ANALÎZ

ENKSê û bendên Tirkiye

Partiyên di nav refên ENKSê de, di hewildanên xwe yên parastina destkeftiyên xwe yên kesayetî de berdewam e. Ev destkeftî di salên kirîza Sûriyeyê de bi dest xistin. Yek ji van destkeftiyan jî, bingeheke gelêrî ya klasîkî ye. Guhertinên ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê rastî hatin, xwedî bandoreke diyar e  li ser bidengiya ENKSê.  Girêdana ENKSê bi vê helwestê, dibe ku bibe sedema perçebîûn û jihevketina ENKSê.

Êrîşa dawî ya Tirkiyeyê bi ser taxa Hilêliyê de, di 9ê cotmeha borî de ku di encama wê de sê sivîlan jiyana xwe ji dest da, xwedî bandoreke hundirîn li ser ENKSê bû. Jixwe ENKSê li ser du şepêlan tê dabeşkirin;  şepêla Demoqratî Kurdistanî- Sûriye (PDK-S), ev şepêl hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê siyaset,biryar û rêbaz ve dinimîne. Şepêla duyem jî , bi serkêşiya Partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriye (PYKS) ye. Ev şepêl jî hevpeymaniya Niştumanî ya oposizyonê ya li Stenbolê dinimîne. Her wiha hejmarek partiyên din jî hene, piştgiriya vê şepêlê dikin, yên herî navdar di nav wan de ev in: Partiya Wekheviya Kurdî li Sûriyê, Partiya Tevgera Çeksaziya Kurdî li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demoqratîk a Kurdistanî li Sûriyê. Ev her pênc partiyên han, desteya serokatî ya ENKSê dinimînin.

Lê weke ku me anî ziman, bandora zêde ya di encama guhertinan de li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hat û rageştiya Tirkiyeyê, hişt ku nakokiyeke hundirîn di nava ENKSê de pêk were û ji ber wê jî wê xwe bêdeng kir û tu daxuyanî der barê tiştên ku diqewîmin de nedan. Tevî ku gelek pirs der ji hêla bingeha gelêrî ya ENKSê bi xwe ve jî li dorê dizivirin, lê wê xwe bêdeng hişt. Tenê endamê desteya serokatiyê ya ENKSê û sekretêrê Partiya Wekheviya Kurdî li Sûriyê “Neimet Dawûd” ev bêdengî şikand û berê xwe da konê sersasaxiya hersê sivîlên malbata Gulo ya niştimanîperwer. Ev pêngava han balkêş e di helwesta partiyên ENKSê û siyaseta wan der barê guhertinên ku herêm rastî wan tê. Ya din jî vê pêngavê hişt ku lawaziya binemaya ENKSê di standina biryaran de eşkere bibe.

Lê bi awayekî lezgîn ev tevgerên han ên ENKSê bi rêya berpirsên tirk hatin dorpêçkirin û hin serwerên ENKSê bi awayekî nehênî û lezgîn vexwendin Tirkiye û ji wan xwest ku rewşa xwe derbarê siyasetên wan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bidin diyarkirin. Çimkî di siyaseta wan de nerazîbûna wan li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê de tê diyarkirin. Ya ku guman tê de nîne vexwendina dewleta Tirk ya ku arasteyî şepêla radîkal di nav ENKSê de kir, pêngaveke nû ye di siyaseta dewleta Tirk de. Dewleta Tirk xwe dispêre şepêla nêzî xwe ya ku bi Partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriye tê nimandin. Jixwe serwerên vê şepêlê yên herî navdar endamên desteya serokatiyê ne (Ibrahîm Biro û Fûad Elîko), lê ji aliyekî din ve ev yek dide diyarkirin ku şepêla nêzî Tirkiye di bandora li ser gelê kurd û bingeha gelêrî, lawaz e.

Ji aliyekî din ve, dewleta Tirk peyamên biwate ji bo ENKSê şandin û jê re bi awayekî nerasteras dide diyarkirin ku berdêlê ENKSê di hundirê hevpeymanê de heye û Tirkiye dikare xwe bispêriyê. Jixwe ev peyman bi derketina li ser ragihandinê ya li pey hev hat nimandin. Ev derketina li ser ragihandinê ji hêla ragihandina nêzî hevpeymaniya Niştumanî “Hevgirtina Serbixweyên Kurd” hat şopandin. Vê yekê jî dilgiraniyek li ba wan çêkir ku Tirkiye di peydakirina berdêlekîî ENKSê û vekişadnina tevahî destkeftîyên ku dabûnê de cidî ye. em li vir dikarin agahiyeke pir girîng bînin ziman. Ew jî levkirineke nehênî di navbera ENKSê û dewleta Tirk de ye. naveroka wê jî ew e ku danpêdanê bi tu hebûneke kurdî ya ji derveyî çarçoveya ENKSê neyînin û têkiliyan pê re girê nedin. Jixwe ev tevgera Tirkiye di vê dema han de, dide diyarkirin ku Tirkiye fişaran li ser ENKSê dike da ku wê vegerîne rêya ku jê re ji hêla dewleta Tirk ve hatiye danîn. Ev jî rola Tirkiye li herêmê û nepejirandina wê ji tevahî siyasetên ku ji hêla Rêveberiya Xweser a bakur û  rojhilatê Sûriyeyê ve derdikevin,  tekez dike

Ya tekez dike ku ENKSê vegeriya ser rêya ku Tirkiye jê re danîye, ew e ku serkirdeyê ENKSê û cîgirê hevpeymaniya Niştumanî Ebdilhekîm Beşar, di rojên borî de gelek bang kirin da ku koçberên Serê Kaniyê vegerin bajarê xwe. Jixwe armanca wî ji vê yekê ew e ku kirasê teror û qewtandinê  yê ku civaka sivîl li ser dewleta Tirk disepîne, rake û daxwazên gelêrî yên ku doza derketina dewleta Tirk û çeteyên wê jii Serê Kaniyê û Girê Spî dikin, pûç derxîne. Ev  bangên serkirdeyekî ENKSê di vê demê de, tekez dikin ku ENKSê hêj xwe bi rêbazê pêrewiyê girtiye.

Bi armanca mijûlkirina mala ENKSê ya hundirîn û piştguhkirina daxwazên hundirîn ên ku doza lidarxistina kongira giştî ya ENKSê dikin û ji ber ku serkirdeyên heyî naxwazin cihên xwe ji dest bidin, ENKSê doz dike ku kongireke giştî ji bo oposizyona sûrî were lidarxistin. Jixwe berî niha heman doz li MSDê jî kiribû da ku hewildanên MSDê vala derxîne û hundirê ENKSê û partî û serkirdeyên ku ji biryarên Encumenê ne razî ne mijûl bike.

 

زر الذهاب إلى الأعلى