Alozîya Sûrîyayê ne tenê girêdayî ketina rêjîmê bû, lê belê ev zêdeyî 50 salî ye ku didome. Wê xwe sipartibû dogmatî û danpênedana bi pêkhateyên gelê Sûrî. Ev rêjîma rûxiyayî tevna Sûrîya ji hev xist da ku berdewamîya xwe misoger bike. Vê jî alozîyeke kûr di navbera pêkhateyên gelê Sûrî û desthilata navendî de peyda kir. Buhara gelan a ku bi ser herêmê de hat (di nav de Sûrîya) ne tenê ji bo rûxandina rêjîmên desthilatdar bû, lê belê ji bo bidestxistina mafên siyasî, çandî û aborî bû ku gerek e ev maf bi rêya pergal û destûrekê werin parastin û rê li ber ferwerîyên nû bigire da ku careke din rêbazên rêjîma rûxiyayî bi kar neyîne.
Tevî ku encamên erênî yên şoreşa Sûrîyayê hebûn ku hişt rêjîma zordar birûxe, lê wê di heman demê de encamên nerênî derxistin holê ku alozî di navbera pêkhateyên gelê Sûrî de peyda kirin. Sedema pêşîn a vê yekê komên leşkerî yên girêdayî ejindeyên derve û herêmî bû, bi taybet ew pêvajoyên guhertina demografî li bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî. Ev komên han dûrî xwestek û hêvîyên gelê Sûrî di azadî û demokrasîyê de bûn. Wan (çeteyên Emşat, Hemzat û Sultan Murad) komkujî li ser pêkhateyan (her wek elewî û dirzî) pêk anîn. Jixwe ev jî ji bilî binpêkirinên ku wan çete û dagirkerîya Tirk li ser gelê kurd li herêmên dagirkirî (Efrîn, Girêspî û Serêknîyê) pêk anîn.
Kêşeya herî mezin li ba rêjîma nû ew e ku danpêdanê bi pêkhateyên gelê Sûrî nake. Ev yek bi rêya van tiştan dixuye: Destûra nû, sepandina yek rengî û nepejirandina qurbanîyên ku alîyên din kirine da ku gelê Sûrî bigihêje pêşerojeke xweştir û pergaleke demokratî û pirreng a nû ku hemû gelê Sûrî ji bin stemkarî, êş û azaran derxe û yekîtîya xaka Sûrîya biparêze.
Girîngîya gotûbêjê li Sûrîyayê:
Piştî ketina rêjîmê (8. 12. 2024), êdî gotûbêj di navbera pêkhateyên Sûrîya û hêzên niştimanî yên bikêr bûye tiştekî girîng ji bo çareserkirina alozîya Sûrîya ya ku zêdeyî 10 salan dom kir û ji bo rakirina bandorên siyasî yên rêjîma Bas di van pêncî salên borî de ku ew bûn sedema sereke ya jihevketina tevna Sûrîyayê û gihandina Sûrîyayê ta vê qonaxa niha.
Gotûbêja erênî û danûstandina di navbera hemû alîyan de bêyî destwerdana destên derve, dê gelê Sûrî dûrî alozîyên nû bike û welêt ji metirsîyên van alozîyan biparêze. Çimkî gotûbêj dê di navbera pêkhateyên gelê Sûrî û hêzên niştimanî de be. Jixwe eger gotûbêja niştimanî hat piştguhkirin û danûstandin bi ser neketin, wê hingê dibe ku civaka Sûrî ji hev bikeve û axa Sûrîyayê parçe bibe. Dibe ku rêxistinên sawkar vê yekê bi kar bînin da ku xizmeta ejindeyên xwe li Sûrîyayê yan jî xizmeta ejindeyên hin alîyên derve bikin ku ew alî dixwazin alozîya Sûrîyayê bidome. Piştî komkujîyên Beravê êdî pêkhateyên Sûrîyayê ji dubarebûna heman sînaryoyê li herêmên xwe ditirsin. Ji ber wê jî ew encûmenên leşkerî ji xwe re ava dikin da ku xwe ji komên sawkar û yên bê ser û ber di hundirê artêşa Sûrîyaya ya nû de biparêzin û di heman demê de da ku doza mafên xwe yên destûrî bikin. Ji alîyekî din ve rewşa heyî dihêle ku pêwîstî bi pilansazî û bernameyan hebe da ku sûd ji ezmûn û zanebûnên kirdarî were girtin da ku li hember astengîyên hevbeş were rawestandin, êdî çi levkirin an gotûbêjeke niştimanî, dê rê li ber hemû şêweyên destwerdanan bigire û dê mîna qutkirina rê li ber buhaneyan be û dê bihêle têkilîyên baş bi cîranan re ava bibin ku ew jî dê li gor berjewendîyên niştimanî yên bilind be.
