ANALÎZ

Veşarteyên êrîşa Daişê li dij Zindana Xiwêranê

Rêxistina Daişê ya terorîs roja pêncşemê danê êvarê di 20.01.2022 de li Hesekê êrîşek bire ser Zindana Xiwêranê da ku girtiyên xwe berde. Terorîstan zindan û çend avahiyên derdorê kontrol kirin û hin xelkên sivîl û hindek parêzvanên zindanê desteser kirin, her wiha hejmarek şervanên QSDê di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk karî êrîşê vehewîne û terorîstan dorpêç bike. Ji wextê ku Daiş di milê leşkerî de bi bin ketiye, ev yekem êrîş e ku pêk tîne.

Tevî ku berî niha istixbarata QSDê şaneyeke veşartî girt ku xwe ji bo êrîşkirina Zindanê amade dikir jî lê dixuye ku Daişê amadekariyên baş ji bo biserxistina vê çalakiyê kiribûn û hin aliyên istixbaratan piştgiriya wê kiriye da ku mîr û endamên Daişê ji Zindanê derkevin û di milê regihandinê de ji nû ve ev rêxistinê were vejandin.

Zindana Xiwêranê mezintirîn zindana girtiyên Daişê ye, lewre Rêxistinê êrîşeke mezin li dij Zindanê pêk anî. Dibe ku Daiş dixwaze nameyekê bigihîne tevahiya cîhanê ku ew dikare çalakiyên zehemt pêk bîne, her wiha nameyekê ji endamên xwe re bişîne ku Daiş dev ji wan bernade. Ji ber vê yekê dibe ku Daiş di dema pêş de êrîşî Kampa Holê jî bike. Hesekê ji bo Daişê deverek stratejîk e; çimkî çargoşeya ewlekariyê ya Rêjîmê ku hewgeha terorîstan li wir bi cih dibe, her wiha nêzîkî deverên dagirkeriya Tirkiyeyê ye; deverên mîna Serê Kaniyê û Girê Spî ku rêxistinên terorîst yên wekî Ehrar el-Şerqiye li wan deveran cih digirin û heke çalakî bi ser ket û gihiştin taxên din ên bajêr, dikarin Daişê bi çek û cebxaneyê bar bikin. Helbet wextê ku Daiş dikare li taxa Xiwêranê ya girêdayî bajarê Hesekê dûr ji istixbartên QSD û Hevpeymanê endamên xwe kom bike û wan bi çek bike, naxwe hin alî hene ku ji milê lojistî û leşkerî ve piştgiriya wan kiriye û alîkarî dane wan ku endaman kom bikin û êrîşê pêk bînin. Li gor hin çavkaniyan û ragihandina QSDê, hejmareke endamên Rêxistinê ji çargoşeya ewlekarî ya Rêjîmê derketin û hinên din ji deverên dagirkeriya Tirkiyeyê ji Serê kaniyê hatin. Anku destê Rêjîm û Tirkiyeyê her duyan di vê êrîşê de heye. Bi tyabet ku vê demê hevkariyeke veşartî ya istxbaratên Tirkiye û Sûriyeyê heye da ku ewlehiya deverê têk bibin û Hêzên Sûriya Demokratîk reş bikin û bi vî awayî lingê Amerîkayê bixin sola teng de û wê neçar bikin ku xwe bikişîne û dosyeya kirîza Sûriyeyê û şerê terorê radestî Rûsya û Tirkiyeyê bike. Ne dûr e ku ev çalakî encama civîneke di navbera istixbarata Tirkiyeyê û istixbarata Rêjîmê be ku berî niha Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku civînek di navbera her du aliyan de li bajarê el-Eqebê yê Urdunê hat lidarxistin.

Girêdayî daxuyaniyên der barê êrîşê de, daxuyaniya Rêjîmê ji dêl ku balê bikêş li ser tirsa bazdana terorîstan ji Zindanê û dana alîkariyê ji bo QSDê, QSD û Hevpeyman reş kirin û bê delîl û biyang ew bi kirina sûcên cengê tewanbar kirin. Li milekî din Rûsyayê daxuyand ku ew bitirs e ku binesaziya deverê were rûxandin û ji bîr kir ku berî niha ew bixwe ev deh sal in binesaziya Sûriyeyê dirûxîne. Tirkiye, piştigira yekem ya Rêxistina Daişê ya terorîst û komikên terorîst li deverê, di heman dema êrîşa Daişê de ferman da komikên girêdayî xwe yên li Idlibê ku hejmareke endamên xwe amade bikin da ku wan li Tirkiyeyê veguhêzin, her wiha bombebarandina deverên Rêveberiya Xweser zêdetir kir. Li kêleka vê yekê jî Rêjîmê daxuyanî da ku divê hêzên Amerîkayê bi rêya tişta bi navê berxwedana gelêrî ji deverê werin derxistin.

Tevî ku QSDê karî vê êrîşa terorîst têk bibe jî, lê ev çalakî tê wê wateyê ku heke rê li pêş alî û dewletên ku serperiştiya rêxistinên terorîst dikin neyê girtin û peywirên Hevpeymana Navdewletî ya şerê terorê berfirehtir nebin ku hemû rêxistinên terorîst li Sûriyeyê ku li bakurê Sûriyeyê tev bigire û girtiyên Daişê yên li nik QSDê li dewletên wan neyên vegerandin, Daiş dikare veger û cardin gefê li ewlehî û aştiya navdewletî bixwe.

زر الذهاب إلى الأعلى