Nêrîn

Dibe ku rûbirûbûna di navbera Amerîka û Îranê de bibe şerekî vekirî

Dr. Murşid Yûsif

Rojhilta Navîn bi giştî û Israîl û Sûriye bi taybet cihekî girîng (li gor deverên din ên cîhanê) di siyaseta amerîkî ya derveyîn de digirin; ew jî ji ber girîngiya aborî û cihê wê yê byolojîl ê stratejîk û jêderên wê yên enerjiyê. Her wiha ji ber ku dema ev dever were desteserkirin, dê hêzdariya amerîkî li cîhanê gelekî zêdetir bibe.

Li gor vê çarçoveyê û dema pêwîstiya aboriya amerîkî bi avakirina bazirganiyeke berfereh bi cîhanê re, amaerîka ji dawiya sedsala 18em ve guh daye herêma Rojhilata Navîn.

Amerîkî weke mizgînerên ola xiristiyanî destpêkê hatin Rojhilata Navîn. Yekemîn şandeya mizgîniyê di sala 1820an de gişhaşt Welatên Şamê û di sala 1823yan de êdî dibistan û peymangeh jî ava kirin. Paşê jî di sala 1866an de zanîngeha Amerîkî hat damezirandin.

Bi destpêka sedsala 20em re, Amerîka bi rêya şûnwarnas û mzigîneran bêtir guh da Rojhilata Navîn; ev ji bilî koçkirina bi dehên hezaran ji sûrî û niştecihên Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) ber bi Amerîkayê ve. Paşê Rojhilata Navîn  bo Amerîka û berjewendiyên wê li herêmê bû cihekî girîng, nexasim piştî damezirandina dewleta Israîlê.

Li kêleka kategoriyên navborî, betrol jî yek ji kategoriyên stratejîk û girîng e ku ya ku hişt Amerîka bêtir guh bide Rojhilata Navîn û Sûriyê. Bi taybet piştî vedîtina betrolê li Iraqê di sala 1927an de û pêşbîniya derfeta hebûna betrolê li Sûriyê jî.

Piştî rêkeftina Sayks-Bîko, pêwendiyên amerîkî-rojhilata navînî ketin qonaxeke nû, bi taybet piştî ku fransiyan di sala 1920an de hin herêmên Rojhilata Navîn dagir kirin.

Amerîka li dijî tevgerên mêtingerî yên fransî tev li Rojhilata Navîn bû û serokê amerîkî “Troman“ li dij xwestekên fransî yên di Sûriyê de rawestiya. Bi alîkariya Amerîkayê, Sûriyê serxwebûna xwe di sala 1946an de bi dest xist.

Bi giştî, her çiqasî wan eşkere neke jî, hejmarek sedem û armancên Amerîkayê di Rojhilata Navîn de hane; ew jî ev in:

  • Berevaniyê di ber berjewendiyên israîlî de bike û wê ji metirsiyan biparêze û nakokiya erebî-israîlî bi nakokiya erebî-îranî biguhêre.
  • Berjewendiyên amerîkî biparêze; ew jî bi rêya parastina sîstem û hikûmet û dewletên ku betrolê hildibirînin, bi taybet dewletên Kendavê. Her wiha ew dixwaze kişandina dewletan ber bi hêzdariya amerîkî ve berdewam bike û hewil dide pişta rêjêmên siyasî yên hevalbendên Waşintonê bigire.
  • Şerê hêzên terorîs û radîkal bike, bi taybet Daiş û Qaide da ku sînaryo û dîmenên bûyerên 11ê îlonê dubare nebin.
  • Şerê hêzdariya rûsî û îranî li herêmê bike û rê li ber ferehbûn û belavbûna hêzdariya wan bigire.

Ji ber van xwestek û armancan, Amerîka hewil dide herêmê desteser bike û sîstemeke herêmê yê Rojhilata Navînî ya nû saz bike ku tê de Israîl cihê birêveberiyê bigire. Amerîka hewil dide  ku ji nû ve nexşe û taybetmendiyên siyasî li herêmê nîgar bike da ku bêtir bi ser demokrasiyê ve vekirî be û rê li ber derketina şepêlên radîkal û hêzên siyasî yên dijberî Amerîkayê bigire.

Li gor nerîna gelek analîzvan û şopînerên aloziyên herêmê, bûyer û guherînên ku li herêma erebî pêk hatin (buhara ereban) dikevin çarçoveya avakirina projeya Rojhilata Navîn a nû. Ew yek jî li gor teoriya “tevlîheviya çêkirî“ pêk tê ku ev teorî yek ji stûnên stratejîka amerîkî ya xêzkirina nexşeya ya Rojhilata Navîn e. Hevpeymanên  Amerîka bi Israîl û Siûdiyê û Tirkiyê re, dikevin bin sîwana vê stratejîkê.

Hevpeymana di navbera Amerîka û Israîlê de:

Tekez e ku Israîl li ser destê Birîtanyayê hatiye damezirandin, ji ber wê jî dewletên rojavayî pişa wê digirin, nexasim Amerîka ku pişta Israîl girt di şerê erebî-israîlî de. Her wiha Israîl jî çesipand ku ew hêzeke herêmî ye ku dikare xizmeta berjewendiyên amerîkî û rojavayî bike. Ev sedema sereke ye ya ku hişt Amerîka hevpeymanê bi Israîlê re girê bide; bi taybet di dema şerê sar de ku li Israîlê weke dîwarekî bihêz li hember hêza sovyetî li Rojhilata Navîn dihat meyzandin. Tevî ku cîhan piştî têkçûna Yekîtiya Sovyetî hat guhertin, lê mentiqê stratejîk di navbera Israîl û Amerîkayê de nehat guhertin û hê jî Israîl hevpeymanê stratejîk ê Amerîkayê li Rojhilata Navîn e.

Her du dewlet alîkariya hev dikin di mijara gefên ewlekarî û têkbirina terorê li Rojhilata Navîn de. Her wiha ji bo girtina rê li ber belavbûna navokî û hevkariya di mejarên ku babetên  ewlekariya kilasîkî derbas dikin de jî hevpeyman in.

Hewildanên îranî û rûsî ji bo derxistina Amerîkayê ji bakur û rojhilatê Sûriyê:

Xuya ye ku metirsiya rûsî, îranî û bi wan re metirsiya milîsên rêjîma sûrî, Hizbulah û milîsên iraqî (Heşda ŞebîO û Hizbulaha iraqî li ser hebûna amerîkî li rojhilatê Firat û Iraqê û Herêma Kurdistanê di vê dema dawî de zêde bûye.

Amerîka dibîne ku Îran xwedî dîrokeke dirêj e di gihndina ziyanê bo berjeweniyên amerîkî.

Her wiha Amerîka dibîne ku Rûsiya pişta Îranê di dijminatiya wê ya li hember berjewendiyên Amerîkayê digire û ew brotokola hevrêziya asîmanî di navbera her du aliyan de binpê dike.

Mirov dikare bibêje ku zêdegabiya milîsên îranî li dijî baregehên amerîkî li zeviyên Umer û Konîko (rojhilatê Firatê) û bikaranîna dronan li dijî hêzên amerîkî li Iraqê ji bo ku wê ji Sûriye û Iraqê derxe, êdî diyar e û piştî şerê Xezayê zêdetir bûye.

Di vê derbarê de, rojnmeya “Waşinton Pos“ di destpêka meha hezîranê ya sala borî de raporek weşand ku tê de belgeyên nehênî hebûn û wan belgeyan behsa pilanên îranî yên êrîşbirina ser amerîkiyên li Sûriyê dikir.

Di raporeke Monîtor de, rayedarekî amerîkî yê mezin dibêje ku wî hin nîşane dîtine. Ew nîşane diyar kirin ku fermandarên rûsî li Sûriyê hevrêziyê bi pasvanên şoreşger ên îranî re der barê pilana fişara li ser Amerîkayê da ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, dikin.

Her wiha birêvebera karûbarên giştî yên hêzên asîmanî yên navîn ên amerîkî “Tîrêz Solîvan“ dibêje: “Balafirên rûsî li Sûriyê ev demek e bi awayekî ne ewleh û ne pisporane dixebitin.“

Rageşiya berdewam a di navbera Amerîka û “tewereya îranî“ de:

Pirsa girîng a ku hişê cîhanê mijûl dike ev e:

Çi sedem hene ku dihêlin Amerîka alîkariyên leşkerî û bi hezaran ji hêzên marênzê û bi dehan ji barhilgirên şer û yên ku radihêjin balafiran bişîne Rojhilata Navîn û Sûriyê di vê demê bi xwe de (wate, piştî şerê Xezayê di 7. 10. 2024an de)?

Bê guman rageşî di navbera Amerîka û Îranê de piştî şerê Xezayê ji berê gelekî zêdetir bûye. Hevpeymanên Îranê siyaseta êrîşên li pey hev li dijî hêzên amerîkî pêk tînin heya ku bigihêjin hilbijartinên amerîkî. Li gor kovara Îkomînist a birîtanî, nîşane zêde dibin ku Îran hevkarên xwe li herêmê ber bi ferehkirina şer ve dehf dide.

Vê kovarê da diyarkirin ku Rojhilata Navîn li ber qeraxa şer e. her wiha wê diyar kiriye ku her çar sînorên Israîlê di rageşiyê de ne (Hizbulah li bakur, Sûriye û milîsên îranî û heşda şabî ya iraqî li rojhilat, Xeza li başûr, rokêtên hûsiyan ji Yemenê…)

Ez bawer dikim ku destwerdana îranî ya yekser weke dewlet di nakokiya di navbera Israîl û Hemas de, di dema niha de tiştekî dûr e; çimkî Îran dizane ku destwerdana wê di şer de, dê wê rûbirûyî Amerîka û welatên rojavayî yekser bihêle û Israîl dê hêza wê ya leşkerî bişikîne. Ji aliyekî din ve hevpeymanên Îranê, bi taybet Rûsiya û Çîn dê li kêleka wê ranewestin, ew jî ji ber hin sedemên girêdayî berjewendiyên wê yên stratejîk.

Êrîşên sînordar û piledar ji hêla hevkarên Amerîkayê ve, Îranê dûrî şekekî yekser li hember Amerîkayê dike. Lê eger diyalogên nehênî di navbera Amerîka û Îranê de negihêjin çawaniya bidawîkirina şerê li Xezayê (malpera Mîdil Îst a birîtanî got ku hin rayedarên siûdî peyam di navbera Îran û Amerîkayê de guhestine), wê hingê dê çarçoveya şer berferehtir bibe û dê êdî nema girêdayî Hemas, Hizbulah û hûsiyan be; çimkî dibe ku Iraq jî tev li şer bibe. Di encamê de rewş di navbera her du aliyan de li pêşberî hemû pêşbîniyan dê vekirî be; her wekî topbarandina Îranê di kiwara wê de, gurkirina “sine“ li Iraqê, gurkirina mijara Kerkûkê bi herêma Kurdistanê re û geşkirin û vekirina mijara serxwebûna Kurdistana Iraqê careke din.

Lê di nerîna min de, babeta şerê giştî li dij Îran û hevpeymanên wê û milîsên wê li Sûriyê, di dema niha de ne pêkan e û serokê amerîkî Baydin ji ber çend sedeman dê bi gaveke wisa ranebe. Ew sedem jî ev in:

  • Serok li ber dergehê hilbijartinan e û niha ji hemû demên dîtir bêtir dixwaze rewş li Sûriye û Rojhilata Navîn aram bibe.
  • Niha Amerîka bêtir beşdarî şerê rûsî-îranî dibe û girîngî daye wî şerî.
  • Xweparastina ji metirsiya çînî ya ku ewlekarî û berjewendiyên amerîkî dixe bin metirsiyê de. Jixwe li gor amerîkiyan ev metirsî ne dûr e.

Îcar eger babeta şerê giştî li dij Îran û milîsên wê yên li Iraq, Sûriye, Libnan û Yemenê ne pêkan e di dema niha de, gelo çema evqas leşkerkirin û komkirin û artêşên amerîkî li herêmê?

Bersiva vê pirsê jî ne hêsan e, lê sînaryoyek der barê Îranê û destên wê li herêmê de tê pêşbînîkirin, her wiha hejmarek peyman jî di vê yekê de ji bo dijmin, heval û hevpeymanan de li Rojhilata Navîn  hene. Ew jî  ev in:

  1. Sînaryoya der barê Îranê de ku heye were pêkanîn ev e: Dibe ku di qonaxa yekem de Amerîka bersiva Îranê û wekîlên wê li herêmê bi qasî ziyana ku gihaştiyê de, bide (siyaseta bertekê). Lê eger Îran destdirêjî li gel hevkarên xwe kir û xetên sor derbas kirin, wê hingê Amerîka û Israîl bi hev re dê li Îranê û avahiyên wê yên navokî bixin û dê ev êrîş êrîşên wêranker bin. Dibe ku di encama vî şerî de destên îranî û milîsên wê li Sûriye, Iraq û Yemenê û Hizbulah li Libnanê jê bikin.
  2. Her wiha hin peyam ji bo dijmin, heval û hevpeymanan jî rê dike:
  • Ji bo dijminan: Amerîka dixwaze peyameke xurt bo Rûsiyayê bişîne û wê bide têgihiştin ku gerek e ew pabendî brotokola hevrêziya asîmanî ya di navbera her du aliyan de di hundirê xaka Sûriyê de bibe û sînorê hevpeymanên ku di navbera her du aliyan de der barê Sûriyê de hatine îmzekirin, derbas neke.
  • Ji bo hevpeyman û hevalan: Amerîka dixwaze fişarê li hevalên xwe yên kevin li Siûdî û Kendavê bike û bide diyarkirin ku ew pabendî hevpeymana wan e; ew jî bi rêya şerê li dijî hûsiyan û parastina keşteyên ku betrolê bi rêya Kendavê diguhêzin. Li hember wê jî gerek e ew nerînên xwe yên levhatinê bi Îran û Sûriye re kontrol bikin…

Encamên pêşbînîkirî  yên pêngava “Şûrên hesinî“ (şerê Israîl li dijî Xezayê) li ser Îran û hevalbendên wê:

Israîl di 8. 10. 2023yan de dest bi pêngava “Şûrên Hesinî“ kir û gef li Hemasê xwarin ku ew ê li ser êrîşa xwe ya li dijî Israîlê (7.10. 2023) boşman bibe û berdêlê bide. Ji aliyekî din ve Îran hewil dide pêngava “Tofana Eqsayê“ ji bo xurtkirina cihê xwe weke hêzeke herêmî ya berbiçav bi kar bîne.

Tevî ku Îran baldar e ku tev li şer nebe, lê di rastiyê de ew rewşine zehemt dijî ku ew jî bi van xalên li jêr tên nimandin:

  • Hemas (hevpeymana wê) li ber çavên wê rastî rûxandinê tê û ew nikare destwerdanê bike û wê ji vê yekê rizgar bike. Ev yek jî heybet û rastiya wê kêm dike û hêzên berxwedanê yên ku Îran pêşewaya wan dike, lawaz dike.
  • Pêşbîniyên rûdana şer di navbera Israîl û Hizbulah de zêde dibin. Dibe ku di encama wê de jî karînên Hizbulahê yên ku Îranê deme dirêj sûd ji wan digirt, werin rûxandin. Dibe ku ev yek jî bihêle Îran neçar bibe ku tev li şer bibe. jixwe ev yek jî ji bo wê nebaş e.
  • Serkeftina Israîlê li Xezayê, dê bihêle hevpeymanên di navbera Israîl û welatên ereban de, xurttir bibin. Di encamê de dê Îranê weke hêzeke herêmî ya bibandor derxîne û wê ji çarçoveya wê ya erebî qut bike.
  • Eger Hemas û Hizbulaha libnanî li hember Israîlê têk biçe, ev yek dê destpêka hilweşîna projeya îranî li Rojhilata Navîn be.
زر الذهاب إلى الأعلى