê kir. Konfiransê di encamnameya xwe de li ser pirrengîya neteweyî, olî û çandî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê tekez kir û ew weke jêdera dewlemendî û hêzê dîtin. Konfiransê li ser xurtkirina vê pirrengîyê di bingehên siyasî û kargêrî de tekez kir. Her wiha li ser dabînkirina nûnertîya hemû pêkhateyan bi awayekî ku yekîtîya civakê xurt dike, tekez kir. Konfiransê nimûneya Rêveberîya Xweser weke tecrubeyeke hevbeşîyê ku dikare bi pêş bikeve, dît û ew weke nimûneyeke zindî ya birêveberîya demokratîk û civakî dît. Konfiransê da xuyakirin ku tişta der heqê xelkên Berva, Siwêda û xiristîyanîyan de pêk hat, dikeve rêza sûcên li dijî mirovahîyê lewma gerek e lêpirsîneke bêalî û karekî zelal û bêalî li hember sûckaran were pêkanîn çimkî ev sûcek li dijî tevna niştumanî bi giştî bû.

Her wiha konfiransê doza lidarxistina kongireke niştuman ya sûrî ya giştî û tekûz kir ku hemû hêzên niştumanî yên demokratîk tê de beşda bibin û bi hev re nasnameyeke niştumanî ya rastî û giştgir ji bo hemû sûrîyan ava bikin. Encamnameyê di dawîyê de tekez kir ku belgeya ji konfiransê derkeve, vîneke azad û têgihiştineke komî ya hevbeş û rijdbûna avakirina Sûrîyeke azad, hevgirtî, demokratîk, pirreng, nenavendî ku tê de rûbeta mirovan tê parastin, zagon serdest be û her kes tê de bi azadî û wekhev dijîn, dinimîne.

Tevî girîngîya vê konfiransê ku hemû pêkhateyên sûrî di bin sîwanekê de kom kirin (kurd, ereb, suryan, dirzî, elewî, sinî…) ku ji bo parastina yekîtîya xaka sûrî û tevna sûrî, demokratîk, pirreng û nenavendî hat lidarxistin, lê encamnameya wê ne bi dilê rêjîma nû bû ku hê ew li ser yekreng û sîstema navendî rijd e. jixwe ev yek ji ber hêzdarî û fişarên tirkî yên bi ser rêjîma nû de û ji ber hişmendîya vê rêjîmê pêk tê. Vê rêjîmê li şûna ku pişta konfiransê bigire, ew nepejirand û xwe ji danûstandinên Parîsê vekişand û tekez kir ku “şêweyê dewletê bi rêya levkirinên pêkhateyî pêk nayê lê belê bi rêya destûreke mayînde ku bi rêya hilbijartineke gelêrî tê pesendkirin. Di wê destûrê de hemû welatî weke hev beşdar dibin û ji mafê her welatîyekî ye ku nerînên xwe der barê dewletê de bide. Ev yek bi rêya diyalog û sindoqên hilbijartinê pêk tê ne bi rêya gefxwarin û hêza leşkerî“. Bê guman ev gotinên rêjîma nû berovajî siyaseta wê ne (çi lidarxistina wê ji kongira “niştumanî di reşemîya 2025 de be ku tu nûnertîyeke pêkhateyên sûrî tê de tune bû, çi di destûra wê ya yekreng de be çi bi rêya komkujîyên ku der heqê pêkhatyên elewî û dirzî de pêk hatin û çi jî di mekanîzmeya hilbijartinên perlemanî de be ku dê piştî demeke din werin çêkirin).

Îcar, siyaseta ku rêjîma nû piştî ketina rêjîma basî dimeşîne, ne siyaseteke niştumanî ye ku armanca wê avakirina Sûrîyayê be lê belê ew siyaset xwe dispêre jihevxistina tevna sûrî û tevna heman pêkhateyê jî ji hundir ve. Komkujîyên ku li dijî elewî û dirzîyan pêk hatin, ne tenê ji bo desteserkirina herêmên wan bûn çimkî xelkên van herêman ragihand ku ew bi yekîtîya Sûrîya û bi Şamê re ne, lê belê armanc ji van komkujîyan kîn û hişmendîya radîkal a wan kom û wê hikûmetê bû. Dibe ku ev yek Sûrîyayê ber bi şerekî navxweyî ve bibe li şûna ku yekkirina Sûrîya û parastina cihêrengîya ku Sûrîya pê navdar bû.

Mirov nikare stûyê rêjîma nû ji binpêkirinên ku li dijî gelê Sûrîyayê pêk tên, pak bike û mirov nikare biçesipîne ku kesên bi van binpêkirinan radibin, komên bêserûber in. beşa herî mezin a berpirsîyarîyê dikeve ser milê vê rêjîmê de. Li vir du tişt hene; yan ev rêjîm nikare van koman kontrol bike, jixwe ev yek tê wateya ku ev rêjîm di birêvebirina Sûrîyayê de bi bin ket loma gerek e rê ji hêzên niştumanî û leşkerî (HSD û Meclisa Siwêda ya Leşkerî) re veke da ku bi rola xwe ya avakirina Sûrîya û vegerandina hêminî û aramîyê bilîzin. Eger ne wisa be naxwe destê rêjîmê di van bûyeran de heye û ew li gor fermanên derveyîn tev digere. Di encamê de ew bi awayekî yekser an jî neyekser di jihevxistina tevna sûrî û parçekirina Sûrîyayê de dilîze. Derenghiştina dîdara Parîsê di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed el-Şeri de û xwe vekişandina ji danûstandina Parîsê, di encama fişarên Enqere bi ser Şamê de pêk hatin. Eger ne di xizmeta ejindeyên wê de be (navendî û bidawîkirina Rêveberîya Xweser) Tirkîya  dê nehêle levkirineke dawî di navbera her du alîyan de çêbe. Li gor vî mentiqî, têkbirin an jî derenghiştina hevdîtinê di navbera her du alîyan de, girêdayî hin ejindeyan e ku belkî girêdayî amadekirina hêzên êlan be. Dibe ku ew li dijî herêmên Rêveberîya Xweser û HSDê tên amadekirin. Babeta Konfiransa Yekîtîya Pêkhateyan tenê buhaneyek e li ba rêjîma nû da ku dest bi operasyoneke leşkerî li dijî herêmê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى