ANALÎZ

PÊDIVÎYA LEZGÎN A JI BO DANÎNA HEVPEYMANEKE CIVAKÎ JI TEVAYA SÛRÎYAN RE

Welîd Elşêx

Piştî nîvsedsalekê ji desthilatdarîya partîya Beisê li Sûriyayê, pergaleke desthilatdarî ya yekalî derket holê, ku dewlet ji wateya wê ya sivîl vala kir û ew veguherand dezgeheke ewlekarîyê ku bi rêya pawankirina siyasetê, bêdengkirin, jidestbirina azadîyan û rûnandina çanda koletîyê, serdestîyê li civakê dike. Sala 2011an bi lidarketina şoreşa Sûriyayê re, vê pergalê hişt dewlet û sazîyên xwe werin hilweşandin, ku bi dest xwe re lawazbûna “Hevpeymana Niştimanî” -jixwe eger hebe- da diyarkirin. Îro û di nava tayên dewleta beisî, babetên şer û jihevketinên civakî, her wiha hewldanên jinûveavakirina desthilatdarîyê bi rêbazên bênûnertî de, pêdivîya lezgîn bi jinûvedanasîna “Sûriya”yê bi rêya danîna Hevpeymaneke Civakî ya nû û gelemper, heye, ku serdema ferwerîya navendî ya yekalî bi dawî dike û pergaleke demokrat a pirreng ku xwe dispêre mafan û rûmetê, dide damezirandin.

Di vê çarçoveyê de; ezmûna Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, nimûneyeke cihê pêşkêş dike ku hêjayî lêhûrbûnê û avakirina li ser bingeha wê ye. Vê ezmûnê Hevpeymaneke Civakî ava kiriye ku dewleta neteweyî derbas dike û danpêdanê bi pirrengîya çandî û siyasî dike, her wiha rê dide civakan ku di nava Sûriyayeke nenavendî û demokrat de, çarenivîsa xwe diyar bikin.

Yekem: Hilweşîna Dewletê Weke Berhemeke Hilweşîna Hevpeymana Civakî

Tişta ku li Sûriyayê rûdayî, ne tenê hilweşineke siyasî bû, lê belê jihevketina hevpeymaneke civakî ya sexte bû ku bi hêza desthilatdarîyê, ne bi razîbûna pêkhateyan hatibû sepandin. Her wiha rêjîma Beisî tu awayekî peymanê di navbera dewletê û civakê de nedabû avakirin, li şûna wê “bawerîya dewleta ewlekarî” ku êdî ew rastîyeke jêneger e, dabû sepandin û pêkhateyên neteweyî, olî û çînî li jêr sîwana “Yekîtîya Niştimanî” ku tenê maskeke desthilatên leşkerî yên teng bû, paşguh kiribûn û dest danîbû li ser biwara giştî.

Bi hilweşîna desthilata navendî li gelek deverên erdnîgarîya Sûriyayê re piştî sala 2011an, ev hevpeymana jihevketî hilweşiya û rastîya tal eşkere bû. Li gor wê; hat diyarkirin ku tu lihevkirineke civakî-siyasî ya rastî der barê şêweyê dewletê de tune bû, her wiha ne nasnameyeke civakê û ne jî pergaleke maf û erkan, tune bûn. Wiha xelkê sûrî -cara yekem ji piştî serxwebûnê ve- li bersivên pirsên bingehîn geriyan, weke; kî ne em? Em çawa bi hev re dijîn? Bi çi şêweyê ferwerîyê?

Duyem: Daxuyanîya Mekezagonî Ya Ferwerîya Guhêzî… Gaveke Kêm e

Daxuyanîya makezagonî ya ku ferwerîya demkî ya sûrî ya bi serokatîya Ehmed El-Şeri dayî pêş, weke şêweyekî sererastkirinê ji tişta ku ji nasnameya sûrî ya mayî re, derket pêş. Lê belê; belgename bi tevî girîngîya wê ya sembolîk jî, nikarîbû bigihêje asta belgenameyeke damezirêner a ji bo dewleteke piştî cengê re. Li gor wê; zimanê ku pê daxuyanî hatibû hûnandin, hîn jî nêzî nivîsarên klasîk ên dewleta niştimanî ya navendî ye û tu qutbûneke zanînê bi nimûneya beisî ya ku li dijî wê şoreş li dar ket, çênekir. Di nava xwe de tiştekî cewherî der barê dozên “nasnameya pêkhatî”, danpêdana bi pêkhateyên neteweyî yên din mîna kurd, suryan, tirkmen… û hwd. tê de tune bûn. Her wiha têgehên dadmendîya civakî, çalakkirina jinan a siyasî û belavkirina desthilatdarîyê û samanan bi rêya nenavendîbûna siyasî ya rastî, tê de nehatine behskirin.

