Gotarên nêrînan

Bêdengîya Rêjîmê Li Beramberî Gefên Hin Êlan …  Rêkeftineke Eşkere Ye An Nekarîbûneke Bi Guman e

Murşid Yûsiv

Gefên eşkere yên ku ji hin êlên erebên sinî yên beradayî, li dij pêkhateyên sûrî yek pey yekê derdikevin, bi taybet pêkhateyên Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê di serî de pêkhateya kurd; wan dihewîne, ev gevxwarin ne ji valhiyekê tê, lê di warine destnîşankirî û bi axaftineke dijminane û diyar û li pîşîya çavên ferwerîya Sûrî bêyî ku tu livê bike çêdibe; ne ji bo hedankirina nakokîyan an jî rawistandina li beramberî alîyên gefxwar, ev bêdengîya fermî pirsan çêdike li ser tevlîbûna hin alîyên dewletê an rêkftina bi van alîyên ku bi aramîya civakî dilîzin heye ku careke din axaftina nijadperstîya ku şerê Sûrî gur dikir dubare dike.

Êdî ji dema vêketina alozîya sûrî di sala 2011 de, hin êl xuya bûn wek hêzeke çekdar an piştgit ji hin komikan re ku beşdarî şer bûn; ew jî an bi helwesteke tîreyî an berjewendî.

Lê di salên dawî de, hin êl wek alîyeke bibandor bi awayeke nefermî xuya bûn ku axaftineke dijminane beramberî pêkhateyên resen ên tevna Sûrîîyayê, bi taybet kurd; li ser xwe digirin ku zimanê gefxwarin û fişarxwarinê di bin bihaneya yekîtîya niştimanî an parastina serwerîyê bi kar tîne, lê belê ew bi xwe hewil dide ku desteserkirinê û peyîtîyê di xaka Sûrîyayê de biçespîne.

Bi rastî, ev helwesta temaşebûnê ya ferwerîya Sûrî li beramberî van gefan, tenê di çarçûveya lewazbûn an pêşeyeya dewletê de neayê şirovekirin, lê ev helwest gelek caran bêtir nêzî rêkeftineke bivîn e (wek tişta li Siwêdayê bû), êdî dema ku axaftinên êlan ên dijminane di civîn û bûneyan de ku bi rêya navgînên ragihandinê û peywendîya civakî; dubare dibin, bêyî ku tu şermezarkirineke fermî an dozeke dadwerî an jî ewlehî ji hêla dewletê ve derkeve, ev tê wateya piştgirîya ramyarî ya veşartî li ser reftarê van koman, an jî ev rêkeftin beşeke ji stratîcîyeke firehtir e ku ferwerî bi rêya wê hewil dide ku fişarê li Rêveberîya Xweser û HSD bike, ew jî bi rêya amûrên civakî yên xwecehî.

Bê guman, palpiştkirina li ser êlan wek hêzeke ramyarî û ewlehî ya berdêl an bi sazîyên fermî re hevseng be, ew pişkeke nestratîcî ye û ji serê bêvlê dûrtir nabîne, ji ber ku ev bernameyeke niştimanî an nerîneke sivîlî yan van hêzan tune ye, lê pala xwe didin peyrewîya komikî, tevlîbûna êlî û berjewendîyên kesetî, ev jî dihêle ku bibin amûreke telihevîyê ku ji bikaranîna alîyên derve amade bin, wek ku di qonaxên cûda de ji şer di herêmêm cûda de şêbû, wek Iraq, Lîbya, Sûdan û hwd. Ya ji vê nebaştir ew e deme ku rê li ber wan tê vekirin ku êrîşî pêkhateyên din bikin, dê perçebûna civakî kûrtir bikin ku dê rewşa pevçûna domdar biçespîne ku paşê nema tê çareserkirin.

Jixwe kurd û pêkhateyên din hevbeş in ne dijber in, pêkhateya kurd tevî Siryanî, Erebî ya pêşketî û hwd li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, beşqebûnê an perçekirina yekîyîya welêt wek ku hin tûndrew dibêjin, naxwazin, lê dixwazin ku hevbeşîya rasî were pejirandin û pergaleke demokratî û nenavendî ku mafên hemûyan misoger bike, were avakirin, ji ber vê yekê armancgirtina wî ji hêla alîyên êlî ku bi rojevên teng dehfandî ne, tenê tê wateya ku hewildana ji nû ve stemkarîya civakî û ramyarî bi rengekî tîreyî û êlî were çêkirin.

Her wiha bêdengîya li ser gefên ku hin êl li dijî pêkhateyên sûrî bi taybet kurd, dixwin, alozîyeke niştimanî ya dualî diyar dike; alozîyeke avanî ya dewletê û alozîyeke sincî ya bijarteyên ku bihanan derdixin an pê re ne an bêdeng in.

Êdî ji ferwerîya sûrî tê xwestin ku helwesteke zelal û bê guman ragihîne, yan dê dewleteke ji hemû sûrîyan re be ku wan weke hev diparêze an jî dê perçekirina hêdî hêdî û gumana li ser rewabûna wê bibîne, ji ber ku yekîtîyeke niştimanî li ser tirsê nayê avakirin û pêşerojeke hevbeş ku bi pilana çavniqandina li ser cûdakirin û gefxwarinê, tune ye.

زر الذهاب إلى الأعلى