Nêrîn

Tirkiye û Îran (Pisporên guhertina demografîk li bakurê Sûriyeyê)

Arcîn Dêrikî

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ya adara 2011an ve, Îran û Tirkiye hewil didin ku pilanên xwe yên xweberferehkirinê li Sûriyeyê bi cih bînin. Tirkiye bi alîkariya Qeterê û bi rêya Ixwanên ku xwestin rêjîmê bidin erdê û desthilata Sûriyeyê desteser bikin, xwest pilanên xwe pêk bîne. Tirkiye dît ku ew bi rêya xwepêşandanên ku li Sûriyeyê qewimîne, dikare armancên xwe yên dagirkeriyê û xewnên xwe yên osmanî bi cih bîne. Ji ber wê jî armancên tirkî û yên ixwanên li Sûriyeyê gihaştin hev û di encamê de ixwan bûn lîstik di destê Tirkiye de da ku ew bi rêya wan û li ser hesabê gelê sûrî yê bêçek, dixwaze armancên xwe pêk bîne. Di heman demê de Îran jî bi rêya milîsên xwe, xwest armanca xwe ya pêkanîna Kevana Şîî bi cih bîne. Wê bi rêya dergehê xwe yê li Iraqê  dixwaze herêmê bike şîî, wê desteser bike  û dahat û enerjiyên wê biwerêve. Îcar rêjîma îranî û tirkî, ji aliyê mezheb ve ne weke hev in, lê armanca wan yek e. ew jî dagirkirina herêmê û binpêkirina mafên pêkhateyên wê û li ser tayên nijadperesî û mezhebî dilîzin.

Ji bo pêkanîna van armancan, Tirkiye û Îranê milîsên sinî û şîî li Sûriyeyê bi kar anîn û di encamê de, ev yek bû sedema gurbûna mezhebî û tîreyî û bû sedema rûdana şerên navxweyî. Di encamê de jî rêxistinên tundrew derketin holê, yên herî girîng ji wan rêxistinan jî Daiş û Nusre û ji bilî wan in. van koman di alîkariya tirkî ya ji wan re, rêya jiyana xwe dîtin. Ji aliiyekî din ve, Hizbulah û Seraya el-Quds yên ku Îran piştgiriya wan dike hene. Armanca wan hilweşandina xewn û hêviyên gelê sûrî ne ku vî gelî dixwest rêjîmê biguhere. Ew kom li wer ranewestiyan, lê belê wan berê xwe da kurdan  û ew li herêmên wan ên dûrî cihên nakokiyan armanc girtin. Ereb bi xwe jî ji van nakokiyên di navbera van girûpan de xelas nebûn. Di encama şer û topbarana Tirkiye û Îranê û çeteyên wan de, pêlên koçbereyê yên mezin çêbûn. Ji ber wê jî Sûriye bû weke jêdereke herî mezin a hinartina koçber û penaberan. Hejmara wan kesên penaber û koçber gihaşt zêdeyî nîvê niştecihên Sûriyeyê.

Bi awayekî pilankirî û pir baldar, bi rêya girêbestan, herêm di navbera lîstikvanên sereke (Rûsya û Amerîka) û Tirkiye û Îranê de dihatin parvekirin da ku guhertina demografîk li gor berjewendiyên  wan were çêkirin. Ew jî bi rêya xerabkirina tabloya cihêreng a xaknîgariya Sûriyeyê û damezirandina hin herêmên ku ji aliyê nijadî û mezhebî ve weke hev in. jixwe tê zanîn ku herêmên herî mezin ên ku rastî guhertina demografîk hatine, di sala 2013an de li hin herêmên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) ku piraniya niştecihên wê kurd in, çêbû. Ev yek bi rêya êrîşên komên çete yên girêdayî Tirkiye û topbarandina rêjîma Sûriyeyê ya bi ser van her du taxan de, pêk hat. Di encamê de zêdeyî 300 hezar mirovî koçber bû. Di heman salê de (di werzê havînê de) di encama êrîşên bi ser Tilhasil û Tileran ên kurdî de, bi dehên hezaran niştecihên wan herêman koçber bûn û komkujî der heqê wan de pêk hatin. Di heman demê de hêzên rêjîmê û yên ku Îran pişta wan digire û milîsên wê, heman tişt li herêmên ereban ên ku piraniya niştecihên wan sinî ne, dikir. Rêjîmê ev niştecihên ereb bi rêya basên kesk ber bi bakurê Sûriyeyê ve dibirin. Ev bas bûn sembola komên çekdar ên xweradestkirî ku ji herêmên xwe ber bi bakurê Sûriyeyê ve diharin qewitandin (jixwe mebesta me jî Îdilb e ku vê dawiyê bû sergeha êrîşên bi ser herêmên kurdî de her wekî Efrîn û Serê Kaniyê).

