ANALÎZ

Gefên Tirkiyê û helwesta hêzên karîger

Gefên Tirkiyê û helwesta hêzên karîger

Li Sûriyê û li seranserî erdnîgariya wê her ku diçe tevgera dewletên karîger li Rojhilata Navîn zêde dibe, wisa xuya ye ku dewleta li Sûriyê serbikeve dê beşeke mezin ji serkeftina li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Li vir Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Tirkiye û Îran çalak in, ev yek jî bi riya şêwirmend û leşkerên wan ên ku li ser axa Sûriyê, baregehên wan ên leşkerî û herwiha dewriyên leşkerî pêk tê û asta bandora wan a leşkerî nîşan dide.

Bi destpêka şerê Rûsiya – Ukraynayê re ku encamên wê zêdekirina leza hebûna van hêzan li Sûriyê bû, nemaze piştî mijûlbûna cîhanê bi vî şerî re, nakokiya berjewendiyan di navbera hemû aliyên ku li Sûriyê karîger diyar bû, nemaze ji laiyê Tirkiyê ve ku tevgera xwe zêde kir û di vî warî de  hewldide ku helwesta Rûsiya û Emerîka di şerê li Ûkraynayê de bikar bîne. Tirkiyê vê yekê ji xwe re weke fersend dibîne û hewldide jê sûd werbigre, di vê çarçoveyê de jî Tirkiyê li ser zimanê rayadarên wê yên payebilind niyeta xwe ya operasyoneke leşkerî nû ragihand, da ku beşin din ji axa Sûrîyê li bakur dagir bike. Diyar e ku Tirkiyê rewşa nakok a li cîhanê weke fersend ji xwe re bikar tîne, nemaze di rewşa nakokiya berjewendiyan di navbera Rûsya û Emerîkayê de û pirbûna kartên fişarê di destê Enqerê de ku li ser van her du hêzan zextê beke.

Tirkiye di wê baweriyê de bû ku dê erêkirina hemû hêzan di vê operasyonê de bidest bixe û zehmetiyan di vî warî de nebîne, nemaze ji ber mijûlbûna Yekîtiya Ewropayê bi şerê li Ûkraynayê re û nakokiyên heyî di navbera Emerîka û Rûsyayê de, û bawer dikir ku dê razîkirina Tirkiyê li ba van hêzan ji Sûriyê girîngtir be, lê  belê rastî tersî hêviyên wê bû, piştî redkirina Emerîka ji operasiyona wê ya serbazî re, her weha Rûsiyayê jî bi rêya dewriyeyên xwe yên bejayî û asmanî û avakirina nuqteyên laşkerî li çeperên şer redkirina xwe diyar kir.

Hikûmeta Şamê careke din gefa bersiveke leşkerî li ser her êrîşeke Tirkiyê li ser xaka Sûriyê dixwe. Her weha nêzîkbûna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyê di amadekirina reşnivîseke hevahengiyê ji bo berevaniyê de, yan jî îmzekirina lihevkirinên ji bo rûbirûbûna metirsiya derve de, dihêle ku Tirkiyê aliyê herî zêde ji ragihandina wê operasyonê ziyanê bibîne be. Derbarê Îranê de, ew jî gefa destwerdana leşkerî dixwe, eger êrîşek çêbibe, bi taybetî li herêmeke nêzîkî alîgirên wê, wek Til Rifeet ku nêzîkî Nubl û Zehraa li Helebê ne.

Ji hemû daneyên ku li jor hatine diyarkirin tê fêmkirin ku ne di berjewendiya ti aliyekî de ye ku nexşeya leşkerî li Bakurê Sûriyê were guhertin, bi kêmanî bêyî bidestxistina armancên diyar.

Ji ber vê yekê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawişoglu di 8-ê Hezîranê de pêşwaziya Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov kir, ev seredan di heman dema axaftinên ragihandinê yên derbarê amadekariyên Tirkiyê ji bo operasyona leşkerî, ku beşeke mezin ji bernameya seredanê girtibû de hat. Wisa xuya dike ku danûstandinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, ku çavdêr dibînin, ew e ku Rûsya di berdêla erêkirina ji Tirkiyê re ji bo dagirkirina herêmin din ji axa Sûriyê, hin tiştan dixweze, ji ber xuya ye ku Tirkiyê û Rûsya li ser hemû encamên şerê li Ûkraynayê li hev dikin, û Tirkiye di vî warî de hevkariya hevbeş bi Rûsyayê re pêşkêş dike di warê hêsankirina bazirganiyê de, nemaze gotûbêjên girêdayî hêsankirina derbasbûna hinartina genimên Ûkraynayê yên ku ji aliyê Rûsyayê ve bi riya ava herêmî ya Tirkiyê hatiye desteser kirin.

Lê belê nakokî û cûdahiya berjewendiyan li Sûriyê jî diyar e û ya ku Rûsya li ser kar dike ew e ku her herêmek ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin, pêwîste di berdêla wê de kontrolkirina Rûsya li ser beşeke din ji erdnîgariya Sûriyê de be. Bûyerên dawî yên li herêmên – di bin kontrola dagirkeriya tirkiyê de – di navbera çekdaran de rû didin ku Tirkiyê nekarîbû wan rawestîne, dibe ku ev yek bû sedem ku Tirkiyê bifikire serweriya terorîstên “Hey’at Tehrîr el-Şam” di herêmên dagirkirî de firehtir bike, ku di piratîkê de jî berî niha herêmên leşkerî yên ku çeteyên “Artêşa Niştimanî” tê de çalak bûn, xistibû bin kontrola xwe. Ev dane hemû diyar dikin ku lihevkirineke di nabera Tirkiye-Rûsyayê de heye, ew e ku Idlib û Efrînê radestî Heyet Tehrîr El-Şam a ku ji hêla hemû aliyan ve, heta ji aliyê Tirkiyê ve jî; her ku tenê di ragihandinê de bê jî, weke terrorist tê bi nav kirin, bikin. Li aliyê din, Rûsiya çavên xwe ji gefan re bigre yan jî dibe ku lihevkirin bigihêje wê astê ku Rûsya destûr bide operasyona Tirkiyê ya dagirkirinê, her weha di paşguhkirina binpêkirinên balafirên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê de berdewm dike. Wê demê artêşa Sûriyê û milîsên şîa dê operasyoneke leşkerî bi desteka balafirên leşkerî yên Rûsya pêk bîne û hemû herêmên ku ”Heyet Tehrîr El-Şam” desteser kirine kontrol bike û wê têk bibe, bi vî awayî Rûsya dê weke dijberê terorê xuya bike û di heman demê de moral û piştgiriya leşkerî bide hikûmeta Sûriyê, ya ku ji ber encamên kirîza aborî di bin fişara gelê li herêmên wê de ye.

Di vê çarçoveyê de, zêdekirina hevahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de, ya ku heta niha helwesteke lawaz li hember gefên berdewam ên Tirkiyê, ku di çarçoveya parçekirina Sûriyê de tê nîşan dide, her weha ji bo çareserkirina astengiyan, û parastina gelê Sûriyê ji pêlên din ên koçberiyê, bi kêrhatî ye. Her weha pêwîste kampaniyeke daxwaza gel li Emerîkayê dest pê bike ku helwest û berteka xwe zelal bike dema ku Tirkiye operasyona xwe ya leşkerî pêk bîne, û tenê di redkirina devkî de sînordar nemîne.

Wisa xuya ye ku armanca îsrara Tirkiyê di dubarekirina gefan, ew e ku zextê li ser aliyên karîger zêde bike, di nav de jî Îran a ku bi awayekî eşkere operasyona leşkerî red dike, di heman demê de helwesta Emerîka û Rûsiya di parêzbendiyê de ma û redkirineke eşkere nîşan nedan, ev yek jî di axaftinên rayedarên Emerîkî de diyar bû ku ew “hewl didin Tirkiyê razî bikin, lê xuya ye ku ew dê paşve gav neavêje.” Ger Emerîka di wê baweriyê de ye ku Tirkiye ji operasyonê paşve gav navêje, ev yek nîşan dide ku operasyon dê pêk bê û bi awayekî paşvelêder nehatiye redkirin, lê belê dîsa jî wek her car berjewendî xwe ferz dikin, lê pêkanîna vê operasyonê (eger pêk bê) dê encamp ne wek yên berê bin, ji ber ku asta şiyanên leşkerî û nermbûna dîplomatîk a Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji berê ve hatibûn amadekirin.

Di rewşeke wisa de ger operasyona leşkerî were ragihandin em dê qonaxên li pêş di nêzîkbûna di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de bi piştevaniya mezin a Rûsya bibînin, her weha ji bilî senaryoyeke leşkerî ku bibe sedema ziyanin neçaverêkirî ji Tirkiyê re, û di rastiyê de ragihandina vê operasyonê  ji aliyê tirkan ve diyar dibe, lê ew dê nikaribe vî şerê rawestîne, ev yek ji aliyê Welatên Rojava ve tê pêşbînî kirin, di serî de jî Brîtanya, ku daxwaz li hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku nêzî Sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi dirêjahiya deh kîlometran nebin. Tirkiyê armanc û nexşeya erdnîgarî ya operasyona xwe ya dagirkeriyê diyar kiriye, lê tê pêşbînîkirin ku ev şer dê ji nexşeya wê ya plankirî derbikeve, ligel hişyariya xelkê herêmê yên ku biryar didin ku li hember vî şerî bisekinin û di malên xwe de bimînin, ev yek ji aliyê şêniyên Til Temr, Minbic û Til Rifatê ve hatiye piştrastkirin.

Tirkiye heta vê kêliyê di pêkanîna projeya xwe ya guhertina demografîk û hewldana têkbirina projeya neteweya demokratîk de, berdewam e.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk

زر الذهاب إلى الأعلى