Karê hevbeş di navbera Rêveberîya Xweser û ferwerîya demkî de:
- Rêkeftina ʺŞêx Meqsûd û Eşrefîyêʺ û peydakirina pilansazîyeke zelal di demeke diyar de, ji bo Efrîn û vegera koçberan wê. Her wiha dosyeyên pevguherîna girtîyan û valakirina girtîgehan li ba her du alîyan, êdî dibr ku ji ber fişarên tirkî, bi taybet di mijara pevguherîna girtîyên YPJ de, desthilata Şamê hin behaneyan derxe pêş.
- Rêkeftina Ebdî-Şeri û bidawîbûna hemû pêvajoyên leşkerî di hundirê xaka Sûrîyayê de, her wiha doza kurdî wek dozeke niştimanî ya Sûrîya hat gotûbêjkirin. Di gotûbêjan de mijarên sereke hatin gotûbêjkirin, her wek Rêveberîya Xweser û sazîyên wê, hêzên leşkerî û ewlekarî û çawanîya tevlîkirina wan di nav sazîyên niştimanî yên Sûrîya de û levkirina li ser berdwamîya danûstaninên hûrgulî bi rêya komîteyên pispor. Her wiha çawanîya karê sazîyên serwer bi rêya hevrêzya bi Şamê re hat gotûbêjkirin û li ser dabînkirin taybetmendîya sazîyên xwecihî hat tekezkirin da ku dadmendîya aborî ji bo hemû Sûrîyayan pêk were.
- Rêkeftina Bendava Rojava (Tişrîn) û rawestandina pêvajoyên leşkerî li wê derê.
- Kampa Holê ku bi hezaran malbatên Daişê dihewîne. Gotûbêj li ser çawanîya vegerandina malbatên Sûrîya li herêmên wan û perwerdekirina wan da ku ji nû ve tevlî civakê bibin hat kirin, lê li ser rêkeftineke dawî nehat lihevkirin. HSD derfet da şandeyeke Şamê da ku wek cara pêşîn serdana kampê bike, ev yek wek gaveke erênî bû ku HSD bi rêya wê da diyarkirin ku ew dixwaze vê dosyeyê bi dawî bike yan jî bi kêmanî şêweyê birêvebirina wê biguhêre.
- Her wiha hin dosyeyên din hene ku hê di gotûbêjîyê de ne; wek dosyeya perwerde û fêrkirinê.
Tevî ku desthilata Şamê hin kelem li pêşberî rêkeftin û levkirinên bi Rêveberîya Xweser re danîne (dibe ku ji ber destwerdanên herêmî yên veşartî bin), lê hema hebûna civînên dorveger û domdar, rehetîyekê li ba gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê peyda dike. Levkirina di navbera desthilata Şamê û Rêveberîya Xweser, dê destpêka qonaxeke nû ji bo hemû Sûrîya û pêkhateyên wê be ku dest bi qonaxa avakirina siyasî bi beşdarbûna hemû pêkhateyan were kirin û dê nakokî û şerê xwînî ji destpêka desteserîya rêjîma Bas û heya niha were bidawîkirin.
Her wiha Rêveberîya Xweser dibîne ku pêwîstîya serkeftina gotûbêja çaverê bi tunebûna mercên pêşwext heye. Her wiha pêwîstî bi danûstandina zelal heye da ku pirojeya Rêveberîyê were têgihiştin.
Alîyên derve ên di Sûrîyayê de bi bandor in:
Berî ketina rêjîmê, Sûrîya di navbera du alîyên cêwaz de dabeşkirî bû; tîma yekem bi ketina rêjîma Sûrîyayê ya rûxayî (Îran û Rûsya) bi dawî bû û tîma duyem (Emerîka, Tirkî, Israîl û Firansa) niha bi awayekî bê sînor destwerdanê di dosyeya Sûrîyayê de dike.
Ev dewlet, çiqasî nakokî di navbera wan de hebin jî, lê ew hevkar û hevalbendên hev in ku dikarin bi rêya danîna xêzên sor di navbera xwe de, nakokîyên xwe çareser bikin û berjewendîyên xwe li Sûrîyayê biparêzin bêyî ku tu guhî bidin xwestek û hêvîyên gelê Sûrî. Her wiha ev alîyê duyem dikare bandorê li rêjîma nû bike û nehêle ew gavine erênî bavêje ku demokrasîyê bi pêş bixe. Ji alîyekî din ve ew dikare rênimayên xwe li ser ferwerîya demkî bisepîne. Bi taybet Tirkîya ku ew tu şêweyekî nû ê pergalê li Sûrîyayê napejirîne û li ser navendîyê rijd e û destûreke nû ku mafê hemû Sûrîyan û mafê gelê kurd li Rojava biparêze, napejirîne. Ev yek berovajî nerîna dewletên din e (Emerîka, Firansa û Israîl) ku tu kêşeya wan bi şêweyê rêjîmê li Sûrîyayê re tune ye (çi navendî, çi fedralî û çi jî nenavendî be), lê ew li ser parastina mafên pêkhateyên Sûrîya (kêmîne) tekez dike.
Alîyên hundir ên bikêr:
- Ferwerîya demkî bi serkêşîya Ehmed Ekşeri:
Tevî destwerdanên derve ên ku alîkarî di ketina rêjîmê de kirin jî, lê HTŞ di pêvajoyên leşkerî yên ki bi rêya wan rêjîm ket de lîstikvanê sereke bû. Paşê ferwrîyeke demkî ya yekreng hat avakirin û destûreke nû hat ragihandin ku ji hêla piranîya pêkhateyên gelê Sûrî ve hat mandelkirin.
Xalên Bihêz:
- Vê ferwerîya demkî karîbû bi rêya alîkarîya Siûdîyê xwe di cîhanê de bi cih bike. Her wiha ev yek bi rêya berjewendîyên navneteweyî û herêmî yên ku pêwîstîya wan bi rakirina sizayan ji ser rêjîma nû û veberhênana aborî heye, pêk hat. Vê yekê bi rakirina sizayên emerîkî, ewropî û japonî dest pê kir. Her wiha ji ber ku hin hêzên herêmî (Tirkî û hin dewletên erebî) ên ku piştgirîya vê ferwerîyê kirin, wê karîbû xwe li cîhanê bi cih bike.
Xalên lawazîyê:
- Rijdbûna li ser yekrengî, ew gelê Sûrî bi hemû tîre û pêkhateyên wê nanimîne, nikare komên girêdayî Tirkîyayê li bakurê Sûrîyayê ya dagirkirî kontrol bike, hin komên bêbidispilîn di nav artêşa Sûrîyayê ya nû de hene, erikdarkirinên nû yên hin kesan ku bi binpêkirin, sûc û komkujîyan tewanbarkirî ne, hebûna nakokîyan di navbera wê û pêkhateyên dirzî, elewî, Rêveberîya Xweser û HSD de, xwesteka van pêkhateyan ku pergaleke demokratî a pirreng ava bikin, hebûna nakokîyên bawerîyê di navbera Daiş û serokê demkî Ehmed Elşeri de (dibe ku ev yek bibe sedema gefxwarinê li ser wî, nemaze ku hin şervan hene; çi Sûrîya yan biyanî bin, hê îdyolojîya Daişê di sazîyên rêjîmê yên leşkerî û ewlekarîyê de bi cih dikin).
- Rêveberîya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê:
Rêveberîya Xweser di alozîya Sûrîyayê de hat avakirin û rêyek da ber xwe ku ne wek rêyên din bû. Wê xwe sipart rêgeza parastina herêmên xwe ji komên sawkar, rizgarkirina herêmên xwe ji Daişê (rojhilatê Feratê), şernekirina ne bi rêjîma rûxayî re û ne jî bi rikberîya Sûrîyayê û komên wê yên çekdar re û avakirina rêveberîyeke xweser ku tê de mafê hemû pêkhateyan li herêmên wan were parastin. Ev rêveberî dikare bibe nimûneyek ji bo pergaleke Sûrîya ya berferehtir ku xwe dispêre demokrasî û pirrengîyê. Rêveberîya Xweser xwedî hêzeke birêkûpêk e ku ji xelkên herêmê bi hemû pêkhateyên wê pêk tê (HSD û Asayîş). Ev hêz xwedî pisporîyeke şer ya bilind in ku dikarin şerê komên sawkar bikin û ewlekarîyê belav bikin.
Xalên Bihêz:
- Rêveberîya Xweser yek ji nimûneyên herî baş ên ku hermên Sûrîyayê di alozîya Sûrîya de tê re derbas bûye. Eger em hevsengîyê di navbera wê û alîyên din de bikin (herêmên rêjîma rûxayî, herêmên Hevbendêya Sûrîya ya rikber ʺFerwerîya Demkîʺ li bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî, herêmên HTŞ ʺFerwerîya Rizgarîyêʺ li Idlibê) û herêmên rêjîma rûxyayî, em ê bibînin ku nimûneya Rêveberîya Xweser a herî baş bû. Ji ber hebûna hêzên ewlekarîya hûndir (Asayîş), wê karîbû ewlehîyê li herêmên xwe biparêze û ji ber hebûa hêzeke wê ya leşkerî ʺHSDʺ, wê karîbû bi Hevpeymana Navneteweyî re şerê Daişê bike (tevî ku Tirkîyê fişar dikirin da ku Hevpeymana Navneteweyî vê hevkarîyê bi HSD re tune bike). Her wiha tevnacivakî di navbera pêkhateyên herêmên wê de xurt e, ew xwedî girêbesteke civakî ye ku tê de mafê hemû pêkhateyên herêmê tê parastin û ji alîyekî din ve pêkhateya kurd ku pêkhateya duyem di civaka Sûrîyayê de ye, pişta xwestekên Rêveberîya Xweser ên guhertina şêweyê desthilatê li Sûrîyayê digire û pişta dariştina destûreke nû ku tê de mafê hemû pêkhateyan were parastin, digire. Her wiha herêmên Rêveberîyê ji alîyên gencîneyên binerd û dexlûdanên stratîcî ve dewlemend in.
Xalên Lewazîyê:
- Tevî ku civaka navneteweyî li ser mafên gelê Sûrî tekez dike, lê tu hêzeke navneteweyî ya ku pişta pirojeya wê ya siyasî bi awayekî bikêr bigire, tune ye. Jixwe pirojeya wê ya siyasî ew e ku ew doza guhertina pergala desthilatê li Sûrîyayê dike ku bibe pergalek fedralî yan nenavendî. Ji alîyekî din ve jî dijminatîya Tirkîya û çeteyên wê ya domdar li hember Rêveberîya Xweser û HSD û bandora vê yekê li ser rewşa ewlekarî û aborî ya herêmê û berjewendîyên navneteweyî yên ku dikarin bandorê li pirojeya wê ya demokratî bikin, tev xalên lawazîyê ne.
