ANALÎZ

Tirkîyê û kerta Tirkmen

Daxuyaniyên vê dawiyê yên serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Mesûd Berzanî, di derbarê mafên pêkhateyên başûrê Kurdistan nemaze tirkmen û xiristiyan de; ji bo raya gelek pirs bi xwe re anîn. Li gorî çavdêrên ku siyaseta PDK`ê dişopînin, ev daxuyanî ne ji valhîkê hatiye, ji ber ku ev daxuyanî di demekê de hat ku nûçe li ser mijara bicîhkirina malbatên Tirkmen ji hêla Tirkiyê ve li gelek herêmêm başûrê Kurdistanê belav dibûn, nemaze li nêzikî 37 bingehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirkir li başûrê Kurdistanê ku di salên borî de hatibûn avakirin.

Di 10`ê cotmeha 2020`an de, Ajansa Roj News, ji rojnamevanekî Kurd ragihand ku pilaneke pir metirsîdar ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatîye amadekirin û ji hêla Partiya Demokrata Kurdistanê li başûrê Kurdistanê ve hate hêsankirin. Ev pilan, bi  damezrandina hêzeke leşkerî ku ji hezarên çeteyan pêk tê, dê ji herêma Behdînan li başûrê Kurdistanê dest pê dike. Ev çete dê di bin rêwerzên(talîmat) û stratejîya Tirkiyê de tevbigerin. Armanca wan jî tunekirina nasnaneya kurd û têkbirina ewlehiya herêma Kurdistanê ye.

Jixwe, ev pêvajoya damezrandin û bicîhkirina van hêzan jî,  li pêşberî deverên şervanên PKK`ê pêk hat, lêşkerkirina wan herêman jî zêde kirin û çek ji bo wan hatin veguhastin. Li gorî raporên medyaya Kurdî, hikûmeta başûrê Kurdistanê jî çekên ku Emerîkayê pêşkêşî  Pêşmergeyan ji bo şerê rêxistina sawkar Daişê kiribû, veguhezt herêmên bicihkirina wan hêzan a bi navê “Gelan û Roj” tê naskirin ku dikevin derdora  çiyayê “Gare” li başûrê Kurdistanê.  Pirkirina  hêzê  li wan deveran, bi zelalî diyar dike ku amadekarî ji bo şerkî leşkerî çavrêkirî li dijî şervanên PKK`ê û başûrê kurdistanê bi giştî, tê kirin.

Em vegerin bingeh û cewhera damezrandina van hêzan û alîyên ku piştgirîyê dide û wan perwerde dikin.Navenda “Lêkolînên Kurdî” di raporeke xwe de de got: pargîdanîya(şirket) ewlehiyê ya bi navê “Sadat” ew e ya ku van çeteyan  perwerde dike û piştgiriyê bi rêya pargîdanînên ku bi mebesta  pêşkêşkirina alîkarîya mirovatîyê dixebitin,  dide wan,  weke rêxistina “TîKA” ya ku gelek şaxên wê li welatên cîhanê, di nav de  başûrê Kurdistanê, hene .

Li aliyê din, bingeha van hêzan ji pêkhateya Tirkmen pêk tê. Agahiyên vê dawiyê diyar dikin ku dewleta dagirkera Tirk endamên  Tirkmen  ji komikên tirkmen  ên ji hêla îstîxbarata Tirk ve hatine damezrandin, weke  komika”Sultan Murad, Hamzat û Tugaye Sulêyman Şah”, ji Lîbyayê ew birin başûrê Kurdistanê, piştî ku malbatên wan hatin veguhastin û li derdora bingehên leşkerî yên ku li başûrê Kurdistanê avakirine, bicîh kirin.

Tirkî di rêya tevlêkirina çeteyên Tirkmenên Sûrî di nav hevrikîya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, hewl dide ku rewşa nearam li herêma Kurdistanê çêbike û nasnameya serbixwe ya Kurdî ji holê rake. jixwe, siyaseta Tirkiyê ya gemarî di referandûma başûrê Kurdistanê ya berî sê salan de zelal bû; dema piştgiriya pêkhateya Tirkmenan kir. Weke ku çawa berê li gelek deverên hebûna Turkmen (Qibris, Bulgarîstan, Artsaxa Ermenistê) piştgirîya Tikrmenan dikir, li herêma Kurdistanê jî piştgirîya Tirkmenan dike û xwe weke xwedawendê pêkhateya Tirkmen, li başûrê Kurdistanê nîşan dide.

Di vê dema niha de, hewl dide ku kerta Tirkmenan li herêma Kurdistanê bi hêz bike, ya ku di dehsalên borî de; di desthilatdariya Ba’as de tunebû, ji ber wilo, di vê demê de hewil dide ku serjimêrîya pêkhateyên Tirkmen li herêma Kurdistanê mezin bike. Armanc jê ew e ku kursîyên Tirkmenan di nava perlemanê Kursdistanê de zêd pike û perleman  ji cewherê  wê yê kurdî vala bike .

Heger em deverên bingehên Tirk ên li herêma Kurdistanê yên ku bi kûrahiya 30 km ye, ji sînorên Başûrê Kurdistan û Tirkiyê dest pê dike ta digihêje sînorên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, baş bişopînin, em ê nas bikin ku xwesteka Tirkîyê ew e ku deverên PKK`ê lê dimînin; ji derûdorên din ên kurdistanê veqetîne  û dorpêç bike, bi taybetî ji deverên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hebûna kurdan têk bibe.

Bêguman Tirkîyê dixwaze van kiryaran di rêya çeteyên ku ew ji Lîbya û Azerbaycanê vegerandine pêk bîne. Wan li devera “kembera ewlehiyê” ya ku tê pêşbînîkirin ku wê  ji hêla dewleta dagirker ve were sazkirin belav bike; Ji bo ku van armancan pêk  bîne:

Yekem: Armancgirtina şervanên PKK`ê û sînordarkirina tevgerên wan di nav herêma Kurdistanê de.

Duyem: Lihevhkirina bi  gefên Partiya Demokrata Kurdistanê re, derbarê “pêwîstiya dûrxistina şervanên PKK`ê ji herêma Kurdistanê. Bêguman ev hemû  li gorî fişarên dewleta Tirk tên encamdan. Di encamê de, dibe ku PDK`ê hin êrîşan li dijî şervanên PKK`ê pêk bîne.

Sêyem:Heger hewildanên Tirkî di dehefdana hêzên Kurdî ber bi şerekî navxweyî ve têk here, nemaze piştî redkirina hêzên lêşkerî yên Başûr; şerên navxweyî, dibe  ku Tirkîyê hin hêzên leşkerî yên din mîna çeteyên Tirkmen ên ku ew ji Lîbya,  Azerbaycanê û Sûrîyê anîne û hêzên ku bi navê “Pêşmergên Roj” tên naskirin, wan ji bo şerkî li dijî şervanên PKK`ê bi kar bîne, her wiha agirê dijminatîyê di navbera hêzên kurdî de geş bike.

Bêguman, heger Tirkîyê  di van armancên xwe yên mêtinkarî  bi ser bikeve, wê  hêzekê mezin bi dest bixe ku rasterast kiryarên xwe yên leşkerî, çi li başûrê Kurdistanê çi jî li herêmên Rêveberîya  Xwesera be; pêk bîne û dê hewl bide ku  her du ezmûnên Kurd  ji holê rake.

زر الذهاب إلى الأعلى