Ev guhertina demografîk destpêkê di salên 2013-2014an de li parêzgeha Humsê çêbû (hem li bajêr hem li gundewarên wê, her wekî Risten, Baba Umer, Weir, Qisêr, Tilkelex û ji bilî wan). Di necamê de bi piştgiriya îranî, ev herêm bûn herêmine vala ku siniyan ji şîiyan vediqetînin. Paşê bi rêya girêbestekê di navbera rêjîm û Îran û milîsên wê de, gundewarên Şamê û derdora wê (Dareya) hatin guhertin; ew jî bi rêya desteserkirina rêjîmê li ser Dareya û derdora wê, li hemberî wê jî destê Tirkiye di Cerablusê de hat berdan da ku wê bi rêya çeteyên xwe desteser bike. Komên çete û malbatên wan ji wir hatin derxistin û ber bi bakurê Sûriyeyê ve (Bab û giundewarên wê ku piraniya wan kurd in) hatin birin. Bab bi xwe jî di encama rêkeftinekê de bû ji para Tirkiyeyê, çimkî Heleba rojhilat bo hêzên rêjîmê û milîsên îranî hat dan, li hemberî wê jî rê dan Tirkiye ku bi rêya operasyona xwe ya bi navê Mertala Firatê ya li dijî kurdan, xwe berfereh bike.

Di demeke ku Îranê bi Tirkiye re li ser Hums, gundewatên Şamê û Qelemonê li hev dikir, Tirkiye Daiş bi kar dianî da ku êrîşî herêmên kurdî bike û çekdar li xwe kom dikirin da ku weke çete li cem kar bikin. Di dawiya sala 2014an de, Daişê bi piştgiriya Tirkiye êrîş bir ser Kobanê û di encamê de nêzî nîv melyon kurd ji herêmên xwe koçber bûn. Di heman demê de, Îranê weke Tirkiye li Dêra Zorê, Reqa, Minbic û başûrê Hesekê kir. Armanca wan jî guhertina demografîk bû. Jixwe heya niha beşekî mezin ê koçberan li kampan dijîn. Ev kamp jî pêdiviyên jiyanê yên herî hêsan nahewînin. Ev tev li hember çavên rêxistinên navneteweyî û mafî pêk tê, bêyî ku ev rêxistin deng ji xwe bînin. Lê belê pêşveçûna şer li Kobanê berovajî xwestekên Tirkiye bi rê ve çûn; çimkî hevgirtinek di navbera pêkhateyên herêmê de bi navê HSDê pêk hat. Vê hêzê derbeyên dijwar li Daişa ku Tirkiye piştgiriya wê digire dan. Ji ber wê jî ev yek weke binkeftineke mezin der heqê toraniya ku dixwest guhertina demografîk li herêmê pêk bîne de tê hesibandin.

Sala 2018an hat û bi xwe re koçberî û guhertineke demografîk a herî mezin anî. Tirkiye li gel çeteyên xwe êrîşî Efrîna ku piraniya wê kurd in kir û di necamê de zêdeyî 350  hezar niştecihên herêmê hatin koçberkirin. Heya niha hê beşeke mezin a van koçberan li kampên Şehbayê dijîn. Ev kamp ji hêla Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin. Êrîşa Tirkiye bi ser Efrînê de û koçberkirina niştecihên wê, weke rêkeftinekê ango girêbestekê bû ku di navbera Tirkiye û rêjîmê de bi serpereştiya Rûsiya pêk hat; tê de Xûta ji bo hêzên rêjîmê hat radestkirin û l hemberî wê Tirkiye çekdarên xwe yên li wir li Efrînê di xaniyên niştecihên Efrînê de bi cih kirin da ku guhertina demografîk li herêmên kurdan pêk bîne. Ev levkirin û girêbest di navbera wan de wisa bi dawî nebûn, lê belê wan berdewam kir. Hin ji wan girêbestan ev in, pevguhertina herêmên Fûa û Kefriya yên şîî bi Zebedanê û Medaya û veguhertina Serê Kaniyê û Girê Spî bi gundewarên Îdlib û Hemayê.

Di navbera dem û demekê de, Tirkiye gefan dixwe ku ew ê operasyonine nû  dest pê bike da ku xaka Sûriye dagir bike. Li hemberî wê jî, tirs heye ku ji ber gefên Tirkiye bêtir koçberî çêbibe. Jixwe ev yek weke berdewamiya projeya Tirkiye ya desteserkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina niştecihên wê tê hesibandin (weke ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî kir). Weke bersiv li hemberî van gefan, gerek e hemû pêkhateyên herêmê (kurd, ereb, Sûryan) xwe bikin yek da ku bi hev re li hemberî van gefan rawestin û wan di dergûşa wan de pûç bikin û li hemberî her êrîşekê amade bin.

زر الذهاب إلى الأعلى