ANALÎZ

QSD Û Hevpeymaniya Li Dijî Terorê

 

Herêma Rojhilata Navîn di pergala cîhanî de û di hemû waran de xwedî girîngiyeke mezin e; nexasim di warê jeosiyasî û enerjiyê de, anku em dikarin bêjin ku ew kilîta desteserkirina cîhanê ye. Li gorî vê girîngiyê jî, her demê çavên hemû hêzên mezin li serê bûn, mîna Amerîka, Rûsiya û niha jî Çîn. Di warê jeosiyasî de; bidesxistina cihekî baş di vê herêmê de dê hemû armancên stratejîk ên din hêsan bike, ne tenê di herêmê de lê belê di tevahiya cîhanê de. Di warê enerjiyê de jî, gelek sedem hene ku livûtevgerên Amerîka, Rûsiya û Çînê di herêmê de xurt dikin; çi ji bo parastina herêmên di bin desthilatdariya xwe de û çi jî ji bo xwegihandina çavkaniyên enerjiyê ku Rojhilata Navîn pê dewlemend e yan jî dabînkirina gihandina petrol di rêya vê herêmê re. Ev hemû sedem hiştin ku qada Rojhilata Navîn bibe qada şer di navbera dewletên xwedî hêz de.

Bi zêdebûna hêza Rûsiyayê bi serokatiya Pûtîn ku piştî hilweşîna Yekîtiya Soviyêtê dîsa bi hêz bû, Amerîka dixebite ku hêza xwe bi giştî xurt bike û cihê xwe di asta cîhanî de bi hêz bike, her wiha berjewendiyên xwe yên stratejîk li gelek deveran ji ber berfirehbûna Rûsî yan jî ya Çînî ya aborî “Destpêşxeriya kember û rêya hevrîşim” nexasim li Rojhilata Navîn, biparêze. Bi tevî ku Amerîka di warê leşkerî destên xwe danîne li ser herêma kendavê, lê hinekî astengiyan n li Sûrî û Iraqê  dikişîne. Êdî Iraq ji bo mabûna hêzên Amerîkî ji ber desthilatiyên Îranê û milîsên wê yên leşkerî “Heşida Şehbî” ku gefan li hêzên Amerîkî dixwin û jê dixwazin ku ji xaka Iraqê derkevin, herêmeke ne-ewle ye. Lewre jî başûrê Kurdistanê ji bo hêzên Amerîkî di Iraqê de cihekî ewle ye.

Di Sûriyeyê de jî û ji destpêka aloziya wê ve, Amerîkayê hewl da ku hêzeke leşkerî ava bike da ku şerê terorê bike û dixwaze cihekî xwe di Sûriyeyê de çêbike. Li groî vê jî dest bi avakirina hêzeke leşkerî ji komên çekdarên Sûrî yên li Tirkiyeyê (û li herêma Tenefê) ku dê şerê komên terorîst bikin, kir; bi tevî pêşkêşkirina destekdayîna lojistî, madî û leşkerî jî, lê belê ji ber ku ev kom girêdanên wan bi derve re hebûn û ne di cihê baweriyê de bûn, ev hemû kom bûn rêxistinên terorîst û di dawiyê de jî tev li lîsteya terorê bûn. Divê ku hêzeke alternatîv û xwedî bawerî heba da ku şerê terorê bikira, lewre jî vê yekê hişt ku Amerîka berê xwe bide Yekîneyên Parastina Gel ku piştre bû Hêzên Sûriyaya Demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de hewandin. Di encama vê hevkariyê de êdî di navbera Amerîka û Rûsiyayê de lihevkirin çêbû ku êdî çemê Feratê bibe xeta cudakar di navbera her du hêzan de. Vê hêzê bi alîkariya Hevpeymaniya navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê karî rêxistina Daiş’ê têk bibe. Ev hêz bû hêzeke niştimanî ya sereke li ser xaka Sûriyeyê, nexasim piştî ku bû hêzeke birêxistinkirî ku hejmara endamên wê digihêje 100 hezarî û erka wê ya sereke parastina herêmên rêveberiya xweser ji rêxistinên terorîst e û peydakirina ewlekarî û hedariyê ji çar milyon hemwelatiyên ji hemû pêkhateyan re ye.

Hevakriya Amerîkayê bi QSD’ê re ne ji valahiyekê hatiye, lê belê xwe dispêre van rastiyan:

  • Serkeftina QSD’ê li dijî rêxistina Daiş’ê ya terorîst û parastina herêmên xwe ji van rêxistinan.
  • Yekîneyên Parastina Gel veguherî hêzeke niştimanî “QSD” û dûrî tundrewiyê ye û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne. Vê yekê hişt ku bêhtir Amerîka pê ve bê girêdan û destekdayîna xwe ya leşkerî jê re zêde bike, her wiha beşek ji budceya xwe jê re Terxan dike.
  • Ji bo berfirehbûna Îranê ya di herêmê de hebûna leşkerî ya Amerîkayê êdî divêtiyek e û ev yek dihêle ku hevkariya xwe ya bi QSD’ê re berdewam bike.
  • Her wiha ji bo astengirina geşbûna serweriya Çînî; ji ber ku Sûriye ji bo Çîn dergeha deryaya Navîn a rojhilat e. Her wiha rêyeke sereke ye ya çavkaniyên enerjiyê û nexasim gaz ji dewletên kendavê ber bi Ewropayê ve, gava ku projeyên veguhastina gaz û petrolê ber bi Ewropayê ve pêk werin.
  • Metirsiya vegera rêxistina Daiş’ê û li kêleka wê jî şaneyên wê yên razayî pir heye, ji ber vê yekê divê ku destekdayîn ji QSD’ê re bê dayîn û şiyanên wê yên şer û ewlekariyê zêde bibin da ku şaneyên Daiş’ê di herêmê de kontrol bike û nehêle dîsa vegerin.
  • Hebûna Amerîkayê di herêmê de nahêle ku rêjîma Sûriyeyê û hevalbendên xwe vegerin herêmê û dîsa siyaseta xwe ya stemkariyê mîna ya berê bimeşîne.

Joe Biden di yekem axaftina xwe ya li pêşberî karmendên wezareta karên derve li Waşigntonê de, xetên qalind ên diplomasiya Amerîkayê ya nû eşkere kirin, nexasim der barê pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Rûsiyayê de û wiha got:” Amerîka vegeriya û diplomasiya Amerîkayê vegeriya herêmê”. Lewre jî pevçûna di navbera Amerîkayê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve Rşuiya û Çîn û li pêşiya pêşveçûnên Îran û Tirkiyeyê di herêmê de, dihêle ku Amerîka bêhtir bi herêmên di bin desthiatiya xwe de û bi hevalbendên xwe ve yên di herêma Rojhilata Navîn de girêdayî be. Her wiha Amerîka nikare hêzeke din li ser erdê bide pêş ku pê re hevalbend e û bi dewletin din re ku hegemoniya wê ya cîhanî dixe nava gefan de di nava têkiliyên xurt de be. Metirsiya vê têkiliyê gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên rêveberiya xweser û awayê danûstandina Amerîkayê bi Tirkiyeyê re ji bo pêkanîna aşitî û hedariyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى