Nêrîn

Hin Bertek li Hember Destpêşxeriya Rêveberiya Xweser a Çareserkirina Aloziya Sûriyeyê

Dr. Ehmed Sîno

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, destpêşxeriyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê  û hemû babatên wê yên girîng û sereke yên girêdayî welat (xak, milet, pêkhate, gencîne, ol, tîre, destûr û birêveberiya wî ya bi awayekî dadmend û wekhev) pêşkêş kir. Ev destpêşxerî di daxuyaniyeke xwe de ku ji neh xalên sereke pêk dihat û ji bo hemû sûriyan girîng bû, da ragihandin. Her wiha vê daxuyaniyê, NY, dewletên ereb, herêmî û navneteweyî yên têkildarî babeta Sûriyeyê hewandin, da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re bibînin û herêmê ji vê çirava ku zêdeyî deh salan dom kiriye, derxin. Nexasim piştî tevgera herêmî û navneteweyî û li herêmê, bi taybet piştî erdheja ku li Sûriye û Tirkiyeyê rû da. Di encama vê erdhejê de alîkariyên navneteweyî û erebî bi ser Şamê de rijiyan û serdan di navbera Şam û Iraq, Urdun, Îmarat û Misrê de çêbûn û van dewletan balyozxaneyên xwe li Şamê vekirin. Her wiha wan dewletan hewil dan Sûriye vegerînin Komkara Erebî. ji aliyekî din ve serokê Sûriyeyê serdana Mosko, Îmarat û Umanê kir û wezîrê derve yê rêjîmê Fêsel Miqdad jî serdana Siûdiyê û Misir û Cezairê kir.

     Di vê qonaxê de, daxuyanî û destpêşxeriya Rêveberiya Xweser hat. Ew daxuyanî peyameke zelal bo Tirkiye, oposizyon, girûpên wê yên çekdar û kesayetên wê û ji bo dewletên ereban û yên herêmî û Neteweyên Yekbûyî  bû ku Rêveberiya Xweser doza yekkirina xaka Sûriyeyê dike. Ev her neh xalên destpêşxeriyê xwe dispêrin diyaloga bi hemû aliyan re (rêjîm, opozisyon û girûpên çekdar ên girêdayî wan). Ev destpêşxerî bihêzbûn û dema derketina wê guncav bû û wê bertekên navneteweyî û xwecihî yên erênî derxistin û ji hêla her  kesî ve hat pejirandin. Lê ev nayê wê wateyê ku hin têbînî û rexne ji hêla hin nivîskar û siyastmedar û partiyan ve li ser tune ne. destpêşxeriya Rêveberiya Xweser bang kir ku hemû pêkhateyên civakê beşdar bibin, danpêdan bi mafê hemû pêkhateyan were kirin, tecrubeya Rêveberiya Xweser li hemû herêmên Sûriyeyê pêk were, dahat û gencîneyên aborî bi awayekî dadmend li ser hemû herêmên Sûiriyê werin belavkirin, pêşwaziya koçber û penaberan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li gor derfetên pêkan were kirin, şerê li dijî terorê were berdewamkirin, rê li ber destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê de were girtin, û bang li dewletên ereban kir da bi roleke aktîv û erênî rabin û çareseriyeke hevbeş bibînin.