Xalên levkirin û nelevkirinê di navbera her du alîyan de:
- Xalên nelevkirinê di navbera her du alîyan de:
Her alîyek xwedî îdyolojîyeke cûda ye û cûdahî di şêweyê desthilatê li Sûrîyayê de di navbera wan de heye (ferwerîya Veguhêz li ser navendîbûnê tekez dike, lê Rêveberîya Xweser daxwaza nenavendîbûnê dike). Her wiha nakokî der barê şêweyê artêşa Sûrîyayê ya nû de jî heye (Ferwerîya Veguhêz li ser tevlîbûna HSD di nav artêşa nû de bêyî tu taybetî rijd e; jixwe bandora dewletên herêmî li ser vê daxwazê heye, lê HSD jî li ser taybetîya tevlîbûna wê di nav artêşa Sûrîya ya nû de rijd e, nexasim ku ew hevkara Hevpeymana Navneteweyî di şerê Daişê de ye). Ji alîyekî din ve Ferwerîya Veguhêz dixwaze desteserîya xwe li ser tevahî xaka Rêveberîya Xweser bisepîne, lê Rêveberîya Xweser li ser destkeftîyên xwe yên ku bi saya xwîna bi hezaran pakrewan û birîndaran pêk hatine, tekez dike. Her wiha hin nakokî der barê hin dosyeyên din de jî hene, her wek dosyeya kargêrî û fêrkirinê…
- Xalên levkirinê di navbera her du alîyan de:
Her du alî li ser avakirina artêşeke nû li hev dikin, anku HSD ne dijberî beşdarbûna di nav artêşa Sûrîyayê de ye, ev jî xaleke gewherî ye ku bi rêya wê her du alî dikarin di pêşeroja nêz de bi rêya wê bigihêjin levkirinanekê der barê avakirina artêşeke nû ya niştimanî li gor avahîsazîyeke diyar de. Hebûna rêkeftinekê di navbera Mezlûm Ebdî û Şeri de dikare bibe bingehek ji bo levkirinên siyasî, aborî û leşkerî yên berferehtir. Hebûna bawerîyê heya astekê di navbera her du alîyan de bi rêya komîte û rêkeftinên di navbera wan de. Ya ji van girîngtir ew e ku tu şer di navbera her du alîyan de tune ye, ev jî nîşaneyeke erênî ye da ku gotûbêj û danûstandinên pêşerojê di navbera her du alîyan de bi ser bikevin.
Danûstandinên di navbera şandeya kurdî ya hevbeş û Ferwerîya Veguhêz de:
Piştî yekrêzîya kurdî, şandeyek hat damezirandin da ku der barê mafên gelê kurd de li Sûrîyayê bi Ferwerîya Veguhêz re danûstandinê bike; ew jî li gor encamnameya kongira kurdî (26. 5. 2025). Ev şande beşek ji şandeya Rêveberîya Xweser e ku hemû pêkhateyên herêmê dihewîne (kurd, ereb, siryan û asûrî) û beşeke ji pirojeya Rêveberîya Xweser e. Bi vî awayî ev şande bi hemû pêkhateyên herêmê bi hev re wek yekgirtinekê berê xwe bidin Şamê û doza mafên destûrî bikin û Sûrîyayê ber bi pergala demokratî ya pirreng ve bibe ku tê de mafên gelê kurd û hemû pêkhateyên Sûrîyayê were parastin. Eger şandeya kurdî di danûstandinên bi Ferwerîya demkî re bi ser ket, ev yek dê bibe bingeh ji bo destûreke mayînde ku tê de mafê hemû pêkhateyan were parastin.
Li bgor vê yekê, gotûbêja niştimanî di navbera du alîyên ku bingeha çareserîyê li Sûrîyayê ne de ye, dibe ku ev gotûbêj, Sûrîyayê ji şerekî navxweyî û alozîyeke nû biparêze ku ew alozî dê xwedî bandoreke mezintir ji a dema rêjîma rûxayî be. Dibe ku bandora vê alozîyê ne tenê li Sûrîyayê be lê belê li derveyî wê jî be.
Îcar xalên lawazîyê û hêzê li ba her du alîyan hene, lê mirov dikare hêvîyan bi xalên hevbeş ve girê bide û mirov dikare sûdê ji xalên bihêz bigire da ku dewleteke demokratî û pirreng ava bike. Êdî hevkarîya bihêz a di navbera HSD û Hevpeymana Navneteweyî de da ku şerê Daişê bikin û daxwazên civaka navneteweyî ji ferwerîya demkî ku ew hevkarîyê bi HSD re bikin da ku şerê Daişê bikin, xalên gelekî girîng in ji bo rêjîma nû ku hê di qonaxa ezmûn û çavdêrîyê de ye, nemaze piştî ku Daiş ragihand ku nakokîyên bawerîyê di navbera wê û Şeri de hene û çend êrîşên sawkarî li dij Ferwerîya Şeri pêk anî. Ji ber wê dibe ku ev yek bibe sedem ku hevrêzî di navbera HSD û artêşa Sûrîyayê ya nû de zêdetir bibe, bi taybet ji ber ku Şeri nikare komên di bin ala artêşa Sûrîyayê de kontorl bike û ji ber ku hin şervan hene ku hê hizra Daişê di serê wan de ye. Hevpeymana Navneteweyî tevlîbûna artêşa Sûrîyayê di nav xwe de ji bo şerê Daişê nepejirand, ev jî tê wateya ku Hevpeymanî bawerîyê bi vê artêşê nayîne. Lê hevrêzîya yekser bi HSD re û levkirina li ser avahîsazîya artêşa Sûrîyayê ya nû, dê Hevpeymanê han bike ku tevlîbûna artêşa Sûrîyayê di nav xwe de ji bo şerê Daişê bipejirîne. Hebûna HSD û Hevpeymanê dê piştgirîyeke mezin ji bo Şeri be da ku şerê Daiş bi awayekî jidil bike û dê bawerîyê di navbera vê rêjîma nû û civaka navneteweyî de biçespîne.
Her wiha tekezkirina Rêveberîya Xweser ku gencîne û dahatên li herêmên wê (petrol, gaz, …) gelê Sûrî xwedîyê wan e û ew amade ye ku wan radestî desthilata Şamê bike, êdî karîna ferwerîya demkî ya pêkanîna rêkeftinên bi HSD re (rêkeftinên girêdayî agirbestê) û karîna wê ya kontrolkirina komên girêdayî Tirkîyê û vegerandina koçberên Efrîn, Girêspî û Serêkanîyê li herêmên wan, dê gavine mezin ber bi Sûrîyayeke demokratî ve û destûreke yekgirtî bin ku tê de mafê hemû pêkhateyên civaka Sûrîya werin parastin.
Rêjîma nû hê lawaz e û ev lawazîya wê ji ber piştguhkirina wî ji pêkhateyan re û nekarîna wî ya kontrolkirina ewlehîyê li ser tevahî xaka Sûrîyayê û hebûna hin herêman dagirkirî ji hêla dewletên herêmî ve ye. Lê alozîya herî girîng a li hember pêkanîna gotûbêjeke niştimanî ya bisûd; girêdayî karîna Şeri a xwerizgarkirina ji Tirkîyê ye, çimkî ew kelema herî mezin a li hember pêkanîna rêkeftinên dawî di navbera wî û Rêveberîya Xweser de û di navbera wî û pêkhateyên Sûrîya yên din de ye (her wek elewî û dirzîyan). Bandora Tirkîya li Şeri û Ferwerîya wî ya demkî baş diyar e, destpêşxerîya birêz Ocelan a ji bo aştîyê, dibe ku buhaneyên Erdogan li ser Rêveberîya Xweser û şêweyê desthilatê li Sûrîyayê vala derxîne ku di encamê Sûrîyayê ber bi aramî û hedarîyê ve bibe.