ANALÎZ

BANDORA ŞERÊ DI ROJHILATA NAVÎN DE LI SER DOZA KURDÎ

Rojhilata Navîn li pey şerên giran di cîhan û herêmê de, hatiye parvekirin û nexşeya wê hatiye guhertin, ji şerên di nava  imperetoran de bigire û ta bighêje şerê cîhanê yê yekem di 1914 -1918 de gelek caran sînorê welatan hatine guhertin, hin dewlet avabûne û hin jî  winda bûne, her wiha hin gel qir bûne û hin jî  li ber xwe dane  û ta roja îro ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin, bi taybet piştî  şerê cîhanê yê yekem û morkirina peymana Lozanê  (1923) ku du dozên aloz di Rojhilata Navîn de li pey xwe hiştiye, ew jî doza kurdî û doza Felestînî û ta roja îro jî her du  doz û çareserkirina wan, kilîtên aramî û ewlehîya herêmê ne û bê guman teyisandineke mezin li aramî û ewlehîya cîhanê jî dikin.

Doza Felestînîyan ji despêkê ve ketiye rojevê cîhanê de, ew jî berevajî doza kurdî ku ji ber gelek sedemên herêmî û navneteweyî ve, her dem li ser wê nuxumandin hatiye kirin. Doza Felestînî   ne tenê Felestînîyan têkildar dike, lê belê cîhana erebî û islamî bi giştî têkildar dike, lê doza kurdî  bi tenê kurdan têkildar dike û di nava  dewletên erebî û islamî de pareve bûye. Felestînî  li himber Israîlê yek dewlet e têdikoşin, lê belê kurd li himber çar dewletan têdikoşin ku ji bilî lihevkirina her çar dewletan (Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî ) di şerê li himber kurdan, têkilîyên van dewletan di cîhanê de jî bêdengîya navneteweyî li himber doza kurdî afirandiye. Doza Felestînî  şêwe û derfetên çareserîya wê ji doza kurdî bêtir û hêsantir e, doza kurdî  pir zor e, ji ber ku çareserkirina wê tê wateya serûbinkirina nexşe û pergal Rojhilata Navîn bi giştî ve.

Lê îro di Rojhilata Navîn de dûbare şerekî pir alî têne meşandin, him herêmî ye û him jî navneteweyî ye û weke di jorê de me dîyar kiribû ku li pey her şerên giran, guhertinên mezin çêdibin, bê guman şerê Hemas û Israîlê yê dawî jî wê guhertinan di Rojhilata Navîn de bi xwe re bîne,  lê gelo wê çi guhertinan bi xwe re bîne? Bandora şer li ser Rojhilata Navîn û doza kurdî wê çi be? Gelo çi guhertin û veguhertinan dê bi xwe re bîne?

Şerê Hemas Û Israîlê Yê Dawî 

Bê gumn şerê di navbera Israîl û Felestînîyan de ne ji dema îro de ye, lê şerekî  him leşkerî û sîyasî ye; bi taybet ji avabûna dewleta Israîlê ve di 1948 de, dest pê kiriye û ta roja îro berdewam e. Tevgerên Felestînî ji bo bidestxistina mafên gelê filestînê, tekoşîneke mezin kirine û di nava  gelek qonaxan re derbas bûne, ta di 1993 de peymanên Oslo1 û 2 de her du alîyên Felestînî û Israîlî ku tevgera Fetih nûnertîya  Felestînîyan dikir, li ser bingeha avakirina xweserîyeke Felestînî  li ser xaka  Xeza û peravê rojava (Difalxerbiya) li hev kirine. Hemas yek ji wan tevgeran bû  ku ev peyman red kiribû, lê belê  di 2007 de Hemas dest danî li ser Xezayê û xwe nûnerê doza Felestînî nîşan daye ku ji hingê ve di navbera  wan û Israîlê de şer derketiye, lê belê şerê dawî yê ku di 7 cotmeha  2023 de, Hemasê destpêşxerî (insiyatîv) wê girtibû, ji hemû şerên berê cûda bû, jixwe sedemên wê jî em dikarin  li ser du beşan  parve bikin:

Sedemên rasterast: Paşdevegera doza Felestînî, tengavkirina Israîl ji Xeza re, destdanîna li ser hin herêmên nû ji xaka filistîyan re û hewildana Hemasê ku  serkeftineke leşkerî li himber Israîlê pêk bîne û pir kesan dîl bike ku Israîlê neçarî  berdana girtîyên Hemasê bike û xwe weke xemxur û hilgirê doza Felestînî li himber Fetih nîşan bide.

Sedemên veşartî: Bê guman  êrîşa 7 cotmehê ya Hemasê li himber Israîlê, ne êrîşeke asayî bû ku ne tenê girêdayî sedemên ku me li jorê anîbûn ziman bû, lê belê sedemine herêmî û navneteweyî  jî  hebûn, heger ne wiha be; naxwe  Hemasê êrîşeke xwekujî pêk aniye û tengavbûn û neçarîya xwe nîşan daye, an jî bawer nedikir ku bersivdayîna Israîlê wiha di vê asta dijwar û giran de be, lê heger em baş di dem û cûreyê êrîşê de bihizirin, wê ji me dîyar be ku Hemas di nava ecendeyine herêmî û nevdewletî de tevgerîyaye û ne weke ku Hemas dîyar dike bi tena serê xwe ew êrîşa bi rêkûpêk pilan kiriye û pêk aniye, jixwe ji wan sedemên navneteweyî jî pirojeya bazerganîyê ya ku Hindistan, dewletên Kendavê, Israîl û Ewrûpayê bi hev ve girê dide ye ku ne di berjewendîya  Rûsîya  , Tirkîyê , Îran  û Çînê de bû, êdî berîya her kesî serokê Tirkîyê  Erdogan ew piroje nepejirandibû û dîyar kiribû ku bêyî Tirkîyê tu piroje nayên qebûlkirin! Em ji bîr nekin ku piranîya rayedarên Hemasê li Tirkîyê dijîn ku yek ji tevgerên  Ixwanî ye û piştgirîya xwe li gel Îranê ji Tirkîyê jî distîne, lewra ne dûr e ku Tirkîyê ev şerî gur kiribe. Her wiha di dema êrîşê de di rojevê de lihevkirina Israyîl û Siûdîyê hebû û ev jî ne di xizmeta Îranê de bû. Di derbarê Rûsîya   û Çînê de jî,  serkeftina pirojeya bazerganî ya di navbera Hindistanê û Îsraîlê de, dê bihata wateya serwerîya Emerîka di Rojhilata Navîn de, êdî ev yek ne di berjewndîyên wan de bû, jixwe em dizanin ku Rûsîya  , Çîn û Îran di heman enîya li dijberî Emerîka de ne û têkilîyên wan bi Hemasê re hene, bi Taybet Îranê ku nûnertîya cîhana şîî dike,  rast e Hemas jî tevgereke Ixwanî û sinî ye, lê ew yek ji rêxistinên girêdayî Îranê ye, lewra  şerê Hemasê bi Israîlê re; ji beramberîya Emerîka bi Rûsîya   û hevalbendên wê re di Rojhilta Navîn de, ne cûda ye.

Şerê di navbera Israîl û Hemasê de ji şerê li Ukrayînîyayê ne cûda ye

Bê guman cîhan bêyî ku ragihîne, di nava şerê cîhanê yê sêyem de ye ku  di Ukrayînîyayê de bi rê ve diçe û Rojhilata Navîn navendeke sereke yê vî şerî ye, ji ber ku destdayîna li ser Rojhilata Navîn tê wateya destdayîna li ser kilîta desthilatdarîya  li cîhanê, çimkî Rojhilata Navîn çavkanîya wize (enerjî), saman û dewlemendîya sererd û binerd e, her wiha navberkarîya rêyên bazerganî di nava parzemînan de ye û jewpolîtîka Rojhilata Navîn ji hemû dewletên serdest re pir giring e, lewra çawa ku şerê li Ukrayînîyayê tê bi rê vebirin weke şerê parvekirin û desthilatdarîyê  ye, şerê di navbera Israîl û Hemasê de jî berdewamîya wî şerî ye, anku pareke ji şerê cîhanê yê sêyem ji sînorê Ewrûpayê, veguheziye Rojhilata Navîn. Serokwezîrê Israîlê Nitinyaho di despêka şerê bi Hemasê re, ne ji xweber dîyar kiribû ku Rojhilata Navîn ya nû dest pê kiriye. Axaftina serok wezîrê Israîlê nayê wateya ku Israîlê ev şer pilan kiribû, lê hebe weke ku çawa serokê Tirkîyê Erdogan li ser lêdana 2016 ya li himber xwe gotibû ʺEv dîyarîyeke xwedayîbûʺ, Nitinyahojî wiha êrîşa Hemasê dîyariyeke xwedayî dîtibe û dîyar kiriye ku Rojhilata Navîn ya nû dest pê bûye, ji ber ku ne gengaz e Israîl bêyî haydarîya Emerîka bi pilaneke wiha rabe, ew jî di demekê de ku hesabên Emerîka piştî lihevkirinên di navbera Îsraîl û dewletên erebî de bi rêve diçûn ew bû ku wê rêveberîya Rojhilata Navîn bi rêya Israîlê bike û xwe ji bo beramberîya bi Rûsîya   û Çînê re vala bike, lê vêketina vî şerî, Rojhilata Navîn kiriye çepereke din ji çeperên şerê cîhanê yê sêyem û ji helwest û daxwazên Hemasê û doza Felestînîyan berfirehtir e, him hevrakêşandineke herêmî ye û him jî navneteweyî ye, êdî dîyar bû  ku destberdana ji Rojhilata Navîn destberdana ji serwerîya  li cîhanê ye, lewra Nato bi hêzeke mezin berê xwe daye Rojhilata Navîn.

Teyisandina şerê Israîlê bi Hemasê re li ser doza kurdî

Emerîka, Birîtanîya û îtalîya (Nato) bi despêkirina şerê Israîl û Hemasê, demildest berê xwe dane Rojhilata Navîn û keştîyên leşkerî, hilgirên balefiran,  şandine herêmê û cebilxane bê sînor ji Israîlê re şandine, Hevpeymana navneteweyî ya li himber Daişê bi serkêşîya Emerîkayê, rojane cebilxane û çek şandine baregehên xwe re li Sûrîyê û Iraqê, di derîyaya Sor û Kendava Îranî (Erebî) de hêzên xwe, keştîyên leşkerî, belav kirine, êdî gelo tev de ji bo Hemasê ne? bê guman na, ew di serî de rêgirtina li ber pêşketina hêza Rûsîya û Çîn di herêmê de ye, her wiha rawestandin û tengavkirina Îrane, lê çima Tirkî ji van tevgeran tengijiye? Tirkî dewleteke Nato ye û hevalbendê Emerîka ye, lewra heger metirsîya Îran û tevgerên di çarçova wê de tev digerin  rewabûna wê hebe, ma  gelo metirsîya Tirkîyê ji tevgera Emerîka û Nato di herêmê de çi ye? Tirkîyê ketiye metirsîya pêşketina doza kurdî li Rojhilata Navîn û di wan gumanan de ye ku  çavên Emerîka û Nato li perçekirina Tirkîyê ye, lewra armancên hevbeş yên Tirkîyê, Îran û Rûsîya gîhane hev û bi hev re di herêmê de tev digerin, Xweserîya  Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji dewleta Tirkîyê re bûye fobîya û Îran jî di wê metirsîyê de ye ku ji hêla Emerîka were armanckirin, jixwe Rûsîya di nava şerekî vekirî de bi Natoyê re ye, hingê jî di navbera Tirkîyê û Îran de bi serkêşîya Rûsîya, nêzîkatîyên li dij hebûna Nato –Emerîka di herêmê de û li himber doza kurdî, di her çar perçeyên Kurdistanê de bi rêve diçe, çimkî rewşa Rojhilata Navîn li pey şerê Xezayê wê ber bi guhertinên cidî ve here ku bi şêweyekî ji şêweyan wê doza felestînê çareser bikin, her wiha kirîza Sûrîyê û mijara xwefirehkirina Îranê li herêmê û bi giranî doza kurdî wê têkeve rojevê, çarenûsa gelê kurd û pirojeya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê wê ji dosyayên germ bin. Ne gengaz e ku Rojhilata Navîn  venegere  rewşa berîya  şerê Xezayê û ji bo ku Emerîka û Nato karibin desthilatdarîya  Rojhilata Navîn ya nû bikin û pirojeyên aborî bidin pêş, bêyî  çareserkirina doza kurdî  ne gengaz e, Tirkîyê  û Îran vê mijarê baş dizanin û di wê ferqê de ne, lewra bi hemû  hovitîya  xwe êrîşî  deskeftîyên  kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê dikin, bi kurtasî  li pey şerên giran çareserî jî  dikeve meriyetê û doza kurdî wê jê ne bê par be , bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûrîyê  (Rojavayê Kurdistanê).

Astengîya Sereke Li Ber Doza Kurdî Tirkîyê Ye

Astengîya herî  mezin li ber doza kurdî û çareserkirina wêm dewleta Tirkîyê ye,  dewleta Tirkîyê pirojeya Xweserîya  Demokratîk, kurdî dibîne û wê weke şaneya despêkirina ji hevketina sînorên Lozanê  û avabûna Kurdistaneke azad dinerxîne. Dewleta Tirkîyê  li jêr desthilatdarîya AKP, li jêr durişma sifir pirsgirêk, şaneyên ku dê doza kurdî li Bakurê Kurdistanê çareser bike nîşan dabû û  bi Tevgera Azadîya  Kurdistanl re ketibû nava danûstendinan, serdemeke aştîyane bi rêve diçû û hêvîyên  mezin li ba gelê kurd û tirk afirandibû ku îdî şer namîne, lê belê bi despêkirina buhara Erebî re, hişmendîya nijadperest û şofen ya tirkîtîyê xwe daye pêş û bi hevpeymana di navbera  AKP û MHP de, xewna pêkanîna Osmanîya nûjen xwe dabû pêş. Bi ketina Ferwerîya Mursî li misrê û destwerdana Rûsîya  di Sûrîyê  de, li şûna pirojeya osmanîya nû, ʺmîsaqa milîʺ  ketibû rojevê. ʺMîsaqa milîʺ tê wateya gurkirina şer li himber gelê kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê, lewra di 2015 de peymana Dolme Bexçe ya aştîyê bi rêzdar Ocelan re binpê kiriye û şerkî vekirî li himber pirojeya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Tevgera Azadîyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê daye pêş, bi destekdayîna ji komên sawkar re yên girêdayî Ixwanûlmuslimîn, Dayîş û Qaîde re û him jî  bi destwerdana rasterast di Sûrîyê û Iraqê de, armanca sereke binpêkirina deskeftîyên  Xweserîya Demokratîk û dagerkirina Rojavayê Kurdistanê û ta bighêje Kerkûk û Mûsilê li Bşûrê Kurdistanê bû, lewra di vê derbarê de sîyaseteke piralî daye meşandin, ji  bo ku ji Rûsîya re dîyar bike ku ew ji Natoyê dûr dikeve û têkilîyên  ber fireh pê re daniye û dagerkirina Efrîn di 2018 de bi dest xistiye, her wiha endamtîya  xwe ya di Natoyê de bi kar anîye û xwe weke parêzvanê Natoyê li himber Rûsîya û Îranê nîşan daye, êdî di 2019 de bi biryareke çewt ji serokê  Emerîka Tiramp re, Serêkanî û Girêsipî dagir kiriye, di milekî din de PDK li Başûrê ku xwedî bandoreke li ser partîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi kar anîye û di karîbû  bi rêya PDK re van partîyan li himber Bakur û Rojhultaê Sûrîyê bi kar bîne û dorpêçkirineke giran li ser Rojavayê Kurdistanê bisepîne, her wiha sepandina nearamîyeke domdar di Rojava de bi rêya êrîşên hewayî û topbaranê ku rê li ber koçberîyê û derhatina kirîzan veke û heta dawî piştgirîya çeteyên Dayiş û komên şofen bike ku Xweserîya Demokratîk lawaz bike û vala derxîne, hingê jî êrîşên dema dawî li ser Binesazî, Kargeh, navendên kehrebê û sivîlan ku derfetên sîyasî û navneteweyî guncav bin, beşeke ji berdewamîya têkbirina Xweserîya  Demokratîk û pêkanîna ʺmîsaqa milîʺ, lewra kurd jî  heta dawî li ber xwe didin û bi hemû hêza xwe hewildana helwişandina dîwarên bêdengîya navneteweyî, biryarên Lozanê  û serserîya dewleta Tirkîyê dikin.

