ANALÎZ

Sûriya di Navbera Du Pirojeyên Dijber de

KURDYAR DIRÊ`Î

Di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) rêzdar Mezlûm Ebdî û serokê demekî yê Sûriyayê Elcolanî de, di 10 Adara 2025 de lihevkirinek hate imzekirin, her aliyek ji aliyên lihevkirinê armancên wan yên cuda ji vê lihevkirinê hebûn; Elcolanî ketibû nava tewanbariyan de, piştî komkujiyên li dijî Elewiyan, rastiya hewildanên wî ji bo bidawîkirina şer di Sûriyayê de û derbaskirina zuhniyeta kîn û tolhildanê ketibû nava gumanan de, di milekî din de û di nava germahiya komkujiyan de amadekirinên Tirkiyayê û girûpên çekdar yên pê ve girêdayî hebûn ji bo dagerkirina Rojavayê kurdistanê û di deverên Xweseriya Demoqratîk de plana şerê Kurd û Ereban dabûna pêş, ji xwe di Reqa û Dêra zorê de tevlihevî dest pê kiribûn; anku rewşa şerê navxweyî hatibû amdekirin; lewra lihevkirina di navbera Elcolanî û Ebdî de hate imzekirin. Piştî lihevkirinê gelo danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, di navbera HSD û Colanî de dê ber bi kû ve herin û dê çi encaman bi xwe re bînin? Pir cihê gumana ye; çimkî danûstendin di navbera du piroje û zuhniyetên vajî hev de ye, rewşên siyasî û guhertinên di deverê de ew ferz kiriye.

Gelo elternetîvê Esed tunebû an jî nedixwestin hebe?!

Seranserî 14 salan ji kirîza Sûriyayê, Mûxalefeta li himber rêjîma Elesed, ku di çarçoveya azadî, wekhevî û demoqrasiyê de bû, ji daxwazên gelê Sûriyayê re nebû bersiv; li tersî wê ji ajandeyên Tirkiyayê û Qeterê re bû bersiv, û hin jî ji himbêzkirina rêxistinên mîna Elqaîde û Daişê re bûn bingeh, ku di encamê de him rêjîma Elesed di nava xwe de riziya û him jî mûxalefet di nava xwe de bê wate ma, mijarên demoqrasiyê, wekheviy û biratiya gelên Sûriyayê di rojeva wan de nema, li şûna wê yekê tewanbarkirina hevûdû, gawirkirina pêkhateyan, guhertina armancan ji helwişîna Elesed ber bi ji holê rakirina gelê kurd û ferzkirina sîstemeke islamî ya radîkal li ser Sûriyayê û belavkirina zuhniyeta Îxwanelmuslimîn û cîhaddistan cih girtiye; ev rewşahan ketiye xizmeta jihevxistin, wêrankirin û nebawerkirina pêkhateyên Sûriyayê ji hevûdû re afirandiye, ku ev yek jî ketiye xizmeta dewletên herêmî û hin hêzên navdewletî de, û temenê kirîza Sûriyayê dirêj kiriye.

 Di Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de alternetîveke demoqratîk, pir reng, wekhevî heye, anku Xweseriya Demoqratîk bi zuhniyeteke demoqratîk û li ser bingehê biratiya gelan hatiye avakirin, lê belê herdem di bin buhaneya cudaxwaziyê, êrîşên Tirkiyê di bin buhaneya terorê de û hin hêzên navdewletî bi buhaneya berçavgirtina metirsiyên Tirkiyayê û berjewendiyên xwe de, Rêveberî rastî êrîşên mûxalefetê hatiye, anku weke alternetîv nedane pêş, ev yek bi sîstematîk hatiye kirin, ku nedixwestin Sûriya têkeve ser rêya çareseriyê û aramiyê de. Di 8-11-2024 de rêjîma Elesed hilweşiya. Piştî hilweşîna rêjîma Beşar Elesed û dawîhatina li sîstema Bass ya zêdeyî 60 salî berdewam kir, rengê Sûriyaya nû, mijara demoqrasiyê, nenavendîbûn û dawîanîna li şer û pevçûnan ketiyê rojevê de, lê belê yên anîne li ser serdestiya Sûriyayê tu nirx û pîvanên wan rojevan di xwe de nahewîne, û di heman demê de beşeke ji El-Qaîde ne û di lîsteya terorê de ne! cihê matmayînê jî ewe ku ji wan dixwazin ku demoqrat bin û hemî pêkhate, ol û mezheban himbêz bikin! Sûryayeke nû ava bikin! gelo zuhniyeteke cîhadist, çawa demoqrasiyê û pirrengiyê bipejirîne?! Em dikarin bêjin ku bi sîstematîk alternetîvekî cîhadist li şûna Elesed bi cî kirin, ku bikeve xizmeta pirojeya jihevxistina deverê de, sîstemeke mîna Bakur û Rojhilatî Sûriyayê ku li Şamê bi cî bibe, bê guman dê nekeve xizmeta parvekirina Sûriyayê de. Serokê HTŞ an jî Heyet Tehrîr Elşam (Elcolanî), ji nava El-Qaîde derketiye, bi Daişê re tev geriyaye, xwe ji Daişê cuda kiriye û Cebhet Elnusra ava kiriye û herî dawî jî tevgera xwe bi navê HTŞ bi nav kiriye, di nava lihevkirineke herêmî û navdewletî de derbasî Şamê bûye û xwe weke ferweriya demekî bi nav kiriye. Li şûna ku hêzên demoqratîk alternetîvê Elesed bin, endezyarên nexşekirina Rojhilata Navîn ya nû, Elcolanî kirine elternetîv, ku plana perçekirin û jinûdîzayînkirina Rojhilata Navîn û Sûriyayê cîbicî bikin.

Siyasetên neçareserkirinê û ajandeyên navdewletî û herêmî

bê guman heger xwestina çareserkirina kirîza Sûriyayê li gel hêzên navdewletî hebana, li gorî daxwazên gelên Sûriyayê, sîstema Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatî Sûriyayê de, ji Sîstema Baas re alternetîva herî guncaw bû, lê belê bi bihaneya ku Rêveberiya Xweser rêveberiyeke Kurdî ye, û mijara Kurd-Ereb ji aliyê dewletên herêmî de – bi taybetî Tirkiyê – dê dabana pêş û HTŞ û ANS ( Artêşa Niştimanî ya sûrî) weke parêzvanê yekîtîya axa Sûriyayê, netewa Ereb û weke hêzên niştimanî pesend kiribana, û gelê kurd rûbirûyî qirkirinan hiştibana. Her wiha heger ANS derbasî Şamê kiribana dê ev yek bihata wateya ku radestî Tirkiyayê hatiye kirin û ev ne di xizmeta Îsraîl, Oropa, dewletên Erebî û Emerîka de bana; lewra Şam radestî HTŞ kirine weke hêzeke cîhadist, di lîsteya terorê de ye, heta dawî negirêdayî Tirkiyayê ye û ew amade ye ta asteke bilind planên navdewletî û Îsraîlê bipejirîne, di heman demê de nikare tevya Sûriyayê têxe jêr serdestiya xwe de û her ferweriyeke lawaz bimîne, ku li pêşiya siyasetên Îsraîl û Emerîka di deverê de nebe asteng. Di bin buhaneya ku Elcolanî xwe guhertiye, zuhniyeta belavkirina cîhadê di cîhanê de berdaye, Sûriyayeke pir reng wê ava bike û Serokekî demekî ye de, derfetên xwemayindekirinê jê re vekirin, mîna (rakirina cezayên navdewletî li ser Sûriyayê, vegerandina têkiliyên bi cîhana Erebî re, vekirina dergehê Seredan û têkiliyan bi cîhana rojavayî re û hewildanên rakirina HTŞ û Colanî ji lîsteyên terorê) û ya herî giring jî îmzekirina peymana 10 Adarê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoqratîk, rêzdar Mezlûm Ebdî re, ku were wateya amadebûna Elcolanî ji danûstendin û pejirandina pêkhate û pirrengiya di Sûriyayê de, piştî ku li himber Elewiyan komkujî dane meşandin û di encamê de rastiya zuhniyet û armancên Colanî di avakirina Sûriyayeke islamî, sunî li ser bingehê şerîetê zelal bibû, her wiha HSD jî di rewşekê de bû ku Tirkiya û çekdarên girêdayî wê, her wiha Îxwanelmuslimîn û girûpên cîhadist daholên şerekî kurdî –Erebî lêdidan, û dixwestin HSD weke hêzeke dijberî aştiyê û çareseriyê nîşan bidin, ji bo rêgirtina li ber şerekî navxweyî, komkujî û rawestandina qirkirina Elewiyan, HSD peyman imze kiriye. Di nava ajandeyên navdewletî de; hiştina Sûriyayê di rewşeke nezela, jihevketî, jiyankirina dijberan bi hev re û pêkanîna jihevxistina Sûriyayê hebû, an jî parvekirina hêzdariyê .

 Danûstendinên di navbera du pirojeyên dijber de

Heger em li HTŞ binêrin û rave bikin, HTŞ xwedî zuhniyeteke cîhadist e, li ser bingehê fikra selefî ya Qaîde ava bûye, di rêvebirina civakan de şerîetê bingeh dibîne, û têgînên mîna Demoqrasî, wekhevî û pirrengiyê nas nake, ji derveyî zuhniyet û îdyolojiya wê ya cîhadist, hemî muxalifên xwe kafir û jirêderketî dibîne û dibîne ku tunekirina wan xwestekeke xwedayî ye. HTŞ di nava civakê de pirrengî, çand, ol û mezhean nabîne û nirx û adetên xwe, çanda xwe bingeh dibîne û dibîne ku pêwist e tevaya civakê weke wê mijûl bibe, tevger bike, birame û taybetmendiyên xwe yên çandî, olî û exlaqî berde, di derbarê jinê de; jin bi erkê anîna zarokan, xwedîderketina li zilam radibe û pêwîst e jin di mal de binîne, di bin ala Îslamê de hevjiyankirinê napejirîne, xweferzkirin, serdestî û desteserkirinê dide pêş, çi kesên ji derveyî sîstema wan be dijmin, xayîn û gawir e, her wiha Kurd, Elewî, Dirzî û baweriyên cuda xeterî û komployan li ser xwe dibîne û pêwistiya rakirina wan ji holê giring dibîne.

 Li aliyê din; Hêzên Sûriya Demoqratîk û Rêveberiya Xweser 180 pileyî vajî HTŞ ye; HSD li ser bingehên Netewa Demoqratîk, azadiya jin, biratiya gelan û nenavendbûnê ava dibe, bawerîya bi hemî pêhate, ol û mezheban heye, û ji bo jiyaneke hevbeş ji hemî pêkhate, ol û mezheban re xebatê dike, cudahiyê naxe nava çand û zimanan de, azadiya civakan esas digire, dezgehan ji hev cuda dike, ( dadwerî, cîbiçkarî, zagonsazî) û cudakirina ol ji siyasetê giring dibîne û li ser bingehê demoqrasiyê xwebirêvebirinê di nava civakan de digire dest, danûstendin û pêkvejiyanê bingeha çaresrkirinan dibîne, di mijara jin de jî, jin bingehê civakê dibîne û heta dawî şerê zuhniyeta zayendperestî dike, azadiya jin wek azadiya civakê dibîne.

Heger em van herdû zuhniyet û pirojeyan (HTŞ û HSD) bidin ber hev; dê ne mumkun be hevûdû temam bikin an karibin bi hev re jiyan bikin, naxwe çima danûstendin?! û li ser çi dikarin lihev bikin?

Di navbera herdû zuhniyet û pirojeyan de hevrikî

Zuhniyeta Baas ya ku xwe li ser bingehê netewa Ereb dida jiyankirin, muxalefta islamî – çi Îxwanelmuslimîn be an jî selefî û cîhadist bin – ew weke rêjîmeke mezhebî (Elewî) dinirxandin; lewra têkçûna Elesed ji bo xwe serkeftineke mezheba Sûnî li himber Elewî –Şîî girtine dest, û demildest de xwe weke dewleteke Umewî pênase krine, tevgerên Selefî û cîhadist pirojeya wan olî ye (Islama Sûnî); lewra netwe, kêm netew, pêkhate û çandan nasnakin, di îdyolojiya wan de, çi kesê ji derveyî zuhniyeta wan gawir e, an wê bibe musilman û an jî wê were tesfiyekirin, û aniha ew serdestiya li ser Şamê dikin, Elewî di komkujiyê re derbas kirin, di nava Xirîstyanan de xwe teqandin, Durzî talan kirin û heqaret li wan kirin. Mijara Elwî û Durziyan bi hikûmeta Şamê re, mijara jiyankirinê bû, lê piştî komkujiyan wergeriya mijara xweparastin û misogerkirina ewlehiya xwe di herêmên xwe de, ta li ba Durziyan gihişte asta xwestina mafê çarenûsiyê, lê mijara HSD û Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re, ne tenê mijara jiyankirin û ewlehiyê ye, mijara piroje û pêşeroja tevaya Sûriyayê ye; lewra breamberiya li ser axa Sûriyayê, piştî hilweşîna rêjîma Elesed, di navbera du zuhniyet û pirojeyên dijberî hevûdû de ne; zuhniyet û pirojeya HTŞ û zuhniyet û pirojeya HSD û Rêveberiya Xweser.

Bi serketina kîjan zuhniyet û pirojeyê, pêşeroja Sûriyayê jî diyar dibe; lewra Ixwanelmuslimîn, selefî, cîhadist û netewperest li dora pirojeya HTŞ disekinin, her wiha Kurd, Elewî, Durzî, demoqratîxwaz, çepgir, û sûniyên nerim li dora projeya HSD disekinin, anku beramberiya heyî di navbera du zuhniyet û pirojeyên dijberî hev de ye, beramberiya di navbera demoqrasî, wekhevî, pir rengî û pirojeya dewleteke islamî yek reng, yek ol, yek mezheb û şerîetê de ye, di navbera demoqrasî û nedemoqrasiyê de ye. Sûriya an wê dewleteke navendî islamî û di yek mezhebê de, girtina desthilatdariyê be, û an jî nenavendî, pirrengî û pejirandina hemî çand û pêkhateyan be; naxwe danûstendinên di navbera HSD û Şamê de (Elcolanî) wê çi encaman bi xwe re bîne?

Danûstendinên di navbera HSD û Şamê de

Di bin navê ku hebûna ferweriyeke islamî-sunî di Sûriyayê de, dê rê li ber hêzdariya Îranê bigire û di rûyê girûp û rêxistinên Şîî de (Hizbûlah) bibe bendavek, bi piştgiriya Tirkiyayê, Qeter, di komcivîneke girûpên girêdayî Tirkiyayê de (rêveberiya çalakiyên leşkerî) di 29 Çileya 2025 de Elcolanî weke serokê Sûriyayê yê demkî hate destnîşankirin (tayînkirin), bê guman ji bo berdewamiya kirîzan di Rojhilata Navîn û Sûriyayê de, Emerîka, Îsraîl, Birîtaniya û hin dewletên Oropî bi buhaneya ku wan hin merc li ser Colanî danîne mîna (parastina pêkhateyan, şerê li himber terorê, avakirina hikûmeteke hevbeş ) rê dane pejirandina Elcolanî. Yek ji xalên pejirandinê jî ew bû ku danûstendin bi HSD re were kirin û HSD bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyayê, bêyî Tirkiyayê Elcolanî nikare danûstendinan bike.

Di Cotmeha 2024 de serokê MHP Dewlet Baxçelî di bin navê “Tirkiya bêyî teror” de banga dawîanîna li terorê kir, tevî şêweyê banga Baxçelî ya ku doza kurdî neanî ziman jî, lê mebesta wî ew bû ku bêje pêwist e doza kurdî çareser bibe; lewra banga R.Ocelan 27-2-2025, ya ji bo dawîanîna li şer, bersiva banga bexçelî bû, di nava vê rewşê de, Tirkiya ketibû nava proseyeke aştiyê ya nû de, û bi şêweyê ku PKK çekan deyne û xwe tesfiye bike, nêzîkatî li HSD jî kir û diyar kir ku pêwist e HSD tevli nava artêşa Sûriyayê bibe, çekan radest bike û xwe tesfiye bike û bi vê zuhniyetê li peymana 10 Adara 2025 ya di navbera Fermandarê HSD, R. Mezlûm Ebdî, û Elcolanî de nêzîkatî kiriye. Ji 10 Adara 2025 de bi îmzekirina peymanê re Elcolanî cîbicîkirina peymanê dereng dixe, tiştên şeklî dipejirîne û pê re jî li ser bêrolkirin û tesfiyekirina Rêveberiya Xweser û HSD, li gorî xwesteka Tirkiyayê tev digere; lewra civîna ku dihata pêşbînîkirin di Tebaxa 2025 de li Prîsê di navbera Nûnerên HSD û Elcolanî de hatiba lidarxistin, di bin zextên Tirkiyayê de hate redkirin, ew jî bi bihaneya lidarxistina kongira Hesekê ya yekkirina helwestên pêkhateyan di heman mehê de, ku kongir weke plan û dijberiyekê li himber xwe nirxandine.

 Ji derveyî çi buhaneyan be, xaleka sereke di biserneketina danûstendinan de ew e ku tu cidiyet an jî xwesteka Elcolanî ji bo avakirina Sûriyayeke demoqratîk, pir reng û himbêzkirina tevaya pêkhateyan tune ye, armanca wî ji danûstendinan xwemayindekirin, lîstina bi demê, bidestxistina raya giştî û qedandina pirsa bi Elewî û Durziyan re ye; anku aramkirina eniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re bi şêweyekî Tektîkî û van gavan ji derveyî talîmatên Turkiyê navêje, armanca wî avakirina dewleteke islamî –sunî ye, jixwe ev yek daxwaza Tirkiyayê ye jî.

Encam:

  • Êrîşkirina li ser Elewiyan û di pey re jî li ser Durziyan, sîstematîk hatiye birêvebirin, ku Elcolanî bi piştgiriya Tirkiyayê, dijberên xwe yek bi yek tesfiye bike; despêkê ji xeleka lawaz (Elewîyan) dest pê kiriye, di pey re jî (Durzî), û hedefgirtina herî dawî jî Rêveberiya Xweser e; lewra tu cidiyeta Elcolanî derbarê danûstendinan dê tunebe, him li benda rwşa di Tirkiyayê (piroseya aştiyê) de ye û him jî li benda guhertina rewşên Siyasî yên mîna lihevkirina bi Îsraîlê re, xwebihêzkirin, mezinbûna tevliheviyan di Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de – di bin navê beramberiya Kurdî-Erebî de – û valaderketina piroseya aştiyê di Bakurê kurdistanê de, ye.
  • Tevî hemî astengiyan wê danûstendin berdewam bin lê bêyî ku tu encamên cidî hebin, carcaran wê were rawestandin, lê di bin zextên navdewletî de dê dûbare danûstendin hebin, ne Elcolanî daxwazên HSD û Rêveberiya Xweser dipejirîne û ne jî Rêveberiya Xweser û HSD dê daxwazên Elcolanî bipejirînin, ji xwe him Tirkiya û him jî hêzên navdewletî vê hevkêşeyê baş dizanin, dizanin ku demoqrasî û selfî an jî Îxwanelmuslimîn dê li hev nekin, lê ev rewş dikeve xizmeta van aliyan de, ku dever tim nearam û tevlihev be, ta ku pirojeyên xwe pêk bînin .
  • HSD nikare xwe berdewamiya piroseya di navbera PKK û Tirkiyayê de bibîne, an jî çarenûsa xwe, weke ku Tirkiya dixwaze, bi lihevkirinên di nava Tirkiyayê de girê bide; lewra li gorî beramberiya ku di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de li ser hêzdariya di Sûriyayê de rû dide, Îsraîl dê hewil bide ku HSD bibe beşek ji hesabên Îsraîlê di lawazkirin û rawestandina Tirkiyayê de, û HSD jî dê neçar bimîne ku ji van hesaban Sûdê bigire, her wiha – bixwaze nexwaze – dê xwe di nava yekîtiyeke kêm netew, an jî kêm mezheban de bibîne (Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyan).
  • Dê Sûriya beramberiya di navbera dû pirojeyan de jiyan bike (Sûriyayeke demoqratîk û Sûriyayeke islamista sunî); di encamê de û ji ber pirbûna hêzdariya dewletên herêmî û navdewletî di Sûriyayê de, dê Sûriya ber bi Federalîzim, an jî konfederalîzmê de here, ku pêkhate û çandên cuda şêweyê sîstema îslamî-sunî, çi bi aştiyane be û çi jî di nava şerekî navxweyî de be, dê nepejirînin.

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى