Serokê Demkî yê Sûriyayê, Ehmed el-Şeri´, gelek caran, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî nûnerê beşekê ji Kurdan bi nav kiriye. Ew heta wê astê jî çû ku HSD wekî nûnerê ajandeyên biyanî jî dibîne. Ev danasîna el-Şeri ji HSD re gelek wateyên wê hene; ku tê wateya bêparkirina HSD ji rewatiya wê ya siyasî her wiha tê wateya têkbirina her projeyeke demokratîk a hevbeş, ew jî bi rêya kêmkirina asta nûnertiyê ya HSD, jixwe vê yekê jî ji bo qayilkirina raya giştî ya Erebperest bi kar tîne ku HSD wekî gefek neteweperest an jî cudaxwaz dide nasîn. Rejîm Şamê her rêveberiyek xweser li derveyî desthelata xwe napejirîne, wê wekî serhildan an jî jihevxistinek dibîne. Ew dibîne ku rewatî tenê desteserkirina wê ji desthilatdariyê û nûnertîkirina wê ji piraniyê gelê Sûriyayê re ye. Jixwe Di dema tunebûna hilbijartinên azad û dadperwer de, rejîm dibe amûreke êrîşê û nabe rêveberîyeke demokratîk.
Di vê derbarê de; têgîna “kêmhejmar û pirhejmar” bandoreke mezin li pêşeroja demokrasîyê dike; ku civakê perçe dike, her wiha sînordarkirina hêzan metirsiyê li ser yekîtiya niştimanî çêdike û hestên paşguhkirin û dûrxistinê – nemaze li gel civakên ku rastî zordariya dîrokî hatine mîna gelê Kurd- kûr dike.
Jixwe demokrasîya rastîn li ser bingeha hemwelatîya hevbeş ne li ser giraniya demografîk ava dibe, her wiha bikaranîna têgîna “pirhejmarî “tê wateya dabeşkirina welatîyan li ser du cûreyan; welatiyê pileya yekem û welatiyên ku goman li ser nûnertiya wan heye. ev yek jî derfeta çareseriya siyasî ya giştî têk dibe. Ev yek di demekê de ye ku her çareserîyeke siyasî ya pêşerojê gerek dike ku hemû hêzên çalak yên li ser erdê tê de beşdar bibin. Li alîyê din; dûrxistin danûstandinên rasteqîn asteng dike û bi navên nû serdestîyê ji nû de çêdike.
Lewra; tevî hemû zehmetiyan jî, ezmûna Rêveberiya Xweser wekî nimûneyeke berdêl dimîne hewldaneke rast ji bo avakirina sîstemeke nû ya rêveberiya xwecihî di herêmeke nearam de. Destkeftiyên ku hatine bidestxistin, ji têkbirina DAIŞ bigire heya avakirina saziyên perwerdehî û xizmetê, diyar in û nayên veşartin; jixwe ev destkeftî bêyî hebûna rêveberiyeke siyasî ya bi bandor û bêyî hevpeymaniyên herêmî yên ku sînorên neteweperestî û mezhebî derbas dikin, nepêkanbû hatibane bidestxistin.
Eger berê Sûriyayê li qonaxeke nû be, divê axaftina siyasî bi awayekî bingehîn were guhertin; ji tekezkirina li ser nasnameyan ber bi tekezkirina li ser mafan, ji biryargirtina navendî ber bi parvekirina desthilatdariyê, û ji nûnertîkirina hejmarî (rêjeyî) ber bi nûnertîkirina hevbeş. Her wiha divê were zanîn ku kes nikare di rewşeke aloz de bêje ku ew bi tena xwe nûnertiya piranî an jî kêmneteweyan dike. Berevajî vê yekê; çareserî di hevkariyeke rastîn de ye ku bi hevqebûlkirina di navbera hemî hêzên çalak de dest pê dike.
Hişmendîya “kêmhejmar û pirhejmar” bi xwe li pêşiya avakirina dewletek demokratîk li Sûriyayê yek ji astengiyên herî berbiçav e. Jixwe gotara fermî ya ku li ser bingeheke neteweyî an jî demografî gomanan li ser rewatiya Hêzên Sûriya Demoqratîk û Rêveberiya Xweser çêdike, ew bi xwe jî bi regezên pirrengî û hemwelatîbûnê re nakok e. Li gorî vê yekê; her projeyek ji bo avakirina dewletek nû divê xwe bispêre van bingehan:
- Danpêdana bi pirrengîya siyasî û çandî wekî pêkhateyeke bingehîn ji nasnameya sûrî re.
- Dûrketina ji rêbaza paşguhkirn û dûrxistinê ya ku kêmhejmaran wekî bihane ji bo nepejirandinê bi kar tîne.
- Piştgirîkirina rêbazên rêveberîya xwecihî û nenavendî yên ku beşdarbûna civakî bi hêz dikin.
- Lidarxistina gotûbêjeke niştimanî ku hemû hêzên bibandor bihewîne û tu hêzekê paşguh neke.
- Amadekirina destûrekî nû ku dûrî serdestîyê be û hemwelatîya yeksan misoger bike.
Bi vî awayî; dibe ku ezmûna Rojava ji xaleke nakokîyê veguhere nimûneyeke ku li seranserî welêt belav bibe, welatekî ku ne li ser hejmara niştecîyan lê belê li ser beşdarîya pêkhateyan ava dibe.