ANALÎZ

SIYASETÊN KU BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎYÊ DIDIN BER GEFAN

Herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê ji ber samanên wê yên suriştî û mirovî, her wiha ji ber cihê wê yê ku di navbera sê dewletan de ye, di stratejîya hemû hêzên çalak ên alozîya Sûrîyê de xwedî giringîyeke meizn e. Bi gelemperî her alîyekî alozîyê xwedî proje û stratejîyekê ye û dixwaze wan li ser tevaya erdnîgarîya Sûrîyê pêk bîne; di nava wan de jî herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê ku dûrî texmînên hêzên cihêreng çûn û noqî şerê navxweyî nebûn. Ev yek ji ber ku bijareyên wê yên siyasî û rewşenbîrî dikarîbûn bi rêya îmzekirina li ser hevpeymana civakî û destekdayîna aştîya hundirîn û demokrasîya civakî, herêmên xwe ji şerê hundirîn û bêserûber biparêzin. Li kêleka wê jî dikarîbûn dest bidin hev û terora DAIŞê têk bibin. Lê belê hin hêz hene ku dixwazin vê projeyê ber bi xwe ve bikşînin û wê bixin bin bandora ajendeyên xwe. Hêzin din jî hene ku dixwazin bi temamî vê rêveberîyê û vîna ku li herêmê derketiye pêş, têk bibin.

Bi gelemperî herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê li pêşberî rûbirûbûyînên siberojê ne. Çi ku geelek hêzên cihêreng hewl didin ku destwerdanê di herêm û civakên wê de bikin. Her wiha bi rêya hêza hişk û ya nerm û bi awayekî ku bikarin desthilata xwe li ser herêmê û pêkhateyên wê bikin û tev li nava projeyên xwe stratejîk bikin, hewl didin di pergala wê ya siyasî, leşkerî, aborî û civakî û hwd. de tevlîhevî û lawazîyê çêbikin. Berztirîn ev rûbirûbûyîn ev in:

  • Dagirkerîya yekser ku metirsîdartirîn siyasetên ku herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê rastî wê tê ye.
  • Belavkirin û xurtkirina ramanên olî yên tundrew, çi yên sunî û çi jî yên şîî ji alîyekî ve û ji alîyekî din ve jî ramanên netewperest di nava niştecihên herêmê de.
  • Siyasetên pragmatîk ên navneteweyî.

Ev rûbirûbûyîn tewereya siyasetên ku ewlekarîya bakur û rojhilatê Sûrîyê didin ber gefan in. Ev yek li ser kesên ku guh didin rewşa siyasî û leşkerî disepîne ku li rêbazên têkoşîna li hember wan û kêmkirina bandorîyên wan bibînin; ew jî bi rêya zêdekirina nermahîyê di dozên hundirîn ên cihêreng de. Her wiha bihêlin ku civakên xwecihî bi rêya bijardeyên xwe bêtir tev li rêveberî, parastin û çavdêrîyê bibin.

 

Dagirkerîya yekser weke navgîneke sertewandina civakan:

Piştî ku rêjîma Erdogan di kontrolkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê ya bi rêya rêxistinên girêdayî xwe û çeteyên DAIŞê de bi bin ket, berê xwe da dagirkirina yekser a herêmê. Li gor encamên ku derketine, dagirkerîya yekser metirsîdartirîn siyasetên ku rastî ewlekarîya herêma bakur û rojhilatê Sûrîyê û pêkhateyên wê tên e. Çi ku pergala rêveberî ya herêmê têk dibe û bi rêya qirkirinê yan jî koçberkirina niştecihên resen ji deverên wan ên dîrokî û bicihkirina kesin biyanî yên ji deverin din, prosesên guhartina demografîk pêk tîne. Ev yek bi xwe re tevlîhevîyekê di pêkhatina demografî, dîrokî, çandî, hişmendî û ramanî ya van herêmên dagirkirî de çêdike. Tişta ku ji alîyê dagirkerîya Tirkîyê ve li Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê yên dagirkirî pêk hatiye û hîn jî pêk tê, ev bi xwe ye. Jixwe ta niha jî dewleta Tirk li dijî niştecihên herêmê bi vê rêbazê ve girêdayî ye û didomîne. Tişta ku amaje bi berdewamkirina vê rêbazê dike gefên Erdogan ên dawîyê yên der barê pêkanîna operasyoneke bejayî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê di havîna bê de û hewldanên wî yên ji bo amadekirina zemînekê bi rêya serdanên mekûkî yên berpirsên wî bo Amerîka û hin dewletên herêmê ne. Di vê babetê de sûdê ji tevlîhevîya ku di herêmê de derketiye digire, nemaze ya ku ji ber şerê Israîl-Hemasê derketiye ku Erdogan wê weke delîveyeke guncav ji bo dagirkirina herêmin nû yên bakur û rojhilatê Sûrîyê dibîne; ew jî dê bi rêya hevsengkirina di navbera hêzên desthilat li Sûrîyê û bidestxistina bêdengîyeke di dema pêkanîna êrîşekê de, vê yekê pêk bîne. Di vê yekê de wiha xwe dide eşkerekirin ku ew piştevanê doza filestînî û dijmina hebûna Amerîkayê ya li herêmê ye, her wiha xwe wiha dide diyarkirin ku ew hevalê Rûsya û Îranê ye yan jî di şerê wan ê bi dewletên rojavayî re bêalî ye. Di heman demê de têkilîya xwe ya bi Israîlê re jî keysbaz dike ku êdî bila Tirkî nebe hêzeke dijber, an ku wiha dewletên rojavayî dixapîne ku rêjîma Tirkî misogerîya lawazbûna dijminên Israîlê ye.

Belavkirin û xurtkirina ramanên olî yên tundrew:

Hîn jî ramana kontrolkirina kelehê ji hundir ve, ji bo kontrolkirina bakur û rojhilatê Sûrîyê ji destwerdana leşkerî ya yekser, lêçûnên wê kêmtir in. Jixwe belavkirina ramanên olî yên tundrew di nava civakên xwecihî de jî yek ji siyasetên metirsîdar û plankirî ye. Li gor wê jî Tirkî û DAIŞ bi rêya sepandina raspêrîya xwe li ser tîreya sunî ji alîyekî ve, ji alîyê din ve jî Îran û milîsên xwe ramanên şîî yên ku bi îdolojîya Xumeynî ve bûne siyaset, li xwe girtine. Her du alî jî hewl didin ku desthilata xwe bavêjin li ser pêkhateyên herêmê; çi bi rêya dilxwazîyê yan jî sawkarîyê be; da ku planên xwe li herêmên dagirkirî û yên di bin kontrola wan de yan jî yên rizgarkirî, bi cih bînin. Dewleta Tirk a dagirker herêmên di bin kontrola xwe de bi rêya tawanbarkirina wan bi gawirbûn û xwedênenasîyê, vediguherîne pizoteke agir li dijî kurdan û pêkhateyên herêmê. Di vê babetê de rewşa hejarîyê ya herêmê ji xwe re bi kar tîne da ku milîsên nandoz û alîgirê siyaset û îdolojîya xwe çêbike û bi rêya wê, her wiha bi rêya pere û desthilatdarîyê dê wan bixapîne û li gor wê xwe berde nava civakên bakur û rojhilatê Sûrîyê û rêveberîya wê ya siyasî û leşkerî. Her wiha DAIŞ jî ku berjewendîya wê bi ya dewleta Tirk a dagirker re dimeşe, heman siyasetê dide meşandin. Her wiha hewl dide sûdê ji alozîyê û şerê Israîlê li ser Xezayê bigire ku wê weke şerê di navbera Misliman û Cihûyan de dide diyarkirin. Êdî bi vê yekê dixwaze alîgirin nû ji bo îdolojîya xwe bibîne û refên xwe careke din asê û tijî bike. Ji çalakbûna DAIŞê ya dawîyê û pêkanîna hin çalakîyan li dijî QSDê, em dikarin vê yekê fêm bikin.

Jixwe Îran ew jî hewl dide ku ezmûna xwe ya ku li rojavayê Firatê pêk aniye, li bakurê û rojhilatê Sûrîyê jî pêk bîne û îdolojîya xwe di nava pêkhateyên herêmê de belav bike, nemaze li herêmên sînorî mîna Dêra Zorê. Vê yekê bi rêya çend mekanîzmayan pêk tîne. Ya yekem: Ezmûna zehmet a ku tîreya sunî daye meşandin û diyarkirina tîreya şîî ku ew rêgeza rizgarîya ji vê stemkarîyê ye. Duyem: Girêdayîna hin êlên bakur û rojhilatê Sûrîyê bi Al El-Beyt ve da ku şîîkirina wan hêsan bike. Sêyem: Keysbazkirina rewşa hejarîyê ya li tevaya Sûrîyê û pêkanîna xebatên alîkarî û xêrxwazîyê da ku dilê xelkê bibe ser îdolojîya Xumeynî. Her wiha ciwanan bi rêxistin bike da ku li dijî QSDê û hêzên hevbendîya navneteweyî ku wê weke hêzeke gawir dibînin, şer bikin. Li kêleka vê jî Îran û milîsên wê ji şerê di navebara Hemas û Israîlê de sûdê werdigirin ku xwe weke hêza tekane dibîne ya ku di herêmê de li dijî planên rojavayî-israîlî derdikeve.

Ev siyaset metirsîdartirîn siyaset in; çi ku wiha pêk tên ku xalên lawazîyê yên li cem peyrewên van raman û îdolojîyên tundrew keysbaz dike. Li gor wê jî kesên peyrew dibin dijminên pêkhate û jîngeha derdora xwe û di encamê de vediguhere nandozê ku ji bo van ramanên tundrew ên dixawzin pêkhateyên herêmê bixin bin kontrola xwe û desthilatdarîya xwe li ser wan bimeşinin.

Ramanên netewperest ên Beisî:

Xwedîyên van ramanan wiha dixebitin ku tezên xwe nû bikin û biguherînin û bi rêya hin tawanbarî û angaştan alîgirn nû bi dest bixin. Di destpêkê de: Sorkirina pêkhateyan li dijî Rêveberîya Xweser, ew jî bi rêya tawanbarkirina wê ku ew dixwaze ji Sûrîyê veqete û angaşata ku Sûrî erebî ye. Duyem: Wiha Rêveberîya Xweser didin diyarkirin ku “Kurdî” ye û li gor wê rewşeke nearam di navbera pêkhateyan de ava dikin. Her wiha bi rêya tawanbarkirina QSDê ku hevkara Amerîkayê ye ramanên tundrew û nijadperest li pêş dixin. Sêyem: Propagandaya ji bo vegera rêjîmê ku ev bêtirî desh salan e didomînin. Ji bo vê jî hin kadroyên partîya Beisê erkdar dikin; ew jî bi rêya handana xelkê bo pêkanîna çarekirinê bi rêjîma Sûrî re ku êdî desthilatdarîya rêjîmê li herêmê xurt bibe û şaneyên razayî ava bike. Li gor wê jî bikarin tevlîhevîyan çêbikin û karên tawanên birêxistinkirî.. hwd. pêk bînin.

Siyaseta pragmatîk a navneteweyî li herêmê:

Siyasetên navneteweyî yên ku li ser bingeha berjewendîyên stratejîk ava bûne, di her alozîyeke cîhanê de jêdera gelek alozîyên din têne dîtin. Tişta ku di Sûrîyê de pêk tê jî ev bi xwe ye. Dewletên ku destwerdan di Sûrîyê de kiriye hewl didin bêyî nêrîn û xwesteka pêkhateyên wê, herêmên desthilata xwe berfireh bikin. Her wiha hewl didin herêmê veguherînin qadeke pêşbazîya jeopolîtîk di herêmê de û wê bi tewereyan ve girê bidin; da ku bêtir ajende û projeyan li herêmê bi cih bînin. Her wiha nîgeranî û metirsîyên gel ên der barê metirsîyên cihêreng de ji bo pirkirina samanên xwe yên li herêmê bi kar tînin. Lewre metirsîya pêkanîna bazarên jeopolîtîk li herêmê heye.

Ev siyasetên navborî û navgînên din ên şerê taybet û nemaze prosesên komploger, diakrin aramîya herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê sînordar bikin. Ev herêm ku li gor herêmên di bin kontrola rêjîma Sûrîyê û yên di bin dagirkerîya Tirkîyê û komên tundrew de, li ser asta tevaya Sûrîyê herêmên herî ewle û rengerengî ne. Têkoşîna li dijî van siyasetan ne babeteke hêsan e, lê belê dikare bandora wan bi rêya xurtkirina tiştên ku ev siyaset xwe dispêrinê, were kêmkirin. Ev tişt jî têkildarî mijarên demokrasî, hevgirtina civakên xwecihî û pêkanîna têkilîyên diplomatîk ên xurt bi parlementoyên dewletên demokrat û hêzên civakî û yên rewşenbîrî yên li dewletên din in.

Der barê têkoşîna li dijî dagirkerîya yekser de jî; hebûna çekên xurt yek ji wan mijaran e ku siyaseta bergirîyê ya QSDêya ku her tim hewl dide rê li pêşîya hêzên ku dixwazin destkeftîyên niştecihên herêmê têk bibin û herêmin din dagir bikin, xurt û bi hêz dike. Di destpêka van hêzên ku hatin behskirin de, dewleta Tirk e ya ku -bê guman- dê hewl bide aramî û ewlekarîya herêmê di nêzîk û dûr de têk bibe. Di hevdemî tevlîhevî û şerên pirrengî yên ku deverên cihêreng ên erdnîgarîya Sûrîyê pêk tên, her wiha daxuyanîyên li ser hev ên berpirsên Tirkan ên ji bo êrîşkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê de, li kêleka wê jî ji ber ku rêxistina DAIŞê yek ji alavên Tirkîyê ji bo dagirkirina herêmê ye, divê ku operasyonên têkoşîna li dijî wê û tunekirina şaneyên wê xurtir bikin; jixwe aniha li ser erdê ev yek pêk tê. Lê belê pêdivî heye ku civak jî bibe hevkarê vê îdolojîyê. Her wiha diplomasîya leşkerî bi hêzên ku tev li alozîya Sûrîyê bûne re xurtir bibe; çi ku dagirkerîyeke yekser bêyî erêkirina van hêzan pêk nayê.

Der barê têkoşîna li dijî belavbûna ramanên olî yên tundrew û ramanên netewperest ên Beisî de, jixwe ev siyaset pêdivîya wê bi zanebûneke mezin der barê van ramanên nijadperest û tundrew ku di rastîya wan a ramanî de tu pêşketinê çênakin û wan dikin alavên di destê kesên din de, ji alîyê pêkhateyên herêmê ve heye. Em dikarin vê yekê li herêma Dêra Zorê bibînin ku tê de rêzeprosesên komploger ên bi armanca têkbirina ewlekarî û aramîya pêkhateyên wê, çêbûn û di bin navên pûç û plankirî de berê ciwanên wê da ber bi deryayeke xwîne ve. Lewre ji bo ku ev siyaset têk biçin divê  pêkhateyên herêmê rêgezên Neteweya Demokratîk bêtir xurt bikin; çi ku ew ji bo dozên cihêreng çareserîya herî guncav e. Tê zanîn ku van ramanan, bi rêya parastina herêmê ji ramanên netewperest û ramanên olî yên tundrew ku dixwazin xwe berdin nava ramanên sûrîyan û hebûna xwe û ya alozîyê bidomînin, çalakbûna xwe li ser erdê peyitand. Her wiha nasnameya sûrî ya mayî ya ku di nava şerê xwînî yê ku ji adara 2011an ve, hatiye jihevxistin, dikarîbû biparêze. Pê re jî li ser milê bijareyên siyasî û rewşenbîrî û sazîyên Rêveberîya Xweser e ku li dijî propagandaya reş a ku rêjîmên Sûrî û Tirkî didin meşandin têkoşînê bidin meşandin. Ev yek bi rêya xurtkirina têkilîyên bi civaka sivîl, partîyên siyasî yên demokart û rewşenbîrên li herêmê re, pêk tê. Çi ku der barê rastîya Rêveberîya Xweser de û hewldanên wê yên ji bo dîtina çareserîyê ji alozîya welêt re, nezanebûnek heye. Li kêleka vê yekê her du rêjîmên navborî hewl didin gel bi alîyê xwe ve bînin û xwepêşandanên ku li herêmên wan rû didin bi rêya girêdayîna hemû azarên xwe û wêranîya rewşa aborî bi Rêveberîya Xweser û QSDê ve, vemirînin. Van hemûyan bi armanca çareserkirina pirsgirêkên xwe pêk tînin, her wiha ji bo ku dergehekê ji xwe re peyda bikin, piştî ku êdî li herêmên wan çîneke klîptokratîk û mîrên cengê derketine pêş.

Der barê awayê danûsatndina bi siyaseta pragmatîk a navneteweyî li herêmê de, pêkanîna têkilîyên diplomatîk ên xurt bi parlementoyên dewletên demokrat û hêzên civakî û rewşenbîrî yên dewletên din, her wiha çareserkirina behaneyên ku hinek dewlet wan weke behaneyên ji bo standina helwestên nebaş bi bakur û rojhilatê Sûrîyê re, mîna peymana ku QSDê bi hevbendîya navneteweyî re ji bo şerê li dijî DAIŞê daniye, lihevkirinên bi Rûsyayê re û pêkanîna têkilîyên sazîwarî bi sazîyên cihêreng ên dewletên rojavayî, erebî û Rûsî yên di warên perwerdehî, tenduristî, rewşenbîrî, şaredarî, bazirganî û mafnasî.

زر الذهاب إلى الأعلى