    Hin ji têbînî û rexneyên ku ev destpêşxerî rastî wan hat, ev in: Rêveberiya Xweser sedemên rastîn û pêwîst yên girêdayî destwerdana hovane ya deszgehên ewlehiyê di her hûrguliyekê ji jiyana sûriyan, neanî ziman. Her wiha wê behsa belavbûna gendeliyê û zêdebûna bêkariyê, nekir. Ji aliyekî din ve rêjîm û nivîskarên wê rexneya wê kirin, çimkî wê daxuyaniyê behsa dagîrkeriya Tirkiyê ji Tenef û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û dagîrkeriya Israîlê ji Colanê re nekir. Xuya ye ev destpêşxerî dizane bê çi di têbînî û rexneyan de hatiye û rêveberî rastiya wan dizane. Lê her ew dimîne weke kaxezekê ji bo destpêkirina diyalog û danûstandinan bi hemû aliyan re da ku  aloziya Sûriyeyê ya ku ev 12 sal e didome, were çareserkirin. Hin alî dibînin ku ev destpêşxerî erênî ye û ew nameyên dilxweşiyê bo sûriyan û paşê ji bo her kesê din ê di çarçoveya navneteweyî û herêmî de dişîne û hemû ramanên tirsê yên hundirîn têk dibe, nexasim mijara girêdayî belavkirina dahat û gencîneyan. Bi vî awayî em dikarin bibêjin ku dergehên Rêveberiya Xweser ji bo her kesê li hundir û derve û ji bo hemû aliyan di nav wan de aliyê tirkî jî (nexasim heke ew dev ji komplo û pilanên xwe yên berferehkirin û armancgirtina Rêveberiyê berde û ji herêmên dagîrkirî vekişe) vekiriye. Rêveberiya Xweser dijminatiya gelê tirk nake, lê belê ew doza aştî û aramîyê pê re li welatê xwe û li ser xaka xwe dike. Her wiha Rêveberî civaka navneteweyî li ser biryara neteweyî ya hejmar 2254 û hemû biryarên têkildar, hişyar dike.

Tevî ku rêkeftineke levkirinê di navbera partiya Vîna Gelêrî û Rêveberiya Xweser de heye, lê nerîna vê partiyê bi hêzdariya rûsî û rêjîma Sûriyê de hemaheng  dibe, loma wê rexne kir ku venihêriya Rêveberiya Xweser ji aloziyê re, weke aloziyeke pêkhateyên neteweyî û olî ye. Li gor wê, gerek e Rêveberiyê behsa vekişîna hemû hêzên biyanî (rûsî, amrîkî, tirkî û îranî) bikira.

Ya sosret di van aliyan de, ew e ku wan ji we ye ev babet nehatine bîra Rêveberiya Xweser, lê her kes dizane ku ne welatparêzek ne siyasetmedarek naxwaze hêzên biyanî li welatê wî bimîne. Bi rêya lihevguhdarkirin û diyalogê, dê were diyarkirin ku destpêşxeriya Rêveberiya Xweser giştgir û tam e û hemû dozên aborî û destûrî (bi taybet ên girêdayî belavkirina dahat û gencîneyan û mafên pêkhateyan ku mafê biçûktirîn pêkhateya nijadî û olî di wekheviya dadmend û tekûz de diparêze) dihewîne.

   Destpêşxerî ne çareseriyeke hazir e, lê belê ew bangek e da hemû hêzên piştgir û dijber  û di nav de rêjîm jî, bi hev re çareseriyekê ji bo aloziyê bibînin ku ji her kesî re guncav be. Dawî jî Rêveberî nerînekê pêşkêş dike da sîstemeke siyasî, kargêrî, piralî û nenavendî  were damezirandin, ku tê de mafê hemû pêkhateyan li ser esasê biratiya gelan (ereb, kurd, suryan, asûr, ermen, şîşan, tirkumen û êzîdiyan) were parastin. Ya baş di vê proje û insyatîfê de ew e ku gelek erêniyan dihewîne û ji hêla her kesî ve tê pejirandin, tenê aliyên ku ev ensiyatîf berovajî berjewendiyên wan ên di Sûriya pêşerohjê ya demokratîk, nû û nenavendî de ye, wê napejirînin. Xuya ye ev destpêşxerî dijberî hebûna îranî ya di Sûriyeyê de ye, ji ber wê jî hemû hêzên girêdayî Îranê dê li ser vê destpêşxeriyê erê nekin. Her wiha hêzên girêdayî Tirkiyê û Rûsiyê jî dê wê nepejirînin. Ji bo alozî çareser bibe, pêwîst e dewletên herêmî (Israîl, Tirkiye û Îran) û yên navneteweyî (Amerîkî, ewrûpî, rûsî û çînî) li hev bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى