Nêrîn

Hilbijartinên şaredariyan (ên xwecihî) li Tirkiyê…wate û peyam

Dr. Ehmed Sîno

Di 31ê avdarê de hilbijartinên şaredariyên tirkî çêbûn û di encamê de AKP û pêşewayê wê Erdogan ji aliyê navneteweyî, herêmî û hundirîn ve bi bin ket. Van hilbijartinan hejmarek peyam û wateyên girîng hewandin û dan daiyarkirin ku êdî serdema Erfogan û rêjîma wî dê bi dawî bibe. yekem wate ango nîşane, ew bû ku Tirkiya bê dê tirkiyeke zanistperest be û êdî Erdogan nema dikare bi destûrê bilîze û ev destûr dê vegere weke berê û dê her tişa ku AKPê pê lîstiye çareser bike.

Yek ji girîngtirîn wateyên van hilbijartinan, hilweşîna islama siyasî li Tirkiyê ye ku Erdogan ew ji xwe re dikir perdeyek û bi rêya wê ew di nav bajar û parêzgehên tirkî de diçû û dihat û gotarên xwe yên xweş û sozên xwe yên derew pêşkêşî milet dikirin. Yek ji peymanên girîng ên van hilbijartinan, binkeftina Erdogan di çareserkirina rewşa aborî ya tirkî de bû ku ev rewş gelekî kambax bûbû. Rêjeya buhabûnê gihaştibû %70, nirxê lîreya tirkî li hember dolaran gelekî daktiye, Erdogan nikare rewşa buhabûn û dabara jiyana milet çareser bike û bêkarî zêde bûye û êdî ketiye nav piraniya pêkhateyên civakê. Ev ji bilî aloziya nişecihbûnê ya ku zêde bûye, bi taybet piştî erdhejên dijwar ên ku li Tirkiyê xistin  (her wekî eerdheja Kehreman, Mereş û ji bilî wan) û êdî zêdeyî nîvê kesên ku ziyan gihaşt wan li kolanan bê mal mane.

Erdogan di hilbijartinan de, şaredariyên Stenbol, Enqere, Ezmîr û ji bilî wan ji bajarên mezin li hember opozisyonê (nexasim Partiya Gel a Komarî û serokê wê yê nû Ozêl) ji dest dan. Her wiha DEM di zêdeyî 70 şaredariyê de li bakurê Kurdistanê bi ser ket. Tevî ku AKPê rêbazên berê (sextekirina bi rêya kultêrxwerên xwe û anîna leşkeran ji nav artêşa Tirkî da ku dengan bidin), ew bi bin ket. Piştî binkeftina van hewildanan, wî berê xwe da hêzê, ew jî bi rêya sepandina hilbijêrê xwe li bajarê Wanê û ji bilî wê. Lê bersiv mezin û cemawerî bû. Xwepêşandan û nerazîbûn li gelek bajarên kurdî yên li Wanê û li bajarê Şirnex û derdora gundên mezin çêbûn. Erdogan binkeftina xwe di lîstina rola herêmî ya ku diht xwestin de, li hember Amerîka û welatên rojavayî nîşan da; ew jî bi rêya pêngavên wî yên leşkerî li başûrê Kurdistanê, hemahengiya wî bi desthilatên îranî re, dagirkirina wî ji başûrê Sûriyê re, hemahengiya wî carekê bi rêjîma Sûriyê re û careke din bi meleyên îranî re, piştgiriya wî ji Hemas û Daişê re û hevaltiya wî ya bi Rûsiya û Asetanayê re li şûna pabendiya wî bi biryara neteweyî ya hejmar (2254) re.

Erdogan,  dikarî hevsengiya hundirîn bi parêze û tiştekî ji bo kurdan bike bêyî ku tu hevpeymanên berbiçav girê bide (her wekî ku hinekî zehmetiyê li ser girtîgeha Îmraliyê sivik bike û bihêle xizmên rêber Apo serdana wî bikin) û rê bide çapemenî û çavdêriya tenduristî da ku roniyê biavêjin ser girtîgeha Îmraliyê û ev yek bibe destpêka berdana rêber Apo û bibe destpêka danûstandinên ku dê doza kurdî çareser bikin.

Wê hingê mirov dikarî bibêje ku Erdogan pêşketinek di dozên hundirîn de pêk anî û alîkarî di çareserkirina doza kurdî de li bakurê Kurdistanê kir. Lê belê Erdogan ma dîlê kîna xwe ya li hember demokrasî, aştî, wekhevî, aramî û geşepêdanê, çimkî êdî ew tenê xwe dubare dike û tiştekî nû li ba wî tune ye.

زر الذهاب إلى الأعلى