Çalakîyên  Gerîla   Pir Bi Wate Û Giring Bûn   

Ji darketina peymana Lozanê (1923) ku komareke Tirkî li ser hesabê gelê kurd hatiye avakirin û ta roja îro gelê Kurdistanê li himber vê bêmafîyê têkoşîyaye û bi sedhezaran qurbanî dane, lê belê dewleta Tirkîyê li şûna çareserkirina doza kurdî,  her dem qirkirin û şer daye pêş, hemû şoreşên Kurdistanê di nava xwînê de hatine fetisandin, lê ji 1984 ve, bi derketina Partîya Karkerê Kurdistanê (PKK) de, şoreşeke nûjen xwedî raman, îdyolojî, vîn û bawerîyê derketiye holê ku hemû ferwerîyên li Tirkîyê hatine avakirin, nikarîbûn vê şoreşê vemrînin, tevî  ku di nava  komployeke navneteweyî de rêzdar Oceln ramanger û serokê şoreşê hatiye dîlkirin jî, lê belê şoreş venemiriye û bi pêş de çûye.  Bi hatina AKP re di 2002 de li ser desthilatdarîya  Tirkîyê, di bin navê aştî, biratî û çareserkirina doza kurdî,Tirkîyê sîyaseta xapandin û bi demê lîstin daye pêş, ew jî bi armanca vala derxistiana Tevgera Azadîyê û xweavakirin an jî amadakirin,  xwebihêzkirin û bi destxistina piştgirîya gelê kurd ji  bo cîbicîkirina desthilatdarîya xwe. Di  2015 de Tirkîyê ketibû wê bawerîyê ku dikare doza kurdî bi rêbazê leşkerî anku bi qirkirinê çareser bike, lewra komkujîyên mezin li Bakurê Kurdistanê (Cizîr, Nisêbîn, Amed) û gelek herêmên din de pêk aniye, pêngavên leşkerî li pey hev bê navber li himber Gerîla   li Başûrê Kurdistanê bi hemû teknîka xwe ya li pêş daye meşandin, her wiha dergehên zindanan li ber rayedar, çalakvan û welatparêzên Kurdistanê vekiriye ku di encamê de Tirkîyê ragihandiye ku wan PKK li Bakur tune kirine û li Başûrê Kurdistanê jî bi tenê çend kesayet mane û bi tenê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê xwe bi rêxistin dikin û ew ê  dawîya wan jî  bînin (li gor daxuyanîyên Tirkîyê)! Lewra çalakîyên ku PKK li Bakurê Kurdistan dikirin,  mîna çalakîya fedayî li ser navenda ewlehîya hundirîn li Enqerê di 2023 de, demildest de Tirkîyê dîyar kir ku kesên fedayî ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatine! Her wiha gelek çalakî yên din jî mîna wê, mebest ew bû ku bêje: Doza kurdî li Bakur tuneye, Tirkîyê bi ewleye lê belê ji derveyî sînor ve êrîşî me dibe!  Him xapandin ji raya giştî ya hundirîn re û him jî bê hêvîkirina gel li Bakurê Kurdistanê û di heman demê de armanca wan ji van daxuyanîyan paşguhkirina doza kurdî bû, lewra çalakîya Gerîla   ya di destpêka 2024 de li himber baregehên leşkerî di çîyayên Kurdistanê de û tuekirina bi dehan leşkerên dagekerkerên Tirk, ne çalakîyên ji asayî bûn, giranîya wê ne di jimara kuştîyan de bû, bi qasî ku di mesaj, dem û wateya wan de bû .

Nameyên Gerîla   Ji Çalakîyan

Di bawerîya me de, armanca Gerîla   ji çalakîyan ne pirbûna an jî bilindbûna asta rêjeya kuştina leşkeran bû bi qasî ku gîhandin û şandina nameyan bû, ji wan nameyan jî ev bûn:

  • Bi rêbazên leşkerî doza kurdî tune nabe û ne jî Gerîla  bi dawî dibin, Gerîla   di hemû  şert û mercan de dikarin tev bigerin û lêdanên giran li artêşa Tirk bidin
  • Sîyaset û armancên Tirkîyê ku doza kurdî bike mijara ku ʺsawkarîʺ ji derveyî sînoran ve hatiye, vala derxist û zelakir ku ewlehîya Tirkîyê ne di şerên ji dervî sînor de ye lê belê  di çareserkirina doza kurdî de ye.
  • Paşguhkirina doza kurdî wê dergehên şerên giran li himber desthilatdarîya Tirkîyê
  • Heger Tirkîyê aştîyê dixwaze çaresrî li Îmralîyê ye û heger di rijandina xwînê de bi rijde be, wê Tirkîyê  ji bobelatan ne cûda be.

Di Tirkîyê de çalakîyên Gerîla   dergeha pirsan li himber AKP-MHP vekirin û bangeşe AKP-MHP- ya nemana Gerîla û nepixandina asta serkeftinên xwe, nerênî li wan vegerîya,  lewra bi hovane êrîşî Bakur û Rojhilatî  Sûrîyê kirine, ji bo ku li ser têkçûnên xwe binixumînin, balê  ji ser xwe rakin û bala raya giştî ya Tirkîyê  bikşînin li ser mêrxasîya xwe di Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de ku bêjin me toleke mezin ji Tevgera Azadîyê stendiye,  her wiha Tirkîyê xwest bêje ku çeper û deskeftîyên  kurdan ji hev cûda nake û li ku dibe bela bibe,  heger ziyana mezin bighêje kurdan, li wir wê serserîya xwe bide meşandin, lewra di dema ku Gerîla lêdanên giran li artêşa Tirkîyê di çîya yên Kurdistanê de dan, demildest êrîşên giran li ser rRojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê pêk aniye.

