Nêrîn

Tirkiya û yekkirina komikên li bakurê Sûriyayê bi serkêşîya El-Colanî

Arjîn Dêrikî

 

Pêşketinên dawîyê ku hevdemî bûyerên li bakur rojavayê herêma Feratê (Efrîna dagirkirî) pêk hatin, bi xwe re hişt ku gelek civînên tewereyî yên ku nehatine ragihandin, bi serkêşîya saloxgêrîya tirk li Gazî Antepa başûr rojavayê Tirkiyayê, bên lidarxistin.

Di civînên navborî de serçetêyn komika bi navê “Seyf Ebû Bekir”, serçeteyê firqeya “El-Hemzat”, serçeteyê firqeya Silêman Şah “Mihemed Casim” ê bi nasnav “Ebû Emşa”, serçeteyê Heyet Sairûn Lil-Tehrîr Fehîm Îsa, her wiha gelek terorîstên din ên ku destê wan di kuştin, revandin, teqîn û bazirganîya madeyên hişbir li herêmên di bin kontrola wan de heye, beşdar bûn. Ev yek berê me dide vê hizirê ku Tirkiya hewl dide senyaroyeke nû bi rêya hewldana xwe ya yekkirina van komikan di bin yek rêveberîya leşkerî û sivîl de, dijminatîyê bavêje li ser herêmê. Her wiha li gor hin agahîyên nepenî; tê xuyanîkirin ku dê bi awayekî eşkere van komikan di bin sîwana Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusraya berê) de ji nû ve vejîne; nemaze piştî ku bi temamî Efrîn xist bin kontrola xwe û piştre ji hin deverinan bi fişarên navdewletî û herêmî vekişiya.

Tirkiya dê rê bide Heyetê ku ji nû ve dest deyne li ser movikên ewlekarî, rajeguzarî û xwecihî yên herêmê, her wiha dê bihêle serpereştîya desteyên hukûmeta demkî an ku Itilafê bike. Jixwe komikên ewlekarîyê yên Heyet Tehrîr El-Şam li gund û bajarokine bakurê Helebê mane; bi rêbazên veşartî xwe xistine di nava komikên alîgirê Tirkiyayê yên li Efrînê û herêmên Mabata û Basûtê. Ev plana lêkdana komikan dê tu berheman nede; ew jî ji ber parçebûna di nava van komikan de ku ji alîyekî ve gelek mîrên şer û serçeteyên xwedî çek li wir derketine holê û ji alîyê din ve jî Tirkiya hewl dide van serçeteyên ku destê wan di sûcên şer, qirkirin, revandin û kuştinê li Efrînê de heye, li pêşîya raya giştî û sazîyên huqûqî yên xwecihî û cîhanî bi wêneyekî paqij derxe holê.

Helwesta Amerîkayê li hember van civînan û kontrolkirina Heyetê li bakurê Sûriyayê:

Besiva Amerîkayê li hember van bûyerên dawîyê yên li bakurê Sûriyayê, li ser zimanê Enstîtûya Waşintonê ya lêkolînên stratejîk a Rojhilata Jêrîn, bi awayekî lez hat û li gor wê jî Waşintonê ji Enqereyê xwest ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ji herêma Efrînê û gundewarê Helebê, vekişe; an na dê rê ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk re veke ku derbasî herêma bakur rojavayê Sûriyayê bibe. Enstîtûyê eşkere kir û got: “Armanca derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam ew e ku Cebhe El-Şamîyê tune bike û li şûna wê dest deyne li ser herêmên desthilata wê li Efrînê. Ev gefa yekser ji Waşintonê hêrsa Tirkiyayê rakir û hişt ku fişarê li ser Heyetê bike ku heke berçav jî be, xwe vekişîne; da ku QSD bi desteka Hevyemana Navdewletî ya li dij DAIŞ’ê ku li herêmê ye, derbasî wir nebe.

 

Helwesta Rûsyayê li hember civînên dawîyê û kontrolkirina Heyetê bo herêmên di bin desthilata komikên çekdar de yên li Efrînê:

Helwesta Rûsyayê jî ne kêmî ya Amerîkayê ya li bakurê Sûriyayê bû. Balafirên cengê yê Rûsyayê rêze-êrîşên esmanî yên bi moşekan pêk anîn û derdora bajarên Efrîn û Izazê û baregehên leşkerî yên komikên bi ser Tirkiyayê ve yên li herêma di bin kontrola Tirkiyayê li bakur rojavayê Helebê de, kirin armanc. Li gor van êrîşan jî gelek endamên van komikan hatin kuştin û birîndarkirin. Ev yek piştî rojekê ji pêkanîna hevpeyanê di navbera hevbendîya “Feyleqa Sêyem” û hevbendîya “Heyet Tehrîr El-Şam” de pêk hat. Her wiha ev êrîşa Rûsyayê mîna tundtirîn êrîş e ya ku di nava van mehên dawîyê de li ser herêmên bakurê Helebê ku di bin kontrola Komikên opozisyonê de ne, pêk tê.

Ev êrîşên dawîyê nameyeke eşkere bû ji alîyê rûsan ve, ku wiha dide xuyakirin; rûsên ku li ser mijara tundîya şer biryardar in, guh nadin peymanên agirbestê bi Tirkiyayê re, nemaze ku herêm gelek caran rastî bombebaranan hatibû. Di encamê de em dikarin bibêjin ku ev êrîş bertekeke Rûsyayê bû li hember derbasbûna Heyetê bo herêmên di bin desthilata Tirkiyayê de; ku ew bi xwe di lîsteyên terorê yên cîhanî de ye. Ev yek jî jê re bû bihane û dibe ku di siberojê de van êrîşan hîn berdewam bike; çi ku Heyet herêmên komikên terorîst û komikên girêdayî Tirkiyaya faşîst, kontrol dike.

Operasyona Tirkiyayê bazarek bû ji Heyetê re ku li ser rewakirina wê bixebite û wê beşdarî çareserîya Sûriyayê ya siberojê bike, her wiha navê wê ji lîsteyên terorê yê Amerîkayê derxe; lewre jî hevdemî wê, propaganayeke mezin ji alîyê Tirkiyayê û Heyetê ve, pêk hat.

Her wiha ji bo ku li cem niştecihan xeyalekî çêbike ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusraya berê) ev gava wêrek avêtiye da ku mafên xelkê li wan vegerîne, garantîya azadîyan bike û rê nema bide binpêkirinên terorane; çi ku -qaşo- ew deste û rêveberîya xelaskirina niştecihan e; da ku erêkirinê ji xelkê herêmê bi dest bixe û bibe nûnera gel. Hevdemî vê operasyonê, artêşa Tirkiyayê hêza xwe bi armanca kontrolkirina herêmê û belavkirina dadmendî û wekhevîyê -qaşo- anî li ber derîyên sînorî yên Xezawîyê û Dêr Belûtê li gundewarê Efrînê yê başûr. Nemaze ku Erdogan li pêşberî hilbijartinan e ku gengaz tê de têk biçe û hukûmet, partî, her wiha hemû hevbendîyên wî yê terorîst (mîna rêxistina Gurên Gewr) a tundrê ku baskê çekdarî yê yê nefermî partîya tevgera netewperest a “Dewlet Bahçeli” ye ku bi temamî lihevkirina bi kurdan re red dikin, li bin bikevin.

زر الذهاب إلى الأعلى