Tişta ji van hemûyan girîngtir; ku daxuyanî ne ji proseseke civakî ya hevbeş û berfireh hatiye, lê belê di encama lihevkirinên di asta jor de pêk hatiye; ku bi dest xwe re hiştiye rewabûna wê ya civakî û karîna wê ya ku bibe bingeheke çalak a makezagoneke gelemper, lawaz bibin.

Sêyem: Ezmûna Rêveberîya Xweser… Nimûneya Hevpeymaneke Civakî ya Berdêl e

Li beramberî wê; “Hevpeymana Civakî” ya ku Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê sala 2023yan li serê erê kiriye, ezmûneke nûjen e ku hêja ye bi çavekî jidil lê were nêrîn. Ew ne weke deqeke zagonî hatiye sazkirin, lê belê di encama gotûbêjên gelêrî û kongreyên civakî ku tê de nûnerên hemû pêkhateyên demografî, siyasî, olî û çandî beşdar bûne, de hatiye danîn.

Berztirîn rûdêmên vê hevpeymanê:

  • Danpêdana bi pirrengîya neteweyî û olî, her wiha qutbûna ji têgeha “Nasnameya Yek Neteweyê” ku bingeha makezagonên berê bû.
  • Pejirandina nenavendîbûna demokrat, bi awayekî ku herêm xwe bi xwe bi rê ve bibin û pê re yekbûyîna Sûriyayê were parastin.
  • Wekhevîya zayendî; ew jî bi rêya sepandina mekanîzmayên rastîn ên nûnertîya jinê, ku ne weke hevkareke sembolîk, lê belê weke karîgereke siyasî ya wekhev.
  • Danpêdana bi pirrengîya zimanî, weke zimanên fermî û xwecihî.
  • Xweserbûna rastîn a di navbera desthilatan de, her wiha avakirina dadgeheke parastina Hevpeymana Civakî (Di asta dadgeha makezagonî de).
  • Belavkirina dadmend a samanan bi awayekî ku misogerîya dadmendîya civakî bike û bawerîyê di navbera dewletê û civakê de ji nû ve ava bike.
  • Demokratîyeke lihevkeirî, ne dûrker, her wiha rêzê ji encamên hilbijartinan re digire, lê nûnertîya hemûyan misoger dike.

Pêncem: Destnîşankirina Rêgeha Makezagonî ya Were

Avakirina hevpeymaneke civakî ya gelemper dê rastî gelek rûbirûbûyînan were, ji wan jî ev in:

  • Destêwerdanên herêmî û navneteweyî yên ku naxwazin nimûneyeke demokrat a rastîn li Sûriyayê pêk were.
  • Binyadsazîya rikberîya klasîk a ku hîn jî li jêr bandora ramanên navendîbûn û dûrxistinê ye.
  • Parçebûnên civaka sûrî yên kûr ku li ser bingehên neteweyî, tîreyî û çînî çêbûne.
  • Lawazbûna sazûmanî li piranîya deverên Sûriyayê, her wiha tunebûna dezgehên ku dikarin lihevkirinên makezagonî bi cih bînin.

Lê belê; tevaya van rûbirûbûyînan, bi tevî mezinbûna wan jî, pêdivîya sazkirina “Hevpeymaneke Niştimanî ya Nû” ku careke din sûrîyan ne weke peyrewên rikber, weke komeke siyasî wekhev bide nasîn, nade alîyekî.

Rêjîm hilweşiya, lê hîn dewlet vejîn nebûye. Êdî; veguhastina ji stemkarîyê ber bi demokrasîyê ve, tenê bi têkbirina desthilatdarîyê pêk naye, lê belê bi jinûvesazkirina bingehên ku li serê rewabûna ferwerîyê çêdibe, pêk tê. Ev yek tenê bi rêya sazkirina hevpeymaneke civakî ya gelemper ku danpêdanê bi rengrengîya sûrîyan dike û dadmendîya civakî û rûmetê ji her kesî re misoger dike, pêk tê. Li gor wê; ezmûna Rêveberîya Xweser, bi tevî derdora wê ya tevlihev, nimûneyeke pêşîn ku hêja ye li serê avakirin û pêşxistin çêbibe, weke motika Sûriyaya nû, dadmend, nenavend, demokrat û sivîl pêşkêş dike.

زر الذهاب إلى الأعلى