 Nirxandina  Êrîşên Tirkîyê  û Armancên Wê

Komara Tirkîyê di 1923 de li ser bingeha tunekirina gelê kurd û tirkkirina mirov , xweza, çand û dîroka Kurdistanê ava bûye, bê guman avabûna komara Tirkîyê û bêparhiştina gelê kurd ji azadîyê re, di nava sîyaseteke navneteweyî de hatiye meşandin, anku dewletên serdest mîna Birîtanîya, Frensa, Îtalîya û hed li gor berjewendî û ejendeyên xwe Rojhilata Navîn saz kiriye, berîya peymana Lozanê, peymana Sêverê (1920) hebû û tê de kurdistaneke ser bi xwe hebû, lê di Lozanê de hatiye redkirin, lewra Tirkîyê di fobîya avabûna dewleteke kurdî de ji avabûnê ve jîyan dike û lewra di destûr û sîyaseta xwe de heta dawî kurd nepejirandine, piştî avabûna Başûrê Kurdistanê weke herêmeke fedral di 2006 de ku Tirkîyê ew bi genavekê bi nav kiriye, di 2012 de û şûnve li Rojavayê Kurdistanê  gavên avakirina herêmeke azad hatin avêtin ku bi Xweseriyeke Demokratîk encam bûye, avabûna herêmeke azad di Sûrîyê de (Rojavayê Kurdistanê) bi taybet li gor bîrdozîya neteweya demokratîk de ku ji ramanên rêzdar Oclan in û dengvedana wê di cîhanê de weke nemûneya qehremantî û bibandor di şerê dayîşê de, her wiha piştgirîya Hevpeymana Navneteweyî ya li himber Dayişê ji hêzên Xweserîyê re (hêzên YPG,YPJ, HSD) re, Tirkîyê xistiye nava metirsîya avabûna herêmeke fedral di Rojavayê Kurdistanê. Lewra fobîya ketina komara Tirkîyê  û azadîya gelê kurd li mejî û hişmendîya şofen û nijadperest ya desthilatdarîya Tirkîyê  daye û ji 2015 û şûnve şerekî  sîyasî, leşkerî, diblomasî b taybet li himber Xweserîya Demokratîk daye meşandin û hê berdewam e, Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî, dagir kir û ji ber nebûna derfeta dagerkirineke nû  ji herêmine nû di Rojavyê Kurdistanê de, sîyaseta qirkirinê, koçberkirinê, vekujtina derfetên jîyanê di Rojavayê Kurdistanê  de di nava lihevkirinên bi dewletên Astana de (Rûsîya, Îran, Tirkî  û Sûrîyê) bi rêya êrîşên hewayî û topbaranê daye meşandin ku tevaya armancên van êrîşan ku binesazî û bingehên jîyanî armanc digre ew e ku:

  • Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê neçarî koçberîyê
  • Gel li himber Xweserîya Demokratîk derxe.
  • Jihevketinê di nava tevgerên sîyasî yên kurd de derxe pêş.
  • Zemînê amade bike ji dagerkirinê re, heger derfetên sîyasî yên herêmî û navneteweyî guncav bin.

Parastina Deskeftîyên  Rojavayê Kurdistanê

 Weke li jorê jî me anîbû ziman, parvekirin û rewşa heyî di Kurdistan û Rojhilata Navîn de, girêdayî dewletên serdest û ejendeyên wan in,  ji 1923 ve, di peymana Lozanê de nexşe û pergala  Rojhilata Navîn dîyar kiribûn û komara Tirkîyê û parvekirina Kurdistanê  ji encamên wê bû, lewra di demekê de ku Rojhilata Navîn bi giştî di nava guhertin û veguhertinan de ye, pêwist e li ser hemû qadên sîyasî, leşkerî, diblomasî û navxweyî xebat werin kirin, weke:

  • Li dergehên hemû dewletên têkildar yên navneteweyî were xistin ku Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bingeha têkbirina Dayişê bû û parastina tevaya cîhanê kiriye, êdî pêwist e li vê herêmê û gelê wê werin xwedîderketin.
  • Haydarbûna ji dek û dolabên Tirkî û Îranê ku bi hemû derfetan dixwazin piştgirîya navneteweyî û bi taybet ya Hevpeymana Navneteweyî ya li himber çDayişê ji Xweserîya Demokratîk re rawestînin.
  • Bihêzkirin û xurtkirina rêxistina HSD.
  • Xurtkirina enîya hundirîn (sîyasî, civakî, îdyolojî, aborî).
  • Pakkirna Xweserîya Demokratîk ji gendelîyê û ji nû ve pergalkirina sazîyan û bihêzkirina şerê li himber çete, sîxur û xizmetkarên dagerkeran.
  • Yekkirina Xweserîya Demokratîk û civakê di nava şerê gel ê şoreşgerî de.

Di dawîyê de: Rojhilata Navîn ya nû tê sazkirin û cihê qelsan di nav de dê tune be û şêweyê nêzîkbûna li Xweserîya Demokratîk û çarenûsa wê, dê çarenûsa beşên din yê Kurdistanê jî dîyar bike, anku kilîta çareserîyê ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyê des pê dibe.

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى